NAV Û PAŞNAV: Hemze Ehmed
NAVÊ TEGERÊ : Çekdar Bilik
NAVÊ BAV: Ehmed
NAVÊ DÊ: Fatme
CIH Û DÎROKA DAYIKBÛNÊ: 1999 Kobanê-Bilik
ASTA XWEDINÊ: Ta refa Şeş bi zimanê Erebî
DÎROKA TEVLÊBÛNÊ: 01.07.2012
DÎROK Û CIHÊ ŞEHADETÊ: 20.02.2022 Kobanê
Şehîd Çekdar di nava malbateke welatparêz de mezin bû, di malbatê de 7 bira û keçekê hene, Şehîd Çekdar û du birayên wî ye ku jê mestirin di Şoreşa Rojava de Şehîd ketine. Şehîd Çekdar di zaroktiya xwe de kelejana welat di kesayeta de diherikî û dixwest ku di nava tekoşînekî ji bo azadî li hember dijminê xwe bisekine. Ji bo vê yekê di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku dest bi şoreşê bû Şehîd Çekdar jî bi xwestekekî pir mezin tevlî nava xebatên şoreşê bû. Di wan deman de xelk ji bo parastina gundên xwe û axa xwe diçûne çeperên parastinê, Şehîd Çekdar jî tevî ku kesên diçûn ew bi xwe re nedibirin lê bi rêbazên cûda cûda xwe dighand cihê parastinê. Sedema ku Şehîd Çekdar bi xwe re nedibirin cihê parastinê yan jî cihê nobetê ji ber ku temenê xwe hîna biçûk bû. Lê temen ji bo Şehîd Çekdar ne pirsgirêk bû, tenê tiştê pirsgirêk ku li ber çavên wî xuya dikir zilm û zora li ser gelê wî bû. Li ser vî esasî di sala 2012 an de beşdarî nava hêza parastina gel (YPG) bû. Destpêka ku Şehîd Çekdar tevlî nava YPG,ê bû çû navenda Îzahê li rojavayê bajarê Kobanê û tevî dewreya Şehîd Sozdar bû, nêzî sê mehan di dewrê de ma. Piştî dewrê derbase cebha alî rojhilatê Kobanê bû, li gundê Kendalê, di tabûra hereketlî de cihê xwe digirt. Di wê demê de Şer li kur derdiket Şehîd Çekdar tevlê dibû. Li gundê Qiz Elê Şehîd Çekdar doşkecî bû. Di wê demê de li gundê Qiz Elê Şehîd Çekdar û hevalên xwe di nava erebeya panzêr de bûn û êrîşe çeteyên DAÎŞ kirin, lê belê di encamê de Şehîd Çekdar û hevalên wî di panzêrê de birîndar bûn. Hevalan ew birne bajarê Kobanê nêzî 10 rojan di xestê de dihatine derman kirin. Piştre hevalan ji ber ku hîna birîna wan nûbû ew radestî malbatê kirin ji bo birîna xwe hinekî rihet bibe, nêzî heftakê li mal ma û piştre cardîn vegeriya tabûrê li ser karê xwe.
Di sala 2014 an de dema ku çeteyên DAÎŞ,ê dest bi êrîşa Kobanê û gundewarê Kobanê kirin, di gundê Kazikan bi 10 km rojhilatê Bajarê Kobanê ye Şehîd Çekdar di serê xwede bi mermiya qilêşê bi giranî birîndar bû. Dema ku Şehîd Çekdar birîndar dibe hinek heval dibêjin ku Şehîd ketiye û hinek jî dibêjin ku birînda re, lê piştî kêliyekê Şehîd Çekdar destê xwe diherikîne û li ser wî esasî heval wî yekser derbasî Bakurê Kurdistanê dikin û berê wî didin bajarê Amedê. Nêzî sê mehan Şehîd Çekdar ne li ser hişê xwebû û nizanibû ku çi bi wî bûye û li kure. Piştîre li Amedê derbase mala birîndaran gel heval Ayîşe bû. Piştî wê bi 15 de rojan hevalan Şehîd Çekdar ji Amedê anîne bajarê Sirûcê. Dema ku hate Sirûcê pir dixwest ku cardin vegere tevlî şerê Kobanê bibe, ji ber piştî ku birîndarbû Şer jî gihîşte nava bajarê Kobanê, lê ji bo tendirûstiya wî ne başbû hevalan rê nedan ku derbasî Kobanê bibe. Demeke dirêj ji ber ku tendirûstiya Şehîd Çekdar ne baş bû li Bakurê Kurdistan ma. Lê belê di sala 2016 an de ji ber ku pir dixwest were Rojava û di nava tekoşîna Azadê keve derbasî Rojava bû. Dema ku derbas bû yekser derbasî nava xebata eskerî bû û ta hemleya Baxozê ku li Dêrezorê dikeve çû.
Bi vî rengî Şehîd Çekdar bi temenê xwe yê biçûk ku 15 sal bûn ji bo ku di nava zilm, zor û desthilatdariya dewletên qirker de jiyan neke bi hezkirineke mezin kar û xebata Şoreşê ji xwe re weke erkekî sereke didît û ew erka jî li gor şert û mercan heya roja Şehadetê jî pêk dianî.
Şehîd Çekdar ji ber ku du caran birîndar bibû û taybet jî birînên wî di serê wî de bûn, herwiha ji ber ku sê parçe (Şaze) hîna di serê wî de bûn, di encama wan perçeyan de di sala 2022 an de gihişte asta şehadetê.[1]