=KTML_Bold=Keleha Mad=KTML_End=
Şûnwarên Keleha #Mad# li bakurê rojavayê Çiyayê #Bêstûn# ê hilkeftiye û li gorî lêkolînên #şûnwar# nasiyê yên di sala 1966an de, birc û dîwarekî wê yê balkêş hebûye. Dîwarên kelehê hişk in û ji kevirên hûr û stûr hatine çêkirin.
Bi sedema vê ku ev asewarên destçêkirî yên ku li vê derê hatine dîtin dişibin asewarên Noşîcan Melayêr û Gûdîn girê Kengaver, tê gotin ku ev keleh girêdayî serdema Madan e. Vedîtina derziyek tûncê ku bo sedsala Heştan a berî zayînê vedigere vê îhtîmalê xurtir dike.
Di vekolîna asewarnasan ya li sala 2002an de, asewarên serdemên cuda yên wekî serdemê Mefrex, serdemê Hexamenişî, serdemê Eşkaniyan û serdemê Îslamê hatine dîtin û ev vê yekê îspat dike ku ev keleha li serdemê Madan de li asta herî avedanî û bihêziya xwe de bûye.
[1]
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 514 times
Write your comment about this item!