$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Avşîn Serdem
Nav Paşnav: Emîne Akdogan
Cihê Bûyinê: Şirnex
Navê Dê û Bav: Kamer – Halîl
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 24-08-2019 /Qadên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Avşîn li Şirnex-Elkê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Ji ber welatparêzbûna malbatê û di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de berdêldayî ye û gelek şehîdên xwe hene hevrêya me Avşîn Partiya me pêşî bi rastiya şehîdbûnê nas kiriye û bi rengekî ku jê qut nebe pê ve hatiye girêdan. Her wiha ji ber guherînên ku têkoşîna me ya gerîla li nav civaka Kurdistanê çêkiriye û bêrîkirin û lêgerîna li azadiyê ya ku bi jinan re derxistiye holê kiriye ku hevrêya me Avşîn hez ji Partiya me û têkoşîna gerîla bike û bibe dilxwaz. Bi vê çarçoweyê dema ku zanîngeh dixwend tevlî nav xebatên ciwanan bûye û bi asta pêşengî xebat kiriye. Li qadên ku lê xebat kirî her çendî bi asta pêşengî xebat kiribe jî her demê xwestiye ku bib gerîla, tim bêrî lê kiriye ku li bilindcihên çiyayên Kurdistanê be, ku bêhna azadiyê ji wan tê.
Hevrêya me Avşîn sala 2016'an tevlî nav refên gerîla dibe ku tim xewn û xeyala wê bû. Zû hînî çiyayan dibe, hêla çiyayan u mirovan azad dike di demeke zû de keşf dike û bi gavên jixwebawer di rêwîtiya azadiyê de gavan davêje. Hevrêya me Avşîn b rengê jiyanê yên di pîvana jiyana azad de û bi nirxê ku dayî hevrêtiyê di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girtiye. Li ser Îdeolojiya Rizgariya Jinê perwerd dike her wiha bi perwerdehiya hevrêyên xwe re jî têkildar dibe, ji bo ku bibin milîtanên Apoyî pir kedê dide. Her wiha azadiya xwe û hemû jinan di azadiya Rêber Apo de ditiye, diyar kiriye peywira herî sereke ku bi ser bixe azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Hevrêya me Avaşîn ku xwerûbûn, ked û dilnizmiya xwe bûyî jina şoreşger a mînak, her demê wê bibe pêşeng ji me hevrêyan re.[1]