Özlem GALİP
Wergera Ji îngilizi: Ömer Deliîkaya
wêje û rexne
1. Ramanên Destpêkê
Berxwedana entelektûel û nivîskarên #kurd# yên ji #Bakurê Kurdistanê# ya bi armanca geşedana ziman û #wêjeya kurdî# ji bo rabêja romanî ya kurdî sûdmend bûye. Divê neyê jibîrkirin ku polîtîkayên welatê bicihbûnê ji hêla binavkirina wêjeya kurdî ve pir bi bandor e; di vê wateyê de, saya serê rewş û polîtîkayên lîberal yên li Swêdê, wêjeya kurdî bi taybetî ji 1980an bi şûn de li Swêdê, nemaze di cureyê romanê (roman genre) de zêdetir bi pêş ketiye. Wek mînak Mehmed Uzun (1953-2006) û Mahmut Baksî (1944-2000) yên ku bi salan li Swêdê sirgûn mane dikarin wek romanûsên herî berhemdar ên ji Bakurê Kurdistanê bên hesibandin.[1]
Cet article a été écrit en (Kurmancî - Kurdîy Serû) langue, cliquez sur l'icône
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 536