Nesîm şemo
Sersala Êzîdyan bi xêr û berekat li me vedegere di roja Çarşemê de 17-4-2019, vê cejnê li hemû Êzîdiyên li Kurdistanê û yên Cîhanê pîroz dikim. Hevî dikim ev cejne bibe wesîleya aştîyê û li hemû gelan û li mirovahyê pîroz be.
Di ola Êzdiyatiyê de hebûn, pîrozî, hêza xwedê tê xuyakirin riya cejin û rû û resmên olî tên diyar kirin.
Di tu olan û zimanan de nav û wateya Xwedê weke ku di zimanê kurdî de ye bi sifatê xwe, xwe nedaye der, di sebeqa qewlê Silavê Cibêra hatiya diyar kiri:
Sultan Êzîd bixwe padîşa ye
Hezar û yek nav li xwe dana ye
Nave mezin her xweda ye
Gelek cejn û şahiyên Êzîdiya hene, yek ji wan cejna sersalê ye. Dîroka vê cejnê ne diyre e, ji ber ku girêdayî avabûna dinyeyê û dawiya demsala zivistanê ye.
Ev cejin li gorî salnemeya Şerqî ( Rojhilatî ) dikeve Çarşema yekemîn a meha Nîsanê. Ev cejin herî pîroz û kevin tê dîtin, ji ber ku cejina afiradina gerdûnê û nûbûna xwezayê ye û despêka buharê ye.
Ev cejin cejina TAWiSÎ MELEKE ( Seroke Milyaketan). Tawêsî Melek ji aliyê Xweda ve ji esemen ber bi erdêve hatiye şandin. Bi hatina Tawisî Melek a erdê, erd ji nûve jîn dibe û dibe bihar û bihar ji bi rengê xwe dixemile. Ev cejn girêdayî guhertina di xwezayê de ye.
Di 24 Adarê de şev û roj mîna hev lê hev tên: piştî çend rojan li pişt vê cejinê, ev cejn tê. Û dibe despêka sala nû.
Di qewlê Çarşemê de hatiya gotin:
Li Çarşembê xweş bû jiyan e
Kesk bûn dişt û çiya û zevî û zozan e
Hemû bi kerameta padşayê minî ezdan e
Roja Çarşem di ola Êzdîytî de weke roja avakirina dinyayî ye û ruh di vê rojê de dikve bedenê Adem de. Di sebeqa qewlê Afirandina Kinyatê hatiya qotin:
Xwedayê min Înê kir esas e
Şemiyê birî bû kiras e
Çarşemê kir xelas e
Ev cejn weke cejina afirandinê tê naskirin, ji ber ku dinya weke dureke sipî bû. Bi fermana xwedê ev dur di teqe. Di sebeqa olî de hatiya gotin:
Padşayê min havêv avête behirê
Behr pê mayan e
Dixanek jê durê xaneyanê
Heft tebeq erd û esman pê nijana ne
ji vê durê çar hêman pêk tên: ax, av, ba û agir. Piştî wê gerdûn ji bejahî qut de bi.
Beriya ku gerdûn tû teşeyekî hebe û weke xumamiyekî ye, xweda taqeteke zêde lê dike û çar hêman ji gerdûnê cêdinin êv hêman ax, av, ba û agir in.
Bi heman awayî beriya ku taqatek li hêkê were kirin hêk ji di hundir de teşe û hizek dibe û hemanên hêkê ji hev cuda dibin. Xwe de bi
Ev cejn cejna xuliqandinê ye û ji ber ku xwedê Adem di vê rojê de xuliqandî ye û jiyan despê kir. Di sebeqa olî de tê gotin:
Xwedanê min rehman e
çar qismet li rûyê erdê dane
qalibê Adem jê nijinan e
li Laleşa Nûranî rê û rismên vê cejnê roja Sêşem ê êvarî despê dike. Bi beşdarbûna civata rûhanî û hejmarek ji oldaran, dîlana olî tê gerandin ya bi nave SEMA ye. Bi dengê def û şebabê li dore agir û berovajî gerandina saetê, bi guvendg gelek hêdî û lîlendina jinan SEMA tê gerandin, herwiha ev dîlana SEMA di gelek cejn û şahiyên olî de tê gerendin.
Her wiha di êvara Sêşemê de li seranserî Laleşa Nuranî 365 çira tên pêxistin. Hejmara wan çire yen nîşena hejmara rojin sala nû ne.
herwiha pêxistena çireyen mizgînya sala nû, nûbûna jiyenê û dawiya zivistenê ye.
Li gund û bejaran jin hêkan dikelînin û renge reng dikin. Li gel şêraniya ku hatiye çêkêrin û fêkiyan û ew hêkên ku hatine rengandin li cîrana tên belavkirin.
Keç û xortên ciwan xecxecokan kom dikin û sibehiya roja çejnê wan xecxecokan û qalikên hêkên rengkirî bi heriyê li deriyê malên xwe didin. Ew jî ji bo sala nû re tê wateya hatina xêr yê.
Sibeha cejnê malbat diçin seredana goristanan û paşre malbat ziyerta hev dikin.
Di vê cijnê de lîsteka şkendina hêkan jî heye û ew listekek serkeya ku tê lîstin. Ew lîstek di navbera malbat, gundan û her kesekî de tê lîstin. Di lîstikê de hêk li hev tên xistên, heka kê bişke hêka xwe dide yê din.
Kesên cotkar qalikê hêkên renkirî li nava zeviyên xwe belav dike, be vê belavkirina qalikan zevî tê pîrozkirin û hêviya zêdabûna berhemên zeviya tê xwestin.
Ji ber ku ola Êzdiyatiyê kevintirin ola xwezayî ye, hemû cejn û şahiyên wê bi xwezayê ve girêdayîne. Pîroziya mehe Nîsanê girêdayî sersalê ye, luma di meha Nîsanê de zewac guneh tê dîtin, ji ber ku meha Nîsanê mîna bûka xemilandiye û ji bilî xwe kesekî din qebûl nake. Di vê mehê de erd nayê cot kirin, dar nayên birîn û gul nayên qut kirin, ta ku xweşikbuna xwezayê xerab nebe.
Ez vê cejnê li hemû civaka Êzîdî pîroz dikim hêvî dikim ev cejin li ser destê QSD, YPG û YPJ bi be roja tune kirina çeteyên DAIŞ ê û rizgar kirina hemo êsîrên Êzîdî yên di destên wan çeteyan de.[1]