Bibliothèque Bibliothèque
Rechercher

Kurdipedia est des plus importantes sources d'information kurde!


Search Options





Recherche avancée      Clavier


Rechercher
Recherche avancée
Bibliothèque
Noms Kurdes
Chronologie des événements
Sources
Histoire
Collections de l'utilisateur
Activités
Rechercher Aide?
Publication
Video
Classifications
Élément aléatoire!
Envoyer
Envoyer l'article
Envoyer l'image
Survey
Vos commentaires
Contactez
Quel type d'information devons-nous!
Normes
Conditions d'utilisation
Point qualité
Outils
À propos
Kurdipedia Archivists
Articles de nous!
Ajouter Kurdipedia à votre site Web
Ajouter / Supprimer Email
Statistiques des visiteurs
Les statistiques de l'article
Polices Converter
Calendriers Converter
Vérification orthographique
Langues et dialectes des pages
Clavier
Liens utiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Langues
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mon compte
Connexion
L'adhésion!
Vous avez oublié votre mot de passe!
Rechercher Envoyer Outils Langues Mon compte
Recherche avancée
Bibliothèque
Noms Kurdes
Chronologie des événements
Sources
Histoire
Collections de l'utilisateur
Activités
Rechercher Aide?
Publication
Video
Classifications
Élément aléatoire!
Envoyer l'article
Envoyer l'image
Survey
Vos commentaires
Contactez
Quel type d'information devons-nous!
Normes
Conditions d'utilisation
Point qualité
À propos
Kurdipedia Archivists
Articles de nous!
Ajouter Kurdipedia à votre site Web
Ajouter / Supprimer Email
Statistiques des visiteurs
Les statistiques de l'article
Polices Converter
Calendriers Converter
Vérification orthographique
Langues et dialectes des pages
Clavier
Liens utiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Connexion
L'adhésion!
Vous avez oublié votre mot de passe!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 À propos
 Élément aléatoire!
 Conditions d'utilisation
 Kurdipedia Archivists
 Vos commentaires
 Collections de l'utilisateur
 Chronologie des événements
 Activités - Kurdipedia
 Aide
Nouvel élément
Bibliothèque
Kurdistan ou Arménie: tyrans ou martyrs
09-09-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biographie
Auguste de Jaba
29-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Réception de la littérature européenne dans les romans d\'Orhan Pamuk
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Qui suis-je, kurde ou français(e)
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
L\'AUGMENTATION DU TAUX DE SUICIDE CHEZ LES FEMMES KURDES
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Libérer la vie : la révolution de la femme
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Temps et espaces de la violence interne: revisiter les conflits kurdes en Turquie à l\'échelle locale
07-09-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
La révolution kurde. Le PKK et la fabrique d\'une utopie
05-09-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Osman Sebrî (Apo): Analyse Bio-bibliographique
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Quelles Frontières Pour Le Moyen-Orient ? - II
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Statistiques
Articles 523,701
Images 105,970
Livres 19,729
Fichiers associés 98,906
Video 1,422
Bibliothèque
L'Arménie dans le folklore ...
Bibliothèque
Documents du VIème Congres ...
Bibliothèque
Les Kurdes d'Irak
Bibliothèque
L' Homme Debout
Bibliothèque
Documents du VIIème Congres...
Di 10 salên dawî de Pirtûkxaniya Kurdî dewlemend bûye
Groupe: Articles | Articles langue: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Classement point
Excellente
Très bon
Moyenne
Mauvais
Mauvais
Ajouter à mes collections
Donnez votre avis sur ce produit!
Histoire des Articles
Metadata
RSS
Recherche dans Google pour les images liées à l'élément sélectionné!
Recherche dans Google pour l'élément sélectionné!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Narîn Umer

Narîn Umer
Hevpeyvîn: #Narîn Omer# : di 10 salên dawî de Pirtûkxaniya Kurdî dewlemend bûye

Mahir Hesen
Berhemên Wêjeyî bandorê li rewşê dike û jiyanê vedibêjîne da ku em karibin raman bikin an jî wekî rastiyek li pêşberî xwe bijîn, lê dibe ku ev rol li gorî baweriyên rewşenbîr û nivîskar û rexnevan be ên dûr û dirêj di xeyalên xwe de erênî an negatîf berheman radestî mirovan dikin.
Here li vir bi rastî rola #wêje#yatê û bandora wê di heman demê de, dihêle şopîner û xwendevan bihizrin û di wê kêliyê de bijîn mîna ku serpêhatiyan bi wan re çêdibe. Berhemên edebî ne tenê ji bo xweşiyê ne, lê di heman demê de ji bo xurtkirina baweriyê jî. Çi çîrok, helbest, û roman û hwd ew bandorek veşartî li ser hestên mirov dike, weku mînak di warê Netewî de.

Heger wêjeyatî ne hatibe bikar anîn wisa wê kurd ji netewa xwe dûr bibe, ew rola xwe dilîze bi tevahî.wêjeyatî bo Kurdan bû hevgirtinek asê û bengehek durst û bandorek baş li ser kurd û civakê kir, û bi rengek hunerî, ne xav û sist. Li ser vê mijarê em ê hevpeyvînê di gel nivîskara navdar Narîn Omer bikin.

1-Bi rêz tu dikarî me bi xwe bidin nasîn?
* Ez herdem dibêjim:
Di rojeke nasîn û nenas de malzaroka dayika min ez spartî beheşta sing û berê wê kirim, li bajarê Dêrika rengîn li Rojavayê Kurdistan. Min ji şîrava dilovanî û pakmendiya wê çîçekên evînî û bawermendiyê afirandin heta îro jî ez wan di dilê derdorên xwe û jiyan û mayîna xwe û gelê xwe de diçînim û belav dikim.
Min qûnaxên xwendina xwe li bajarê Dêrikê bi dawî kir, û piştre ez derbasî zanîngeha Dîmeşqê bûm, beşê wêjeya erebî û sala 1995an min Bawernameya bilind wergirt. Min 30 salan karê mamostetiyê li dibistanên Dêrikê û derdorên wê kir.
Ez dayika sê ferîşteyên gerdûnî me û du neviyên min jî hene.
Mixabin ji encama bûyerên li welêt çêbûyîn em li pêlên penaberiyê siwarbûn û me berê xwe da welatên biyaniyê û niha em li Elmanya dijîn, lê ez karê wêjeyî û toreyî berdewam dikim.

2-Nivîsandina helbestan ji hêla jinekê ve di civaka me de tiştek ne ewqas diyar bû, ji kengî ve te dest bi nivîsandinê kir ?!
* Belê tu rast gut, di dema min dest bi nivîsînê kir hijmara nivîskarên jin û mêr jî pir kêm bû û sedemên vê tiştê pir bûn, lê tevî vê rewşê ez derbasî hola nivîsîn û wêje bûm di temeneke piçûk de. Ji ber ku şansê min hebû ez di malbateke rewşenbîr û weltperwer de çêbûm. Birayê min yê mezin nivîskar û helbestvan e Adil Omer Seyfedîn û kurxal û kurmetê min jî. Ew xwendevanên jîr bûn di wê demê de û xwendevanên zanîngehê bûn. Herdem civat û şevbiwêrkên wêjeyî û konevanî li mala me dihatin lidarxistin û min li wan guhdar dikir. Min pir sûde ji Pirtûkxaneya malbata xwe wergirt ji ber ku pirtûkên curbicur têde hebûn û min ji piçûkanî ve dest bi xwendina wan kir. Çi pirtûk û rojname û kovar bi dest min diketin min ew dixwendin û dema malbatê ev guhdan diyar kirin wan bixwe berê min dan nivîsînê.

3- Fêrbûna zimanê Kurdî ne hêsan bû, li ku û kê alîkariya te xwe fêr kir?
* Helbet weku min diyar kir bandora malbatê û guhdana wan bi ziman û floklirê me û pirtûkxaneya di mala me de ya ku ji hemî babetên pirtûkan xemilandî bû û yên bi #zimanê kurdî# jî pir bûn. Lê bandora herî giring û alîkariya herî mezin ji aliyê xwîşka min Perîxanê Perî bû, ji ber ku wê xwe fêrî tîp û xwendina kurdî kir û em jî fêrî ziman kirin. Ew gav bi gav bi min re bû û hezkirina xwendina dibistanê û nivîsînê û wêje di dil û hişê min de çand.

4- Em dizanin ku pirtûkên te hem di helbest û hem jî di romanan de hene? Gelo tu dibînî ku #romana kurdî# ji ya berê bêhtir ketiye qonaxek serfiraztir ?!
* Belê 10 pirtûkên min yên çapkirî hene û ji wan 4 romanên çapkirî. Berî 30 salan min romana yekem nivîsand lê beriya çend salan min ew çapkir ji ber ku nivîsîna romanê ne hêsane. Di van 10 salên dawî de guhdana nivîskarên me bi romanê pir bûye û ew gavên baş davêjin. Ev gav pîroz û giring e lê nivîskarên pêşîn bingeheke asê û xurt ji avakirina romana kurdî re avakirine. Cudabûn dinavbera romana berê û niha de heye ji ber ku çax û dema jiyanê hatiye guhertin, û bandora şoreşa teknelocî li wan diyar e. Ez bi bawer im demeke baş ji me re divê da ku romana me bigihê asta bilind tevî ku ew cihê rêzgirtin û serfiraziyê ye.

5-Li gorî te pirtûkxaneya Kurdî dewlemend bûye, bi awayek din , ew gihiştiye asta bilind, nemaze li Kurdistana Sûriyê?
* Belê ew dewlemend bûye nemaz di 10 salên dawî de piştî bûyerên li welêt û li rojhilata navîn çêbûyîn. Berî 2011 nivîskar û wêjevanên me kêm bûn û ser tiliyan dihatin hijmartin û pirtûkên çapkirî jî kêm bûn nemaze bi zimanê me yê kurdî. Nivîsîn û axaftin bi zimanê me qedexe bû û gelê me bi tirs û saw dijî û hijmareke kêm û hindig ji wan nêzîkî hola nivîsandin û konevanî û hunerê dibû. Piştî van salan hijmara wan pir bûye û xwendevanên ziman jî pirbûne.
Lê ez dibînim pirtûkxaneya me ne gihaye asta bilind û demeke baş ji me re divê. Piştî van bûyeran hijmareke pir mezin derbasî hola nivîsîn û huner û wêje bûne, û ji ber ku rexnevanên me nînin û dezgehên me yên taybet nînin ku berhemên wan binirxînin û yên baş û çewt ji hevdû cuda bikin wê pirtûkxaneya me di asta normal de bimîne.

6-Diziya wêjayî li hemî welatan û di hemî civakan de hevpar e, lê di nav Kurdan de saziyek fermî ku bişopîne tune. Ev ji bo te tê çi wateyê?!
* Diziya wêjeyî celebeke pir zor û çewt e û weku we diyarkir me saziyên fermî nînin ku bişopînin û mafê nivîskar û berheman biparêzên. Gelek caran berhemên min hatine dizîn û min nekarîbû tiştekê bikim. Ev karê şaş pir giran û zor e ser berhemdar ji ber ku ew guvaja hest û ramanên wî ne. Ew guvaja salên dirêj ji ked û xebata wî di warê nivîsîn û lêkolînê de ye. Em bihêvîne ku dezgehên me yên fermî û berpirsiyarên wan li ser vê babetê rawestin û mafê berhemdar û berhemên wî biparêzin da ku çand û tore û wêjeya me serkeftî û di asta bilind de bimînin.

7-Rewşenbîr wekî zimanê gelê xwe tête nasîn, lê mixabin, heta li ser rewşenbîran bandora siyasetê heye û li bi teybet li Kurdistana Sûriyê çend sendîkayên nivîskaran hene, ev pirsgirêk çawa dikare ji holê were rakirin?
* Raste, rewşa me kurdan wisa ye. Ne hemî sendîke û rêxistinên me yên rewşenbîrî û wêjeyî bi partiyan ve girêdayî ne. Lê em dikarin tekez bikin piraniya wan wisa ne. Di nêrîna min de sedema herî giring ewe ku bêhtirîn kesên derbasî hola nivîsîn û wêje bûyên di van salên dawî de nemaze yên temenê wan mezin bûyî berhemên wan di pîvanên wêje û rewşenbîriyê de nayên pîvan. Wan piştî van bûyerên li welêt çêbûyîn dest bi van karan kirine, û hema dixwazin di demeke kurt de bigihin asta bilind ji navdarî û serkeftinê bi çi şêwe û awayan be xem nake. Hin kesên partîzan hene piştgirtiya wan dikin da ku ew ji wan û partiyên wan re kar bikin. Ji aliyeke dî ve çend kes ji wan hene ne bi partiyan ve girêdayî ne lê ew keysebaz in û dixwazin armacên xwe pêkbînin heta ku di rêyên nedurust re jî be.
Ez dibînim em dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin dema em derfetê bidin kesên xwedî dîrok û xwedî kar û xebat di warê çand û huner û wêje de. Ew werin sazî û yekîtiyên rewşenbîrî û çandî ava bikin li ser bingeheke rast û durust û nifşên nû ji keç û lawên me himbêz bikin û rêk û pêkên wêje û çand û hunerê li pêş wan ronî bikin.

8- Li gorî te rewşenbîrên Kurd û Nivîskar di vê qonaxa hestiyar de di asta pêwîst de bûn?
* Belê hijmareke baş ji wan di vê astê de bûn, lê ew bi tevahî negihane asta pêwîst. Weku min di bersiva bûrî de gut: pirbûna kesên me yên derbasî hola wêje û rewşenbêriyê bûyîn bê şert û merc û pîvan pirsgirêk çêkirin. Ez ne dijî piraniya nivîskar û rewşenbîran me, lê belê ez dibînim ku kesên van şert û mercan dixwe de nebîne bila xwe nede pêş û nebe kelem di rêya pêşketina wêje û çanda me de. Bila ew binivîse û xwe pêş bêxe lê hêdî hêdî û gav bi gav.

9- Heya em di pêşerojê de rola rewşenbîrên Kurd ên li civak û Siyasta Elmaniya bibînin û guherînek hevseng bi serûber bikin?
*- Di nêrîna min de ev bêhtir bi xort û ciwanên me ji keç û lawan ve girêdayî ye. Ew bi lêz û hêsanî fêrî zimanê Elmanî dibin û dikarin xwe û nivîkar û rewşenbîrên temen mezin û çand û wêjeya me bi gelê Elman bidin nasîn. Pir baş e xortên me bi kesên berhemdar re alîkar bin û bibin wergervan ji wan re bi taybet kesên ku nekaribin fêrî zimanê elmanî bibin.

10- Em di warê nivîsandinê de kêm caran ciwanan dibînin.Li gorî te sedem çi ye, tevî peydakirina gelek dezgehên ku bi Zimanê dayikê dinivîsînin ?
* Sedema yekem ewe ku ciwanên me bêhêvî mane ji tevgera me ya konevanî û dezgehên me yên rewşenbîrî çandî û ji rewşa gelê me bi tevahî. Pêşiyan nakarîne bingeha asê û xurt di van waran de ji wan re çêkin û pêkbînin. Ew behitî mane ji keysebazî û kedxwariya beşeke mezin ji navdarên me yên kevin û nû. Divê em hemî alîkar bin û kar bikin da em dezgehên nû çêkin û baweriya ciwanan bi tevgera kurdî ya konevanî û wêjeyî û rewşenbîrî bînin û vegerînin.

11-Gotina dawî tu çi dixwazî bêje?!
* Ez serkeftinê ji we û karê we re dixwazim û qefdek kulîlkên spasî û dilsoziyê diyarî we dikim û bihêvîme ku ez li gorî baweriya we bimînim.[1]
Cet article a été écrit en (Kurmancî - Kurdîy Serû) langue, cliquez sur l'icône pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 393
HashTag
Sources
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع http://www.welateme.net/ - 03-12-2022
Les éléments liés: 2
Biographie
Dates et événements
Groupe: Articles
Articles langue: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 03-12-2022 (2 Année)
Livre: Programme
Livre: Literary
Province: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Type de document: Langue originale
Technical Metadata
Point qualité: 99%
99%
Ajouté par ( ئاراس حسۆ ) sur 03-12-2022
Cet article a été examiné et publié par ( سارا ک ) sur 08-12-2022
Cet article a récemment mis à jour par ( سارا ک ) sur: 08-12-2022
URL
Cet article selon Kurdipedia de Normes n'est pas encore finalisé!
Cet article a été lu fois 393
Kurdipedia est des plus importantes sources d'information kurde!
Articles
Les Kurdes et la construction d’une contre-mémoire du génocide arménien
Bibliothèque
Kurdistan ou Arménie: tyrans ou martyrs
Articles
Insurrection urbaine dans l’espace kurde et Écologie sociale
Bibliothèque
L'AUGMENTATION DU TAUX DE SUICIDE CHEZ LES FEMMES KURDES
Articles
Les Kurdes en Irak : une communauté linguistique qui protège son identité nationale
Bibliothèque
Qui suis-je, kurde ou français(e)
Bibliothèque
Libérer la vie : la révolution de la femme
Bibliothèque
Réception de la littérature européenne dans les romans d'Orhan Pamuk
Articles
Province de Bitlis (1908-1915)
Articles
La Question kurde au Moyen-Orient: entre dynamiques régionales et reprises en main nationales
Biographie
Hamit Bozarslan

Actual
Bibliothèque
L\'Arménie dans le folklore Kurde
17-02-2014
هاوڕێ باخەوان
L\'Arménie dans le folklore Kurde
Bibliothèque
Documents du VIème Congres du PDK-I
28-01-2014
هاوڕێ باخەوان
Documents du VIème Congres du PDK-I
Bibliothèque
Les Kurdes d\'Irak
11-04-2014
هاوڕێ باخەوان
Les Kurdes d\'Irak
Bibliothèque
L\' Homme Debout
14-10-2016
هاوڕێ باخەوان
L\' Homme Debout
Bibliothèque
Documents du VIIème Congres du PDK-I
31-08-2017
هاوڕێ باخەوان
Documents du VIIème Congres du PDK-I
Nouvel élément
Bibliothèque
Kurdistan ou Arménie: tyrans ou martyrs
09-09-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biographie
Auguste de Jaba
29-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Réception de la littérature européenne dans les romans d\'Orhan Pamuk
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Qui suis-je, kurde ou français(e)
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
L\'AUGMENTATION DU TAUX DE SUICIDE CHEZ LES FEMMES KURDES
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Libérer la vie : la révolution de la femme
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Temps et espaces de la violence interne: revisiter les conflits kurdes en Turquie à l\'échelle locale
07-09-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
La révolution kurde. Le PKK et la fabrique d\'une utopie
05-09-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Osman Sebrî (Apo): Analyse Bio-bibliographique
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Quelles Frontières Pour Le Moyen-Orient ? - II
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Statistiques
Articles 523,701
Images 105,970
Livres 19,729
Fichiers associés 98,906
Video 1,422
Kurdipedia est des plus importantes sources d'information kurde!
Articles
Les Kurdes et la construction d’une contre-mémoire du génocide arménien
Bibliothèque
Kurdistan ou Arménie: tyrans ou martyrs
Articles
Insurrection urbaine dans l’espace kurde et Écologie sociale
Bibliothèque
L'AUGMENTATION DU TAUX DE SUICIDE CHEZ LES FEMMES KURDES
Articles
Les Kurdes en Irak : une communauté linguistique qui protège son identité nationale
Bibliothèque
Qui suis-je, kurde ou français(e)
Bibliothèque
Libérer la vie : la révolution de la femme
Bibliothèque
Réception de la littérature européenne dans les romans d'Orhan Pamuk
Articles
Province de Bitlis (1908-1915)
Articles
La Question kurde au Moyen-Orient: entre dynamiques régionales et reprises en main nationales
Biographie
Hamit Bozarslan
Folders
Bibliothèque - Province - Kurdistan Sud Bibliothèque - Province - À l'extérieur Articles - Province - À l'extérieur Bibliothèque - Province - Turquie Articles - Province - Kurdistan Bibliothèque - Province - France Bibliothèque - Type de document - Langue originale Articles - Type de document - Langue originale Bibliothèque - Type de document - Traduction Bibliothèque - Villes - Dahuk

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Contactez | CSS3 | HTML5

| Page temps de génération: 0.375 seconde(s)!