Navê pirtûkê: ŞAHMARAN
Navê nivîskar: #Abdusamet Yîgît#
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Han
Sala çapê: 2012
ŞAHMARAN
Roj hin bi hin bilind dibû. Bi ber êvarî ve diçû. Wê ku hinekî dî ji têve çûba, wê êdî bûba êvar. Ku ro çû ava, êdî herkesek wê li hundur li hevdû rûniştî bana. Heya ku ro neçûbana ava ji, ti kesekî xwe ne diavêta hundur. Lê ku ro çû ava, êdî herkesekî xwe diavêta hundur. Lê ku avêtina hundur bû ji, êdî li hundur, ew deme ku xwe avêtina hundur bû ji, pêşî wî şîve ku hatî amede kirin, wê sofre wê vebûbana û wê hatibana ser sofre û wê malî hemû ji bi hev re wê li ser rûniştibana û wê bidest xwarinê kiribana. Herkesek, ku ro çû ava, êdî bi hev re li hundurû dibû. Ku bi hev re dibû ji, wê pêşî xwarina xwe ye şîvê wê xwariban û piştre wê bi hev re li hevdû rûniştiban. Di malê de yê herî kal li dore wî dihata rûniştandin. Wê civat li dore wî li hevdû bûbana. Ev yek, kevneşopyek bû.
[1]
Lire le livre: ŞAHMARAN
Télécharger Total:
9 fois
Nous demandons à tous les auteurs, traducteurs et éditeurs de nous informer s'ils ne sont pas d'accord pour avoir leurs livres téléchargés depuis un serveur Kurdipedia.
Cet article a été écrit en (Kurmancî - Kurdîy Serû) langue, cliquez sur l'icône
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 13