Navê pirtûkê: EY REQÎB - DÎWAN
Navê nivîskar: Dildar (#Yûnis Raûf# )
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2023
Şaîrê sirûda neteweyî “Ey Reqîb” Dildar (Yûnis Raûf) di 20ê Sibata 1918an de li Koyeyê ji dayik bûye. 1948an li Hewlêrê koça dawî kiriye. Dildar di serdema guherînan û derketina rêbazên edebî de jiyaye. Di nav kurdan de amadehiyeke Klasîzm, Romantîzm û Realîzmê hebû, yanî ew di di qonaxa dawî ya Klasîzmê, naverasta Romantîzmê û di destpêka Realîzmê de jiyaye. Ji ber vê, bi zelalî krokiya van rêbazan di şi‘rên wî de têne dîtin. Dema meriv li şi‘rên Dildar dinêre meriv bi zelalî tevliheviyeke van her sê rêbazan dibîne, loma diyarkirina rêbaza edebî ya şi‘rên Dildar ne hêsan e. Hinek ji şi‘rên wî bi temamî realîst in û ligel rastiya civaka kurdan ya wê demê re li hev dikin. Ew li gor serdema ku tê de jiyaye mînaka wan şaîran e ku şi‘rên nû yên kurdî ceribandiye. Li gor lêkolînên li ser nûkirina şi‘ra kurdî, ku Dildar ne yek ji damezrênerê dibistana Romantîzm û Realîzmê be jî bi dilniyayî ew yek ji wan edîbên ku şi‘ra kurdî di warê giranî, serwa, awaz, wate û peyvan ve nû kiriye. Heger meriv bi hûrî Dîwana Dildar bixwîne, meriv dibîne ku îdeolojiya wî, ji bingehê ve îdeolojiyeke pêşketî ya neteweya kurdan e. Di şi‘rên wî de mebest û armanca sereke, hişyarkirina neteweya kurd e ji paşvemayîn, nezanî û nedadperweriyê ye. [1]
Remarque: Le fichier PDF de ce livre n'est pas disponible, s'il vous plaît aidez Kurdipedia pour obtenir ce fichier! Envoyer du livre Cet article a été écrit en (Kurmancî) langue, cliquez sur l'icône
pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 1,098
Donnez votre avis sur ce produit!