$Romana ‘Bender Feylî’ wê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê were belavkirin$
Romana ‘Bender Feylî’ ya nivîskar Bextiyar Elî ji bo kurmancî hate wergerandin û wê di rojên pêş de li Bakur û Rojavayê Kurdistanê were belavkirin.
Romana nivîskar û rojnamevan Bextiyar Elî ya bi navê ‘Bender Feylî’ ji aliyê Basim Mistefa ve ji bo zaravayê kurmancî hate wergerandin. Tê payîn pirtûk di nava rojên bê de li Bakur û Rojavayê Kurdistanê were belavkirin.
Duh bi şev nivîskar Bextiyar Elî li ser malpera xwe ya medya civakî ragihand ku wê di rojên pêş de romana ‘Bender Feyilî’ bi zaravayê kurmancî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê were belavkirin.
Romana Bender Feylî di Tîrmeha 2022’yan de bi zaravayê Soranî hatibû belavkirin.
Roman behsa jiyana zarokek Kurdên Feylî dike ku di girtîgehê de ji dayîk dibe û mezin dibe.[1]
Cet article a été écrit en (Kurmancî - Kurdîy Serû) langue, cliquez sur l'icône
pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 408
Donnez votre avis sur ce produit!