EV ÇI KURDISTAN E ÇI DEMOKRASÎ YE?
Netkurd 15-02-2006
#Mûrad Ciwan#
Li gor ku rojnameya Aso radigihîne partiyeka legal a Kurdistana Federe a bi nave Komeley Îslamî fetwa daye ku nivîskar Merîwan Helebçeyî bê kuştin ji ber ku wî kitêbek bi navê ”Seks, Jin û Şerîe le mêjûyî îslam da” nivîsiye. Vê partiyê herwiha fetwa kuştina karîkaturîstên danîmarkî jî daye.
Berpirsê partiyê Zana Rosteyî bêpaxaf xwe li ber rojnamevan pahn kiriye bi tehdîdwarî dibêje eger hukumeta Kurdistanê vî nivîskarî ceza neke yan nivîskar ji ber nivîsa xwe poşman nebe wan fetwa derxistiye û ev nivîskar ê bê kuştin.
Gava min ev rêz di rojnameya Aso de xwendin min ji çavên xwe bawer nekir û min got yarebî ev ne rast be, ev xewn be.
Lê ne xewn e, ne xewn e, emma hêvî dikim ku nûçeya rojnameyê ne rast be. Eger ev nûçe rast be û Komeley Îslamî fetwaya kuştina însanan dabe, ecêbeka gelek gelek giran e, ku li ser ruyê erdê ne ku li tu welatekî xwedan demokrasî, li tu dewleteka qanûnî jî nikare nimûneyeka wiha bê dîtin.
A jê ecêbtir, ev bûyer, ev beyan li Kurdistanê bala tu kesî nakêşe, wek beyaneka pirr normal tê dîtin. Eger welê be, divê em îtîraf bikin ku welatiyên Kurdistana Federe bi dewleta xwe, bi parlamento û hukumeta xwe, bi dadgeh, partî û hemû rêxistinên xwe yên sivîl û bi hemû hemwelatiyên xwe yên jin û mêr ên çi bawermend çi jî sekuler di nav xefleteka mezin de ne. Qasî misqalê zerre wan ne ji dewletbûnê, ne jî ji demokrasî û hiqûqê fahm kiriye.
Çewa li welatekî ku dewlet, qanûn û dadgeh hebin, partiyeka legal a wî welatî karibe rabe xwe têxe şûna qanûn û dadgehan û biryara kuştina însanan bide? Û ew partî bêpaxav vê biryara xwe ragihîne rojnameyeka welat. Li hemberê vê jî, weka qet tişt nebûbe, her kes bêxem serê xwe deyne ser balgiya xwe di xewa şêrîn keve?
Di vê beyanê de gelek aliyên kesnedî hene ku nayên qebûlkirin, nikare bê qebûlkirin, qebûlkirina wan ne ku bes înkarkirina demokrasîyê, azadiya radarbirînê, azadiya lêkolînên zanistî ye, ew herwiha înkarkirina dewletbûna qanûnî ya Kurdistanê ye, înkarkirina serweriya milet û parlamentoyê ye ku take çavkaniya qanûnderanînê ye û înkarkirina dadgehên welatî ne, ku li ser navê netewe take desthilatên sezadanê ne.
Ev fetwaya ku ji bal Komeley Îslamî ve hatiye dayîn nikare bi azadiya fikrî û siyasî ya partiyekê ve bê şirovekirin. Li temamê welatên demokratîk, partî di karûbarên xwe de azad in, lê li tu derê dinyayê ew azadiya partiyan tuneye ku biryara kuştina hemwelatiyekî bide, xwe têxe şûna dedgehên wî welatî.
Gava li welatekî xwedan demokrasî partiyek bi biryareka wiha rabe, ew partî ji bal dadgehên wî welatî ve di cîh de wek terorîst tên qebûlkirin, wek serîhilder li hemberî destûra wî welatî tên qebûlkirin, derhal tên girtin û xwediyên biryarên wiha tên sezadan.
Baş e, ka Kurdistan dewleteka hiqûqî bû, ka demokrasî hebû, pirpartîtiyeka parlamenterî hebû, ka maf û azadiyên hemwelatiyan hebûn li vî welatî? Ev çawa Kurdistan e, ev çawa demokrasî ye, parlamentoya vî welatî çi parlamentoyeka xwedan xeflet e, hukumeta vî welatî çiqas xemsar e?
Serokê Kurdistana Federe hîn duh got ku azadiyên kesayetî, mefên jinan û gele tiştên din ji bo me xetên sor in?
Tew îro hem serokkomar, hem jî serokê Kurdistanê bi berpirsên vê partiyê re rûniştine, ev partî dixwaze di hukumeta Kurdistanê de, di hukumeta navendî ya Îraqê de cih bigire?
Ev çawa welat e, çawa dewlet e? Qanûnên serê çiya jî wiha nameşin.
Yarrebî xwiya ye Kurdistan ne Kurdistaneka demokratîk a federe ye, li vî welatî qanûn, heq û hiqûq ne serwer e, xwiya ye ev welat hîn nebûye cimhûriyeta mûzan jî?
Ez ji xwe şerm dikim ku ez kurdek im ku piştgiriya cumhûriyeteka wiha, Kurdistaneka wiha dikim.
[1]