Library Library
Search

Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!


Search Options





Advanced Search      Keyboard


Search
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
Tools
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Languages
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
My account
Sign In
Membership!
Forgot your password!
Search Send Tools Languages My account
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Sign In
Membership!
Forgot your password!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 About
 Random item!
 Terms of Use
 Kurdipedia Archivists
 Your feedback
 User Favorites
 Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
 Help
New Item
Library
Ninewa: Initiative Mapping of Sustainable Returns & Stabilization Efforts
28-06-2024
Hazhar Kamala
Library
Decentralisation in Iraq: Process, Progress & a New Tailor-Made Model
28-06-2024
Hazhar Kamala
Library
Violent Extremism in Mosul & the Kurdistan Region: Context, Drivers, and Public Perception
28-06-2024
Hazhar Kamala
Library
Social Ecology
27-06-2024
Hazhar Kamala
Library
MARDİN CITY GUIDE 2020
26-06-2024
Hazhar Kamala
Biography
Awni Yousef
26-06-2024
Hazhar Kamala
Library
Learning from Sykes-Picot
25-06-2024
Hazhar Kamala
Library
The Collapse of Iraq and Syria: The End of the Colonial Construct in the Greater Levant
25-06-2024
Hazhar Kamala
Library
The British Administration of Iraq and Its Influence on the 1920 Revolution
24-06-2024
Rapar Osman Uzery
Library
Iraq Multiple Indiator Cluster Survery 2018
23-06-2024
Rapar Osman Uzery
Statistics
Articles 519,853
Images 105,227
Books 19,550
Related files 98,030
Video 1,414
Library
The Future of Kirkuk: A Roa...
Library
Dialectics of struggle: cha...
Biography
Ismail Mohamad Hassaf
Biography
Awni Yousef
Library
Social Ecology
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (159): Gundên “Kora û Xidriya” yên dagîrkirî, malbatek digel du şîrmijan zorane veşartî ne
Kurdipedia's female colleges are contemporary archiving the suffering and successes of Kurdish women in their national database.
Group: Documents | Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (159): Gundên “Kora û Xidriya” yên dagîrkirî, m...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (159): Gundên “Kora û Xidriya” yên dagîrkirî, m...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (159): Gundên “Kora û Xidriya” yên dagîrkirî, malbatek digel du şîrmijan zorane veşartî ne, revandin û girtin, topebarana Efrînê, “Elcasêm” malbatekê diqewtîne.

Daxuyanên xweşikirin û tevlîhevkirinê, tucarî pîsîtî û qirêjiya kiryar û siyasetên destlatên dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê yên li dijî Efrînê û xelkê wê venaşêre, ji ber ku binpêkirin û tewan berdewam in û bi rengekî rêbazkirî û fere têne kirin.
Vaye emê beşekî ji wan pêşber bikin:
= Gundê “Kora”:
“G.”Kora” – N.Cindirêsê.”
Bi Navça Cindirêsê ve girêdayî ye û li aliyê Bakur bi /6/KM ji navenda wê dûr e, ji /160/ malî pêkhatî ye, dora/1120/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, dora/1000/ nişte jê vegerîn gund, ên mayîn bi zorê koçber bûn, û dora /270malbat=1500nişte/ ji anîndeyan di malên gund û çadirên ku li dorê hatine vegirtin de hatin niştecîkirin.
Di dema êrişa bi ser herêmê de, bi topebaranê mala “Idrîs Bekir” bi tevahî hate roxandin, û hin mal bi piçekî, jê mala ” Endezyar Mihemed Umer” ya du qatî. Milîseyên “Ehrar Elşam” ên ku gund desteser kirine, dora du heftan nehîştin ku xelk derbasê bibin, di wê karnavê de kelûpel û heyînên hundir pir malan (xwarinvexwarin, firaxên baqirî û qizêzî, pêkhateyên enerciya royê, raxistek, û gelek tiştmiştên din) dizîn, hin jî serbinqotî hev kirin û çekirin dor gund û wê hîşt ku xelk neçar bibin hin tiştmiştên xwe yên belavkirî ji çolê kom bikin, herweha dizîna hemî keblên toreya elektirîkê ya giştiyane û hin makîne û alavên cûrbecûr mîna (makîna skode ya “Xedîce Mihemed Umer” û pîk aba Honday a “Hesen Hec Birîm” – ên ku piştî dandina vêrgiyeke diravî ji xwediyan re hatine vegerandin), û makînak taybet û tibabeke diravan û çend telîfonên xilyewî ên herdu bira “Reşîd û Dîdar Xorşîd” li Rezbera 2020an, û weha jî makîna”Van” Salon a hemwelatî “Ferîd Betal Henan”, li destpêka Avdara2019 an, li B.Efrînê hate dizîn.
Herweha dest danîn ser /108/teneke zêtê zeytûna – werza 2018an ên hemwelatî “Tewfîq Henan Xorşîd” û mala wî û mala “Ferîd Betal Henan” û du malbatên serkêşên xwe têde dan rûnişkandin û kirin ciyê civatan, mala dilovanber”Sadêq Xorşîd” ji xwe re kirin hepis û ciyê lêkolîn û işkencekirinê, mala “Idrîsê Celemê” kirin biryargeheke leşkerî, û dest danîn ser bi dehan malên din jî, jê mala dilovanber “Hisên Xorşîd” piştî jêqewtandina jinebiya wî.
Li Rezbera 2020an, dema ku hemwelatî “Gulîstan Îbiş” ji serdana xwe ya yekrojî ji gund re vegeriya mala xwe ya li Bajarê Cindirêsê û daxwaza radestkirina malê ji anîndeyên “Xota” yên ku dest danîne ser kir, ew rastî dijîtî û lêdaneke mekin hat.
Û milîse /3%/ vêrgî li berhema werza zeytûna dixin, herweha xwediyên hersê guvêşgehên gund vêrgiyên diravî yên mezin dan da ku kanî bi dest xwe xistana û bi xwe bi rêve bibirana, weha jî wan îsal /200/ dolar vêrgî li her tirektoreke çandiniyê ferz kirin, û xwediyê wan neçar kirin ku zeviyên zeytûna yên destserkirî bê pere bajon.
Û wan ji bo êzingkirinê, çêkirina komirê û ziyangîhandinê, /75/darên zêtûnê – temenê hinan jê /40/sal, ên hemwelatî “Tewfîq Xorşîd” qut kirin.
Bi ser de jî xelkê gund tûşî binpêkirin û tewanên cûrbecûr bû, jê girtin, revandin, lêdan, kêmrûmetkirin, û peresitandin, tev jî piştî dandina vêrgiyeke diravî hatin berdan, û ji wan çarenûsa sê girtiyan “Mihemed Henan kurê Ferîd ê ciwan ji destpêka Avdara 2019an, Rêzan Gedro yê dor sîsalî û Mihemed Sadêq Xorşîd ê xort ji dawiya Avdara 2018an ve” ne diyar e.
Herweha Li 14.5.2020an, hemwelatiyê temenmezin “Mislim Ehmed Umik/87/sal” (ê ku li Bajarê Efrînê – Taxa Eşrefiyê rûdinişt) hinda bû, û li 19.5.2020an jî, termê wî li kêlek Çemê Efrînê – Cîgeha Kersanê ya nêzîk bajêr hate dîndin, sedema mirinê jî ne zelal bû, û weha jî li 2.1.2020an, herdu hemwelatî “Kanîwar Hisên Elûş û apê wî Semîr Menan Elûş/40/sal” li nêzîk Bajaroka “Babinisê” – herêmên penaberbûna xelkê Efrînê li Bakurê Heleb, di encama teqîna bombeyeke zemînî de ye ji bermayên milîseyên teror bi tirektora ku ew têde , li nav darên ihracê, şehîd ketin.
= G.”Xidriya”:
“G.”Xidriya” – N.Bilbilê.”
Bi Navça Bilbilê ve girêdayî ye û /8/KM ji navenda wê dûr e, ji /110/malan pêkhatî ye, dora /600/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, li dema dijayetiya ser herêmê hemî jê penaber bûn, tenê /18malbat=80nişte/jê vegerîn, û dora /60malbat= 300nişte/ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin, û piranî jî şivan in û ji gundewarên Hemê û Humsê ne.
Di dema êrişkeriyê de, dora bîst malan bi tevahî yan piçekî hatin roxandin, jê malên (Ehmed Mihemed Ico, Ehmed Koşkar û Nezîr Fadêl Şêxo).
Milîseyên “Firqit Elhemze” gund desteser dikin, biryargeheke wan li G.”Qestelê” yê hevcîwar heye, û endamên wan timî geran çêdikin.
Hemî mal tûşî dizîn û talanê bûn, ji xwarinvexwarinê de bigir, ta firaxên baqirî û qizêzî, û alav û amûrên din, herweha milîseyan kebil û stûnên darî yên toreya elektirîkê ya giştî, bi ser de jî tirektor, makîne, û acetên xelkê, jê tirektora “Xelîl Ebdo” dizîn, û piştî dandina vêrgiyên diravî, xelkê kanî piraniya tiştên xwe vegerînin.
Û kesên li gund mane jî rastî rengereng binpêkirinan hatin, jê girtin û persitandin, da ku neçar bibin berê xwe bidin koçberiyê û ji gund derkevin.
Milîseyan dest danîn ser tevahiya malmewalên koçberan, jê malbatên (Ezîz Şêxo, Fewzî Ebdo, Mihemed Mistefa Niqo), û /50%/vêrgî li ser berhema werzên hemwelatiyên ku merivên wan ji ber ve radikin-dîdinin xistin, û /10-15%/jî li ser berhema werzên (zeytûn, tirî, simaq…) ên mane, ferz dikin.
Ji bo êzingkirinê û çêkirina komirê, daristanên ihracê yên li dor gund ên ku darên entîke û temenmezin têde hene, mîna “Serê Çiyê, Kincê Bêlê” rastî piroseyên qutkirinê hatin, herweha cîgeha “Serê Çê”, ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzan û dizîna wan, tûşî kolan û tevdaneke mezin hat.
= Malbeteke zorane veşartî:
Li 7.6.2020an, destlatên dagîrker bi tuhmetên çêkirî, birayên hev “Cangîn/32/sal û hevjîna wî – digel zarokekî şîrmij, Şiyar/30/sal – hevjîna wî ne li mal bû, Mihemed/28/sal û hevjîna wî Ceylan Hemalo – digel zarokekî şîrmij” ji mala wan a li Taxa Eşrefiyê – B.Efrînê girtin, û dema ku dê û bavê wan “Osman Mecîd Ne’isan/65/sal û hevjîna wî Zêneb Ebdo/60/sal”çûn biryargeha leşkerî ya li taxê da ku li çarenûsa zaroyên xwe bipirsin, ew jî girtin; Û hemî bi aliyeke nediyar ve birin, û piştî çend rojan Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” dest danîn ser mala malbatê – ji xelkê G.”Rûta” li N.Mabeta – ya ku çar kulfet têde rûdiniştin, û hemî heyînên wê ji raxistek, alav û amûran dizîn.
Ji dora heyvekê ve, bi sedema nexweşiyeke giran temenmezin “Zêneb” ji beşê jinan li Hepsa Maratê – Efrîn hate berdan, lê hevjînên “Cangîn û Mihemed” tevî şîrmijan bendkirî man; Û niha jina temenmezin li G. “Gazê” bi xwîşka xwe re rûdine û tu tiştî li ser hevjîn û hersê lawên xwe nizane, çarenûsa wan ne xuya ye, û destlatên dagîrker tu kes ji wan heftgirtiyan pêşkêşî tu dadgehkirinan -ta ku wêneyî bin jî- ne kirine, lê bi ser de jî ew tûşî işkencekirinên mekin hatine.
= Revandin û girtinên bêsûcane:
– Ji du heyvan ve, “Asayişa Leşkerî” li B.Efrînê hemwelatî “Delîl Remedan Sîdo/30/sal” ji xelkê G.”Gewenda” – N.Reco (yê ku li bajêr dirûtvan), bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girtin; Û divê bê bîranîn ku birayê wî “Mihemed/25/sal” jî li gund, ji bêtirî du sal û nîvan ve hate girtin, û ta niha bendkirî ye.
– Li 7.8.2021an, “Asayişa Leşkerî” – rêbenda Bajaroka Reco, hemwelatî “Şerîf Ukaş Qenber/30/sal” – xelkê G.”Qestelê Meydana”, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girtin, û birin Hepsa “Maratê” li Efrînê.
– Li 12.8.2021an, Milîseyên “Nûr Eldîn Zenkî” hemwelatî “Heyder Al Emo” – ji xelkê G.”Firêriyê”- N.Cindirêsê, ji dîkana wî ya bazirganiya zêtê zêtûna li B.Cindirêsê girtin, û bi aliyeke nediyar ve birin, û niha jî ji bo berdana wî /10/hezar dolar dixwazin.
– Li 12.8.2021an, “Asayişa Leşkerî” li N.Bilbilê û bi hevkariya Milîseyên”Feyleq Elmecid” ev hemwelatî “Kawa Elî Ezîz Me’imo/37/sal, Hesen Ehmed Sîdo (Cerko)/56/sal” ji xelkê G.”Kêla”, bi behaneya derketina parêzvaniyê di dema Rêvebiriya Xweser a berê de girtin, û birin Hepsa Maratê li B.Efrînê, û piştî ferzkirina vêrgiyeke diravî li ser wan, li 15.8.2021an hatin berdan.
– Li 12.8.2021an, “Ebid Elrehman Mihemed Mecîd ê ciwan /18/sal”, ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê”, bi matora xwe ya duloqî ber ve bajarên Cindirêsê û Efrînê çû û venegerî, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.
– Li 15.8.2021an, “Asayişa Leşkerî” û Istîxbaratên Turkiyê bi hevaltiya Milîseyên “Feyleq Elşam” ev hemwelatî “Ciwan Mistefa Şêxo/20/sal û xwîşka wî Rûken/22/sal û Heysem Şêxo Şêxo /40/sal” girtin, birin şaxa istîxbaratan li Bajarê Cindirêsê, û ta niha bendkirî ne.
– Li 15.8.2021an, rêbenda “Asayişa Leşkerî” li çateriya G.”Qitmê” – N.Şera, hemwelatiyê biyanber “Reşîd Bîlal Elo/60/sal” û diya wî ya temenmezin “Ayşe/85/sal” ji xelkê G.”Kêla” – N.Bilbilê – li dema ku ew ji Almaniya vedigeriya Sûriyê û ew û diya xwe ji Heleb diçûn Efrînê – girtin, li roja din diya temenmezin hate berdan, û “Elo” jî di dû re bi rojekê.
– Li 17.8.2021an, destlatên dagîrkeriyê hemwelatî “Ebdo Henan Sebrî/21/sal, Elî Yûsêf Elî/40/sal, Şêrhat Ze’îm Hesen/27/sal, Mûrad Qaziqlî Dalo/20/sal” ji xelkê G.”Hêkiçê” – N.Cindirêsê, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girtin, û piştî du rojan hatin berdan; Û hin ji wan berê jî hatibûn girtin.
– Li vê dawiyê hemwelatî “Zekî Erebo” ji xelkê G.”Qîbarê” ji Heleb vegeriya mala xwe ya nêzîk pêjgeha Elcebel a şîraniyê – derbasgeha Rohilat a B.Efrînê hate girtin û berdan, paşê careke din hate revandin/girtin, û piştî dandina vêrgiyeke diravî hate berdan.
= Topebarankirin û teqîna bombeyekê:
– Li 18.8.2021an, çend avêjtekên mûşekî du caran ji aliyê herêmên ku di bin desteseriya Artêşa Sûriyê û bandoriya Rûsî de hatin avêtin, û bi ser B.Efrînê de ketin, hin jê li Rojavayê bajêr bi ser zeviyên çandiniyê de û yek jî bi ser navenda firotina sûtemeniyê a li ser riya çûnûhatinê ya Rojavayî de, û li gor “Berevaniya Sivîl – Eldîfa’i Elmedenî” di encamê de, mêrek, jinek û zarokek hatin kuştin, çar jî birîndar bûn, û ziyanên şênberî çêbûn, herweha jî tirsek mezin kete nav xelkê.
“Topebarana Efrînê, 18.8.2021an Z.”
Û hêzên Artêşa Turkiyê û milîseyên bi ser ve jî weke bersivdan, herêmên “Balefirgeha Miniqê û Gundên Zaretê, Êndeqinê û Mer’enazê” û hin deverên din – Bakurê Heleb ên di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de, bombebaran kirin.
– Li 18.8.2021an, bombeyeke desteyî li Gundê.”Til Şi’îrê” – Bakurê Heleb (ê bi penaberên Efrînê miştkirî), bi sedema pêlîskandinê teqiya, û di encamê de, du zarok (Mistefa Ehmed Reşo/14/sal ji gundê “Şêxotka” – N.Mabeta, Mistefa Bekir Hebeş/14/sal ji G.”Kerê”- N.Bilbilê” birndar bûn, û bo Nexwaşxaneya “Avrîn” a li Bajaroka “Fafînê”hatin guhestin.
= Binpêkirinên virde wêve:
– Bi sedema tewanbarkirina malbeteke anîndeyan ji du malbat Kurd re ku wan çekdarekî wê berî heft heyvan kuştine, û bi ser de jî êrişkirina endamên wê li ser herdu malbatan bi sixêf, lêdan û gefkirina bi çekan; Ji deh rojan ve, G.”Qurtqulaqê” – N.Şera di bin zext, girtin, işkencekirin û kêmrûmetkirinê de dijî, ta ku li vê dawiyê jî Milîseyên “Asayişa Leşkerî” bi hevaltiya Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” hatin û dora bîst hemwelatiyan -di nav de jin û temenmezin hene- ji gund girtin, bi ser de keyayê gund jî ji ber lêpirsîna wî li rewşa girtiyan hate girtin, û bi sedema tirs û xofa heye ew agahiyan tevan nabêjin, da ku tûşî sezayên mekintir nebin, û herweha çetiniya têkeliyê bi xelkê re, tenê me kanî navên hin girtiyan bi dest bixista, û em negihîştin hûrgiliyên rewşê.
– Ji bêtirî sal û nîvekê ve, li dora her sê heyvan, Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” ji nişteciyên resen ên B.Efrînê li deverên ku di bin desteseriya wê de (bajarê kevin, kolana Reco ya serekîn), û “Ehrar Elşerqiyê” jî li Taxa Mehmûdiyê, belgeyên mal û dîkanên ku ew têde dixwazin, da ku bi çi behaneyê be wan ji mal û dîkanan derînin û dest dînin ser hejmareke bêtir, bi taybetî di dema ku him peydakirina belgeyan ji dezgehên dewletê yan ên li ba Rêvebiriya Xweser a berê hatine tomarkirin zehmet e, û him jî piraniya belgeyan di êrişkeriyê de, bi sedema penaberiyê û dizîna dîkan û malan hinda bûn.
– Milîseyên li Efrînê belavkirî vêrgiyan li ser her kesê/kesî vedigere cî û warê xwe ferz dikin, bi ser de jî bi behaneya çêkirina lihevhatinê ji aliyê Asayiş û Istîxbaratên Turkiyê ve, ew rastî tengasiyên rengereng (girtin, lêkolînkirin û hepiskirin) tên; Di vê warî de, Milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah – serkêşê wê Mihemed Ecasêm (Ebû Emşe)”, li ser her yekî/yekê ku vedigere Bajaroka Şiyê û gundê di bin desteseriya wê de, du hezar dolar ferz dike, û yê ku nikanibe bide, nahêlin vegere û ger vegerî be jî tê qewtandin, weke çawa bi herdu xwîşkan “Dilvîn û Fatme Cemîl Osman” ji xelkê G.”Qermîtliq” re çêbûye (ew ji Libnanê vegerîn, nikanîn pereyên jê hatine xwestin bidana, “Elcasêm” nehîşt ew têkevin gund, û neçar bûn ku li B.Efînê li ba merivên xwe bimînin); Herweha li ser malbata “Ibrahîm Seydo Şêx Emîn” a ku vegeriye Bajaroka Şiyê, vêrgiyeke diravî ye mezin ferz kir, û bi sedema ku malbatê nikanî du hezar dolar bida, kulfeta hemwelatî “Silêman Hec Ibrahîm kurê Mihemed/35/sal” (ê ku ji heyvekê ve vegeriye) hate qewtandin. Hêjaye bê zanîn ku “Mihemed” li 1.7.2021an ji hepsê hate berdan, û berî vegere gund bi demeke kin li ba mala bavê hevjîna xwe li Bajaroka Be’idîna rûnişt”, û ew e yê ku li 28.3.2018an hatiye girtin, û sê sal û sê heyvan jî zorane hatiye veşartin.
– Milîseyên “Hêzên Taybet (Qiwat Xase) – Feyleq Elşam” a ku “Ebdela Helawê” serkêşiyê dike, ji 17.8.2021an ve rê û şivîlekên şaxeyî yên derin baxçe û zeviyên çandiniyê li deşta G.”Birc Ebdalo” – Şêrewa girtine, da ku tengasiyan li pêş xelkê çêke, û wan neçar bike ku ji bo vekirina riyan vêrgiyên diravî bidin.
Ev tabloya tarî ji rewşa giştî ya herêmê re, hin din ji hemwelatiyên mane li ser koçberkirina zorane – bijarteya dawî ya çetin û biêş, neçar dike, û herweha kesên ku vedigerin cî û warê xwe -bi ser ku wan xwe ji zehmetiyan re amede kirine jî- bi sertiya heye re rûbirû dike û vediciniqîne.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 404 times
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Linked items: 109
Articles
Dates & Events
Documents
Group: Documents
Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 22-08-2021 (3 Year)
Cities: Afreen
Country - Province: West Kurdistan
Decade: 20s (20-29)
Document style: Digital
Document Type: Translation
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Original Language: Arabic
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئاراس حسۆ ) on 03-02-2024
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 12-02-2024
This item recently updated by ( Sara Kamela ) on: 12-02-2024
URL
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 404 times
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Library
Violent Extremism in Mosul & the Kurdistan Region: Context, Drivers, and Public Perception
Articles
After the Earthquake – Perpetual Victims
Library
Decentralisation in Iraq: Process, Progress & a New Tailor-Made Model
Biography
Havin Al-Sindy
Biography
HIWA SALAM KHLID
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Biography
Jasmin Moghbeli
Archaeological places
Cendera Bridge
Articles
Drug Trafficking Dynamics Across Iraq and the Middle East: Trends and Responses
Library
Ninewa: Initiative Mapping of Sustainable Returns & Stabilization Efforts
Library
Social Ecology
Biography
Antonio Negri
Articles
An Illusory Unity Understanding the Construction of Kurdish Political Identity
Articles
The Nightingale of Kurdistan; Hsan Zirak the legend (01-12-1920)-(25-06-1972)
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin
Articles
Shahmaran tale to resonate through Mardin streets with the art of sculpture
Biography
Nurcan Baysal
Biography
Shilan Fuad Hussain
Library
MARDİN CITY GUIDE 2020
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Biography
Abdullah Zeydan
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Image and Description
Picture of Kurdish school children, Halabja in south Kurdistan 1965
Archaeological places
Hassoun Caves
Biography
Ayub Nuri
Biography
KHAIRY ADAM

Actual
Library
The Future of Kirkuk: A Roadmap for Resolving the Status of the Governorate
01-09-2015
Hawreh Bakhawan
The Future of Kirkuk: A Roadmap for Resolving the Status of the Governorate
Library
Dialectics of struggle: challenges to the Kurdish women\'s movement
26-05-2024
Hazhar Kamala
Dialectics of struggle: challenges to the Kurdish women\'s movement
Biography
Ismail Mohamad Hassaf
22-06-2024
Rapar Osman Uzery
Ismail Mohamad Hassaf
Biography
Awni Yousef
26-06-2024
Hazhar Kamala
Awni Yousef
Library
Social Ecology
27-06-2024
Hazhar Kamala
Social Ecology
New Item
Library
Ninewa: Initiative Mapping of Sustainable Returns & Stabilization Efforts
28-06-2024
Hazhar Kamala
Library
Decentralisation in Iraq: Process, Progress & a New Tailor-Made Model
28-06-2024
Hazhar Kamala
Library
Violent Extremism in Mosul & the Kurdistan Region: Context, Drivers, and Public Perception
28-06-2024
Hazhar Kamala
Library
Social Ecology
27-06-2024
Hazhar Kamala
Library
MARDİN CITY GUIDE 2020
26-06-2024
Hazhar Kamala
Biography
Awni Yousef
26-06-2024
Hazhar Kamala
Library
Learning from Sykes-Picot
25-06-2024
Hazhar Kamala
Library
The Collapse of Iraq and Syria: The End of the Colonial Construct in the Greater Levant
25-06-2024
Hazhar Kamala
Library
The British Administration of Iraq and Its Influence on the 1920 Revolution
24-06-2024
Rapar Osman Uzery
Library
Iraq Multiple Indiator Cluster Survery 2018
23-06-2024
Rapar Osman Uzery
Statistics
Articles 519,853
Images 105,227
Books 19,550
Related files 98,030
Video 1,414
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Library
Violent Extremism in Mosul & the Kurdistan Region: Context, Drivers, and Public Perception
Articles
After the Earthquake – Perpetual Victims
Library
Decentralisation in Iraq: Process, Progress & a New Tailor-Made Model
Biography
Havin Al-Sindy
Biography
HIWA SALAM KHLID
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Biography
Jasmin Moghbeli
Archaeological places
Cendera Bridge
Articles
Drug Trafficking Dynamics Across Iraq and the Middle East: Trends and Responses
Library
Ninewa: Initiative Mapping of Sustainable Returns & Stabilization Efforts
Library
Social Ecology
Biography
Antonio Negri
Articles
An Illusory Unity Understanding the Construction of Kurdish Political Identity
Articles
The Nightingale of Kurdistan; Hsan Zirak the legend (01-12-1920)-(25-06-1972)
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin
Articles
Shahmaran tale to resonate through Mardin streets with the art of sculpture
Biography
Nurcan Baysal
Biography
Shilan Fuad Hussain
Library
MARDİN CITY GUIDE 2020
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Biography
Abdullah Zeydan
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Image and Description
Picture of Kurdish school children, Halabja in south Kurdistan 1965
Archaeological places
Hassoun Caves
Biography
Ayub Nuri
Biography
KHAIRY ADAM
Folders
Biography - Gender - Male Martyrs - Gender - Male Biography - Gender - Female Biography - Nation - Kurd Martyrs - Nation - Kurd Library - Country - Province - South Kurdistan Articles - Country - Province - Outside Library - Country - Province - United Kingdom Biography - People type - Writer Biography - People type - Singer

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.328 second(s)!