MEDRESEYA QUBAHAN
#20.04.2019#
Ev medrese ji alîyê mîrê Behdînan Huseyn Welî ve di sala 1534 de hatiye avakirin. Li binîya Amêdîye, di nav baxçeyên jêrê sulavê de ye. Bi qasî çar sed sal di fealîyetê de bûye û bi dehan alimên ku di tedrîsata Kurdistanê de roleka wan a gelek mezin hebûye di vê medreseyê de xwendine, bo nimûne, alimê mezin Mela Xelîlê Sêrtî (1750-1843) yek ji wan e. Lê çi heyf ku ev medrese niha xerabe ye.
Berîya karesata DAIŞê xebata restorekirinê hatiye destpêkirin, dîwarên alîyê pêşîyê heta nîvî hatine lêkirin. Lê ji ber tofana DAIŞê karê restorekirinê hatiye rawestandin. Înşalah di demeka nêzik de karê restorasyonê cardin dest pê bike û Medreseya Qubahan ku Ewliya Çelebî di Seyahetnameya xwe de wek “Medreseyê Sultanîye” bi nav dike, cardin vegere ser eslê xwe û welatê me bixemilîne.[1]
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 57 times
Write your comment about this item!