$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Harûn Firat
Nav paşnav: Yûnûs Alkan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Gulser-Osman
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Harûn li navçeya Westan (Gevaş) a Wanê ku bi çanda berxwedanê ya li dijî dagirkeran pêşxistiye û navendek girîng a herêma Serhedê ye, hatiye dinyayê. Hevrêyê me yê ku di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bûye, ji zarokatiya xwe ve bi têkoşînê re têkiliyên xwe yên nêz ava kiriye. Tevlêbûna du kurapê wî di nava Têkoşîna Azdiya Kurditanê de û şehadeta hevrê Harûn Firat (Mehmet Alkan) bandorek mezin li ser hevrêyê me Harûn kiriye. Hevrêyê me ku timî êrîşên qirkirinê yên dagirkeran di kûrahiya dilê xwe de hîs kiriye û li hemberî vê yekê timî bi hêrs bûye, hevrê Harûn di sala 2014’an de berê xwe dide çiyayan û ji axa ku lê dayik bûye û mezin bûye tev li nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe.
Hevrêyê me perwerdehiya xwe ya gerîla bi awayek serkeftî temam kir û derbasî qada Xakurê bû. Hevrê Harûn, timî li ser bingehê serkeftinê nêzî xebatên şoreşgerî dibû û bi helwesta xwe ya ji rêz û dîsîplînê tawîz neda, timî bi sekna xwe ya fedaî û tevlêbûna xebatan balê dikişand. Hemû kêliyên jiyana xwe ji bo azadiya gelê me da û ji bo kûkirina felsefeya Rêber Apo timî di nava lêhûrbûnê de bû. Hevrê Harûn, cihê xwe di nava Hêzên Taybet digre û rêya fedaîtiyê dixe navenda jiyana xwe ya şoreşgerî. Hevrê Harûn bi biryardarî di şexsê Şehîd Harûn Firat de hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, bi bigihîne serkeftinê, ala têkoşînê ya ku mîrateya xwe ji şehîdan wergirtiye bi serbilindî hilgirt.Hevrêyê me ku li ser bingehê tevlêbûna Zîlanê ji xwe re esas girt, bi helwesta xwe ya bi biryar, kesayeta xebatkar û şêwazê şerê fedaî bû milîtanek pêşeng. Hevrê Harûn di qada hunerê de jî xwe pêşxis. Hevrê Harûn ê ku xwedî dengekî xweş, her strana xwe bi hîskirina Rêber Apo û şehîdên me yên nemir distira.Ew xwedî helwestek rêxistinî ku ji prensîban tawîz nade û di her hawîrdora ku tê de kêmahî qebûl nedikir. Hevrê Harûn li cihê li bû, tu carê ji rêgezan tawîz nedida. Hevrêyê me ku bi beşdarbûn û sekna xwe ya jiyanê ve girêdayîbûna xwe ya bi rêgezan diafirîne, bi moral, xwerûtî û kesayeta xwe ya bi hêz di dilê hevreyên xwe de cihek ku nayê jibîrkirin girtiye.Di erkên girîng ên rêxistina me de cih girtiye, ku pê baweriyeke bilind, hesasiyet û beşdariyeke bi biryardar bi salan ev berpirsyarî bi awayekî serkeftî bi cih aniye. Hevrê Harûn gihiştiye rûmeta têkoşerên fermandarên me yên nemir Şehîd Savaş Mereş û Şehîd Cumalî Çorûm û ji bo tiştên ku ji wan hîn bûye veguherîne jiyanê, her tim di nava hewldanan de bûye.
Hevrêyê me yê ku şervanek fedaî û fermandarekî pisporê taktîkên gerîlayê serdema nû, derbasî Zapê bû, bû yek ji hevrêyê me yên ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker li ber xwe da û derbên giran li dagirkeran xist. Hevrê Harûn di serkeftina Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Ciloyê Biçûk, Qela Bêdewê, Ertûş, Kûnîşka û gelek qadên Zapê di nava timên bitevger de cih girt. Her gava ku diçû ser dijmin, bi hêrsa li hemberî dijmîn û bi ruhê Apoyî li dijmin xist. Hevrê Harûn li ser xeta fedayiyan meşiya û bûye milîtanê xeta serkeftina partiya me. Hevrê Harûn bi hevrêyên xwe re derbên giran li dijmin ên ku dixwestin derbasî qada Berxwedanê ya Saca bibin da û li eniyên şer ên Şehîd Xursî pêşengiya berxwedana dîrokî kir. Jiyan û şerê fedaî yê hevrê Harûn ê ku di berxwedana dîrokî ya Zapê de hemû berpirsyariyên xwe bi cih anî û bi dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan re bû milîtanekî hêja yê partiya me, bêguman wê ji aliyê hevrêyên wî veşer bi serketinê were tacîdarkirin. [1]