ŞIKOYÊ HESEN (z.1928-m.1976) Mîrê helbesta kurdî, Helbestvanê nenas heta roja îro, xwediyê helbesta #Zimanê Kurdî# , û ji aliyê gelek hunermendan hatîye xwendin . li gundê Camûşvana Biçûk navbera Gundê Sîpan ê û Gundê Elegezê yan Alagyaz, yê navçeya Axbaranê ya Ermenistan ê di sala 1928an de di malbateka êzidî de ji dayik bû.
Berhem û helbest
Xeyala nivîsandinê li ba Şiko di serdema xwendekarîya wî de pêşkevtî bu ,Hinek helbest di rojnameya Zanîngeha Êrîvanê de hatine weşandin ,Her wiha helbestên Şiko di Rojnameya Rya Teze cîheki sereke digirtin ,Piştre helbestên wî yên hatine weşandin û helbestên nû di dîwana wî ya taybetî de hatine weşandin ,Ji van komek helbest bi navê “Qalçîçek” (1961), “Tembûra Kurda” (1965) û “Meremê Dilê Kurd” (1970) weşandine ,Beşek ji van berheman bi zimanê Rûsî, Gurcî û Ermenî li St: Petersburgê, Tiflîsê û Êrîvanê hatine weşandin
.Payîz û Ba komek e ji helbestên bijartî yên Şiko hate çapkirin sala 2008 an.
.Berhemên Şiko : “Qalçîçek” (1961), “Tembûra Kurda” (1965) û “Meremê Dilê Kurd” (1970), Perwaza Weten[1]
Cet article a été écrit en (Kurmancî - Kurdîy Serû) langue, cliquez sur l'icône
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 4,661
Donnez votre avis sur ce produit!