$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Çekdar Ararat
Nav paşnav: Sînan Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Hatîce-Nîzamettîn
Dem û cihê şehadetê: Serhed 11-05-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Çekdar li bajarê serhildanê li Agiriyê, li nava malbateke welatparêz û kedkar ji dayik bû. Ji ber van taybetmendiyên malbata xwe hîn di zarokatiya xwe de hînî kedê bû. Ji ciwantiyê û pê ve dest bi lêpirsîna rastiya dijmin û rewşa gelê xwe kir. Di encama vê lêpirsînê de gihîşt encamên girîng û bi taybetî zilm, zext û polîtîkayên qirkirinê yên dijmin li ser gelê me dimeşîne fêhm kir. Li serv ê bingehê li hemberî dijmin bû xwedî hêrsdeke mezin û kete nava lêgerîna têkoşîneke li dijî dijminê har. Hevrêyê me Çekdar bi vî rengî bi baweriyeke mezin bi partiya me PKK'ê ve hate girêdan û di demeke kurt de tevlî nava refên gerîla bû, bi vî rengî dest bi têkoşîneke çalak a şoreşgerî kir. Hevrêyê me Çekdar ku li qada Serhedê tevlî nava refên gerîla bû, bi avantaja gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê xwe di demeke kurt de perwerde kir û bû gerîlayekî azadiyê yê şareza. Li qada Serhedê bi dorê li Tendurek, Kirê Kor û Gilîdaxê gerîlatî kir û bi sekna milîtaniya Apoyî, rêbaza karê encamgir di her karî de serketî bû. Tevlî gelek karên krîtîk bû û hem bawerî da gelê xwe hem jî da hevrêyên xwe. Şert û mercên şer çawa dibe bila bibe xwe perwerde kir, kûrbûna di felsefeya Apoyî de ji xwe re kir yek ji armancên sereke. Bi perwerdeyên wergirtî di kesayetiya xwe de guhertinên girîng kir û bû milîtanekî PKK'ê yê bi mînak. Hevrêyê me Çekdar giraniya şert û mercên şer û şoreşê di her kêliyê de hîs kir û ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe timî bi pêş ve bir. Bi biryardarî û îdîayeke mezin tevlî gelek çalakiyan bû, bi vî rengî derbên giran li dijmin xist û di têkbirina dijmin a li qada Serhedê de bû xwedî kedeke mezin.[1]
Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône
pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 1,315
Donnez votre avis sur ce produit!