Library Library
Search

Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!


Search Options





Advanced Search      Keyboard


Search
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
Tools
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Languages
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
My account
Sign In
Membership!
Forgot your password!
Search Send Tools Languages My account
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Sign In
Membership!
Forgot your password!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 About
 Random item!
 Terms of Use
 Kurdipedia Archivists
 Your feedback
 User Favorites
 Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
 Help
New Item
Library
Election Survey
22-07-2024
Hazhar Kamala
Biography
Issam Aziz Sharif
21-07-2024
Hazhar Kamala
Library
The effect of PKK/PJAK on Turkish-Iranian relations (1979-2015)
20-07-2024
Hazhar Kamala
Library
Combating International Terrorism: Turkey’s Added Value
20-07-2024
Hazhar Kamala
Library
General Country of Origin Information Report Turkey
19-07-2024
Hazhar Kamala
Library
The Future of Northeast Syria
19-07-2024
Hazhar Kamala
Library
Countering state-supported terrorism : the PKK and Turkish foreign policy towards the Middle East
19-07-2024
Hazhar Kamala
Library
CONSTITUTION OF THE REPUBLIC OF TURKEY
19-07-2024
Hazhar Kamala
Library
Paradigms and dynamic change in the Turkish party system
19-07-2024
Hazhar Kamala
Library
ISIS AND PROPAGANDA: HOW ISIS EXPLOITS WOMEN
18-07-2024
Hazhar Kamala
Statistics
Articles 525,175
Images 106,343
Books 19,783
Related files 99,468
Video 1,446
Languages
کوردیی ناوەڕاست 
301,033

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,746

هەورامی 
65,734

عربي 
28,807

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,281

فارسی 
8,456

English 
7,163

Türkçe 
3,570

Deutsch 
1,458

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
85

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Biography
Hamdi Turanli
Library
Social Ecology
Library
Ninewa: Initiative Mapping ...
Library
Between Dreams and Reality:...
Library
Genocide against Christians...
Di sedsala dawîn de rewşa ziman û weşanên bi zimanê kurdî di nav Kurdên Binxetê de
Kurdipedia is not a court, it prepares data for research and fact finding.
Group: Articles | Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Konê Reş

Konê Reş
Di sedsala dawîn de rewşa ziman û weşanên bi zimanê kurdî di nav Kurdên Binxetê de
#Konê Reş#

Destpêk:
Ji Cizîrê, ta bi Kobanê û Efrînê jêre tê gotin: Başûrê biçûk an Kurdên Sûriyê. Di nav Kurdên Sûriyê de, Cizîra Binxetê, an kurdên Binxetê: Devereke dûz û bê pîvane bi her sê deştên xwe; Beriya Mêrdîne, Sinceqa Xelef axa û deşta Hesinan.
Hem jî ev dever di nav cihanê de navdare, bi xelkên xwe yên wek mozayîk û bi şûnewarên xwe yên dêrîn û dîrokî.. Binxetê, ronahîya bi rengên kulkezêrîn li ser bênderên xwe dicivîne û di asmanê xwe de belav dike.. û wiha peyvên ku ji hinavê xelkên wê dertên û derdikevin li ser peravên demên wê ên kûr û dûr dûrêzî hev dibin ..
Wek ku diyare her wêjeyek destpêk û qûnaxên wê yên renge - reng hene. Em dibînin ku rewşa rewşenbîriya Kurdî li Binxetê bi xurtî xwe li ser lingan digre û di sekine, belê bi hêzek xurt bi pêş ve dimeşe. Ew jî bi saya evîndar û hezkirên ziman û peyva kurdî a resen.
Bi vê mebestê ez dixwazim, destpêk û qûnaxên bingehîn ji rewşenbîriya Kurdî re li Cizîra Binxetê, bi rengekî panoramî vekolim. Ev destpêkên ku di qûnaxên giring re, di ber dergehên dîrokê de, derbas bûne .. û wiha di rêka van destpêk û qûnaxên bi ronîdayî re, em dikarin derbasî nav rûpelên tevgera rewşenbîriya kurdî a iroyîn bibin.
Bêguman destpêka wêjeya Kurdî ya nivîsandî, li weşandina rojnameya dayik(Kurdistan:1898) vedigere, ewa ku mîr Miqdad Bedirxan di sala 1898 an de li bajarê Qahîre/Misrê di weşand.
Ji wê hingê ve zimanê kurdî bûye zimanê nivîsandina pexşanê...
Heger di dawiya çerxê 19an û destpêka çerxê 20an de, hin nivîsandinên bi zimanê kurdî di wîlayeta Mêrdînê de hatbin nivîsandin, bêguman, ew nivîsandin wê di nav rûpelên kovar û rojnameyên Xirîstyanan de bin (Wiha tê gotin lê hêj me ew nivîsandin ne dîtine). Û dema em dibêjin wîlayeta Mêrdînê, ango kurdên Binxetê, ji ber ku di wî heyamî de, piraniya kurdên Binxetê bi ser Mêrdînê ve bûn...Lê ya ku em pê zanin, di heyamê weşandina rojnameya (Kurdistan:1898-1902) de, pêwendiyên xelkên Mêrdînê bi xwediyê wê rojnameyê re hebûn, Nemaze; ew kesên ku di wê hingê de wek rewşenbîran di nav gel de dihatin naskirin mîna; Şêx, melan û Feqeyan..Ango xelkên Mêrdînê(Binxetê), ji mêj ve xwedî giyanekî ragihandinî ne...
Rola Oldar û Dengbêjan di Parastina Ziman de:
Di salên 1915-1925an de, buhiştî Husên Hiznî Mukiryanî çapxaneyek ji Elmaniya anî Helebê û lê saz kir, hem jî pê çend kovar û rojname weşandin..Ta ku di sala 1925 an de ji Helebê barkir û çû Rewandûzê..
Belê akam û bandora yekem, bi saya dîwana Melayê Cizîrî bû, Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî bû, helbestên Feqeyê Teyran bû û bi saya tekiyên olî bû.. Ewên ku, di wê demê de, di bajar û bajarokên Cizîrê de belav bûn wek: Xizna, Til Merûf, Hilwa, Endîwerê, Amûdê û Qamişlo... Hem jî rol û akama dengbêjan, di parastina zimanê Kurdî de pir mezin bû wek: Ûsivkê Çelebî, Silo Koro, Omerê Kor, Demir Elî, mala Şêxê Nado, mala Emînê Temo, mala Remo ... û wiha tev malbatên ku bi kemacê, def û zirnê govend û şahi digerandin û tev dengbêjên kilasîk li devera Cizîrê ..Hem jî rola dengbêjên çiyayê Şingalê li ser dengbêjên Cizîrê heye, ji ber ku hingê Şingal wek dibistanekê dihat dîtin ji fêrbûna saz, awaz û gotina kurdî a resen re ...
Pişt vî nifşî, nifşekî din tê meydanê, Ew jî ne kêmî nifşê pêşîya xwe ye, wî jî roleke giring lîstiye wek: Hizniyê Selîm, Rifetê Darî, Aramê Dîkran, Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed Şêxo ... û gelekên din ku peyva Kurdî ya resen di nav têlên tembûr û dengê xwe de parastin ...Û wiha milet bi zimanê xwe ve girêdayî ma..
Ji kovar û rojnameyên Kurdên Binxetê:
1- Rola Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan:
Dema ku mirov li pêvajoya rojnamegeriya kurdî vegere û berpêl bike, hingê wê jê ve xweş diyar bibe ku, lehengên rojnamegeriya Kurdî di rojên xwe de pêrgî gelek asteng û kelemên dijwar hatine, û ji wan lehengan; Bedirxani. Tevî vê yekê jî, ji desthilanîn neketine. Wan lehengan, bê westan û bi kêferat li ber xwe dane, û wiha her nifşekî spartiye nifşê bi dûv xwe de û ta roja iro...
Ji kovar û rojnameyên Bedirxaniyan li sûriyê û libnanê :
Hawar: Xwedî û berpisyarê wê Mîr Celadet Bedirxan bû. Bi saya vê kovarê, yekemîn care ku zimanê Kurdî bi tîpên latînî berdest dibe. Hejmara pêşîn ji vê kovarê di 15 gulana 1932an de hatiye weşandin, hejmara dawîn(57) di 15 tebaxa 1943 ande derketiye. Ev kovara li bajarê Şama şerîf di hat çap û weşandin û li nav Kurdên Cizîrê, Efrînê, Zaxo, Hewlêr, Rewanê,Karmanşahê û heta Mûsil û Bexdayê belav dibû..
Ronahî: Di sala 1942 an de, Mîr Celadet Bedirxan, kovareke din di bin navê RONAHÎ de, xurû bi kurdiya latînî, li Şamê weşand û di nav Kurdan de bi belav kirin da. Naveroka kovarê xurû bi kurdiya latînî bû. Ev yekemîn care di dîroka rojnamegeriya kurdî de ku kovar bi wêne têne weşandin. 28 hejmar ji vê kovarê hatine weşandin, hejmara dawîn 28 di sala 1945 an de derçûye.
Roja Nû: Di sala 1943 an de mîr. Dr.Kamîran Bedirxan jî li Beyrûtê, rojnameyek bi navê ROJ NÛ di weşand û di nav kurdên sûriyê û libnanê de belav dikir..Ji vê rojnameyê
73 hejmar hatine weşandin..Ev rojnameye jî xurû bi kurdiya latînî bû, di gelku beşekî fransizi ji tede hebû..Ev rojnameye jî bi berhemên nivîskarên kovarên Hawar û Ronahi ye di hat xemilandin..hejmara pêşîn di 3ê gulana 1943 an de derketiye, hejmara dawîn 73 di 27 ê gulana 1946 an de derketiye.
Stêr: Ji bo zanînê, hêja ye em bêjin ku Mîr Dr . Kamîran Alî Bedir-Xan rojnameyeke din jî bi navê Stêr di sala 1943 an de li Beyrûtê çap û belav kiriye, ango ji berî 63 salî ve. 3ê hejmar ji vê rojnameyê hatine çap û belav kirin, hejmara pêşîn ( 1 ) di meha çileyê berê de 1943an, hejmara (2 )an di meha sibata 1944an de, hejmara (3)an û dawî di 22ê çêrya berê de sala 1945an, ango her salekê hejmarek hatiye çap û belav kirin. Dibêjin ku ev rojname wek zêdeya rojnameya Roja Nû bû.
Belê gelek kelem û asteng di pêşiya kovar û weşangeriya bi zimanê kurdî de hatine danîn. Nexasim piştî ku Firensî ji sûriyê hatine deranîn di sala 1946an de, ji wê hingê ve zimanê kurdî qedexe ye, nivîsandina bi zimanê kurdî qedexe ye, ta hu nivîsandinên bi zimanê erebî li ser kêşeya kurdî qedexe ye..Û wiha ev qedexebûn berdewame ta toja îro..lê tevî van qedexeyên dijwar rewşenbîrên kurdan li ber xwe dane, ji desthilanîn neketine û di sala 1958 an de dîwana melayê Cizîrî weşandine, di sala 1956 an de dîwana Apo Osman Sebrî(Bahoz), hem jî (Derdên me), di navbera salên1954 û 1956 an de û (Çend rûpel ji wêjeya kurdî) ya rehmetiya Rewşen xanim Bedir Xan, hem ji di wan salan de bîranînên Dr.Nûrî Dêrsimî li Helebê hatin capkirin û di heman kat de hatiye qedexe kirin, di gel dîwana Cegerxwîn ya didiwan..û wiha heyamekî bêdengiyê di wan çend salan re di ser weşangeriya kurdî re derbas bûye, ji bilî belavokên rêxistinan yên bi dizî..
2- Rola Şagirtên Hawarê:
Piştî vê qûnaxê, rola pênûsên kovara Hawarê tê. Ewên ku naveroka kovara Hawarê bi nivîsên xwe di xemilandin û wek şagirtên mîr Celadet Bedirxan têne naskirin mîna: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nûrdîn Zaza, Mele Ehmed Namî û Reşîdê Kurd û gelek kesên din.. Hem jî gelek ji nivîskarên kurdistana başûr û rojhelat jî di kovara Hawarê de nivîsandine wek: Tewfîq Wehbî, Goran, Bêkes, Şakir Fettah..û ji rojhelat Ihsan Nûrî paşa ..
Lê mixabin, piştî ku kovara Hawarê hat rawestandin, gelek kesan ji wan rewşenbîr û helbestvanan, devij karê wêjeyî berdan û dest bi karê siyasî kirin..Hina ji wan, ji ber tirsê û qedexebûna zimanê kurdî û hina ji ber feqîrtiyê û ji bo bidestxistina gepa nanê rojê dûri ferheng û wêjeyê kurdî ketin..
Lê Cegerxwîn, ji ber akama êş û birînên miletê xwe, bi berdewamî di afirandina xwe de kar kir, û bi wêrekbûn, bê tirs û bê saw meşiya. Li kesekî nesekinî. Giha kûderê nivîsand; li ser dîwarên mala xwe, li ser dîwarên zindanê, li ser rûberê balgeha bin serê xwe ... Û wiha ta roja dawîn ji jiyana xwe, wî pênûs ji dest xwe berneda û bi wêrekbûn li kul, êş û birînên gelê xwe geriya...
Wiha ta em bigihêjin nifşê melan û feqehan, ewên ku ketibûn bin akam û bandora Melayê Cizîrî, Melayê Xanî û Feqehê Tîran wek : Mele Nûrî Hesarî, Mele Ehmedê Palo, Mele Ehmedê Zivingê Mele Abdulselam Nacî, Mele Tahir, Şêx Ehmedê Şêx Salih û gelekên din..
Piştî vî nifşî em dighêjin nifşê van helbestvanan: Tîrêj, Yûsif Berazî, Omerê Lelilê, Keleş, Rezo Osê û Konê Reş...
Di sala 1968 an de seydayî Cegerxwîn hewlda xwe ku wê valahiya rawestandina kovara ( Hawar û Ronahî ) yê dagire û wiha piştî 23 salan ji bêdengiyek wek mirinê di ser zimanê kurdî re, dest bi weşandina kovareke xurû kurdî, bi tîpên latînî kir, bi navê ( Gulîstan )
Gulîstan: Kovareke toreyî û edebî ye. Hejmara pêşîn ji vê kovarê di meha cehzeran sala1968 an de hatiye weşandin, serkêşiya wê seydayê Cegerxwîn dikr. Hejmarên pêşîn ji 12 rûpelan ta bi 24 rûpelan bûn, li ser pêlên A4, bi bi ronyo dihat kişandin..Naverok bi helbestên Cegerxwîn dihat xemilandin ..Hejmara dawîn( 34 ) ji vê kovarê di sala 2006 an de deketiye.
Gelawêj: Kovareke çandî û torevanî ye. Ev kovar jî di sala1979 an de, di bin şîretên Osman Sebrî de derketiye. Serkêşên wê, mele Tahir û Mecîdê Haco bûn. Navê wê ji Gelawêja kurdên Iaqê hatiye standin. Hejmara pêşîn di sala 1979an de derketiye, hejmara dawîn ( 32) di sala2002 de derçûye. Gelek hejmarên zozo ji vê kovarê hatine weşandin. Ev kovar jî di destpêkê de li ser pelên A4 bi ronyo dihat kişandin, naverok qels û lawaz bû...
Stêr: Kovareke wêjeyî û çandî bû. Ev kovar jî di sala 1983 an de, ji rex baskekî tevgera kurdî ve hatiye weşandin. Hejmarên wê yên pêşîn, ewên ku mamoste Rezo Osê û Zagrosê Haco bi berpirsyariya wê radibûn, têra xwe zengîn û dewlimend bûn, lê hejmarên vê paşiyê hatine derketin, qels û lawaz bûn. Ew jî wek kovarên din li ser pelên A4 bi ronyo di hat çap kirin. Niha rawstiya ye.
Xunav: kovareke toreyî û wêjeyî bû, ew jî, ji rex baskekî tevgera kurdî ve dihat weşandin. Hejmara pêşîn di sala 1986 an de derketiye, hejmara dawîn (18) di sala 1995 an de. Niha rawestiya ye.
Gurzek Gul: Ev kovar çendeyî, folklorî û serbixwe bû, hejmara pêşîn di di serê azara 1989 an de derketiye, hejmara dawîn15 di bihara 1992 an de derketiye. Xwediyê wê Kone Reş û Abdulbaqî Huseynî bûn, vêpaşiyê ji hev veqetiyan Konê Reş bi tena xwe berpirsyariya her çend hejmarên dawîn kir, û Abdulbaqî di gel Ferhadê Çelebî kovara Zanîn weşandin. Niha rewstiya ye.
Zanîn: kovareke torevanî, çandeyî û serbixwe bû. Hejmara pêşîn di di tîrmeha 1991 ê de derketiye, hejmara dawîn(120 di di sala 1997an de, Xwediyên wê,ferhadê Çelebî û AbdulbaqîHuseynî bûn. Niha rawestiya ye.
Aso: kovareke serbixwe ye, hejmara pêşîn ji vê kovarê di sala 1992 an de derketiya , hejmara dawîn(12) di bihara 2006 an de derketiye. Xwediyê wê Siyamend Ibrahîm e.
Pirs: Ev kovar jî a baskekîtevgera kurdî ye. Hejmara pêşîn di sala 1993 an de derketiye, hejmara dawîn(35), di bihara 2006 an de derketiye, hej berdewame ..
Bihar: Hejmara pêşîn ji vê kovarê di sala 1994 an de, di bin siya hin rêxistinan de, bi navê(Hevgirtin) deketiye. Di sala 1996 an de, biryar hatiye standin ji rex Hevgirtin ve, ku kovarên wan rêxistinan yên bi kurdî tevlî kovara Bihar bibin, wek: Gulistan, Gelawêj, Stêr û Xunav û Zanina serbixwe, lê vê paşiyê piraniya wan rêxistinan ji vê biryarê vekişiyan û careke din kovarên xwe yên rexistinî weşandin..û wiha kovara Bihar di hejmara 6 an de sala 1998 an rawestya...û êdî nema derket.
Agahî: Di navera salên 1966-1985 an de, Mele Hesenê Kurd kovara kovara ( Agahî ) di weşand, 19 hejmar ji vê kovarê hatine çapkirin...
Rojda: Hejmara pêşîn ji vê kovarêdi sala 1997 an de derketiye , hejmara dawîn 13 disala 2000 de .
Roj: kovareke çandî bû, hejmara pêşîn di sala 1991 êde derketiye, hejmara dawîn12 û13 di sala 2000î de.
Jîn: kovareke nîv kurdî û nîv erebî ye, a baskekî tevgera kurdî ye. Hejmara dawin 101 di sala 2006 an de derketiye.
Zevi: Kovareke edebî bû, hejmara pêşîn ji vê kovarê di sala 2000î de hatiye çapkirin, çend hejmar jê hatine belav kirin, û nema derketiye.Xwediye wê Arşevê Oskan u çend kesen din bun.
Hevind: Kovareke folklorî u rewşenbîriye, hejmara pêşîn di sala 2004 an de derketiye, hejmara dawîn(6) di sala 2006 an de derketiye û wiha çend hejmar ji vê kovarê hatine weşandin..
Vîn: Kovareke rewşenbîrî serbixwe ye, hejmara pêşîn di buhara 2006 an de der kerketiye, ta niha bi tenê ev hejmare.
Perwn: Wek kovareke dem demi ye, nêvî bi Kurdî ye û nêvî bi Erebî ye. Û wiha li ser qaba wê hatiye nivîsandin: Belavoka Konîta Ciwanên Kurd li Sûriyê. Hejmara pêşîn(1), di Êlûna 2001 ê de hatiye weşandin, hejmara dawîn(19), di hizêrana 2006 an de derketiye, hej berdewam e.
Hem jî hin rojnameyên mehane û du mehane hene, mirov dikarê navê van rojnameyan bi nav bike:
Newroz: Hejmara pêşîn ji vê rojnameyê di sala 1995 an de derketiye, hejmara dawîn 68/69 di bihara 2006 an de derketiye
Deng: Hejmara pêşîn ji vê rojnameyê di sala 1995 an de derketiye.
Rewşenbîr: Rojnameyeke toreyî bû, hejmara pêşîn di sala 1995 an de derket, hejmara dawîn5 di sala 1997 an de, û nema derket.
Delav: Ev jî rojnameyeke edebî bû, hejmara pêşîn di sla 1995 an de derket, hejmara dawîn 2 di sala 1996 an de, û nema derket.
Xwendevan: Wek kovareke qutabiyan bû, di nav qutabiyên Zankoya Şam û Helebê de belav dibû. Niv kurdî û nîv erebî bû. Hejmara dawîn 13 di sala 2001 ê de hat weşandin, û nema derket.
Di gel ku gelek kovar û rojnameyên bi zimanê erebî hene wek: Dengê Kurd, Demokratî, Sosyalîst, Yekîtî, Hevgirtin, Hiwar, Mûseqif Elteqedimî, Edeb Elqediye, Ecras û Hwd.
Ziman: hejmara 14 an, di nav destên min de ye. Ev belavok ji rex (Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî) ve tê weşamdin. Bi xwendina vê belavokê re, ez li berî 15 salên derbasbûyî vegeriyam, ew salên ku bibûn wek biharekê ji çapemeniya kurdî re li Binxetê..
Di wan salan de, her çend mehan kovare xurû bi zimanê kurdî, dihat weşandin û bi weşandina wan kovaran re, geşbûn bi zimanê kurdî re çêdibû û pêşdiket..Ta ku hina ji wan kesên ku bi erebî dinivîsandin, berê xwe dane nivîsandina bi zimanê kurdî...Û wiha vê rewşê çend salan berdewam kir...Ta ku di sala 1996an de, Hevgirtina ku ji çend rêxistinên kurdî pêk dihat, biryar stand ku her rêxistinek ji wan rêxistinên ku di Hevgirtinê de ne, kovara xwe a bi kurdî rawestîne û tevlî kovara BIHAR bibe Wek: wek kovara: Gulistan, Gelawêj, Xunav, Stêr û Zanîn... (Vê paşiyê hin rêxistinan xwe ji vê biryarê dane alî û careke din kovarên xwe weşandin, li wan kovarên ku hatin weşamdin: Gulistan û Gelawêj... lê yên din, êdî nema derketin.. Paşê kovara Bihar jî nema derket..) Ji we hingê ve hin qelsî û lawazî ket nav rojnamegeriya me de û hin bi hin nivîsandina bi zimanê me bi paşde vegeriya...
Lê, bi hatina sedsaliya jidayikbûna Seydayê Cegerxwîn, di sala 2003 an de, û bisaya (Komîta Zimanê Kurdî) û belavoka wê(Ziman), ji rex mamoste Derwêşê Xalib ve, careke din, hin geşbûn li zimanê kurdî vegeriya..Û wiha her meh bi dehan xort û keç dîplomên zimanê kurdî werdigirin...Ev yek xweş belû û diyare di nivîsandinên şagirtan de, di nav rûpelên belavoka Ziman de.
Ev komît û belavok hêjane spasiyeke gerim, û şagirtên ku xwe fêr dikin, hêjane ku mirov ji wan re bibêje:Aferîn û biravo..
Li rexekî din, mirov xwe di mixabiniyê de dibîne, dema ku di van çend mehên dawîn de kovarên nav bi kurdî û naverok bi erebî dibîne..!! Ev yek jî cihê pirsê ye..?!
Hêjaye gotinê ku ev kovar û rojname tev bi dizî têne weşandin..Û kovarekê ji van kovaran cihê kovara HAWAR ê negirtiye, ne bi naveroka xwe û ne bi derhênana xwe..
lê mixabin ku van kovaran tevan nikarîbû di weşandina xwe de berdewam bikin, nikarîbûn wê valahiyê dagrin û wêjeya Kurdî li Cizîra Binxetê bighînin asteke bilindû wek ku tê xwestin..
Di destpêka sala 1980 an de, karwanên rewşenbîrî ji Kurdistana bakur û başûr, ji ber zilm, zor û sitemkariyê, xwe berdan nav kurdên Sûriyê. Bi hatina wan re qûnaxeke din, roleke taybet di hola wêjeya Kurdî de li Cizîra Binxetê hat danîn. Hingê gelek ji qatên eknteketul û enteljinisya Kurdî, xwediyên xwendina bilin ji zankoyên Şam û Helebê, xwe berz û eşkere kirin, û wiha wêjeya Kurdî ji nû ve vejiya û geş bû. Û bi rengekî taybet piştî vegera rewşenbîrên ku li dervî welat di xwendin. Hin ji wan bi livandinek rewşenbîrî rabûn û berî her tişt dest bi hînkirina zimanê kurdî kirin.
Di serê wan de Rezo yê Osê û Zagrosê Haco yên ku bi weşandina kovara ( Stêr )ê rabûn. Hingê helbestvan, nivîskar û rewşenbîr şad û bextiyar bûn bi vebûna dergehekî nû li ber wan. Tev li dora ( Stêr ) ê civiyan.. Bi saya vê civandinê hêz û navtêdan bi xort û keçan re çêbû, û wiha Rezo Osê û Zagros Haco korsên zimanê Kurdî vekirin û bi dehên neferan fêrî zimanê kurdî bûn. ... ji aliyekî din ve kovara ( Pêşeng ) bi zimanê Kurdî û rojnameya ( Gel ) bi zimanê Erebî ji rex şehîdê nemir mamoste Samî Abdulrehman ve hatin weşandin. Bi vê kovar û rojnameyê re jî, navtêdan bi xort û keçan re hat dan û xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî bi wan şêrîn bû, û wiha serwextî gelek goşeyên rewşenbîriya Kurdî bûn.
Ji rexekî din ve, em dikarin bibêjin, ku bi hatina rewşenbîrên Kurd ji komara Ermenistanê – Sovyata berê –rolek wam jî hebû. Ew helbestvan û nivîskarên Kurd yên ku ji Ermenistanê hatin Cizîrê rolek baş lîstin di şiyarkirina rewşenbîrên Cizîrê de. Ew hay kirin ku çavên wan li pêmayên bav û kalên wan be, li kultur û folklorên wan be û şîreta wan ya herî buha û zêrîn ku guhdariyê li zimanê Kurdî bikin, ji wan : Dr. Celîlî Celîl, Ordîxan Celîl, Tosinê Reşîd, Eskerê Boyîk, Şeref Aşîriyan û Elî yê Ebdirehman û gelekên din .
Romannivîs Bavê Nazê rolek wî jî hebû, bi rêka çîrok û romanên wî û bi taybetî romana ( Çiyayên Bi Xwînê Avdayî ) .. Bê gûman em nikarin rola stiranên hunermend Şivan Perwer yên netewî û Kurdperwerî ji bîrbikin .
Lê di sala / 1984 / ê de mirina Seydayê nemir Cegerxwîn birînek kûr di dilên rewşenbîrên Kurdan de vekir. Lê birîna rewşenbîrên Cizîra Binxetê ji ya tevan xedar û dijwartir bû, bi hezaran xort, keç, kal, jin, mêr û zarok di kolan û sikakên Qamişlo de, wek lehiyê bi termê wî re herikîn, akama vê serboriyê cihekî kûr di derûna rewşenbîrên Binxetê de kola. Piştî ku xort û keçên Binxetê nirx û qedrê Cegerxwîn dîtin û piştî ku her sal bîranaîna wî ya salane hat li darxistin, hingê bi xwe hisiyan û bi dilkî gerim li pênûsên xwe vegeriyan.
Belê serborîya herî reş û mezin ku giyanê her Kurdekî qelaşt û derûna wî hejand, erê her Kurdek li seranserî dinyayê, bê cudaahî, birîna Enfalên deng pîs û kujtara Helepça şehîd bû di sala / 1988 / ê de. Di vê salê de rewşenbîrên Kurd li Cizîrê ev êş û birîn kirin bumbeyên ber teqandinê, bi rêka pênûs û peyvên dijwar... Dest bi şevbuhêrkên bîranîna Helebçe û Enfalan kirin, helbest hûnandin, hevdîtinên rewşenbîrî li darxistin, û bi werekbûn, zilm, zor û setemkariya dijmin, bi rêka dengên xwe protesto kirin...
Hem jî weşandina kovar û rojnameyên serbixwe û yên partiyên siyasî bû alîkar ji van dengan re û ji geşbûna rewşenbîriya Kurdî re.
Piştî serhildana melyonî ya pîroz li Kurdistana başûr di sala 1991ê de, wêjeya Kurdî li Cizîrê derbasî qûnaxekê nû û ewarte bû, qûnaxeke ku ji hemû qûnaxên berê bi akamtir, hêztir û navtêdantir û rê li ber nivîskarên cidî vebû.
Ji sala 1990 û bi virde, hinekî çavgirtin ji çapkirina pirtûkên bi zimanê kurdî hat girtin. Di wan salan de gelek dîwan, kovar, pirtûk hatin weşandin, ew jî bi dizî û heger bi hatina girtin cezayê wê mezin bû, lê ji berî çend salan ve, nexasim piştî yasayên çapemeniyê di sûriyê de derket, ew rêka çûk jî ji ber me hat girtin, tevî ku di wan salan de me li Şamê çapdikir û me li ser datanî li Beyrûtê çap bûye, xwediyên çapxaneyan jî gelek pere ji me distandin, bi behana ku ew tiştekî qedexe ji me re dike..
Vêca em ji neçarî çavê xwe berdidin kurdistana başûr û dervî welat (Eurûpa û Stenbolê), ku em li wîr berhemên xwe çap bikin, he m ji ber qedexbûna ziman û hem ji ber buhayê çapkirinê...
Lê mixabin ji serhildana 12 azra 2004 an û virde, rewş hat guhertin û wiha ta roja iro.
Ji Dibistan û Alfabêyên Pêşîn di nav Kurdên Binxetê de:
Civata alîkarî ji bona belengazên Kurdan li Cizîrê:
Ev komele di sala 1931ê de li Şamê hatiye damezirandin, yek ji hîmdarên wê yên sereke Mîr Celadet Bedirxan bû û wî bi xwe nîzmnama bingehîn û hûndirîn jê re danî û di sala 1932an de bi kurdî û fransî û erebî çapkir.
Dibistana Şamê:
Di salên 1930î de di ber weşandina kovara Hawarê de, Mîr Celadet Bedirxan dibistanek li Şamê vekiribû bi navê dibistana (Kurdistan). Ev dibistan li taxa Kurdan bû, nêzîkî mala Xalid Bekdaş. Hêjayî gotinê ye ku wê hingê bi saya Mîr Celadet çend dersexane û dibistan li Cizîrê jî vebûn wek: Tilşiîrê, Talikê, Qeremanê û Endîwerê.*
Dibistana Osman Sebrî:
Di sala 1938an de de xwe dûrî komela Xwêbûnê kir, bi çend kesên din re komelek bi navê ( Yekîtiya Xortan ) li bajarê Şamê damezirandin û vê dawiyê û nivîsandina zimanê Kurdî kirin . xwe tevlî ( Nadî Selah Eldîn Elseqafî ) û navê xwe guhertin kirin ( Nadî Kurdistan ), hingê bi dehan keç û xort li Şamê fêrî xwendin. Û ji sala 1971 ê û virde, hikûmetê nasnameya /vatandaslik/ jê standin û wek biyanekî lê nerîn û herdem û gav di bin çavnêriya karbidestan de bû, tevî ku rêka Eropa li ber vekirî bû lê destê wî ji welatiyên wî ne dibûn û her dem digot: ( Ez ji nav welatiyên xwe na livim, ya ku Kurdistan û ya goristan ), di vê demê de careke din ji nû dest bi hînbûna û fêrkirina zimanê Kurdî kir û bi dehan xort û keçên Kurdan li Şamê Taxa Kurdan fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî latînî kirin .**
Dibistana Beyrûtê:
Ev dibistan di sala 1943an de ji rex Mîr Dr. Kamîran Bedirxan ve li Beytrûtê ji bo fêrbûna zimane kurdî ji mişextî û sirgûnkiriyên li Libnanê hatiye vekirin.
Û di vê navê re çend Alfabêyên kurdî latînî jî hatine çap û belav kirin wek:
- Mîr Celadet Bedirxan, di sala 1932 an de.
- Ekremê Cemîl Paşa, di sala 1938 an de.
- Dr. Kamîran Bedirxan di sala 1943 an de li Beyrûtê û di sala 1968 an de, careke din Partî li Şamê çap kir.
- Osman Sebrî, di sala 1955 an de.
- Osman Sebrî, careke din alfabêya xwe, bi navê Alfabêya tekûz çap kir, di sala 1982 an de.
Di van çend salên dawîn de gelek alfabêyên din hatine çap û belav kirin..û tev bi dizî ne..
Bê gûman rola van hîmenan tevan bi hev re, pir mezin û qube ye, di parastin û perwedeya zimanê kurdî de, sebaretî kurdên Binxetê.
ÇAVKANî:
* - Konê Reş: Civata alîkarî ji bona belengazên Kurdan li Cizîrê, dibistana Şamê û dibistana Beyrûtê, li gotarê min yê bi navê: (Komele, dibistan, kovar û rojnameyên ku Bedirxaniyan damezirandine û beşdarî wan bûne), vegere. Ev gotar di gelek malperên Kurdan de belav bûye...
** - Konê Reş: Apo Osman Sebrî (1905-1993), Beyrût 1997, Rûpelê 19 û 28
- Tev hejmarên rojnameya Kurdisran, ji bilî hejmara 19 an.
- Tev hejmarên kovara Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêr.
- Tev hejmarên kovarên kurdên Binxetê: Gulistan, Gelawêj, Stêr, Xunav, Gurzek Gul, Zanîn, Pirs..Hwd
[1]
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 49 times
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.welateme.net/ - 23-06-2024
Linked items: 54
Articles
Biography
Dates & Events
Documents
Library
Group: Articles
Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 00-00-2006 (18 Year)
Content category: Literary
Content category: Linguistic
Content category: Articles & Interviews
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئاراس حسۆ ) on 23-06-2024
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 26-06-2024
This item recently updated by ( Sara Kamela ) on: 25-06-2024
URL
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 49 times
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Biography
Nurcan Baysal
Biography
Jasmin Moghbeli
Biography
Sirwan Mahmood Rasheed
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Articles
The Nature of PKK Terrorism in Turkey
Library
General Country of Origin Information Report Turkey
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Articles
The People’s Protection Units’ Branding Problem Syrian Kurds and Potential Destabilization in Northeastern Syria
Library
Election Survey
Biography
Issam Aziz Sharif
Library
The effect of PKK/PJAK on Turkish-Iranian relations (1979-2015)
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Archaeological places
Hassoun Caves
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Biography
Havin Al-Sindy
Biography
Kamaran Palani
Biography
Shilan Fuad Hussain
Articles
The United States in Northeastern Syria
Biography
HIWA SALAM KHLID
Image and Description
Picture of Kurdish school children, Halabja in south Kurdistan 1965
Archaeological places
Cendera Bridge
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Articles
DIVERGENT NATURE OF TERRORISM: A COMPARATIVE ANALYSIS ON PKK AND ISIS/ISIL
Library
The Future of Northeast Syria
Articles
The Motion before Turkey’s Constitutional Court to Ban the Pro-Kurdish HDP
Library
Combating International Terrorism: Turkey’s Added Value
Biography
Abdullah Zeydan
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946

Actual
Biography
Hamdi Turanli
27-05-2023
Vazhan Kshto
Hamdi Turanli
Library
Social Ecology
27-06-2024
Hazhar Kamala
Social Ecology
Library
Ninewa: Initiative Mapping of Sustainable Returns & Stabilization Efforts
28-06-2024
Hazhar Kamala
Ninewa: Initiative Mapping of Sustainable Returns & Stabilization Efforts
Library
Between Dreams and Reality: Understanding Perceptions Towards an Independent Kurdistan
08-07-2024
Hazhar Kamala
Between Dreams and Reality: Understanding Perceptions Towards an Independent Kurdistan
Library
Genocide against Christians in the Middle East
16-07-2024
Hazhar Kamala
Genocide against Christians in the Middle East
New Item
Library
Election Survey
22-07-2024
Hazhar Kamala
Biography
Issam Aziz Sharif
21-07-2024
Hazhar Kamala
Library
The effect of PKK/PJAK on Turkish-Iranian relations (1979-2015)
20-07-2024
Hazhar Kamala
Library
Combating International Terrorism: Turkey’s Added Value
20-07-2024
Hazhar Kamala
Library
General Country of Origin Information Report Turkey
19-07-2024
Hazhar Kamala
Library
The Future of Northeast Syria
19-07-2024
Hazhar Kamala
Library
Countering state-supported terrorism : the PKK and Turkish foreign policy towards the Middle East
19-07-2024
Hazhar Kamala
Library
CONSTITUTION OF THE REPUBLIC OF TURKEY
19-07-2024
Hazhar Kamala
Library
Paradigms and dynamic change in the Turkish party system
19-07-2024
Hazhar Kamala
Library
ISIS AND PROPAGANDA: HOW ISIS EXPLOITS WOMEN
18-07-2024
Hazhar Kamala
Statistics
Articles 525,175
Images 106,343
Books 19,783
Related files 99,468
Video 1,446
Languages
کوردیی ناوەڕاست 
301,033

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,746

هەورامی 
65,734

عربي 
28,807

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,281

فارسی 
8,456

English 
7,163

Türkçe 
3,570

Deutsch 
1,458

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
85

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Biography
Nurcan Baysal
Biography
Jasmin Moghbeli
Biography
Sirwan Mahmood Rasheed
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Articles
The Nature of PKK Terrorism in Turkey
Library
General Country of Origin Information Report Turkey
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Articles
The People’s Protection Units’ Branding Problem Syrian Kurds and Potential Destabilization in Northeastern Syria
Library
Election Survey
Biography
Issam Aziz Sharif
Library
The effect of PKK/PJAK on Turkish-Iranian relations (1979-2015)
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Archaeological places
Hassoun Caves
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Biography
Havin Al-Sindy
Biography
Kamaran Palani
Biography
Shilan Fuad Hussain
Articles
The United States in Northeastern Syria
Biography
HIWA SALAM KHLID
Image and Description
Picture of Kurdish school children, Halabja in south Kurdistan 1965
Archaeological places
Cendera Bridge
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Articles
DIVERGENT NATURE OF TERRORISM: A COMPARATIVE ANALYSIS ON PKK AND ISIS/ISIL
Library
The Future of Northeast Syria
Articles
The Motion before Turkey’s Constitutional Court to Ban the Pro-Kurdish HDP
Library
Combating International Terrorism: Turkey’s Added Value
Biography
Abdullah Zeydan
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Folders
Library - PDF - Yes Library - Content category - Linguistic Library - Thesis - PhD Library - Document Type - Original language Library - Publication Type - Printed Library - University - University of Sulaimani Library - Language - Dialect - English Library - Cities - Sulaimaniyah Library - Country - Province - South Kurdistan Library - Publication Type - Born-digital

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 1.188 second(s)!