Damaw Huseynê Mukriyanî yan Husên Hûznî Mukriyanî yan jî Damawî Mukriyanî (12-09-1883'an, li mehabadêê - 20-09-1948'an, li Bexdadê) dîroknas û rojnamevanekî kurd e.
Navê temam yê Damaw Husênê Mukrîyanî, Seyîd Husênê kurê Seyîd Ebdulletîf kurê Şêx Îsmaîl e. Di 12 saliya xwe da çû Merax, Tewrêz û Yerewanê. Pişt ra, 12 sala bi kincên afxanî, ji bo komkirin û tomarkirina dîroka kurd, li hemû #Kurdistan# û welatên derva (Misir, Libnan, Hîcaz, Fransa, hwd) geriya.
Jiyana wî ya rewşenbîrî û rojnamevanî di sala 1917’an da di gel Mihemed Mihrî, bi belavkirina Rojnameya Kurdistanê dest pê kir. Wî nêzîkî salekî ev rojname li Stenbolê belav kir.
Wî berhemên wêjeyî û dîrokî nivîsî û bi xwe çap kir. Wî di navbera salên 1925 heta 1947'an da, 18 pirtûkên çap kirin ku piraniya wan li ser dîroka kurd û Kurdistanê bûn û xwedanê zanyariyên bi nirx in.
Ew di nav kurdan de yekemîn kes e ku, çapxane ji bo ziman, dîrok û Wêjeya kurdî damêzrand. Wî di sala 1915'an da li bajarê Helebê çapxanek damezrand. Li wê derê piştevanî da Serhildana Şêx Seîdê Pîranê. Di encamê da desthelatdarên wê çaxê, li Helebê ew aciz kirin. Damaw Husênê Mukriyanî ser van bûyeran, di sala 1925'an da çapxana xwe bir Kurdistana Başûr û li bajêrê Rewandizê damêzrand
Di 25’ê Gulana 1926'an da li Rewandizê yekemîn hejmara kovara Zarî Kurmancî derxist. Di navbera salên 1926 û 1932’an da kovara Zarî Kurmancî çap kir. Ji vê kovarê 24 hejmar belav kir.
Di sala 1934’an da li Silêmaniyê di gel Pîremêrd, Rojnameya Jiyan belav kir.
Di sala 1935-1936’an da li Hewlêrê di gel parêzer Şît Mistefa, Kovara Ronakî belav kir
Di navbera salên 1942-1946’an da rolê serekî di nivîskariya kovara Dengî Gêtî Tazeda girt.
Di roja 20’ê îlona 1948’an da li bajarê Bexdadê jiyana xwe ji dest da. Termê wî li bajarê Hewlêrê di Goristana Îmam Mihemed da hat veşartin.