Bibliothèque Bibliothèque
Rechercher

Kurdipedia est des plus importantes sources d'information kurde!


Search Options





Recherche avancée      Clavier


Rechercher
Recherche avancée
Bibliothèque
Noms Kurdes
Chronologie des événements
Sources
Histoire
Collections de l'utilisateur
Activités
Rechercher Aide?
Publication
Video
Classifications
Élément aléatoire!
Envoyer
Envoyer l'article
Envoyer l'image
Survey
Vos commentaires
Contactez
Quel type d'information devons-nous!
Normes
Conditions d'utilisation
Point qualité
Outils
À propos
Kurdipedia Archivists
Articles de nous!
Ajouter Kurdipedia à votre site Web
Ajouter / Supprimer Email
Statistiques des visiteurs
Les statistiques de l'article
Polices Converter
Calendriers Converter
Vérification orthographique
Langues et dialectes des pages
Clavier
Liens utiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Langues
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mon compte
Connexion
L'adhésion!
Vous avez oublié votre mot de passe!
Rechercher Envoyer Outils Langues Mon compte
Recherche avancée
Bibliothèque
Noms Kurdes
Chronologie des événements
Sources
Histoire
Collections de l'utilisateur
Activités
Rechercher Aide?
Publication
Video
Classifications
Élément aléatoire!
Envoyer l'article
Envoyer l'image
Survey
Vos commentaires
Contactez
Quel type d'information devons-nous!
Normes
Conditions d'utilisation
Point qualité
À propos
Kurdipedia Archivists
Articles de nous!
Ajouter Kurdipedia à votre site Web
Ajouter / Supprimer Email
Statistiques des visiteurs
Les statistiques de l'article
Polices Converter
Calendriers Converter
Vérification orthographique
Langues et dialectes des pages
Clavier
Liens utiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Connexion
L'adhésion!
Vous avez oublié votre mot de passe!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 À propos
 Élément aléatoire!
 Conditions d'utilisation
 Kurdipedia Archivists
 Vos commentaires
 Collections de l'utilisateur
 Chronologie des événements
 Activités - Kurdipedia
 Aide
Nouvel élément
Bibliothèque
Kurdistan ou Arménie: tyrans ou martyrs
09-09-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biographie
Auguste de Jaba
29-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Réception de la littérature européenne dans les romans d\'Orhan Pamuk
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Qui suis-je, kurde ou français(e)
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
L\'AUGMENTATION DU TAUX DE SUICIDE CHEZ LES FEMMES KURDES
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Libérer la vie : la révolution de la femme
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Temps et espaces de la violence interne: revisiter les conflits kurdes en Turquie à l\'échelle locale
07-09-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
La révolution kurde. Le PKK et la fabrique d\'une utopie
05-09-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Osman Sebrî (Apo): Analyse Bio-bibliographique
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Quelles Frontières Pour Le Moyen-Orient ? - II
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Statistiques
Articles 519,056
Images 106,673
Livres 19,294
Fichiers associés 97,290
Video 1,392
Bibliothèque
L'Arménie dans le folklore ...
Bibliothèque
Documents du VIème Congres ...
Bibliothèque
Les Kurdes d'Irak
Bibliothèque
L' Homme Debout
Bibliothèque
Documents du VIIème Congres...
RÊYA DEWLEMENDÎ Û HEJARÎ… JI ERDEŞÊR TA BI MEXOLAN
Groupe: Articles | Articles langue: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Classement point
Excellente
Très bon
Moyenne
Mauvais
Mauvais
Ajouter à mes collections
Donnez votre avis sur ce produit!
Histoire des Articles
Metadata
RSS
Recherche dans Google pour les images liées à l'élément sélectionné!
Recherche dans Google pour l'élément sélectionné!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Bi pênûsa: HISÊN CIMO
Werger ji erebî: #Kendal Cûdî#
Karwanê bazirganî yê mezin ku ji 680 barên ku piraniya xwe caw û ta bûn, di Tîrmeha 1834`an de li Kurdistanê di bin serweriya Osmaniyan de, hate talankirin. Lê ev talaniya mezin ji aliyê rêbiran di bin fermandariya hevpemaniyeke xurt a qebîleyan li Bakur Kurdistanê(Qebîleya Celalî) li cihekî ku bandora dewleta Osmaniyan tune bû, pêk hat. Wa rêbiran li tixûbên Erzromê dest danîn ser karwanê bazirganî. Karwanvanan tevî leşkerî bi wan re, hewl dan ku li peyî rêbiran bikevin, lê encam negirtin. Lê rêbiran, ji ber kêmderfetên xwe, tenê ji eslê 680 baran, 450 bar birin û ev yek jî xwediyê kelûpelan matmayî kir.
Ji ber xisarên mezin ên inglîzan, ev bûyera talaniyê bû rojeva piraniya rojnameyên Birêtaniyê ye. Ji ber ku inglîzan kelûpelên xwe bê garantî firotibûn Farisan, lewra xisar bi tevahî kete ser milê wan.
Ev bûyer li rêyeke sereke ji rêyên dîrokî rû da, ku piştre wê ev rê di lêkolînên nûjen de bi rêya”Rêya Hevrîşim”ango”Rêya El-Herîr”were naskirin. Li ser vê rê kelûpel û hizir di navbera Rojhilat û Rojava de diherikîn. Her wiha hin bajar geş bûn û hin bajarên din jî winda bûn. Di hema demê de, hemwelatî koçber bûn û hinekî din jî ketin warê wan. Beriya niha bi 2 hezar sal dema ku ev rê derket ser dika dîrokê, rêyeke dewlemendî û şerên mezin bû. Her wiha rêyeke mizgînvanî û zordarî ya olî û rêyeke koçberkirin û qirkirina komî bû.
Di sedsala 1 û 2 ya zayînê di çaxê Dewleta Parthian(Parthian Empire) de, mizgînvanên Nestorians û Zaredeştan bi vê rêyê derbasî Rojhilat bûn. Her wiha di heman rê de, waizên Bûdîst kahînên xwe belav kirin heta ku gihîştin deryaya Spî û Misirê. Li ser vê rê, islam derbasî Asya bû. Di sedsala 16`an de jî, di dirêjahiya vê rê de ji Bexarî heta Tiprîzê Terîqeta Neqeşbendî belav bû. Wekî dîroknas Frankopan jî binav kirî, bi rastî “Rêya bawerî” bû. Her wiha di heman rê de, Mexolan derbasî nava cîhana islamî bûn. Qebîleyên ku ditirsiyan û birçî jî di heman rê de, ji Asya navîn derbasî Îran û Anadolê bûn û demografiya Rojhilata Navîn jî hate guhartin. Gelek caran û wekî bûyera talaniyê ya ku me li jorê anî ziman, ev rê bû sedem ku gelek şervanên ji komên paşguhkirî yên di hundirê împratoriyên windayîbûn de, pereyan qezenc bikin.
$Rêya dewlemendî û hejarî$
Welatê “Îran Şehr” bi geşbûn û paşketina bazirganiya navdewletî girêdayî bû. Îran Şehr jî navê kenvar ên Îranê bû beriya ku Yewaninstan navê bikin”Faris”. Piştre, bi rêya derbasbûna islamê nava Îranê, ev nav hate mayîndekirin.
Dema ku Erdeşîr Bin Babik Sasanî di sala 226`an de desthildarî bidest xist, wê demê bazirganan rêyên deryayî yên dervayî serweriya Împratoriya Parth a rûxandî de, bikar dianî. Ji ber aloziyên li Asya Navîn û rojavayî Çînê, rêya deryayî ji bo Çînê ku di wê demê bi xwe di nava aloziyekê de bû, hilbijêra herî guncav bû. Di encamê de, herdu rêyên deryayî li ser hesabê têkçûna rêya bejahî ya ku di Îranê re derbas dibû, geş bûn. Herdu rêyên deryayî jî ev in; Rêya ku ji Çînê dest pê dike, heta bendera Besra ya welatê Babilê û ji wir jî ber bi Romayê ve. Rêya din jî bi rêya Deryaya Sor ku ew jî li Romayê dawî dibe.
Gava yekemîn ku Erdeşîr pêk anî, vegerandina rêya bazirganî ya bejahî ji Çînê heta Îranê û ji herdu aliyan ve. Erdeşîr ev gava xwe di encama hewldana çend salan de pêk anî û di encamê de, gelek navendên deryayî yên hevrik li Kendav û Babilê, hilweşiyan. Erdeşîr bi dehan bajar ava kirin. Bi vê yekê, bingeha kevneşopiyeke dîrokî ya împaratorî danî; ku avakirina împaratorî bê dagirkirina erdîngariyeke berfireh ku gelek rêyên bazirganî digire nava xwe, ne pêkan e. Ev yek jî rave dike ku di dirêjahiya dîrokê de, çima herêmên cîran li dervayî împaratoriyan hatin hiştin, lê tenê şerên mezin li herêmên nêzî hev rû dane.
Îran, ber bi Asya Navîn ve serweriya xwe berfireh kir û dewleta Erdeşîr bû cîranê Çînê. Ronesansa Îranê bi bazirganî û qedexekirina avakirina navendên pêşktinê li dervayî serweriya xwe da ku nebe hevrik, navdar bû. Bi gotineke din, mirov dikare bêje ku pêşketin ji xwe re keysbaz dikir. Ji ber vê yekê jî, ji aliyekî ve operasyonên leşkerî û ji aliyê din ve jî avakirina bajarên nû, pêk hatin. Di encamê de, zêdetirî 20 bajarên niha li Îranê û Kurdistanê ketin bin serweriya Erdeşîr.
Herikîna kelûpelan a herî mezin, ji Rojhilat ber bi Rojava bû. Ev yek jî ji bo împaratoriyên Îranê, bû sûdek. Dema ku kelûpel digihîştin rêwîtiya xwe ya dawî, bi hevrûkirina dema ku derbasî welatê Faris dibe, temenê xwe dibû duqat. Împaratorê Bîzans, Justinian yekemîn (527-565) biryar da ku lîstoka Îranê bêbandor bike. Hewldana yekemîn a Justinian a dorpêçkirina Îranê bi rêya Deryaya Sor û Oqyanûsa Hindî, têk çû. Wekî Will Durant di pirtûka xwe ya bi navê”Çîroka Şaristanî” de gotî:”Farisên ku sînorê Hindistanê kontrol kiribûn, bacên giran li ser bazirganî feriz dikirin wekî ku di Îranê bi xwe re derbas bibe. Dema ku Justinian di vê rê de bi bin ket, avakirina benderên deryayî li ser deryaya Reş teşwîq kirin”.
Justinian giringiya bazirganî ya Deryaya Reş a heta wê demê cudakirî, derxist holê. Rêya bazirganî ya mezin ku ji bo Îranê rêya dewlemendî bû, lê ji bo Roma û Bîzansê rêya hejarî bû. Ji ber ku veguhistina kelûpelan rojhilatî ji hêza Ewropayê mezintir bû. Ev yek jî li gorî behaneyên ku Durant di”Çîroka Şaristanî” de û Toynbee di pirtûka”Kurte lêkolîna dîrokê”de vegotine, yek ji sedemên têkçûna aborî bû.
Bikaranîna vê hevkêşê di şîrovekirina têkiliya di navbera geşbûn û binketina Rojhilat de bi xaçerêka bazirganiyê ve, ta radeyekê şîroveyeke binirx bû. Serdemên paşê ên dema desthilata islamê û serdemên piştî wî jî vê yekê piştrast dikin. Balkêş e ku serweriya Ereban ya yekemîn heta dawiya serdema Umewiyan û piştre serweriya cihêreng a di sedema Ebasiyan de, li ser asta rêya bazirganî tu afirandinên cografîk çênekirin. Bexdad bi xwe jî wekî stasyoneke karwanan bû, nexasim rêya ji Tesfûnê(Paytexta dawî ya dewleta Sasaniyan). Bajarê Kofa yê başûrê Bexdadê, bajarê ereban yê herî mezin ku di dema islamê de hate avakirin. Ev bajar dervayî rêyên bazirganî yên mezin bûn di dewleta islamê de. Lê zêde dirêj nekir û têk çû. Lê bajarê Busrayê ku Ereban nêzî cihê wê yê berê(Abla) ava kirin, li ser lingê xwe ma û di aliyê bazirganî de geş bû. Bajarê Kofayê bajarekî leşkerî bû, Busrayê jî benderekî bazirganî bû.
Ev rêgez di nexşereya bazirganî ya gelek împaratoran de, hîşt ku Ereb ber bi rêyên çalakî serweriya xwe berfireh bikin da ku dahateyan ji Bilx a li Asya Navîn heta Deryaya Spî, bi dest bixin. Lê bê ku di rêbazê isistimarê de rêyeke cûda bigirin dest. Islamê guhartinên biçûk li ser rêya navendî ya herikîna bazirganî, çêkirin. Lewra, stasyonên sereke yên mezin bê guhartin wekî xwe man, ew jî derbasî Xerasan dibûn piştre Reyî û Esfihanê. Guhartina ku dewleta Ebasiyan çêkir, avakirina paytexteke nû Bexdadê di sala 762 zayînê de bû. Bexdad bû kombûna bazirganiya cîhanê wekî Babil beriya wê bi çend sedsalan. Dewleta Umawiyan ya beriya Ebasiyan jî, ne kêm dewlemendî bû, lê bajarên dîrokî yên li sr rêya tevgera sermayeya bazirganî di bin serweriya sîstemekî çînî yê cudakar ê zordest de bûn ku ji aliyê alîgirên Benî Umeya li Şamê dihate bikaranîn. Herêmên nû ku artêşên Musilmanan bi dest xistibûn, ji van derbeyên giran ku ji aliyê serdestiya kurt a Benî Umeya ya ku 90 salî dewam kir, zû bi zû baş nebû.
Di dema Ebasiyan de, “Sermayê koçber”vegeriya cihê xwe yê berê. Bi gotineke din vegeriya, destê bazirganên ne Ereb û serweriya nîjadî ya Erebî bi derbasbûna neteweyên din di xizmeta dewletê de, kêm bû. Her wiha bazirganî bû sedemeke lezgîn a binpêkirina şîretên Pêxmeberê Islamê Mihemed ê ku lixwekirina cilên hevrşimî heram kiribû. Li herêmê kargehên hevrşimî geş bûn û cilên hevrşimî”Cilên şerefê”xelîfeyê li Bexdadê diyarî dilsozên xwe kirin. Bi vê yekê, di serdema navîn de, musilman bûne barizganên mezin ên hevrşimî li cîhanê.
Lê ev yek temenê xwe jî hebû û navendên Sasaniyan ên kevin ji tixûbên Çînê heta Bexdadê geş bûn û bajarên nameya islamê(Meka û Medîne El-Minewere) di serdana Ebasiyan de hatin paşguhkirin. Di encamê de, piştî du sedsalan ku xelkê ereb bi awayekî mezin berê xwe didan bajarên Îranê, vê carê neteweyên li Îranê û Asya berê xwe dan navendên Ereban yên nû. Lewra bajarên Islamê yên dervayî Nîvgirava Ereban, heta astekê bûne bajarên cihêreng. Ev tevlîhevkirin û hevbendî heta roja îro li welatê Şamê û Rafîdeyîn heye.
Hevdîtina Kurdan û Tirkan
Dema ku qebîleyên Tirkan ên yekemîn di sala hezarî zayînê de ber bi rojava ve hatin, yekemîn hevdîtin di navbera Kurdan û Tirkan de çêbû. Wê demê qebîleyên Selocqiyan û yên din li Azrebicanê bicih bûn û qebîleyên Kurdan û Ermenan jê koçber bûn. Piştî çend salan, qebîleyên Tirkan dest danîn ser rêya bazirganî ya ji Asya Navîn heta Helebê, lê belê wê demê ne dema geşkirinê bûn, dema talankirin û desteserkirinê bû. Her wiha guhartina demografîk a nû li Rojhilata Navîn, bû sedema guhartina pêşketinê li welat. Piştî ku hemleya Kurd û Ereban ya li dijî serdestiya bedewî ya leşkerî ya Tirkiyê li Mûsilê têk çû, ji bo şer navxweyî di navbera Kurdan û Tirkan de çênebe, rêberekî Kurdan bi dewleta Selcoqiyan a xurt li Mûsil û Îranê lihevkirinek pêk anî. Di encamê de, artêşa Dewleta Merwaniyê ya Kurdan tevlî nava Selcoqiyan bû û bi awayekî hevbeş li dijî Pîzansê di yek giringtirîn şerê di sedsala 11`an de û yê herî giring ji bo qebîleyên Tirkan û Kurdan “Şerê Milazgir”di sala 1071`an de şer kirin. Di encamê de, Pîzans têk çûn û paytexta Ermeniyan Exlat hate wêrankirin û hilweşandin. Ji wê rojê de êdî nebû navedekê li wê herêmê.
Heta wan deman, tu hebûneke Tirkan li bajaran nebû. Ango tu bajarekî Tirkiyê nebû. Li gorî herikîna qebîleyan ji Asya Navîn ji sedsala 10 heta sedsala 13`an, tê payîn ku li Asya Navîn ji ber kêmbûna niştecihbûn li rojhilatê Deryaya Spî, guhartineke mezin a nifûsê çêbûye. Kurd di şerê Milazgir de bi artêşa Selcoqiyan re lihev hatin, lê ev lihevhatin di encama lawazbûn û fêlbaziyê bû. Li gorî nirxandinê lîderê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê Ebdulah Ocalan, Kurd bi tevlêbûna navan artêşa Selcoqiyan, rê li pêşiya qebîleyên Tirkiyê vekirin da ku ber bi Anadolê ve biçin.
Ev herikîn ji cîrantiya Kurdistanê ber bi Anadolê ve, di sed salên piştî şerê Milazgir de pêk hat. Lê bêgûman di vê navberê de, şerên navnxweyî yên car caran di navbera Kurd û Tirkan de rû da. Ev şerên navxweyî li gorî çavkaniyên dîrokî yên wê demê, di serdema Fermandarê Kurd Selahdîn Eyûbî pêk hat û ya herî xwînrij jî di sala 1185`an de li Mûsilê û Cezîrê pêk hat. Lê çavkaniyên di van serdeman de, xwe li ser van şeran bêdeng kirine.
Di encamê de, bazirganiya di navbera Îran, Anadol û welatên Şamê de, qut bû. Her wiha bajarên pêşketî li herêmên alozî û şeran di navbera Mûsil, Şehrezûr û Cezîrê de, wêran bûn. Di heman demê de, hejmareke zêde ya Kurd û Ereban ji Kurdistanê û Mezopotamiyayê koçber bûn. Hevdemî vê yekê, diyardeyeke din di demeke kurt de rû da û li dervayî vegotinên dîrokî ma; ew jî hebûna qebîleyan Ereban li bajar û mêrgên ku berê bi awayekî mezin lê bicih bûbûn, nema. Wekî Esfehan, Hemezan û Şîraz. Lê li hemberî vê yekê jî, Kurdan di wê demê de xwe ji xeteriya ku Tirk xwe li cihê Kurdan bicih bikin, parastin. Lê ev yek bû sedem ku Kurdistan serweriya xwe ya herêmî jidest bide û bû eniyeke bi Tirkiyê ku Kurdan xwe jê dûr digirtin. Bi vê yekê, giraniya niştecihbûna Tirkan derbasî herêma rojavayê Firatê bû: Welatê Rom.
Di demeke ku serdema Ebasiyan sala 1258 de rastî derbeya Mexolan dihat, navendên ereban ên bazirganî wekî Meka navenda islamê, ber bi tunebûnê ve diçû. Her wiha Ereb jî di dewleta Islamê de, bûne kêmnetewe. Di heman demê de, Kurd serxwebûna xwe ya rêveberî ji dest dan û bajarên rojhilat di dirêjahiya sê sedsalan, bûne navendên şerên giran ên navbera şaxên qebîleyên Tirkan ên ku dihatin herêmê. Di wê pêvajoya dîrokî de, herêma rojhilatê Deryaya Spî di aliyê wêrankirina bajaran û serdestiya Bedewiyan, bû wekî deştên Asya Navîn.
Rêxistinkirina Mexolan ji bazirganî re
Tevî belavbûna navê hevrîşmî, lê hevrîşmî ne kelûpelê serek yê di navbera Rojava û Rojhilat de bû. Li gorî zihinyeta desthildariya hakim, bazirganî jî dihate guhartin.
Dewletên bazirganî di sedsala 13`an de, berê xwe dan başûrê Ewropayê, nexasim Cenwa û Bundiqiye da ku stasyonên bazirganî yên mezin li beşên Bîzansê û Deryaya Reş ava bikin. Di wê demê de, bazirganiya koleyan bi awayekî mezin pêşket, lê vê carê ne wekî xizmetkar wekî şervan. Dîroknas Peter Francoban jî hin guhartinên di vî warî de, di pirtûka xwe ya bi navê”Rêya Hevrişmî” anî ziman. Francoban bal kişand ser sekandina giyanê bazirganî yê Cenwa û Bundiqiye li pêşberî fermanên Baba yên qedexekirina firotina koleyan ji Musilman re di dawiya şerên Xaçeperestan.
Di encama vê yekê de, diyardeyek derket û guhartinên bingehîn di aliyê siyasî û leşkerî de li rojhilat çêbûn, dema ku Memalik wekî hêzekê serwerî li ser navendên desthildariyê yên sereke li Misir û welatê Şamê, kirin. Dema ku herêm tenê bi nav ji aliyê xelîfeyên Ebasiyan ve dihate birêvebirin, di rojên xwe yên dawî de dewletê bac giran kirin û gihîşt astekê ku ji sedî 30 bac li ser kelûpelên derbas dibin, werin ferizkirin. Ji ber vê sedemê, gelek bazirganên ji Asya û Ewropayê rêya Deryaya Reş bikar dikanîn. Hevdemî vê yekê jî Mexolan di serdema Cengîzxan de, dest bi tevgerê kirin û destpêka Rêya Hevrişimî, Asya Navîn û Qizwîn kontrol kirin. Tevî hêza wêranker a leşkerî ya Mexolan, lê navê wan di dîrokê de wekî hêzekê ku dikaribûn bazirganî birêve bibin hate nivîsandin û bi awayekî mezin bac li ser karwanan kêm kirin. Ev yek bû sedem ku rêya ji bakur a ku di Deryeya Reş re derbas dibû heta Qistentîniyê û Ewropayê, xurtir bibe.
Ji bo Mexolan navenda cîhanê Çîn bû. Eger ne ji bûyer bazirganan bûye, Cengîzxan êrişî cîhana islamî nedikir. Cengîzxan di sala 1218`an de, 450 bazirganên musliman ên alîgirên xwe rêkirin dewleta cîran a bi hêz li rojava ango dewleta Xewarizmî. Yek ji wezîrên Sultan Xewarizmî bazirgan bi tawana sîxûrtiyê kuştin. Cengîzxan di wê demê de, li jinûve vekirina rêya Xuresan a bazirganî dikir ku di serdema navîn de bi vî navî dihat naskirin. Lê hewldana wî ya bi rêbazê aşitiyê, têk çû.
Vegera Marco Polo ji welatê Mexol li welatê xwe Bundiqiyê sala 1292, xweza veguhistina di navbera rêya deryeyî û bejahî di serdema Mexolyan de, destnîşan dike. Ne veguhistina kelûpelan rêwîtiya yek ji wan rêyan diyar dikir, ji ber ku gelek caran şerên navexweyî li ser rêya bejahî rû didan. Şansê Marco Polo baş bû dema ku împarator Kublai Xan rêwîtî li ser wî qedexe kir, dema ku mîrê Mexolî yê ku welatê Faris hukim dikir, bûkek ji paytexta dayîka gelên Mexol(Qeraqorim) xwest. Ji ber ku wê demê şer di navbera qebîleyên Teter de li ser rêya bejahî rû didan, biryar hate dayîn ku karwanê bûkê di rêya deryeyî ji Çînê heta Îranê, derbas bibe. Ji ber vê yekê jî pêwîstî bi Marco Polo û bav û apê wî hebû. Ji ber ku ev hersê jî di rêyên deryeyî de pispor bûn. Ji ber ba û bahozan, ev rêwîtî du salan dewam kir û hindik ma bû ku bêhêvitî li ser Marco serwer bibe.
Bajarên ku bazirganiya tranzîtê diparastin, bi awayekî lezgîn vedigeriyan jiyanê. Ji ber vê sedemê jî, bajarê Îranê Esfehan pişî wêraniyê, jiyan lê vegeriya. Piraniya caran dagirkeran, ev bajar ava kirin da ku ji taybetmendiyên wê sûd bigirin. Piştî sed salan ji wêrankirinê ji aliyê Hulagu ve, gerokê Fasê Ibin Betota(1304-1377) di gera xwe ya li Çînê de, serdana bajarê Esfehan kir. Ibin Betota tiştên ku der barê comerdiya xelkê bajarê ji mêvanan re bihîst, nivîsand û da zanîn ku xelkê bajar mêvan pêşwaz dikirin û li ser agirê mûmê xwarin ji wan re çêdikirin, her wiha hinek xelkê din jî bi awayekî baştire xwarin hazir dikirin û li ser cawê hevirşimê, xwarin çêdikirin.
Serdemên geşbûnê li Îranê diyar dike ku ew bingeha desthildariyê ye û di demên ku Mexolî di bajarên Îranê de belav dibûn, Îran bû navenda xanedanên Mexolan. Lewra jî rêya Xuresan a karwanan a kevin bû sedem ku bajarên Îranê jinûve geş bibin û Bexdad hate paşguhkirin. Cara yekê ye ku di serdema 4 sedsalan de, bazirganî ji destê Bexdadê derdikeve û vedigere rêyên Barthê yên beriya Sasaniyan. Bexdad ne tenê li pêşiya Esfehan paşde vegeriya, lê belê li pêşiya Tiprîzê ku bi saya xeta bazirganiya navdewletî ku têre derbas dibû geş bû, paşde vegeriya. Tiprîz di sedsala 14`an de bû paytexta Mexolan ên ku tevlî nava musilmatî bûn.[1]
Cet article a été écrit en (Kurmancî - Kurdîy Serû) langue, cliquez sur l'icône pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 498
HashTag
Sources
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://nlka.net/- 23-12-2022
Les éléments liés: 1
Dates et événements
Groupe: Articles
Articles langue: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 27-08-2022 (2 Année)
Livre: Social
Livre: Histoire
Party: ISIS
Province: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Type de document: Langue originale
Technical Metadata
Point qualité: 92%
92%
Ajouté par ( ئاراس حسۆ ) sur 23-12-2022
Cet article a été examiné et publié par ( سارا ک ) sur 25-12-2022
Cet article a récemment mis à jour par ( سارا ک ) sur: 25-12-2022
URL
Cet article selon Kurdipedia de Normes n'est pas encore finalisé!
Cet article a été lu fois 498
Kurdipedia est des plus importantes sources d'information kurde!
Bibliothèque
L'AUGMENTATION DU TAUX DE SUICIDE CHEZ LES FEMMES KURDES
Bibliothèque
Kurdistan ou Arménie: tyrans ou martyrs
Articles
Insurrection urbaine dans l’espace kurde et Écologie sociale
Biographie
Hamit Bozarslan
Articles
Les Kurdes en Irak : une communauté linguistique qui protège son identité nationale
Articles
Les Kurdes et la construction d’une contre-mémoire du génocide arménien
Bibliothèque
Libérer la vie : la révolution de la femme
Bibliothèque
Qui suis-je, kurde ou français(e)
Articles
La Question kurde au Moyen-Orient: entre dynamiques régionales et reprises en main nationales
Bibliothèque
Réception de la littérature européenne dans les romans d'Orhan Pamuk
Articles
Province de Bitlis (1908-1915)

Actual
Bibliothèque
L\'Arménie dans le folklore Kurde
17-02-2014
هاوڕێ باخەوان
L\'Arménie dans le folklore Kurde
Bibliothèque
Documents du VIème Congres du PDK-I
28-01-2014
هاوڕێ باخەوان
Documents du VIème Congres du PDK-I
Bibliothèque
Les Kurdes d\'Irak
11-04-2014
هاوڕێ باخەوان
Les Kurdes d\'Irak
Bibliothèque
L\' Homme Debout
14-10-2016
هاوڕێ باخەوان
L\' Homme Debout
Bibliothèque
Documents du VIIème Congres du PDK-I
31-08-2017
هاوڕێ باخەوان
Documents du VIIème Congres du PDK-I
Nouvel élément
Bibliothèque
Kurdistan ou Arménie: tyrans ou martyrs
09-09-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biographie
Auguste de Jaba
29-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Réception de la littérature européenne dans les romans d\'Orhan Pamuk
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Qui suis-je, kurde ou français(e)
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
L\'AUGMENTATION DU TAUX DE SUICIDE CHEZ LES FEMMES KURDES
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Libérer la vie : la révolution de la femme
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Temps et espaces de la violence interne: revisiter les conflits kurdes en Turquie à l\'échelle locale
07-09-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
La révolution kurde. Le PKK et la fabrique d\'une utopie
05-09-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Osman Sebrî (Apo): Analyse Bio-bibliographique
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Quelles Frontières Pour Le Moyen-Orient ? - II
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Statistiques
Articles 519,056
Images 106,673
Livres 19,294
Fichiers associés 97,290
Video 1,392
Kurdipedia est des plus importantes sources d'information kurde!
Bibliothèque
L'AUGMENTATION DU TAUX DE SUICIDE CHEZ LES FEMMES KURDES
Bibliothèque
Kurdistan ou Arménie: tyrans ou martyrs
Articles
Insurrection urbaine dans l’espace kurde et Écologie sociale
Biographie
Hamit Bozarslan
Articles
Les Kurdes en Irak : une communauté linguistique qui protège son identité nationale
Articles
Les Kurdes et la construction d’une contre-mémoire du génocide arménien
Bibliothèque
Libérer la vie : la révolution de la femme
Bibliothèque
Qui suis-je, kurde ou français(e)
Articles
La Question kurde au Moyen-Orient: entre dynamiques régionales et reprises en main nationales
Bibliothèque
Réception de la littérature européenne dans les romans d'Orhan Pamuk
Articles
Province de Bitlis (1908-1915)

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contactez | CSS3 | HTML5

| Page temps de génération: 0.672 seconde(s)!