ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,127
画像 106,457
書籍 19,249
関連ファイル 96,905
Video 1,378
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Leyla Bedirxan
グループ: 伝記 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Leyla Bedirxan

Leyla Bedirxan
Leyla Bedirxan (z. 1908 Stembol − m. 1986 Parîs) yekemîn hunermenda baleyê ya kurd e û wekî prensesa kurd tê naskirin, Keça #Ebdulrezaq Bedirxanî# û Henriette Bedirxan e.
=KTML_Bold=Kurtejiyan=KTML_End=
Leyla Bedirxan a ku îro weke prensesa kurd tê nasîn di sala 1908'an de li Stembolê jidayikbû. Dayika wê, Henriette Hornik, jineke cihû-awistriyayî, li Viyana jiyaye û li wir perwerdehiya xwe kiriye. Bavê Leyla, Abdulrezak jî ji malbata Bedirxaniyan e ku di nava kurdan de xwedî gotin bû. Ji ber koçkirina bi zorê malbata wê koçî Misirê kir. Li wir zarokatiya xwe derbas kir, lê piştî mirina bavê, keç û dayik bi malbarkirinê jiyana xwe li Viyanayê berdewam kirin.
=KTML_Bold=Destpêka jiyana hunerî:=KTML_End=
Leyla Bedirxan li Viyanayê perwerdeya xwe ya ewil a dansê dît û li Operaya Viyanayê cara yekem derkete ser dikê. Ji bo ku karibe li Fransayê xwe ji aliyê hunerî ve pêşbixe, Leyla Bedirxan bi Henri Touache re zewicî. Leyla, him ji aliyê karê xwe yê hunerî ve him jî ji aliyê jinbûyîna xwe ve, weke jineke serbilind dihate nasîn. Û wê tu car kurdbûna xwe înkar nekir. Gava wek 'ereb' hatiye bi nav kirin wê evya sererast kiriye û xwe hertim wek kurd daye nasîn.
=KTML_Bold=Dengdana hunera wê:=KTML_End=
Di roja 30'ê gulanê 1935'an Leyla ji bo Centre Marcelin Berthelot a li Parîsê baleyek pêşkêş kir û baleya wê rastî gelek ecibandinan hat. Piştre, Leyla pênc piyesteyên cuda yên di bin derhêneriya muzisyenê navdar Maurice Naggiar de leyst.
Dîsa di 24'ê hezîranê heman salê de li La Grande Salleê, yek ji salonên herî bi nav û deng ên Parîsê, Leyla digel orkestraya di bin derhêneriya Maurice Naggiar de û bi alîkariya pianoya Iren Aitoff derket ser dikê. Êdî Leyla Bedirxan dilê hezkiriyên hunerê yên Parîsê feth kiribû. Jina kurd di çavên hunerhezên Parîsê de jineke eksotîk û bêhempa bû, lewra wê bi hunera xwe pir bala wan kişand - bala gelek rojnameyên mezin ên fransî jî pê re.
Nivîskarên gelek rojnameyan Leyla û hunera wê kirin sermijarên beşa hunerê: Le Figaro (bi nivîsa Georges Mussi), Echo de Paris (Carol Berardo), La Liberté (Pierre Wolf), La Semaine de Paris, Les Debats (Maurice Imberto), Guide Musical (J. Baurdy), Le Monde de Musical (L. Humbert) û çend nivîsên di rojnameyên din de.
Dengdana hunerî ya Leylayê ne tenê bi Fransayê bi sînor bû. Ew li Swîsreyê, Elmanyayê, Îtalyayê, Spanyayê, Beljîkê û DYA'yê çûye ser dikê, bi hunerhezan re bûye yek û rastî gelek ecibandina wan hatiye. Êdî afîş û panqartên çalakiyan wê wek Şehzadeya kurd, Prensesa kurd û Hunermenda baleyê ya kurd didan nasîn. Bi vî havî Leyla, rastî înkarkirina hereketa kurd (a nê) hatibe jî, bi saya hunera xwe ji wan çêtir û firehtir peyva Kurd ji raya giştî ya cîhanê re da nasîn.
Her çiqas di hunera xwe de serkeftî be jî, Leyla hertim ji çand û hunerên cîhanê re jî vekirî bû û hewl dida wan jî nas bike. Ji ber vê yekê, xwediyê agahiyeke fireh a çanda hunerê bû. Zanyariya wê ne tenê bi çand û hunera Ewropayê bi sînor bû; ew hew dida çanda hunera Hindistan û Îranê jî zanibe. Bêguman, muzîka kurdî û govendên kurdî ji bo wê bingeheke girîng bûn, ji ber ku ew digel wan mezin bû û lewra hunera kurdî ji wê re weke zimanê dayikê bû. Ev zimanê dayikê bûbû çavkaniya çend baleyên wê yên wek Dîlan, Govenda kurdî, Dansa durzî û Mar.
=KTML_Bold=Hunera Leyla û tevgera kurd:=KTML_End=
Leyla Bedirxan di dema jiyana xwe de bi hunera xwe re her çiqas serkeftî û bi nav û deng bûbe jî, mixabin nekarîbû ji civaka kurd a wê demê re xwe bide pejirandin. Sedemên vê rastebîniya neyînî jî avahiya feodal a gelê kurd û bêgûman jinbûna Leyla bû: hunera wê ji aliyê rewşenbîrên kurd - ên ku bi pirranî ji mêran pêk dihatin - tune hate hesibandin, ji ber ku di eqlê wan de kurdbûn û doza kurd û Kurdistanê ji karê ku Leyla Bedirxan dikir cudatir bû. Jina kurd Leyla piştî ku li Elmanya, Awistriya û Swîsreyê perwerdeya baleyê stend, ji sala 1925'an pê ve weke hunermendeke profesyonel a baleyê derdiket dikê. Ne tenê ji bo civaka kurd - ji bo hemû rojhilata navîn jî bû mînakek ewil û bêhempa: Ew bi karê xwe yê hunerî û nûjên hemû hebûnên kevneşopî xiste şoqê. Ji bo der û dorên hunera cîhanî Leyla Bedirxan her çiqas bûyereke balkêş be jî, keda wê ji aliyê civata kurd ve (meriv kare bibêje) dihat înkarkirin û navê wê tune dihat hesibandin.
=KTML_Bold=Bi gotinên wê:=KTML_End=
Rojnameya Paris Midi di roja 19'e berfanbara 1932'an de hevpeyvînek bi Leylayê re kir. Di vê hevpeyvînê de dotmîra kurd xwe wiha dida nasîn:
“ Ez ne faris im... ez kurd im. Bapîrê min prensê welîahtê yê Kurdistana ku di nava Persiya, Tirkiye û Sûriyê de ye bû. Lê bi îsgala tirkî, prensên me yên serbixwe yên di nava malbata me de belaw bûn. Ez li Tirkiyê, Stembolê, jidayikbûm. Dema ez pir biçûk bûm, ez û dayika xwe me ber bi Misirê koç kir û min li wir zarokatiya xwe derbas kir. Piştî şer (şerê cîhanî yê yekem), ez ji bo xwendina li Swîsreyê hatim Ewropayê. ”
=KTML_Bold=Di heman hevpeyvînê de Leyla Bedirxan qala dansê û hunera xwe dike:=KTML_End=
“ Min hertim ji dansê/bazdayînê hezdikir. Li Misirê, dema ez zarok bûm, ez bi tevahî bi dozînê hinî wê bûm, bi temasekirina jinên wê demê. Ez dansên xwe fêr nakim. Ez bi bikaranîna mijarên populer ên stîlîstîk û bi dozîna xwe dans dikim. Ez dansan avadikim jî... fermo, wekî hûn dibînin, cavkaniyên dansên min ne spesîfîk in. Gava ez dans dikim, ez pîjaqên xwe pir bikarnînim. A rast, ez bi pirranî pî û bedena xwe bi kar tînim ”
=KTML_Bold=Mirina prensesa kurd=KTML_End=
Prensesa kurd Leyla Bedirxan di sala 1986'an de li paytexta Fransayê Parîsê çavên xwe ji jiyanê re qurş kir.
Mîrasa wê
Jiyana xwe ji dest da be jî, bi nav û hunera xwe re di cîhanê de dengda û wek yekemîn hunermenda baleyê ya kurd kete dîrokê. Wê ji gelê kurd re mîraseke giran û bedew a hunerî li pey xwe hîşt.
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは2,146表示された回数
HashTag
ソース
関連ファイル: 1
リンクされたアイテム: 6
グループ: 伝記
Date of Birth: 00-00-1908
Date of Death: 00-00-1986 (78 年)
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 85: 北クルディスタン
ネイション: クルド
人タイ: シンガー
性別: 女性
Technical Metadata
この項目の著作権は、アイテムの所有者によってKurdipediaに発行されました!
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ڕێکخراوی کوردیپێدیا 16-09-2020上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( هاوڕێ باخەوان ) på 17-09-2020
最近の( ڕاپەر عوسمان عوزێری )によって更新この商品: 28-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは2,146表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.111 KB 16-09-2020 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,127
画像 106,457
書籍 19,249
関連ファイル 96,905
Video 1,378
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.406 秒(秒) !