Mustafa ZENGİN
=KTML_Bold=Kurte=KTML_End=
Li gor Pêşgotina pirtûka #Meryemnîgarê# , ev berhem yek ji berhemên xebata perwerdeya folklorê ya sala 2017an e. Ev perwerde ji alîyê Weqfa Mezopotamyayê ve hatîye lidarxistin û di encama wê perwerdeyê da jî 10 berhemên folklorê gihîştine ber destê Weqfê. Pirtûka Meryemnîgarê jî yek ji wan berheman e ku di sala 2019an da bi edîtorîya Bahoz Baranî hatîye çapkirin. Çîrok û xebroşkên di pirtûkê da ji alîyê Evîndar Şevînê ve li herêma Mêrdînê li Qosarê hatine berhevkirin. Şîndar di sala 1986an da li navçeya Çinarê ya Amedê hatîye dinyayê. Li Zanîngeha Enqereyê beşa civaknasîyê xwendîye û endamê lijneya kovara “Folklora Me”yê ye. Pirtûka Meryemnîgarê ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem da, yazdeh çîrok, di beşa duyem da jî heşt çîrok hene. Çîroka Meryemnîgarê ya ku navê xwe daye pirtûkê, bi du varyantên hindik ji hev cuda di beşa yekem da cih digire. Herweha çîroka bi navê “Emo û Tisê”yê jî bi du varyantên xwe di pirtûkê da cih digire.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=477554&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=انقر لقرائة Nasandina Pirtûka “Meryemnîgarê”=KTML_Link_External_End=
Cet article a été écrit en (Kurmancî - Kurdîy Serû) langue, cliquez sur l'icône
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 661
Donnez votre avis sur ce produit!