Li navçeya Hendek ser bi parêzgeha Sakarya ya Tirkiyê karkerên Kurd ku bo berhevkirina findeqan li wê derê bûne, rûbirûyê êrîşa grupeke 30 kesî hatine û di encam de 2 kes birîndar bûne ku yek ji wan zarok e.
Li gor agahiyan û dîmenên ku li ser medya civakî hatine belavkirin 27ê Tebaxa 2022ê li navçeya Hendekê ser bi parêzgeha Sakaryayê karkerên Kurd ên demsalî rûbirûyê êrîşa grupeke 30 kesî bûne ku xwedî û xizmên kar jî di nav grupê de ne.
Li gor zanyariyan karkerên Kurd ên demsalî 4 ê Tebaxa îsal ji parêzgeha #Amed#ê ya Bakurê Kurdistanê bo berhevkirina findeqan çûne parêzgeha Sakaryayê û dest bi kar kirine. Lê roja Şemiyê 27ê Tebaxê grupeke ku xwediyê kar jî di nav de ye û ji 30 kesî pêk tê êrîşî karkeran kirine. Di encama êrîşê de zarokekî 15 salî û kesekî bi navê Gazi Yaş ê 18 salî bi giranî birîndar bûne. Herwiha piştî êrîşî karkerên Kurd ji neçarî ji navçeyê derketine.
Li gor gotinên karkerekî dema karê wan bi dawî bûye û ber bi male ve çûne li baxçeyê mala wan grupeke 30 kesî amade bûne û êrîşî wan kirine. Karker dibêje: “Piştî êrîşî em çûn nexweşxanê û me raporta derpê wergirt û em çûn Fermandariya Cendermeyan ya navçeya Hendekêû me gilî tomar kir. Herwiha piştre cenderme jî ligel me hatin û me kelûpelên xwe kom kirin û ji navçeyê derketin.”
Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber nebûna kar karker li gor demsala kar diçin parêzgehên Tirkiyê û li wê derê rûbirûyê êrîşan dibin. Her çiqasî sedema van êrîşan wek lihevnekirina kar tên nîşandan jî lê her yên rûbirûyê êrîşê dibin karkerên Kurd in.[1]
Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône
pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 920
Donnez votre avis sur ce produit!