Kurdekî bi navê Yusuf #Guneş# straneke bi #kurdî# li nav tora civakî belav kir lê ji ber vê stranê salek, 6 meh û 22 roj cezayê hepsê lê birîn.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Guneş par li tora 3 caran tiştin belav kirine. Li ser vê yekê Serdozgeriya komarê ya Elezîzê der barê wî de doz vekiriye. Di 4'ê avrêla 2022'yan de Guneş li Stenbolê hatiye binçavkirin û piştî îfadeya li Midûriyeta Stenbolê hatiye berdan. Dozgeriyê bi îdîaya Propagandaya rêxistinê roja 15'ê avrêla 2022'yan doz lê vekiriye. Paşê ji ber Guneş li Stenbolê dijî Dadgeha Elezîzê biryara bêrayeyiyê daye, lê vê carê 32'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê doz vekiriye. Di danişîna îro de dadgehê ceza li Guneş birî.
Guneş di dadgehê de diyar kiriye ku wî ew parvekirin kiriye, bi kirmanckî dizane lê bi kurmancî nizane, di gotinên stranê de çi hene baş tê nagihê.
Piştî gotina Guneş, dadgehê jê pirsa Tu sempatîzanê PKK'ê yî? jê kiriye. Dozgerî di îdîanameya xwe de diyar kir ku di parvekirinên wî ku rojên 21'ê pûşper, 14 rezber û 27'ê sermawezê de belav kirine de gotinên wekî kom bi gok tên, rewiyên Zagrosan, Rêhevalê Zana û ANdok, neviyên Şêx Seîd, Apo apo apê me hene û ev yek jî pesindanîn in û divê bê cezakirin. Li ser vê dadgehê salek, 6 meh û 22 roj cezayê hepsê lê birî. Dadgehê bêyî ku jê bipirse biryar eşkere kir û ji ber berê der barê wî de tu ceza û lêpirsînên din tune bûn ceza taloq kir.
[1]
Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône
pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 1,629
Donnez votre avis sur ce produit!