$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Cemal Serhed
Nav paşnav: Gulum Ozden
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Felek-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Serhed 11-05-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Cemal Serhd li Agirî çêbûye û li nav malbateke welatparêz mezin bûye. Ji ber destengiya aborî weke gelek malbatên welatparêz mecbûr mane ku koç bikin. Hevrêyê me hê zû têkoşînê nas dike, ji aliyekî ve jî karên cihê dike û keda madî li aboriya malbatê zêde kiriye û li aliyê dî jî tevlî nav xebatên ciwanan bûye û destek daye têkoşîna azadiyê ya gelê me. Hevrêyê me yê ku zext û zordariya pergala faşîst û mêtinger rasterast dîtin xeta têkoşînê tim geş kiriye, sala 2014'an tevlî nav refan bûye. Hevrêyê me ku li Botan, Metîna gerîlatî krî, tecrûbeya gerîlatiyê geş bûye û sala 2016'an derbasî qada Serhedê bûye û li dijî dagirkeran têkoşîneke karîger kiriye. Hevrêyê me ku di gelek çalakiyan de cih girtî, di demeke kurt de bûye gerîlayekî zîrek. Di jiyan û hevrêtiyê de her tim pêşengî kiriye, tim xeta Rêberî û şehîdan parastiye. Hevrêyê me ku di her pratîka xwe de serkeftin dayî ber xwe li refên Partiyê bi têkoşîna karîger ku dayî bûye milîtanekî leheng ê felsefeya Rêbe Apo. Bi kesayataiya xwe ya jidil û kedkar hevrêyê me Celal kiriye ku hevrêyên wî jê hez bikin û hurmetê bidinê. Hevrêyê me Cemal her demê wê di têkoşîna me de bijî.[1]
Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône
pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 1,382
Donnez votre avis sur ce produit!