ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,083
画像 106,530
書籍 19,256
関連ファイル 96,988
Video 1,384
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 42
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 42

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 42
”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 42
Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.
Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.
Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.
Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Kurd di sînorên dewletên nû yên gorî peymanên Sevrê (1920) û Lozanê (1923) da”. Em îro ji sê beşên wê beşa pêşin çap dikin.
Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl
Kurd di sînorên dewletên nû yên gorî peymanên Sevrê (1920) û Lozanê (1923) da -1
V. Vêrtyayêv
Di destpêka Şerê hemcihanê yê pêşin da rola Kurdistanê di karê dijberîya leşkerî-stratêgî ya dewletên mezin da bi carekê va bilind bû. Di dema şêr da alîyên dijberî hev, hewil dan piştgirîya eşîretên kurdan bistînin, wana bînine alîyê xwe, lê ew yek bû sebeb, ku gelê kurd bêy daxweza dilê xwe bû ziyankêşê berjewandîyên dewletên mezin, lê tevgera kurdan ya miletîyê bo otonomîyayê û serxwebûnê hate têkbirin, ji hev ket û kete ser plana duduyan.
Eger em behsa peyva ”Kurdistan” bikin, di komên dîplomasî yên wê demê bikaranîna wê xwedî taybetmendîyê bû. Pir caran di bin gotina Kurdistan da axa başûr-rohilata Anadolîyê heta başûr û başûr-rohilata bajarê Dîyarbekirê tê fêmkirin. Herêmên din, ku kurd lê dijîn, kiribûne nava femdarîyên erdnîgarî yên din: Ermenîstan, Mûsil (wilayeta Mûsilê), Mesopotamîya, Ûrmîye, Azirbêcana Farizistanê, herwiha Kêrmanşah jî, ku herêmeke Farizistanê ye, piranîya niştecîyên wê kurd in. Lema jî dijwar e di hêla sîyasî da bidine zelalkirin ka Kurdistana ku daxweza serxwebûnê dike bi xwe li kîderê ye.
Di dema Şerê hemcihanê yê pêşin, sala 1916an, welatên Antantayê (Fransa, Brîtanîya Mezin û Rûsîya) peymaneke surî girêdan, ku bi paşnavên êkspêrtên ku ew amade kiribûn dihate binavkirin, ku rohilatzan û diplomat Marka Sayks (Sykes) û Fransûa-Pîko (Picot) bûn. Armanca wê peymanê paravekirina hukumê li ser Rohilata Nêzîk bû di navbera dewletên serketî da. Lê Kurdistan bi tu awahî di wê lihevkirina surî da nedihate destnîşankirin: Qedera kurdan qet ne di xema dewletên şerê hev dikirin da bû û di wan deman da herwiha qîmetekî mezin nedidane dewlemendîyên binerd yên axa kurdan. Tenê nefta Mûsilê bala wan dikişand, lema jî ji bo wê di navbera Brîtanîya Mezin û Fransayê da dijberî çê bû, paşê jî Brîtanîya Mezin û Tirkîya Kemalîstîyê li hev ketin. Piştî wê çend salan di rûyê serhildan û pevçûnên eşîretan sînor hatine guhartin. Piştî dawîhatina Şerê hemcihanê yê pêşin şertên peymana Sykes-Picot piştguh kirin jî, lê Kurdistana serbixwe dîsa jî bû aletê guftûgoyên dîplomasî di navbera welatên ku bi ser ketibûn da.
Di dawîya Şerê hemcihanê yê pêşin (çirîya paşin, sala 1918an) piştî raqetandin, zêrandin û asîmîlekirina ermenîyan li Împêratorîya Osmanîyê kurd li herêmên Osmanîyê yên Bîtlîsê, Wanê, Diyarbekirê, Xarpêtê û Qersê piranî bûn. Di salên 1917-1918 da, tam piştî zevtkirina Bexdayê, casûsîya Îngilîs di nava ereban û kurdan da agîtasyoneke xurt dest pê kir bona wana ji Împêratorîya Osmanîyê veqetîne û di bin bandora Brîtanîyayê da Kurdistana ”serbixwe” damezirîne. Lê di destpêka meha çirîya paşin sala 1918an Mûsil û tevaya wilayeta Mûsilê jî ji alîyê leşkerên Îngilîs da hatine zevtkirin.
* * *
Piştî Şoreşa Sibatê ya bûrjûawzîyê di sala 1917an da Hukumeta demkî ya Rûsîyayê xwe li riya îdêya sazkirina Kurdistana otonom girtibû, qesta wê axa kurdan ya li Îranê bû, ku di zona zevtkarîya Rûsîyayê da bû. Lê piştî Şoreşa Oktobirê ya bolşêvîkan di sala 1917an da Rûsîya xwe ji helwêsta tevgelîya aktîv ya bo perçekirin-parevekirina Rohilata Nêzîk bi dûr xist: leşkerên rûsan ji axên zevtkirî yên Anadolîyayê û Kurdistana Rojava hatine derxistinê, lê serokatîya nû ya welêt hûrgilîyên Peymana Sykes-Picot ya sala 1916an eşkere kir. Yekîtîya Sovyet bi helwesta xwe va da fêmkirin, ku piştgirîya mafên miletan û gelan dike bo xwerêvebirinê, di nav wan da herwiha Tirkîyê jî, di şerê wan yê bi zevtkarên welatên dereke ra.
Piştî Rûsîyayê Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî behsa mafê miletan ya bo xwerêvebirinê kir. Di meha çileya paşin sala 1918an gorî deklarasyona ji 14 xalan serokkomarê DAY Woodrow Wilson xeberda. Xala 12an a wê deklarasyonê dibêje, ku ”herêmên Împêratorîya Osmanîyê, ku gelên ne tirk lê dijîn, destxweda dû şêr ra gerekê ji wan ra bê garantîkirin, ku ew dikarin bi serî xwe bijîn û bo wan şert bêne sazkirinê bona pêşketinê”1.
Bona çareserkirina dijberîyên navdewletî û êtnîkîyê, ku bûn sebebê Şerê Hemcihanê yê yekê, dest bi avakirina sîstêmeke pêwendîyên navnetewî ya nû bi navê Sîstêma Versalîyê kirin, ku bingehê wê li Konferansa Parîsê ya Aşîtîyê hatibûne danîn, ku di çileya paşin sala 1919an hate derbazkirin. Xebata konferansê bi navbirîyan va weke salekê kişand. Welatên Antantayê texmîn dikirin ku ew bi hêz in û lema jî xwe bi heq didîtin, ku şertên xwe bi situyê têkçûyîyan va – Împêratorîya Osmanîyê – bialînin, ango şertên xwe bi wan bidine qebûlkirin. Konferansê hewil dida rola hukumeta hemcihanî bilîze, armanca wê ew bû, ku Koma Miletan saz bike û Peymana aştîyê di navbera welatên di nava şêr da bûn amade bike. Lê pirsa qedera milkê welatên têkçûyî yên Împêratorîyê bû pirsgirêka here sereke.
* * *
”Komeleya Tealîya Kurdistanê” (bi tirkî: ”Kürt Teali Cemiyeti”. – Not ya redaktor), ku piştî şêr li Stembolê bi serokatîya Seyîd Ebdulqadir hate damezirandin, bangawazîyek da delegasyona Îngilîs bi daxweza ku otonomîyê bidine kurdan, bi şertê ku yekîtîya axa Împêratorîya Osmanîyê bê parastinê. Lê di nava wê rêxistina kurdan da herwiha terefdarên serxwebûna Kurdistanê hebûn, wek nimûne, neferên binemala torinên kurdan – binemalên Bedirxanîyan û Cemîlpaşazadeyan. Li Konferansa Parîsê a Aşîtîyê General Şerîf Paşa (1865-1951), ku endamekî delegasyona Împêratorîya Osmanîyê bû, hewil da piştgirîya mafên gelê kurd yên miletîyê bike. Hema di dema konferansê ew ji teşkîla nûnerên Osmanîyê derket û îlan kir, ku ew piştgirê daxwezên gelê kurd e, ku ji navê ”Komeleya Tealîya Kurdistanê” li wir e
Di projeya daxwezên kurdan da, ku Şerîf Paşa bo konferansa Parîsê amade kiribû, daxwez dihate dîyarkirin, ku li ser axa Kurdistana Başûr ya ji alîyê Brîtanîya Mezin da dagirkirî rêvebirîya kurdan ya xweser saz bikin, di paşdemê da jî hevraxeberdanên aşîtîyê derbaz bikin bona wan mafan bidine kurdan jî, ku îngilîsan dane ereban. Di bangawazîya Şerîf Paşa ya 22ê adarê sala 1919an da, ku bi zimanê fransî hatibû nivîsar, daxwez dihate kirinê dewleta kurdan ya yekgirtî bidine avakirinê, ku wê ne tenê axa Anadolîya Rohilatê bikeve nave, lê herwiha tevaya wilayeta Mûsilê û Kurdistana Îranê (Farizistanê) jî. Em wê jî bêjin, ku Şerîf Paşa mecbûr bû li konferansê bi dîplomasîyê bi kar bîne, di têlêgramên xwe da Sultanê tirkan dida bawerkirin, ku hereketên wî wek nûnerê kurdan wê parastina yekparî û tambûna wan axên Împêratorîya Osmanîyê bin, ku mabûn.
Şerîf Paşa piştî van sozdayînên ku dabû sultanê tirkan, xerîta Kurdistanê raberî Konferansa Parîsê kir. Dema amadekirina wê xerîtê di navbera Şerîf Paşa û serekê delegasyona ermenîyan Poxos Nûbar-Paşa da hevraxeberdanên dijwar derbaz bûn, ermenîyan digot, ku axên dorberên Behra Wanê û bakurê wê gerekê bikevine nava axa dewleta ermenîyan. Di encama hevraxeberdanên di dema konferansê da delegasyonên kurdan û ermenîyan îlan kirin ku dixwezin bi hev ra bigihîjine çareserkirina wan pirsgirêkan, ku bi qedera herdu gelan va girêdayîne.
Lê kurdan bi xwe Xerîteya Kurdistanê, ku Şerîf paşa raber kiribû, ne pejirandin, berî hemûyan jî cîgirê serokê Komeleya Tealîya Kurdistanê Mehmed Emîn Elî Bedirxan, yê ku ser wê bawerîyê bû, ku axa Kurdistanê gerekê zêdetir be û gerekê li ser xerîteyê ew hemû dever û navçe hebin, ku piranîya niştecîyan li wan deran kurd in û herwiha gerekê sînorên Kurdistanê bi Behra Sipî ra jî hebe.
Di hêlekê va dikare fikireke wisa serî hilde, ku Şerîf paşa li Konferansa Parîsê ya Aşîtîyê, herwiha li Sevrê jî, zêde bi biryar nîbû bona parastina berjewendîyên kurdan yên miletîyê. Di hêleke din va jî – ji ber ku ew dîplomat bû, hewil dida bi riya guftûgoyan nerazîbûnên axê di navbera delegasyonên kurdan û ermenîyan da çareser bike. Di encamê da ji Kurdistanê ser navê Konferansa Parîsê a Aşîtîyê telegram dihatin sitendinê, ku di wan da kurdan de`w dikir nehêlin axên kurdan bexşî ermenîyan bikin. Beşeke pir ya serekên kurdan dilxemîya xwe dîyar dikirin di hindava hevraxeberdanên Şerîf Paşa bi delegasyona ermenîyan ra û destpê kirin piştgirîya tevgera tirkan ya miletîyê-azadarîyê ya piştî hilweşîna Împêratorîya Osmanîyê ya bi serokatîya Mustefa Kemal kirin2, ji ber ku ser wê bawerîyê bûn, ku şerê tirkan û kurdan yê tevayî dijî Roavayê û dijî împêrîyalîstîyê dikare rê ber wan veke bona pêkanîna berjewendîyên xwe yên miletîyê û bidestxistina mafên xwe yên bo xwerêvebirinê.
Herwiha pêwîste bê destnîşankirin, ku paşeroja Kurdistana Başûr (Îraqê) bo serokatîya Brîtanîya Mezin a dagirkar zêde balkêş bû, ne ku qedera tevaya Kurdistanê. Ew yek piranî bi wê rewşa nû va girêdayî bû, ku li wilayeta Mûsilê saz bûbû. Herwiha çavên Fransayê jî li ser wê axê bû, ku hêvîya xwe danîbû li ser mîsyonerên xaçparêz yên pirjimar û komên êtnîkîyê yên wê herêmê, ku di hêla mezheb û miletan da pircûre û pirreng bûn. Lê îngilîsan sala 1919an fransiz mecbûr kirin dest ji daxwezên xwe yên li ser wilayeta Mûsilê bikişînin, dewsê wê hukumê fransizan li ser Sûrîyê nas bikin. Bi wê ra tevayî, paşeroja sîyasî ya Mûsilê piştî şêr wek berê ne zelal bû, ji ber ku Brîtanîya Mezin û hukumeta kemalîstan ya nû, di dema îlankirina Komara Tirkîyê sala 1923an da nikaribûn li ser axê li hev bikin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,997表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | krd.riataza.com
関連ファイル: 1
リンクされたアイテム: 18
グループ: 記事
Publication date: 25-08-2021 (3 年)
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 履歴
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 17-03-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان عەلی ) på 17-03-2022
最近の( زریان عەلی )によって更新この商品: 17-03-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,997表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.1113 KB 17-03-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,083
画像 106,530
書籍 19,256
関連ファイル 96,988
Video 1,384
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.328 秒(秒) !