$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Hogir Deravî
Nav paşnav: Ahmet Dûman
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Asya-Omer
Dem û cihê şehadetê: 08-10-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Hogir di nav malbateke welatparêz a eşîra Ertûşî ji dayik bûye. Bi bandora derdor û malbatê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kiriye û bûye sempatîzanê wê. Hevrê Hogir wekî ciwanên Kurd ên xwedî wijdan dema ku partiya me nas kiriye, tevlî nav xebatên şoreşê bûye. Wî asta xwe ya tevlêbûnê tu carî wekî asteke baş nedîtiye,biryar daye ji bo azadiya gelê me zêdetir têbikoşe û li ser vî esasî tevlî nav refên gerîla bûye.
Hevrê Hogir li Avaşînê tevlî nav refên gerîlayan bûye, wî jiyana xwe ya şoreşger li Avaşînê derbas kiriye û bi Avaşînê re bûye yek. Wî li her qada Avaşînê xebat meşandiye û tecrubeyeke xurt stendiye. Bi serweriya xwe ya li ser eraziyê di dema pêvajoya şer de roleke mezin lîstiye û di berxwedana dîrokî de bi coşa ciwanî û tecrubeya şer pêşengtî kiriye. Hevrê Hogir bi kesayetiya xwe ya xwezayî û enerjîk ji bo hevalên xwe bûye çavkaniya moral û di heman demê de bi helwesta xwe ya li qada şer û bi hêrsa li hemberî dijmin bawerî daye hevrêyên xwe. [1]
Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône
pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 362
Donnez votre avis sur ce produit!