Navê pirtûkê: Antropolojiya kurd, kurdî û Kurdistanê
Navê nivîskar: #Umîd Demîrhan# (Omitê Mistefê)
Cihê çapkirina pirtûkê: Bazîd
Navê çapxaneyê: Digital
Sala çapê:2023
PÊŞGOTIN
Ev berhem encama deh salên xwendin û lêkolînan e ku me di qalibê mirovnasiyê (antropoljiyê) de ro kiriye; bêguman berî me jî hinek hewldanên antropolojiyê yên destpêkî hatine amadekirin. Hêjayî diyarkirinê ye ku “Adat û Rusûmatnameyê Tewayifê Ekradiye” (Mela Mehmûdê Bazîdî, 1859) ji bo mirovnasiya kurdî çavkaniyeke girîng e; lê dîroka nivîsandina wê vedigere berî 150 salî û hem di heyama xwe de hem jî piştî nivîsandinê li ser bingehên zanistî yên pîvandî nehatiye rûniştandin. Lewre pêwistî bi lêkolîn û lêgerînên nûjen heye ku mirovnasiya kurdan li ber ronahiya zanistên hevçerx ji nû ve bê şirovekirin; lê belê berî şirovekirineke pirşaxî ya baş divê awireke giştî li bingehê zimanî-çandî yê mijara navbihurtî bê gerandin. Îcar ev xebata destpêkî -bi vê mebestê- ji pênesayên zanistî dest pê dike, hebana zimanê kurdî hildiqevşîne ku peyvnasiya mijarê têkûz bike û piştre hewl dide ku “samana zimanî-çandî ya mirovnasiya kurdî” derxe ber ronahiyê.[1]
Read the book: Antropolojiya kurd, kurdî û Kurdistanê
Total download:
248 times
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 11,573 times
Write your comment about this item!