NAV Û PAŞNAV: Fadil Ehmed
NAVÊ TEVGERÎ: Dilgeş Kobanê
NAVÊ BAV: Ehmed
NAVÊ DÊ: Fatme
CIH Û DÎROKA JIDAYIKBÛN: 1995 Kobanê-Bilik
ASTA XWENDINÊ: Ta refa 9 an xwendiye
CIH Û DÎROKA ŞEHADET: 18.02.2016
Di malbatê de 7 bira û keçikekê ne, di malbatê de Şehîd Dilgeş yê duyeme, Şehîd Dilgeş di nava malbatekî welatparêz de mez bû. Di nava civakê de û taybet jî di nava hevalên xwe de zêde bandor dikir. Bandorên wî ji ber kesekî pir bi hevalê xwe re rast û di riya rast re meşandin bû. Herwiha hemû hevalên wî hem exlaq û hem jî di aliyê zanebûna wî ye zanistî de pir jê hez dikirin. Şehîd Dilgeş ji xwendinê gelek hez dikir û dixwest ku hemû kes xwendina xwe bixwîne û temam bike. Ji bo vê yekê hem xwendin dikir û hem jî pirtûk pir dixwendin. Herwiha hezkirina wî ji xelkê gund, cîran û derdorê re pir bû. Di kesayeta Şehîd Dilgeş de kurdiyetî pir xwe dida pêş, hertim behsa kurdiyetê dikir. Hertim di nava malbatê û hevalên xwe de behsa dewletên ku kurd dagir kirine dikir û digot: Em çawa kar bikin ku welatê xwe ji nava pencên dewletan rizgar bikin. Gotineke xwe hebû hertim digot: ku dewletan em dagir kirine dibêjin em û kurdan birayê hevin, lê belê Şehîd Dilgeş digot dewlet wisa dibêjin lê belê ji me kurdan re zimanê kurdî qedexe dikin, navên kurdî qedexe dikin, çanda kurdî qedexe dikin, hunera kurdî qedexe dikin û jiyana kurdî qedexe dikin. Şehîd Dilgeş ji bo van gotinan pir ji dewletên dagirker û Qapîtalîzim aciz dibû. Dema ku Şoreşa Rojava destpêkir, Şehîd Dilgeş li Kobanê dixwend, ji bo kina wî li hember dijmin dev ji xwendina xwe berda û beşdarî nava çalakiyên şoreşê bû. Herwiha piştî wê cihê xwe di nava hêza leşgerî de jî girt, gelek caran di sala 2013 de diçû cepeyên Girê sipî şer li hember Cebhet Nesra dikir. Herwiha piranî cihên ku lê dima di herema Kobanê de bû. Lê demek çû ji ber sedema rewşa madî Şehîd Dilgeş derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Dema ku derbasî Başûr bû DAÎŞ,ê êrîşe ser Kobanê kir, dema ku êrîşa DAÎŞ,ê li ser Kobanê Çêbû, Şehîd Dilgeş li ser kesayeta xwe qebol nekir ku bajarê wî êrîş li ser heye û ew jî li derva ye, ji bo vê yekê kelejana wî ji bo li hember DAÎŞ şer bike û welatê xwe ji dagirkerê biparêze yek ser biryara xwe ya vegere Kobanê da, li ser vî esasî ji Başûr vegeriya Kobanê û beşdarî nava Şervanên Azadiyê ku li hember DAÎŞ,ê şer dikirin bû. Bi vî rengî li bajarê Kobanê hember DAÎŞ,ê şer kir ta Bendava Tişrîn di dîroka 18.02.2016 an de gihişt asta şehadetê. Li hember DAÎŞ û dagirkeriyê qet gav paşve neavêt û li hember dagirkerê heya kêliya dawê jî ji bo azadiya welat û rûmeta welat têkoşîn kir.[1]