Feleknas Uca (jdb. 17ê îlonê 1976an li Celle Elmanya)
Jînenîgar
Feleknas li sala 1976 li malbateka kurd a Êzidî ji Bakûrê Kurdistanê li Celle ya Saksonya jêrîn li Almanyayê ji dayik bû. Birayek û şeş xwîşikên wê hene.
Wê xwîndina xwe ya pîşeyî wekî alîkarek pizişkî qedand û lîseya xwe jî baştir dawî kir.
Feleknas li sala 1999ê, li temenê xwe yê 22 saliyê, wekî nûnera 5ê ji şeş di rêzika neteweyî ya nûnerên Partiya Sosyalîzma Demokratîk da jibo Parlemana Ewrûpayê hat hilbijartin. Di gera 5ê ya Parlemana Ewropayê da (1999 heta 2004ê) ew di karkom anko komîteya ferhengî (kultûrî), perwerdeyî û weşanan û delîveyên her wekhev da bû.
Feleknasê pêwendiyeka nêzik digel partî yên çep ên Tirkiyê, bi taybetî jî partî yên kurdî, hebû ye û bi yek ji piştevanên Leylaya Zana dihat dinasîn. Ew endameka karkoma (komîteya) parlemanî ya hevpişk ya Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê bû.
Di hilbijartinên jibo gera 6ê ya Parlemana Ewropayê (2004 heta 2009ê) Feleknas ji pêgeha xwe ya 5ê di rêzika (lîsteya) nûnerên Partiya Sosyalîzma Demokratîk da ber bi pêgeha 7ê dakevt û mana wê di Parlemana Ewropayê da ket ber gefan. Lê di wê hilbijartinê da kursiyên nûnerên Partiya Sosyalîzma Demokratîk li Parlemanê zêdetir bûn Feleknas karî bû li Parlemanê bimîne.
Nûnera Partiya Sosyalîzma Demokratîk ya Almanyayê li Perlemana Ewropayê bû.
Çalakiyên Wê
• Endametiya desteka GUE/NGL
• Komîsyona mafê jinê û derfetên wekhev
• Endam û koordînatora pêşveçun û xebat û delegasyona hevpişka Tirkiyê
• Serokcigira destekên havildar yên dijberî nijadperêsiyê û neyartiya biyaniyan
• Berpirsa darayî ya Partiya Çep (Linkspartei) li Parlamena Ewropayê
• Berpirsa Partiya Çep li Parlamena Ewropayê ji bo rêkxistina Eyaleta Nordrhein-Westfahlen
• Ji 1998ê vir da, endama PDS
• Li gulana 1998ê endametiya rêkxistina Eyaleta Niedersachsenê
• Yek ji damerezrînerên PDSê li Celle yê Niedersachsenê
• Ji 1998ê vir da, endama Parlamena Ewropayê
Endamên Parlementoya Tirkiyê
Uca di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an de di hilbijartinên parlementoya Tirkiyê de ji partiya piraniya wan Kurd Halklarin Demokratie Partisi (HDP) ya navçeya Diyarbekirê bû parlementer. Di Mijdara 2015 û Hezîrana 2018 de careke din hate hilbijartin.[1]
Partîyê Siyasî
• PDS (1999–2007)
• Partiya Çepgir (2007–2009)
• Partiya Demokratîk a Gelan (7ê Hezîrana 2015an- )