Navê pirtûkê: REHNAS, Ferhenga etîmolojî ya kurdî - Îngilîzî
Navê nivîskar: Husein Muhammed
Navê çapxaneyê: dîjîtal
[1]
Ev ferhenga etîmolojiyê anku ferhenga Rehnas hewl dide li gor rê û rêbazên zimannasî, dengnasî û zimannasiya dîrokî reh û rîşên etîmolojî yên peyvên kurdî vekole. Heta ku mimkin bûye, ferhenga Rehnas vekolînên berî xwe jî li ber çavan girtine. Di ferhengê de tenê etîmolojiya peyvan hatiye dan, ne wate û bikaranîna wan.
Berevajî hin ferhengên din yên etîmolojî yên kurdî, Rehnas idia nake û hewl nade eslê biyanî yên peyvên kurdî wek kurdî bide. Eger bi ihtimalên zanistî û zimannasî hin peyvên kurdî bi eslê xwe erebî, tirkî, farisî, ermenî, ewropî bin, em vê qebûl dikin. Eger di vî warî de dîtinên Rehnasê ji yên ferhengên din yên heyî yên etîmolojî yên kurdî cuda be, mesele ne ew e ku haya me ji wan ferhengan nîne lê mesele ew e ku bi qenaeta me ew ferheng şaş in loma em idia nakin ku filan peyv bi eslê xwe kurdî ye tevî ku em dizanin ku ew ferhengên din wisa idia dikin jî.
Lire le livre: REHNAS, Ferhenga etîmolojî ya kurdî - Îngilîzî
Télécharger Total:
276 fois
Nous demandons à tous les auteurs, traducteurs et éditeurs de nous informer s'ils ne sont pas d'accord pour avoir leurs livres téléchargés depuis un serveur Kurdipedia.
Cet article a été écrit en (Kurmancî - Kurdîy Serû) langue, cliquez sur l'icône
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 1,907