پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
کریڤان سالار عەبدولڕەحمان
28-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
یەسنا حەبیب
28-04-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
ناوم گوناحە
28-04-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
ئەو قاچەی بەجێماوە
28-04-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
ژیان و پێویستی سۆزوەرگرتن و سۆزبەخشین
28-04-2024
سەریاس ئەحمەد
شوێنەکان
تەلان
27-04-2024
سەریاس ئەحمەد
پەرتووکخانە
دێڕگەلێک لە نەقڵ و عەقڵ و هزردا
27-04-2024
کشمیر کەریم
ڤیدیۆ
ئەکتەران چۆن باسی شاژنی کۆمیدیا بەیان بۆمبا دەکەن؟
27-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
شوێنەکان
سوورداش
26-04-2024
سەریاس ئەحمەد
کارە هونەرییەکان
ژنێک بە جلی کوردییەوە
26-04-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 517,421
وێنە 105,714
پەرتووک PDF 19,160
فایلی پەیوەندیدار 96,493
ڤیدیۆ 1,307
ژیاننامە
دانا جەلال
ژیاننامە
زیاد ئەسعەد
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنام...
یادنامە
ژیاننامە
سامان عوسمان دەروێش
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
ÇIYA MAZÎ: LÊKOLÎNEK LI SER GOTINÊN PÊŞIYAN
کوردیپێدیا، دادگا نییە، داتاکان ئامادەدەکات بۆ توێژینەوە و دەرکەوتنی ڕاستییەکان.
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ÇIYA MAZÎ: LÊKOLÎNEK LI SER GOTINÊN PÊŞIYAN

ÇIYA MAZÎ: LÊKOLÎNEK LI SER GOTINÊN PÊŞIYAN
ÇIYA MAZÎ: LÊKOLÎNEK LI SER GOTINÊN PÊŞIYAN .
(BEŞÊ YEKÊ)
GOTINÊN PÊŞIYAN ÇI NE? NE ÇI NE?

Wateya ferhengî: gotinên pêşiyan, di erebî de; darb-i mesel, darab-i mesel, durûbu-emsal, mesel û beyan, derbas dibe. Di dema zimanê osmanî de; ibare, beyan û îstilah hatiye gotin. Di tirkî de; pêşî ta’bîr, dûre bûye atasozu. Di zimanên ewropî de; expresion, saying, idiom, parable, metaphor, paradox tê bi navkirin. Di kurdî de; bi awayê “peyv” û “gotinên pêşiyan” derbas dibe. Di kurdî de sedema “peyv” û “gotin” ji hevdû cihê dibe jî ji hevokê ye. Peyv tê wateya kelîmeyekê tenê, lê gotin tê wateya peyvên dibin hevok û bi wate. Li hin deverên kurdî “peyv” jî di wateya “gotin”ê de tê bikarînîn
Wateya wêjeyî: Gotinên pêşiyan; hevokên bi darazî, hukmî û bi pendî li nava gel ji bo vegotin û rexneya tiştekî û bûyerekê an ramanekê hatine zimên.
Gotinên pêşiyan; li ser her tiştî hatine gotin. Li ser ajalan, li ser xwezayê, li ser erdnîgariyê û li ser mirovan. Lê bi taybetî ev yekana bi awayê şibandinê hatine gotin. Şibandina mirovan bi ajalan, ya mirovan bi xwezayê, ya amûr û tiştan bi mirovan û bi hev re hatiye kirin. Ji ber wê yekê jî carinan gotinên herî ku mirov bibêje sivik in jî, dîsa wateyek wan î giring heye. Heke ji alî mirovinan hatibin zimên û bi salan bi berdewamî hatibin gotin, nexwe hatine ecibandin.
Gotinên pêşiyan, li gor demê jî têne gotin û mayinde dimînin. Mînak; dibêje “nalbend li siwarî dinêre û hespê wî nal dike”. Xuya ye ku di dema ev gotin hatiye gotin “nalbendî” pir bi rûmet bûye û nêrîna nalbend jî bûye mînakek ji jiyanê.
Bi baweriya min, gotinên pêşiyan îro jî dibe ku bêne afirandin. Ne tenê pêşiyan gotine, mirovên îro jî diafirînin û bicîh dibin. Mabesta nav ku “ yên pêşiyan” in, di demên berê de wek aniha ewqas ragihandin tunebûye û ewqas zanebûna perwerdeyî tunebûye, loma ji dev derbasî dev bûye. Aniha pir gotinên xweş têne gotin. Ji ber ku pir têne gotin û mirov bi piranî gotinbêjê wan nas dike, mirov nabêje ev gotineke pêşiyan e. Lê ku hinek dem di ser re derbas bibe û mirov gotinbêjê wê jibîr bike an gotinbêjê wê winda bibe, ji xwe ew jî dibe gotineke pêşiyan. Wê di vê dema ku em tê de ne jî pir gotin bêne afirandin. Lê belê bi demê re wê bêne hilbijartin, kîjan bêne ecibandin, ew dê mayinde bimînin.
Gotinên pêşiyan, bi taybetî ji bo edeba mirovan hatine gotin. Mirov dikare bibêje ku li cihê perwerdeyî kêm bûye an tune bûye û wek me got ragihandin kêm bûye, hatine gotin. Heta mirov dikare bibêje ku jêderka gotinên pêşiyan li her welatî, gund in. Ji ber ku li gundan xwendin kêm e û mirov hê pir bi peyvê ramanên xwe der dikin. Ji xwe di şibandin û remzên gotinan de jî ev diyar dibe. Mînak: “nîr, das, ga, dar, devî, cot, kadîn, şivan û ajal”. Li gundan mirovên zane her tim bûne afrinerên gotinan. Cihê perwerdehî lê tunebe û fêmkirina ji nivîsê kêm be, mirov bi awayekî asayî tiştan û bûyeran fêm nakin. Bi gelemperî jî mirovekî fîlozof nikare xwe bi hêsanî di nava civakek ji alî nivîse paşdemayî de bide fêmkirin. Mînakên li gor vê ramanê di dîrokê de pir henin. Wek afarozkirina fîlozofên berê ji bo ramanek wan an gotineke wan. Îjar dema ku mirovên zane xwestine, bûyerekê, ramanekê bi pirê kesan bidin fêmkirin û zû bê fêmkirin, hevokên ku bandorê li hişê mirovan dikin bikar anîne.
Guherandina wan jî tiştekî xwezayî ye. Ji ber ku li gorî asta perwerdeyî û ragihandinê, dibe ku form an peyv bêne guherandin. Ji ber ku em dibêjin malê gel in, wê demê gel di çi astê de be dê li gorî xwe biguherîne, tu kes jî nikare rê li ber vê yekê bigire.
Carinan hinek gotin pir sivik xuya dibin, lê mirov nikare bibêje ku ev ne gotinên pêşiyan e. Wek: dibêje “li ser çavan birû hene”. Dema ev gotin tê bihîstin pir sivik xuya ye. Lê dema ku mirov ji bo selmandina tiştekî bibêje, mirov di wateya wê de baş têdigihêje û wê demê wateya wê î mecaz pir girîng dibe. Wateya wê î razber (soyut) hê pir li pêş e. Wek mirov bibêje, kurd henin û ne hewceyî nîqaşê ye, ev dibe wek “ li ser çavan birû hene.”
Gotinên jêderka wan baweriya olî ye jî pir in. Lê piraniya wan gotinan, ne ku giş di pirtûkên pîroz de derbas bûne. Pirê wan gel ji xwe re afirandine. Pirê wan jî ku dema mirov ketine tengasiyê, hatine gotin. An çare ji derdê xwe re nedîtine û wek ku xwe bi qederê ve girê dane û gotinên xwe jî li gor wê yekê anîne zimên. Lê di vê derê de, tenê xwe xapandinek an ji alî derûnî de xwerehetkirin heye. Dema ku mirov li dawiyê rast tên, an pirsgirêk dibin grêkutik dibêjin:“Çareya her tiştî heye”.
Wek mînak:“Xwedê derd daye, derman jî daye”.
Hinek gotinên pêşiyan jî henin, mirov dikare bibêje ku ji alî rêziman ve rast nehatine gotin. Lê belê ji ber melodîya wan winda nebe, kêm hatine gotin. Heke rast bêne gotin ew melodî pê re namîne. Melodî û rêzbendî (kafiye) jî ji hinek gotinan re pir giring e. Ji ber ku dema bi melodî û rêzbendî têne gotin, ew dibin wek têgînan û hê baş tê fêmkirin. Ango bi wê melodî û rêzbendiya xwe di hişê mirovan de bi cîh dibin.
Wek mînak: “ xweziya sêwiya, ne hêvî ya ”.
Heke di vê gotinê de rastnivîs hebûya, diviyabû bi awayê “ xweziya sêwiyan ne hêvî ye” bihata gotin. Lê melodî û, rêzbendiyek jê re çêbûye û bi nivîsek kêmanî hatiye holê. Peyva “xweziyan” bûye “xweziya” û tîpa pirhejmariyê “n” ji holê rabûye tenê “a” hatiye bikaranîn. Ew jî pirhejmariyê xuya dike. Di dawiyê de jî “ya” diviyabû “ye” bûya. Lê ji ber rêzbendiyê, bi peyva “xweziya” ve hatiye girêdan û tîpa “a” hatiye bikaranîn.
Ev tîp herêma gotinê jî diyar dike ku li alî herêma torê tê gotin
Taybetiyên wan:
1- Darazî û hukmî ne.
2- Hevokên bi qalib in.
3- Malê gel in, nivîskarê wan ne diyar in.
4- Bi piranî mecazî ne.
5- Pendî ne, ji bo mirovan dibin pend û ronahî û şîret.
6- Netewî ne.

Hukumîbûn û darazîbûna wan:Gotinên pêşiyan hukum dikin, darazî ne. Mirovan didarizînin tawanbar dikin. Wek “xeta xwar ji gayê pîr de ye”. Ev gotin encama darizandinê ye, hukum e, dibêje “yê sûcdar gayê pîr” e, an rêveber e. Raste rast mirovên serok, rêveber û berpirsiyar têne tawanbarkirin. Dîsa wek “ok tê li kokê”. Di vê derê de jî pêşdarazî heye û wek “bavê zarok xerab be, ew jî dê xerab be”. An “bav baş be ew jî dê baş be”.
Û mînakine din: “tu pê li cihê şil nekî, tu naçerixî” “kesê xêrê naçe dêrê”. Ev giş encamên darizandinê ne û dawiya wan hukum e. Dibêje, tu vê tevgerê nekî ev bûyer nayê serê te an tu bikî, evê bê serê te.
Bi qalibbûna wan:
Gotinên pêşiyan, di nava gel de bi demê re bûne qalib û bi rêzebendî (kafiye) hatine zimên. Bi qalibbûn û rêzebendîya wan, ji bo ku gotin neyên jibîrkirin û hê xweş bê fêmkirin an belav binin, hatiye holê
Wek ;
“ Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e”,
“ Menêr li mirûz, binêr li gurûz”.
“ Tiştê nêvî, jê neke hêvî”,
“ Çavê li deriya xwelî li seriya”
“ Bira bira ye, hesab li derê ha ye”,
“ Bûk li hespê ye, kes nizane riskê kê ye” û wd.
Gelêrîbûna wan (Malê gel in):
Gelêrî-Anonimbûna wan, ji xwe li jor pir baş tê fêmkirin. Mirov dikare bibêje pirên gotinên pêşiyan ji alî herkesî ve tê zanîn. Heta bi zarokan. Mirovên xwende û ne xwende, jin, mêr herkes pir hindik gotinên pêşiyan zanin û bi kar tînin. Ev jî xuya dike ku gotinên pêşiyan ji nava gel derketiye û di nava gel de dijîn. Lê belê di nava nivîs û wêjeyê de jî pir hatine bikaranîn. Di wêjeyê de ji bo vegotina hinek bûyeran tê bikaranîn û wek mînak tê nivîsandin.
Mecazîbûna wan:
Gotinên pêşiyan bi piraniyek gewre bi mecazî hatine gotin. Ev taybetîyeke giring e ji bo wan. Ne hewceye ku ev taybetî pir bê şîrovekirin, ji xwe naveroka vê pirtûkê li ser mecazîbûna wan ava bûye. Lê belê dîsa emê du mînakan bidin.
“Ar di kûtikê kevn de ye” an “Agir di qurman deye”.
“Ar” di wateya “hêz” an “zanebûnê” de ye. “Kûtik” jî di wateya “kal” an “pîr” de ye.Tê wê wateyê ku hêz û zanebûn bi mirovên kal re heye.
“Bi şevê dar û devî bi guh in”.
Gelo bira bi şevê guhên dar û deviyan çêdibin? Na. Lê ev gotin mecazî ye. Bi şevê him mirov ditirsin û ji xwe re guhan ji deviyan re çêdikin û him jî ji ber bêdengiya şevê guhdarîkirina şevê û bihîstina deng hê pir hêsan e.
Pendîbûna wan:
Carinan bav ji lawê re dibêje lawo; “Golikê malê ji gayê malê natirse”. Ev tê wateya ku mirov, ji lêzimên xwe fedî nakin an bi hêsanî mirov dikarin yên nêzîkî xwe rexne bikin. Di vê derê de, bav li lawê xwe şîretê dike û dibêje, “divê tu li yê herî nêzîkî xwe miqate û haydar be”.
Mînakek din jî: “Ga dikeve erdê kêr pir dibin”. Ev tê wateya ku, yê ketî herkes qerfê xwe pê dikin. Bav ji lawê xwe re dibêje “divê em nekevin û qels nebin, ku em bikevin an em qels bibin, hêza me nemîne, wê demê dê gelek mirov êrişî me bikin. Û ji vê goninê gelek wateyên din jî derdikevin.
“Bi gur re dikuje, bi xwedî re şînê dike”, ev tê wateya an rexneya ji bo mirovên durû, du alî.
Netewîbûna wan:
Gotinên pêşiyan netewî ne, li gor, rewş, civak, çand û erdnîgariya netewan hatine gotin. Lê ev yek ne pir qutebirî ye. Carinan gotinên cîranan jî hatine bikaranîn. Ji ber koçberiyê, ji ber sînor guherandinê, ji ber şer û bindestiyê; hinek gotinên pêşiyan bûne navnetewî û li gelek netewan bi heman wateyê jî tê bikaranîn. Lê ev dîsa netewîbûna wan winda nake. Gotinên pêşiyan ne wek biwêjan ku li nava welatekî din neyên fêmkirin. Li gelek welatan hinek gotin hatine afirandin û pir nêzî hinekên welatên din in. Mijara netewîbûna wan ji wateyên wan tê fêmkirin. Mirovên netewan an gelê welatan, li ser çi pir mijûl dibin an kul û êşên wan bi piranî çi bin, gotin jî bi piranî li ser wê yekê hatine afirandin. Mirov dikare bibêje, netewên di nava bahrê de, dê ji bahrê û ajalên bahrê pir bahs bikin an wan bikin remz. Mirov û netewên çiyayî, dê pir ji çiyan û nebatên çiyayî sûdê wergirin û navê wan bi mecazî bi kar bînin. Gelên ku pir şer dîtibin, dê ji şer an ji zilm û zordariyê pir bahs bikin. Em hinekî din jî li ser netewî û navnetewîbûna wan bisekinin:
Minak di kurdî de dibêjin: Bi gulekê nabe bihar,
Di tirkî de dibêjin: Bir çiçekle yaz olmaz (bi çîçekekê nabe bihar),
Di Îngilîzî de dibêjin: Hechecikek nake havîn: (One swalow does not make a summer).
Di vê gotina îngilîzî de baş diyar e ku gotinên pêşiyan, rewşa erdnîgarî û rewşa hewa û demsalan jî derdixin holê. Ji ber ku mirov dikare bibêje, cîhê Îngilîzan, havîn lê kêm e û ew, havînê wek biharê dibînin û dijîn. Li cîhê kurdan jî Hechecik havînî nayên, biharî tên. Ji ber ku bihar destpêka germê ye û xweş e. Lê li Îngilîstanê havîn wek bihara erdnîgariya kurdan e.
Gotinên navdarên dinyayê jî, di demên berê ku li nava welatan bi peyvê belav bûne, ew jî li hin welatan bûne gotinên pêşiyan. Mirov dikare ji wan gotinana re bibêje navneteweyî. Di nava civakan de hatine ecibandin û ji ber ku ragihandin tunebûye gotinbêjê wan nahatiye gotin an hatiye jibîrkirin. Her wiha wek gotinên pêşiyan jî bi cîh bûne.
Wek mînak: Nivîskarê navdar Murpy gotiye:
Qenciya ku tu bikî, demek din dê bibe peywîra te û tu qencî jî bê ceza namîne.
Di kurdî de li himber vê gotinê mînak pir in, wek:
“Qencî bi xerabiyê tê vegerandin” an “Qencî bi kuştinê tê vegerandin” e.
Dibe ku kurdan bi xwe jî ev gotin afirandibin lê ev tenê mînakek e. Bi dehan mînakên wisa hene. Ev xuya dike ku çandên welatan jî gişan ji hevdû bandor girtine.
Ji ber ku netewî ne; wateya wan, rewşa jiyana civakê, ramana civakê, helwestên mirovên wê civakê li himber hev, helwestên wê civakê li himber civakên din û nêrîna wê civakê li dinyayê jî, derdixînin holê. Li alîkî jî felsefeya jiyana demekê didin xuyakirin.
Mînak, dibêje;
“Mêrê fediyok bi kundekî, jina fediyok bi gundekî”.
Ev gotin rûmeta jin û mêr di nava civaka kurd î wê dema ev gotin hatiye gotin, derdixe holê. Rûmeta jinê ew e ku fediyok be û her tim bêdeng û bê kesayetî be. Rûmeta mêr jî ku her dem bi peyv be, bi erk be û ar be.
“Bê xwedê dibe bê xwedî nabe”:
Ev gotin ne helwestek li himber xwedê ye, ev helwesteke li himber bêxwedîtiyê ye. Ji bo rewşa civakê an malbatê hatiye gotin. Ji ber ku kurdan pir bêxwedîtî dîtine jî ev raste rast li civaka kurd tê. Ji ber ku azadîya wan tunebûye û demokrasî qet tahm nekirine, hilbet wê li xwediyekî an li egidekî ku wan xelas bike bigere. Bixwedîbûn ewqas giring e ku baweriya olî ketiye xala duyemîn.
“Bi ilme melê bike, bi emelê wî neke” :
Ev gotin jî helwesteke li himber mirovan xwebixwe an jî ya girseyê li himber mela ye. Emelê melê hatiye dîtin û pîvan û dibêje ku ilm ne yê wî ye,ew kesek e, lê ilm gelemperî ye.
“Bextê romê tune ye.”
Ev jî helwesta gelekî an civakekê li himer neteweyek din e. Peyveke ku jêderka wê pir kevn xuya ye. Dibe ku di dema Roma de hatibe gotin û hê jî ji bo zordariya serdestan di nava kurdan de tê bikaranîn.
Di zaraveyên kurdî de jî netewîbûna gotinên pêşiyan xuya ye û gotinên di zaraveyekê de hatiye bikaranîn, di zaraveyên din de jî henin. Her wiha di erdnîgariya nêzî hev de jî, di zimanên cîranan de jî dibe ku heman gotin hatibin bikaranîn. Wek mînak:
Soranî:Giya le ser bincî xoy derwêtewe.
Kurmancî: Giha li ser koka xwe şîn tê.
Dimilkî: Kûtik pê ziwar nîşîn sêyd.
Kurmancî:Tajî bi zorê naçe nêçîrê.
Vê gotina li jêr jî bûye malê tirk û kurdan. Ev jî bandora çanda cîranan xuya dike:
Keçika qereçî nabe xatûn.
çEv gotin, eslê wê dibe ku tirkî be lê di kurdî de jî bi cîh bûye û êdî tu kes nikare derxe, an mirov dikare bibêje, kurdî ye jî. Heta bi awayê “qiz qereçî xatun olmaz” jî li hin deveran di nava kurdan de tê bikaranîn. Her wiha mirov dibîne ku gelek gotinên kurdan di tirkî de bi cîh bûne, êdî mirov nikare derxe û hatine ecibandin.
Dîsa wek gotina;
“Pêşî êmek dû re dêmek.”
Û wek :
“Dims û pekmez farketmez.”
Van gotinana jî bi tevlihekirina du zimanan hatine gotin.
Di gelek pirtûkên Yaşar KEMAL de gotin û biwêjên ku mirov dibêje eslê wan kurdî ne cîh digirin. Di pirtûka Yaşar kemal-Sebahattin Eyuboglu ya bi navê “Ezman Şîn Ma”(Gokyuzu Mavî Kaldi) de jî gelek gotinên ku koka wan kurdî nin hatine bikaranîn û wek gotinên pêşiyan yê tirkî hatine nîşandan. Hinek jê pir diyar in, lê hinek him di nava kurdî de û him di nava tirkî de, mirov dikare bibêje ji sed salî virde têne bikaranîn. Ev tevlihevbûna çandê ye. Li gor rewşa civaka kurd û tirk û serdestiya sedsalan, tiştekî xwezayî ye.
Balkêşiyek vê pirtûka Yaşar Kemal û gotinên di navê de ne heye ku, ev gotinana ji devê gelê Anatoliya navîn jî hatine girtin û pirên wan di pirtûkên wek fermî de tune ne.
Mînakên Ji vê pirtûkê:
Agacın kûrdû îçînden olûr (Kurmê darê ji hundurê wê çêdibe).
Di kurdî de: Kurmê darê ji darê ye.
Mirov dikare bibêje ku ev ji kurdî hatiye girtin, ji ber ku ew pir xweş li zimanê kurdî tê. Lê di tirkî de hinekî bê xwê ye. Dîsa mirov nikare bibêje ev ji sedî sed ji kurdî hatiye an koka wê tirkî ye.Mînakên tirkî î li jêr jî xuya dike ku çanda kurdî û ya tirkî ji hevdû bandor girtine. Ev jî tiştekî xwezayî ye. Lê gelek gotinên ku di tirkî de têne gotin qet di kurdî de tunene û gelek gotinên kurdî jî di tirkî de nayên gotin. Ev jî xuya dike ku her yek çandeke cûda ye.
Gotinên pêşiyan bi piranî ji ecibandinê têne bikaranîn. Mînak li nava Bajarê Mêrdînê kurd û ereb bi hev re dijîn. Ne gengaz e ku mirov sînorekî stûr têxe nava gotin û biwêjên wan. Çend gotinên erebî hene, dibêjin:
“Selam Icibil kelam, kelam icibil petêx”.
(silav peyvê tîne, peyv jî petêx tîne).
An
“Ji maran û himaran hey mafî xisaran.”
( ji maran xisara keran tuneye)
Pirên gotinan xwedî çîrok în jî. Di dû çîrokekê an qewimînekê de hatine holê. Wek çîroka vê gotina li jor: yek di ba petêxfiroş re dihere û silavê dike, piştî silavê peyv xweş dibe û dûre petêxekî dixwaze. Petêxfiroş jî bê pere didê. Lê roja duduyan û sisiyan jî wisa dom dike. Roja çaran petêxfiroş silava wî venagerîne. Xwediyê silavê dibêje “çima?” Petêxfiroş dibêje “silav peyvê tîne peyv jî petêx tîne”.
Ev gotin êdî di nava kurdan de jî tê bikaranîn. Heke ne bi wî awayî be jî kurd an netewên din, gotinên wiha li gor zimanê xwe werdigerîne an gotineke wiha diafirîne. Ev rêbaz tiştekî xwezayî ye.

MÎNAKÊN GOTINÊN PÊŞIYAN BI TIRKÎ Û LI HIMBER WAN YÊN KURDÎ
Mînakên gotinên pêşiyan, yên him di pirtûka Yaşar KEMAL (Gokyuzu Mavî Kaldı) û him di pirtûkên din yê tirkî de, gotinên nêzî çanda kurdî ne û di kurdî de têne bikaranîn jî ev in:
Tirkî: Bıçak yarası onulur, dert yarası onulmaz.(Birîna kêrê tê kişandin (tamîrkirin), birîna derd nayê kişandin).
Kurdî: Xweş dibe dewsa xenceran, xweş nabe dewsa xeberan.
Tirkî: Bir çiçekle yaz olmaz.(Bi çîçekekê nabe havîn).
Kurdî: Bi gulekê nabe bihar.
Tirkî: Cins horozu yumurtada öter.(Dîkê cins di hêkê de azan dide).
Kurdî: Dîkê çê di hêkê de azan dide.
Tirkî: Dağ ne kadar yüce olsa yol üstünden geçer.(Çiya çiqas mezin be jî rê di ser re derbas dibe).
Kurdî: Çiya çiqas bilin be, rê pê dikeve.
Tirkî: El eli yikar, iki el yüzü.(Dest dest dişo du dest rû dişo).
Kurdî: Dest destan dişo, dest vedigere rû dişo.
Tirkî: Abdalın karnı doyunca gözü papucundadır. (Zikê Ebdal têr dibe, çavê wî li sola wî ye).
Kurdî: Derwêş têr dixwe çavê wî li sola wî ye.
Tirkî: Ateş Ile barut bir arada olmaz.(Agir û barud li ba hev nabin).
Kurdî: Agir û pîşo li ba hev nabin.
Tirkî: Demîr tavında dövülür.(Hesin di semaxa xwe de tê kutan).
Kurdî: Hesin bi germî tê tewandin.
Tirkî: Mal bulunur can bulunmaz.( Mal tê dîtin can nayê dîtin).
Kurdî: Mal tê can nayê
Tirkî: Otuz iki dişten çıkan otuziki mahalleye yayılır. (Ya ji nav sî û du diranan derdikeve,li nava sî û du meheleyan belav dibe).
Kurdî: Peyva ket nav sî û sê diranan, dikeve nav sî û sê zimanan.
Tirkî: Tatli dîl yilanı delîğinden çikarır.( Zimanê şêrîn, mar ji qula wî derdixe).
Kurdî: Peyva xweş mar ji qulê derdixe.

DI GOTINÊN PÊŞIYAN DE HUNERA PEYVÊ Û WÊJEYÊ:
Di gelek gotinên pêşiyan de hûnerên cihê cihê xuya dibe. Ev jî ji wêjeya devkî parê distîne. Ji bo baş bêne fêmkirin û mayinde bimînin, bi hilbijartineke demdirêj, di gotinan de huner jî hatiye afirandin. Ev babet pir kûr û dirêj e. Hêjayî lêkolînên berfireh e. Lê belê emê tenê bi mînakine biçûk vê babetê rave bikin.
Şibandin: Ev jî ji bo gotin baş bêne fêmkirin û mayinde bimînîn hatiye bikaranîn.
Mînak : Kincê kete ber pînan, serê kete ber şîretan kêrî tiştekî nayên.
Di vê gotinê de seriyê mirovan bi kincên kevin hatiye şibandin.
Rêzbendî (kafiye):
Mînak: Huner çek e, di bin çengê xwe ke, roja hewce bû veke.
Mînakên bi vî rengî pir in. Ev cûre huner jî ji bo fêmkirinê pir hatiye bikaranîn. Di gelek gotinan de rêzbendî, ne di dawiya gotinan de, lê di serî û navê de jî hatiye bikaranîn. Wek gotina li jor.
Wezn û pîvana kîteyan: Hinek gotinên pêşiyan bi wezin û pîvan hatine gotin. Ne ku van gotinanê bi wezin, bi zaneyî hatine afirandin. Lihevanîn û hezkirina ji melodî û rêzbendiyê ew derxistine holê.
“Ga -dim-re -di-mî-ne”. (7+7)
çerm -di-mî-ne ; mêr- dim-re- nav
Ev gotin hevdûdanî ye ango du gotinên bi hevre hatine gotin û bûne yek. Lê belê her yek bi wezin û ji (7) kîteyan pêk tê. Du mînakên din:
“Me-nêr- li- mi-rûz, bi-nêr- li- gu-rûz” (5+5)
“Ça-vê- li- de-ri-ya, xwe-lî- li- se-ri-ya”(6+6)
Vegotina bi peyv û axaftinê (pirs û bersiv): Di hinek gotinan de him pirs heye him jî bersiv hatine dayîn. Wek mînak:
Kê mirî vegerand? Yên dil kirî.
Kê nexweş rakir? Kê ku pirs kir.
Kê tir kir? Yên bê dê û bav.
Van gotinana selmandina bûyeran in, ji bo rexneya li civak û kesan hatine gotin.
Vegotina çîrokî : Hinek gotin hene, bi awayê vegotina çîrokê hatine gotin. Ew jî carinan dirêj û carinan bi pirs û bersivan çêbûne.
Mînak:
Di mala bavê de zeynet in,ava cêrên wan şerbet in,dayik dimirin, zeyî tên, “jinbira bê rûmet” in.
Ev gotin bi awayê helbestî jî tê zimên. Mirov ji çîroka vê gotinê jî wateya keçên ku dibin bûk û rewşa wan, dibîne.
Ji kerê re gotine were dawetê,gotiye: Ditirsim, bar mar li erdê ye, nigê min ne nigê dawetê ye.
Di vê gotinê de raste rast vegotina diyalogî heye û ev rêbaza çîrokê ye.
Vegotina mecazî û pêwendî: ji xwe taybetiya herî bi bandor mecazîbûna peyvên di nava hevokên gotinên pêşiyan de ne. Ev taybetî taybetiya sereke ye. Lê belê ne ku giş bi mecaz in. Hinek henin ev kêmanî di wan de heye ku tenê selmandin in û xwerû nin. Hinek jî henin bi mecazbûna wan wateyeke kûr î nexuyayî tînin holê.
Mînak:
Cêr li rêya avê dişkê.
Mirov dikare gelek wateyan ji vê peyvê derxe. Cêr bi tena serê xwe mecaz e. Wek “mirov” xuya dibe. Mirovê here şer dê bimire jî. Cêr, wek amûran jî xuya. Amûr, di çi karî de bê bikaranîn, di wê derê de xera jî dibe.
Ceh qet nebûye genim.
Ji xwe ceh nebûye genim. Lê ceh di vê derê de watayên din jî xuya dike. Wek, “jin nabe mêr”, “sewal nabe mirov”, “mirovê baş tu car xerabiyan nake” û hwd. Di van gotinana de her tişt bi tişteyên din re hatine têkildarkirin û şibandin.
Vegotina xeberbazî û qerfokî: Hinek gotin jî henin, dema têne gotin wek ku mirov qerfê xwe bi hinekan bike, têne fêmkirin. Ev yek jî wêjeyî û mecazî ye.
Mînak:
Yên ku herin masiyan, qûna wan şil dibe.
Vegotina duwateyî (tewriye): Di hinek gotinan de, hinek peyv hene ku bi du wateyan jî têne bikaranîn. Mirov bi kîjan wateyê jî fêm bike taybetiya gotinê naguhere û herdu wate jî di cîh de ne.
Mînak :
Berxê nêr, ji bo kêr.
Peyva “kêr” mirov dikare bibêje him di wateya “kêrê” û him di wateya kêrhatinê( karê nêrbûnîyê) de hatiye bikaranîn. Berxê nêr ji bo gonxwarina mîhan tê hilanîn. “Kêr”, di vê gotinê de tê wê wateyê jî. Lê ev wate di xwendina gotinê de nayê bîra mirov. Ji ber ku ew wate wateyek dûr e. Pêşî wateya kêra birînê tê bîra mirov.
Vegotina hevnegirtî (bi nakokî): Hinek gotin hene ku bi nakokiyê, wateyan derdixin holê. Ji dijberiyê (tezatê) sûdê distînin:
Mînak:
Li zik xistine, gotiye ax pişta min.
Di vê derê de “pişt” ne ew pişta bedenê ye, pişta hêz û piştgiriyê ye. Wek kesekî ku alîkariya wî bike tune ye an kesekî jê re bibe piştgirî tune ye.
Vegotina remzî (sembolî): Vegotina remzî, di gotinên pêşiyan de taybetiyek giring e. Bi taybetî tişt (obje) bi awayê sembol hatine bikaranîn. Her tiştek bi piranî di gotinan de dibe remz û derdikevin pêşberî mirov. Wek, dar, wek, sewal, wek beşên bedena mirov û hwd.
Mînak:
Hespê çê, ço li xwe naxîne.
Ji mişkan dikevin hebangûşk..
Dara xebatkaran tim bi ber e.
Di van gotinana de: “Hesp”, “mişk”, “hebangûşk” û “dar”, her yek remzek e û ji dêleva tiştekî din hatine gotin. Mînak “hesp”, di wateya mirovên baş û jêhatî de hatiye bikaranîn. Heke mirov jêhatî be, mirov nahêle tahde bigihêje mirov. “Mişk” jî di wateya mirovan de ye. Ew jî, ku mirovê nebaş be, zarokên nebaş ji wan çêdibe. “Dar” jî di wateya berhemê de ye. Mirovê xebatkar berhemê wan her bi heyîn û dewlemend e.
DI GOTINÊN PÊŞIYAN DE PEYDEKIRINA “RAMANA BINGEHÎN”
Her gotinek pêşiyan di heman demê de ramanek bingehîn e. Ji bo mirov ramana bingehîn bibîne divê mirov hinekî li ser hûr bibe. Di her gotinê de du hêmanên bingehîn hene:
a) Ramana xweser (Ramana hundurîn)
b) Dîtin. (Dîtina mirovan ya ji bo bûyerê)
Ramana xweser (Ramana hundurîn): Ramana xweser, hêmana bingehîn e, xala esil a mijarê ye. Ya, dê bê ravekirin e. Bersiva pirsa “ev çi vedibêje?” Ye.
Raman: Daraziya ramana xweser e, sînorê wê ye. Bersiva pirsa “bi çi û çawa hatiye ravekirin?” ye. Ji bo mirov ramana xweser fêm bike, mirov dikare ji “kirde” û “pêveber”a hevokê sûdê wergire. Kirde (ozne) û yên wê temam dikin; xweseriya ramanê, pêveber (yuklem) û yên wê temam dikin jî dîtin û felsefeya mirovan û ya gotinê derdixin holê.
Mînak: Yê ku ket golê ji baranê natirse (wateya mecaz; yê ku karekî bike, ji rîska wî natirse)
Pêveber: Natirse. Bi çi hatiye ravekirin, bi golê hatiye ravekirin. Gol cihê nepen e, cihê fetisandin û mirinê ye. Rîsk e.
Kirde: Çi natirse (yê ku dikeve golê). Yê wê rîskê dide ber çavê xwe. Yê ku kar dike ye. Yê ku ji golê natirse, ji rîska kar jî natirse.
Ku mirov kirde û pêveberê bide ber hevdû û wan veguhezîne jiyana asayî, mirov dê bibîne ku çi dibêje.
Ango, ji fetisandina golê, rîska (îflaskirina) kar tê fêmkirin. Yê ku dikeve golê jî, yê ku dest bi karekî dike ye.

CÛDAHIYA BÎWÊJ Û GOTINÊN PÊŞIYAN:
Biwêj: Di ferhengên Ewropî de li himber biwêjan wek “îdiom” derbas dibe. Di tirkî de; “deyim” û di erebî de “tabîr” derbas dibe. Di ferhengên kurdî de; pêgotî an tebîr û biwêj derbas dibe.
Wateya biwêjan ya wêjeyî jî; peyv an hevokên bi mecaz in. Raweya wan û gotinên pêşiyan hinekî kûr û dirêj e. Biwêj jî bi dîroka xwe ji alî pêşiyan hatine gotin û afirandin. Ji ber peywîra wan û gotinên pêşiyan, ji ber cûdabûn û bilêvkirina wan, ji hevdû qetiyane û her yek bûye beşek ji wêjeyê. Mirov dikare bibêje, biwêj ketine nava zimên û wek haya mirovan jê tune be û peyv bi vateyeke din tê bi karanîn. Biwêj wegotinên bi qalibên taybet in ku ji bo mirov têginekê an tevgereke mirovan bîne zimên, hatine holê. Lê Gotinên pêşiyan qaîdeyên wan î gelemperî heye. Dema ku gotineke pêşiyan tê gotin wek ji herkesî re tê gotin û di her demê de li her derê mirov dikare bibêje. Lê biwêj ji bo taybetiya yekî an tiştekî têne gotin. Mînak, mirov bibêje: “Heta tu hat ba min hasil di Mûsilê re derbas bû”. Ev biwêj ji yekî tenê re tê gotin, tu bandorê li yê sêyemîn ku li ba mirov be nake.
Wek me di şîroveya pirtûka A. Balî de jî gotiye, carinan bêyî vîna mirovan têne bikaranîn. Ne hewceye ku mirov bibêje “ezê biwêjê bikar bînim” lê ji bêgavî têne bikaranîn. Bûne hêmanên hevok û zimên.
Lê gotinên pêşiyan, ku dema têne gotin herkes lê hay dibe ku ew ji bo bûyerekê an rexneyeke ku ji herkesî re heman darizandin û hukmê çêdike tê gotin û diyar e. Heta ku bûyerek çê nebe an şîretek ne pêwist be an tiştekî bê nîşankirin tunebe, mirov dikare gotinên pêşiyan nebêje û bipeyive. Lê biwêj mirovan bêgav dihêlin ku bêne gotin. Wek mirov ji hineken re bixeyd bibêje “law ma tu ewqas hundur reş î”. “Hundurreş” bi xwe biwêj e û di wê dîaloga bixeyd de, bi awayekî xwezayî dikeve nava hevokê.
Mînakek di nava hevokê de:
“Me got emê li bende encamê bisekinin, ji ber ku hê dibistan venebûne û em nizanin em dê kîjan pirtûkan bikirin lê belê Şemdîn hê hesp tuneye alifan çêdike”.
Ev biwêj ku mirov qala karekî bike û despêkinina wî karî hê pir dûr be an hê di peyvê de be, lê mirov wek dest bi kar bike, amadekariyan bike û li gor wê yekê tevbigere.
Dema ku ev gotin bi awayê “hesp tunebe alifan çênekin” bûya, wê jê re bigotana ev gotina pêşiyan e. Ji ber ku pirên gotinên pêşiyan bi hevokên raweya fermanî (emîr kîpî) hatine sazkirin. Dema dibêje “piyên xwe li gor berga xwe dirêj bike, di vê derê de “dirêj bike” lêkerek pêveber (yuklem) ya raweya fermanî ye.
Hinek Gotinên pêşiyan jî henin bi hevokên kêm, çêbûne:
“Ava bîran bi tevdîran”. Wateya wê ; divê mirov ava bîran bi tevdîr xerc bike ye. Di vê gotina pêşiyan de pêveber tune ye. Lê tê fêm kirin ku lêkera “xerc bike” tevlî ku tê de tune ye jî, pêveberek veşartî ye. Ku mirov carek din jî taybetiyên wan bîne ber cavên xwe hê baş cûdatiya wan derdikeve holê

Gotinên pêşiyan :
1- Hukmî û darazî ne.
2- Dudu û hê pirtir wateyan derdixin (wateyên kûr û rûkalî).
3- Pendî ne (şîret in).
4- Mecazî ne.
5- Nivîskarê wan ne diyar e.
6- Qaîdeya wan î gelemperî heye.
(Li her deverê vateyên nêzî hevdû derdixin û têne fêmkirin)
Biwêj:
1- Ne hukmî û ne darazî ne.
2- Wateyekê derdixin.
3- Ne pendî ne.
4- Hinek jê nivîskarê wan diyar in.
5- Qaîdeya wan î gelemperî tune ye, pirên wan bi taybet in.
(Hinek jê herêmî nin. Li her deveran nayêne fêmkirin. )
Hinek biwêj hene, li gor demê û li gor kar û têkiliya mirovan xuya dibin. Carinan hin ji van biwêjan, tenê di herêmekê de bi wate ne. Heta bi tenê di gundekî de bi wate ne. Lê dema mirov wê peyvê li derveyî wî gundî bibêje kes tu tiştî jê fêm nake.
Wek :
“Ma çemê çeqçeqê ye çiye?”
“Ma kaniya mêmelaskê ye?”
“Mineta te li serê giharê dina be” û wd.
“Dawiya peyvê nayê pel hene.”
Van biwêjanê jor, li herêma Mêrdîn-Şemrexê têne bikaranîn. Her yek ji wan çîrokek wan jî heye. Mînak biwêja “Dawiya peyvê nayê pel hene”: Yekî ku pelê cixareyan difiroşe afirandiye. Dema ku diçûyî qahwexane û çayxaneyan, didît ku kes li wî guhdarî nake û herkes li lîska kaxezan hûr bûne û hinek jî ketine guftûgoyên kûr, kes jî li pelan nanêre. Îjar ku dikeve hundurê qahwexaneyê dibêje. “Dawiya peyvê nayê pel hene”. Bi vê çîrokê ev hevok bûye biwêjek herêmî. Ku mirov dixwazin balê bikişînin ser pirsgirêka xwe vê gotinê dibêjin. Ango dibêjin “Hinekî li min jî guhdarî bikin”. Di biwêj û gotinên wiha de dîsa xuya dibe ku her yek ji wan xwedî çîrokekê ne.
Pirên biwêjan jî wek gotinên pêşiyan bi qerfokî tê gotin û ji qerfan jî sûde wergirtine. Mînak, li pirê deverên ku kurd lê dijîn biwêjek tê gotin:
“Xal Xidiro hero li viro.”
Mînakên biwêjan wek vê biwêjê pir in. Ev jî taybetiyek wan e, ku bi piranî bi awayê qerfî û hîcîv in. Ev taybetî jî wan navdar dikin
Mînakên biwêjan:
“Dizan ji dizan dizî, erd û ezman pê hesiya.”
“Berûyê ji qêlik bazda, got, devî çende ye.”
“Silavan li Hesenê Mûsa ke.”
“Hasil di mûsilê re derbas bû.”
“Hesko ji bajêr xeyîdî (fare daxa kustu).
“Heta we hilatî lêxist me şikeva kir (îş îşten geçtî).
WATEYÊN HINEK BIWÊJAN:
Agir berda kayê, xwe da ber bayê:
Agir berdide kayê, lê ji bo ba lê nere, xwe dide ber ba.Wek karê jiyanê jî ku mirov bixwaze karekî bike lê mirov bi xwe bibe astengê wî karî.
Agir bi ser serê min ketiye, tu firîkê xwe diqelîne:
Wek dibêje ez di tengiyê de me, lê tu alîkariya min nakî.
Aş çûye bi dû çeqçeqê ketiye:
Aş xera bûye, hê bi dû niqirandinê dikeve. Wek mirov derfeteke mezin, firseteke mezin winda bike, lê bi dû tiştekî biçûk bikeve..
Axê me om e xwelî li serê me kom e:
Wek bibêje filankeso bû serokê me, dê xwelî li serê me be, an em ne baş in ku ew bûye axeyê me.
Bejin tît e mal meçît e:
Bejin sipehî û bi bedil e, lê mal tune ye. Ji bo mirovên ku tenê bedena xwe û rewşa xwe î xweşikbûniyê difikire, tê gotin.
Berû da bizinê, dest avêt qaçikê:
Wek hê nû berû dayê, dibêje hela bê xurt bûye. Ji bo peroşî û lezkirina mirovan tê gotin.
Çûn dewsa miriyan, herkes li miriyê xwe giriyan:
Çûn dewsa miriyan, lê herkesî ew mirî ji bîr kir û miriyên wan hate bîra wan, an ji bo karekî çûn lê herkes ji bo berjewendiyên xwe tevgeriyan.
Çûn welatê kera, anîn barê pera:
Wek pere ji pişta nezanan derdikeve. Ji bo mirovên li bende fersendê û li fersendê digerin û bi ser dikevin tê gotin.
Dawiya meşkê girtiye, devê wê berdaye:
Wek cîhê kar jê xera dibe, li ser nasekine an guh nadê, lê wek ku nahêle xera bibe tevdigere. Ji bo mirovên ku di kar de, tiştên girîng ji bîr dikin, lê bi tiştên hêsan diştaxilin, tê gotin.
Def û zirne berdaye, bi kendalê abes girtiye:
Wek karê ku jê re dibe nake, yê jê re nabe dike.
Eyşikê ji xwe bi şik ê:

Ji bo mirovên ji her tiştî gûmanê dikin, hatiye gotin. Ji bo mirovên bi xwe ne bawer jî tê gotin.
Ez mîr tu mîr, kî soqil hemir:
Ez mîr bim, tu mîr be; wê kî yê xebatê bike (soqil hemir, di erebî de ajotina kerê ye). Herkes bibêje ez, tevger çê nabe. Ez mîr, tu mîr, wê kî yê kerê bajo.
Hurê tenûr dada, qahpê pê veda:
Wek hurrê got çi qehpê pejirand. Ji bo mirovên ku pir û bê şik hevdû diparêzin tê gotin. *(Hurrê-azadê)
Ji kîsê qirim, xweş dibirim:
Dema ji kîsê hinekî din be, mirov xweş camêriyê an mesrefê dike, wisa tê fêmkirin.
Ne fen e, ev çi dar û ben e?:
Dar û ben yê xeniqandinê ne. Yê fenan bike, xuya dibe. Dema ku hinek fena xwe veşêre lê yê himber pê bihese û vê biwêjê bibêje. Çiqas bide mandelê jî, delîl heye.
Va dar, va mişar:
Dibêje her tişt li holê ye.
Wê ev hevîra, hê gelek avê hilîne:
Bûyerên demdirêj û karên demdirêj, ji bo bûyerên tevlihev ku hê xelas nebûye, hatiye gotin
Ku ez ciwan bûm, bi tîr û bi kevan bûm; gava ku ez pîr bûm, notirvanê şikevayê hevîr bûm:
Wek ku mirov ciwan be jêhatî ye, lê pîr dibe, ji tiştekî re nabe an ji hindik tiştan re dibe.
Wexta genim giha bû, kes nexwiya bû; bû firîk Heso Hemo bûn şirîk:
Dema kar, kes xwe nade ber, lê dema hazir be, gelek kes xwe lê digirin.
Wexta kar rûyê xwe diguherîne,wexta şîvê kevçiyan tîne:
Dema kar xwe dixeyidîne, lê xwarin tê, ew jî ji bo bixwe, tiştekî biçûk dike ango ew li pêş e.
Xal xidiro, hero li viro:
Her dem xuyayî ye. Ji bo mêvanên ku her tim diherin û tên hatiye gotin.
Xwarin li ber kir, ço raserî ser kir:
Xwarin didêyê, lê mineta xwe li serî dike an tiştekî jê dixwaze.
Xwestek û kodik bi şûn de:
Wek ne parsek be, ne fedî bike ji bo xwestinê.
Ya ji mam re, ya ji xal re:
Ji bo qîzên ku di bin bandorê de tê zewicandin, hatiye gotin. Ji bo tiştê ku mirov bixwaze bifiroşe jî tê gotin. Kî dibe bila bibe.
Ya nare diziyê, ya jî dihere, şivan dikuje:
Ya xerabiyê nake, yan jî dike lê pir tund dike. Yan tiştekî karekî nake, yan jî dike pir nebaş dike.
Yarê diya min yek bûya, min ê bi dendikên bihîvan xwedî bikira
Weki dilnexwazên min, neyarên min pir in. Hindik bûna ez dê ji heq derketama.
Yek ta nabe, du ta tê ranabe:
Wek ; alîkî çahl e, alîkî bahr e. Rêyek li navê tune ye. Ji bo karê ku dikeve tengasiyê.
Yê ji derve hat, yê hundir qewirand:
Wek têkiliya yekî di karekî de tune be lê dema peyv vedibe, rexneyê li yê têkiliya wî bi kar re hebe, dike.
Xwediyê tirê, li xwe mikurê !:
Divê mirov bangî xwediyê karê pîs bike ku li xwe mikur bê. Ev pirseke ji wî kesî re ye.
(Lêkolîn berdewam dike)
KOVARA ROJAVA. Hejmara(2)an. Buhara 2019an
----------------------------------------------------------------------
(BEŞÊ DUYÊ)
MÎNAKINE BIWÊJÊN TIRKÎ Û LI HIMBER WAN YÊN KURDÎ:

Doğduğuna pişman olmak (ji çêbûna xwe poşmanbûn)
Di kurdî de : Li emrê çûyîn poşmanbûn.
Dokuz köyden kovulmuş olmak ( ji neh gundan qewirandin)
Di kurdî de: Mirovê bêar, li derekê nekir sitar.
Dîze gelmek ( hatina çongê).
Di kurdî de: Hatina dest û piyan.
Olmayacak duaya amîn demek (duayê ku nebe, jê re amîn gotin).
Di kurdî de: Me ji vê duayê re negot amîn.
Mantar gibî yerden çıkmak (wek kuvarikan ji erdê derketin).
Di kurdî de: Wek bizrê kulî ne.
O kaldırım muhendîsîdir (ew endezyarê rê ye).
Di kurdî de: Ew beqan dixesîne – ew kêçan dixesîne – ew sa xwê dike.
Dîmyata pîrînce gîderken evdekî bûlgurdan olmak (yê ku çû dimyatê ji bulxura malê ma).
Di kurdî de: Çû heyfa bavê, quna dê li ser kir.
Nûh der peygamber demez (dibêje Nûh nabêje pêxember).
Di kurdî de: Ew her tim dibêje barê êzingê min.
DI DU PIRTÛKAN DE GOTINÊN PÊŞIYAN Û BIWÊJ:
Di nava pirtûkên ku bi navê gotinên pêşiyan û biwêjan hatine weşandin yek jê ya Ahmet Zekî ÇAMLIBEL ya bi navê “Îdiyomên kurdî” ye. A.zekî ÇAMLIBEL, di pirtûka xwe de biwêjan wiha şîrove dike: Qalibek û çarçoveyek Îdiyoman (biwêjan) tune ye. Tevlî ku teoriya wan zelal nebûye jî cûdatiya Îdyoman heye. Carinan hevokek, carinan peyvek bûye Idyom. Mînak:
Agir birrîn,
Agir bûye ketiye canê me,
Bi per û bask bûyîn,
Cila xwe ji avê derxistin,
Çavgirtî,
Rê pêketin.
Tême çavê te,
Rûnê helandî,
Helal be ji te re,
Ji pirtûkên Gotinên pêşiyan yên ku heta niha derketine yek jê jî ya A. Balî ye. Ez dixwazim şîroveya brêz A.Balî jî li vir bi cîh bikim. Ez bawer dikim ew jî dê sûdeyekê bide lêkolîna li ser gotinên pêşiyan.
“Gotinên pêşiyan; rêzepeyvên, ramanên hevpar, bawerî û tevgerên netewan nişan didin û rê bi ber mirovan dixin û dersdar û bi wate nin.
Gotinên pêşiyan, ku bi qasî dîroka welatekî kevn in, ji ceribandin û ramanên girseyên gelan ku bi sedsalan jiyane, pêk hatine. Ji bo ku mirov netewekê ji nêz ve nas bike, divê mirov pêşî gotinên pêşiyên wan lêbikole. Ji ber ku tiştê netewan bi mirov didin naskirin û vedibêjin gotinên pêşiyan in.
Gotinên pêşiyan ku pêşiyan jê re gotine “Darbimesel”, neynika gelekî nin. Ev Peyvên ku pendê dikin, dab û nêrînên gelan, li gorî pejirandina civakê, pêhesandinê çêdikin, carinan dûrî demê jî dimînin. Mînak; peyeveke di demeke dîrokê de bi wate, ku çend sedsal di navberê re derbas bin, dikare winda bibe an bê wate bimîne û ji peyvên rojane re nabin mînak. Hejmarên van gotinanên wiha ne ewqas pir in.
Bi gelemperî; ji bo vegotin û fêmkirina mijarên rojane, axivger, ku pêwist be cîh didin gotinên pêşiyan. Mirovên herî zanepeyv ew in ku, dema axaftinê, gotinên pêşiyan bikar tînin.
Gotinên pêşiyan; hevokên ku peyvên di nava wan de, yên bi demê re bê wate mane, bi bin bêjingê ketine û bi bikaranînê re peyvên mayî bûne qalib in. Lê belê carinan bêyî ku wateya wan winda bibin, ji bo melodiya vegotina mijaran, carinan guherîne. Belê ev mudaxeleyana tu car nebûne sedema guherîneke bingehîn”. (Jitirkî werger:Ç.Mazî)
Pirtûka Brêz A. Balî, bi navê “Gotinên pêşiyên kurdan” çapa yekemîn di sala 1993yan de ji weşanxaneya Pelê Sor hatiye çapkirin. Li gor brêz A.Balî di pêşeka pirtûkê de diyar dike ku ji 4 hezar gotinên pêşiyan pêkhatiye.
Lê belê dema mirov li van gotinana dinêre, (wek wî jî gotiye), mirov dibîne pirên wan, hema bibêjin ji sedî 70 biwêj in.
Mînak:
Agir ber piyê wî dibe av
Agirê bin kayê ye.
Biçe ser kaniyê wê ziwa bibe.
Bihar hat zivistan hilat
Bûka bi dilê zava ye.
Dayê ewa tu dibêjî min li der daye.
Ez dibêjim bira, ew ji min re dibêjî kirîv.
Gaziya li dûv girî ye.
Lawê Mencê çû qezencê.
Li nalê jî dide û li bizmarê jî.
Wek melevanê dixeniqe.
Mirîşka reş e hero diro nexweş e.
Ne dixwim nanê te ne dajom horîka te.
Rûto xeber pûto.
Zimanê wî nebûya wê qijika çavê wî derxistana.
Zîvir zîvir dîsa li vir.
… Û her wek din. Mirov dikare hê pir mînakên wisa bide. Lê belê heke mirov ji gotinên wiha re bibêje “gotinên pêşiyan” nayên hesêb û hejmara wan bi deh hezaran in. Gotinên pêşiyan ji biwêjan tê cûdakirin û ji wan hindiktir in. Biwêj, di nava zimên de bicîh bûne û bûne hêmanên hevok û zimên.
Lê gotinên pêşiyan ne wiha nin. Kesek heta ku tiştekî nîşan nede an rexneyekê neke, dikare gotinên pêşiyan nebêje. Lê biwêj carinan bi xwe têne gotin û bêyî ku mirov bibêje ev biwêj in jî. Em dîsa mînakekê bidin; Wek mirov ji yekî re bibêje “ew kes pir guhgiran e” mirov nizane ku biwêj hatiye bikaranîn lê “guh giran” bi xwe biwêj e.
WERGER û GOTINêN PêŞIYAN û bIWÊJ:
Me got gotinên pêşiyan netewî ne. Dema li gor çand û jiyana mirovan çêdibin taybetiyek wan jî çêdibe. Ji ber wê yekê jî dema mirov bixwaze wergerîne, mirov nikare raste rast bi peyvan an peyv bi peyv biguherîne. Divê dema mirov gotin wergerend kîjan zimanî, wateya wê gotinê çi be li gor wê yekê mirov bifikire û bi kar bîne. Pêwist be mirov wergerand kîjan zimanî, gotinek pêşiyan ji wî zimanî di wê wateyê de bibîne û yan di nava kevanê yan jî di têbiniyê de bi kar bîne. Lê heke baş bê fêmkirin ev şêwaz ne hewce ye. Lewre peyvên di zimanekî de û di nava gelekî de bi taybet bin û tiştin hebin ku bi taybet bin, dibe ku li welatekî din qet taybetiya wan tune be. Wê demê jî nayên fêmkirin an pir şaş dê bêne fêmkirin. Mînakên gotinên îngilîzî ku di rûpelên pêş de hatine şîrovekirin vê yekê baş derdixin holê. Dibe ku bêne fêmkirin ka çi gotine, lê dibe ku wan gotinana qet li kurdî an zimanekî din û rewşa civaka kurdî an yên din neyên. Ji ber wê yekê jî bi heman wateyan lê bi awayekî din, li himber wan gotin hene, di kurdî de an di zimanên din de.
Wek biwêjan gotinên pêşiyan jî bi piranî dema ku ji zimanekî din bêne wergerandin, divê mirov pir lê miqate be û peyvan li gor wê rewşê bikar bîne. Heke ne wiha be carinan mirov tiştekî ji wergerê fêm nake. Biwêj ji xwe hema hema bi temamî wiha nin. Lê gotinên pêşiyan carinan ne hewceyî ku mirov gotina himber wê bibîne, bi kîjan zimanî be tê fêmkirin. Ya rast ew e ku mirov dema wergera gotin û biwêjan ji zimanekî din kir, mirov ya di wateya wê de tê gotin, bibîne an herduyan jî binivîsîne. Mînakên li jêr (mînakên biwêjên tirkî) jî vê yekê diyar dikin.
Di pirtûka Mustafa AYDOĞAN ya bi navê “Berê Gotin Hebû” de, bi gelemperî li ser wergerê hatiye sekinandin û mijara wergera gotin û biwêjan jî wiha hatiye ravekirin:
“Heçî peyvên pêşiyan in, ji bo nîşandana hêjayî û pîvanên civakan, pir girîng in. Taybetiyên çandên cûda, xwe di wan de didin der. Ew li ser bingeha zanebûn û tecrûbeyên civatan hatinin avakirin, şîretên rênîşandêr in û di jiyana civakî de rolên pir mezin dileyizin.
Peyivên pêşiyan wek îdiyoman (biwêj), peyivên taybetî nin û nayên guhertin. Qalibên wan serrastkirî henin. Lê hinek ferq henin ku peyivên pêşiyan ji îdyoman vediqetînin. Beriya her tiştî, piraniya peyivên pêşiyan gelek caran ji îdiyoman dirêjtir in û hevokên temamkirî nin. Naverokên peyivên pêşiyan ji yên îdyoman konkrettir in. Peyivên pêşiyan, gelek caran encama serpêhatiyan in û ji ber vê yekê taybetiyeke wan jî ew e ku ew an rewşekê, an jî çîrokekê dinimînin. Mirov nikare ji peyivên îdiyoman tê derxîne, bê mahneya wan çi ye. Ew di vî warî de xwediyên sirrên mezin in, lê peyivên pêşiyan mahneyên xwe zêde venaşêrin. Heta ji bo ku mirov bi giştî bikaribin têbigihêjin, alîkariya mirovan dikin. Yanî ew di vê mahneyê de, ji îdyoman bi rehmtir in. Qesda min ne ew e ku tu astengên wergera peyivên pêşiyan tune ye û hema mirov çawa çav li wan bikeve, mirovê bikaribe pir bi hêsanî û bê problem wan wergerîne. Heçî peyivên pêşiyan in, wergera wan bi qasî ya îdyom û peyivên argoyî ne dijwar be jî dîsa divê mirov li wergera wan pir miqate be. Lê berê jî hat gotin, mahneyên gotinan ên leksîkalî alîkariya mirovan dikin, da mirov bikaribe şîroveya mahneyên peyivên pêşiyan bike”.
WERGERA GOTINÊN PÊŞIYAN YÊN ÎNGILÎZÎ Û LI HIMBER WAN YÊN KURDÎ.
Ji bo wergera gotin û biwêjan mirov dikare hinek mînakên ji zimanê îngilîzî bide. Di vê derê de hê baş tê fêmkirin ku werger divê çawa be.
All that gliters is not gold. Werger: (Her tiştê ku dibiriqîne ne zêr e).
Kurdî :“Her tiştê ku zer dike ne zêr e”.
Barkîng dogs seldom bite. Werger: (Kûçikê ku bireye pir kêm dev li mirov dike).
Kurdî: “kûçikê ku pir direye nayê mirov”.
Clothes do not make the man. Werger: (Kinc mirov nake zilam ).
Kurdî: “Esil ne çav û kildan e esil duhêl û badan e”.
Easy come easy go. Werger : (Tiştê hêsan tê hêsan dihere ).
Kurdî: “Malê heramiyê di rêya heramiyê de dihere”, “malê xesis diçe fetis”.
One swalow does not make a summer. Werger: (Hechecikek nake havîn).
Kurdî: “Bi gulekê nabe bihar”.
Strike while the iron is hot. Werger : (Lêxistin di dema hesin germ be dibe).
Kurdî: “Dema hesin germ be lê bide”. “Mêr ew e ku hesin sor be rahêjê”.
Who loves the rose should put up with its thorns. Werger:(Yê ji gulê hez bike divê tevlî sitriyê wê bistîne).
Kurdî: “Gul bê sitrî nabe”, “Mirovê ket dawetê wê xwe kil bike”.
Word cut more than swords. Werger: (Peyv ji şûr hê xweştir dibire).
Kurdî: “Xweş dibe şûna xenceran xweş nabe şûna xeberan”. “Peyva xweş mar ji kulê derdixe”.

Wergera gotinek erebî:
“Is’sebeh ir’rebeh”: Her sibehek xêrek wê heye.
Kurdî : “sibe tê xêr pêre tê”
ÇEND GOTINÊN ZARAVEYÊ SORANÎ
1- Eger gol nît, dirrkîş me be.
2- Çem bê çeqel nabê.
3- Biraman birayî, kîseman çiyayî.
4- Rêwî le kunî xoy helgerêtewe, gerr debî.
5- Kêw kêw nabênêtewe, çaw çaw debênêtewe.
6- Bira le pişt bira, meger qeza le xwe bê.
7- Giya le ser bincî xoy derwêtewe.
8- Aş le xeyalê, aşewan le xeyalê.
9- Nan bo nanewa, goşt bo qesaba.

ÇEND GOTIN Û BIWÊJÊN BI ZARAVAYÊ DIMILÎ
Estorî danê pêro, herî binê lingan de manenê (Hesp li hev dixin ker di bin lingan de dimîne).
Ay ke dêzikan virazeno, qulapan jî nano pa. (Ewê ku dîzika çêke, çemçikan jî pêve dike).
Awmê ariye berd,we hema gereno şeqşeqoy. (Aş çûye ew ketiye dû şeqşeqo) (biwêj)
Dayê qurbanê homay, lay xo hekar, ga bedelna here. (Dayê qurbana xwedê tayê xo jê veke, ga bi kerê guhertiye)Biwêj
Dêso ez tore vana, veyvê ti bieşnawe. (Dîwaro ez ji te re dibêjim, bûkê tu fam bike) biwêj)
Paça here niye bena kilm. (Dûva kerê tunebe, dibe quto).
Boça kûtikî hewt serrî eşta mengene, tira veta hîna biya çinkivel. (Dêla kûçik heft salan avêtine mengenê, jê derxistine dîsa bûye çonkalî).
Gorîz biray qerî yo. (Gorîz birayê qerî ye).
Kê kerra kûtikiro danê, wayîrî ra şermayenê. (Mirov kevir li kûçik dide, ji xwedî şerm dike).
Kerra şina serê qûçe. ( Kevir diçe ser qûçê).
Kîvar vat barê mi hendeko, la enî bînan cendeko. (Kîvarê got barê min ewqas e, ê yên din çiqas e?)
Kûtik goştê kûtikî nêweno. (Kûçik goştê kûçikan naxwe)
Kûtiko hewl verê pîsî de belû beno. ( Kûçikê baş li ber pîsî de diyar dibe).
Kûtik pê ziwar nîşîn sêyd.( Kûtik bê zor e nêşîno seydê). (Kûçik bê dil naçe seydê).
Kûtik verê berê wayiyrê xo de laweno. (Kûçik li ber deriyê xwediyê xwe diewte).
Qûtwer ma wa, hakkerê şarî ya. (Qûtwarê me ye, hêkkerê xelkê ye).
Ti meşka ma bişû, ez şina meşka mîr şûwena. (Tu meşka me bişû ez diçim meşka mîr dişom). Biwêj.
Vereko hewl verê kiwezî de belû beno. (Berxê çê li ber kozê diyar e
Wehdê merjiwêlî amê,nişt taştê gawanî ra. (Ecelê kurmorî tê, bi teştê gavan vedinişe.
Weyîrê arî arê xo pawen, bêar vano qay mi ra tersa. (Xwedî ar arê xwe dipê, yê bêar dibêje qey ji min ditirse
MÎNAKINE GOTINÊN PÊŞIYAN JI NETEWEYÊN DINYAYÊ:

Gotinek erebî :
Ku hûn çil roj û çil şevî bi gel re bijîn, an hûnê bibin wek wan an wan terk bikin.
Gotinek Rûsî:
Cihê ku pere lê dipeyive, rastî bêdeng dimîne.
Sê Gotinên çînî:
Ava li dûr, ji tîbûna bi lez re nabe çare.
Ku mirov li qoziyê asê bibe, kîvroşkek jî dikare mirov bidire.
Ku tu guliyekî zeytunê di dilê xwe de bihewînî, dê çivîkên bi şîreşîr werin.

Gotinek Almanî
Herkes hesinkarê bextiyariya xwe ye.

Gotinek Emerîkî:
Zêr bi êgir, jin bi zêr, mêr bi jinê tê ezmûnkirin.
Gotinek Latînî
Baweriya xwe bi tiştekî neyne, li hemberî her tiştî bi tevdîr be.
Gotinek Alaskî:
Tu çiqasî hindik bilind bifirî, dema tu bikevî tuyê ewqas hindik biêşî.
Gotinek Meksîkî:
Dema ku jin karibin bikenin meraq nekin wê bikenin, dema ku bixwazin, digirîn jî.
Gotinek Kongo:
Jin, wek sî yê ye. Ji yê ku wê dişopîne direve, li pey yê pêşiya xwe jî baz dide.
Gotinek Venezûella:
Kêfxweşî di jiyana herkesî de carekê derbas dibe, jibîr nekin.
Gotineke Tailand:
Zewac wek kelehekê ye; yên derve ji bo têkevin hundur,yên hundur jî ji bo derkevin, di liv û lebatê de ne.
Gotinek Şîlî:
Xweşikî, diyariyeke ku xwezayê bexşî jinan kiriye, lê ya ku di pêşiyê de bi şûnde jî distîne ye.
Gotinek îtalî:
Êşên mezin bêdeng in.
Gotinek Nîjerya:
Xemgîniyên biçûk dipeyîvin, derdên mezin bêziman in.
Gotinek Japonî:
Jina te ya pêşî xwedê, ya duduyan mirov, ya sisiyan şeytan dişîne.
Gotinek Frensî:
Îdeal, wek stêrka nin. Girtina wan ne pêkan e. Lê belê di şevên tarî de ji rêya mirov re rêberiyê dikin.
Gotineke Polonî:
Bihar keçek ciwan, havîn dayikek, payiz jinebiyek, zivistan jî dêmariyek e.
Gotinek Danmarkî
Mêrekî kerr û jineke kor, jinûmêrekî dilşa ne.
Ji Kur’anê Gotinek:
Ne Tav dikare bigihêje heyvê, ne jî şev dikare rojê derbas bike, her yek di xêzika xwe de avjeniyê dikin.(Yasîn-40)
Ji încîlê hinek mînakên gotinan:
Zora xerabiyê bi xerabiyê nebe,bi qenciyê bibe.
Evîn weke mirinê bi hêz, weke gorê dexas e.
Her dar, ji mêwa xwe tê zanîn.

GOTINÊN NAVDARAN
Di lîteratura dinyayê (wêje û çandê) û zargotinê de beşeke din jî “Gotinên Navdaran” e. Cûdatiya wan ji biwêjan bi awayekî berbiçav heye. Bi piranî nêzî gotinên pêşiyan e. Ji xwe dema ku nivîskarê wan ne diyar bin, ew bi xwe dibin gotinên pêşiyan. Gotinên pêşiyan jî bi piranî wiha hatina holê ku dû re nivîskarên wan hatine jibîrkirin. Ji ber wateya wan î girîng û ji bo cûdabûna wan û gotinên pêşiyan an biwêjan bê fêmkirin, hinek mînakên hilbijartî li jêr in:
Li dilê xwe binêhêre û wilo binivîse. (Sir Philip Sidney)
Zanîn, çavkaniya başnivîsandinê ye. (Horatîûs)
Ger hûn dixwazin bibin nivîskar, binivîsin. (Epîtetos)
Yên herî xizan, peyayên dîrokê yên herî mezin in. (Emerson)
Tiştê ku tu rast dibînî bike; te divê bila dinya xerab bibe.(Herbert)
Ger hêvî nemîne, zewqa jiyanê jî namîne. (Emîle Zola)
Dil li ku be, welatheziya rastî jî li wir e. (Berkeley)
Zîncîra ku hûn dixin stûyê dîlekî, seriyê wê yî din dikeve stûyê we. (Emerson)
Helbest hevalê tenêtiyê ye. (Cervantes)
Yê ku siyasetê û ehlaq ji hev vediqetînin, tê wê maneyê ku ew herduyan jî fêm nakin. (Jon Morley)
Welatên hunermendên mezin tuneye. (Alfred de Musset)
Ger hunera kirina gotineke xweş hebe, hunera xweştêgihiştin û xweşguhdarîkirinê jî heye. (Epîktetos)
Tu hunermendên mezin, tu tiştên der û dora xwe mîna ku heye nabînin, ger wan wilo bidîtana, ew nedibûn hunermend. (O. Wîlde)
Herkes bi rêya xwe diçine buhuştê. (Fredrikê Mezin)
Efûkirin, zekata biserketinê ye. (Hz. Emer)
Hilweşandina stûnekê hêsan e, huner di rastkirina stûna xwêl de ye. (Celadet Alî Bedirxan)
Divê fikr rind bê fikirîn, peyv rind bê gotin, kar rind bê kirin. (Zerdeşt)
Xebata her kesî ji bo xwe ye. Mineta tu karî tune ye. (Osman Sebrî)
Her kes mîmarê dîwarê xwe ye. (Ehmedê Xanî)
Rewşenbîr berpirsiyarê bûyeran û jiyana civakê ye. (Wedat Aydin)
Ez bê nan dikarim bijîm, lê ez nikarim bê azadî bijîm. (Seîdê Kurdî)
Ji rojê eşkeretir e ku belgeya bûyinê û mafê hemî gelan li ser vê dinyayê ziman e. (Hejar)

GOTARÊN LI SER GOTINÊN PÊŞIYAN
Ji remzan heta gotinên pêşiyan -Hasan Ozdemîr Nexşeya rê ya gotinên pêşiyan, hema bibêjin ji pêvejoya ku mirovahi bûye mirovahî dest pê dike. Ev destpêk, mirovê pêşî ku xuya bûye, di serî de ji bo jiyana xwe bidomîne, bi tişteyan re têkiliya wî ya sereke ye (Serol Teber: Bingeha Livînên me). Ji bo mirov vê babetê baş hîn bibe divê mirov çav li dîroka pêşketina mirovahiyê bigerîne.
Ji bo, giyanewerekî kirdeyî, bikaribe têkeve liv û libatê, divê bi tiştan re têkeve têkiliyê. Bi kurtasî kirde tişteya xwe, tişte jî kirdeya xwe diafirîne.
Cûreyê giyanewerê ku bûye mirov, ji bo şertê xwe î jiyanî bîne cîh; libata wî ya pêşî î ji bo birçîbûna xwe çareser bike, bi tişteyekî re dema ku ketiye têkiliyê, ew bûye hînbûna wî ya pêşî, ramana wî ya pêşî, hestên wî yên pêşî û agahiya wî ya pêşî. Piştî vê, pirsgirêkiyên nû; sitendina agahiya wî ya nû, raman û ji bo azmûnên ku qezenc kirine pêşde bibe, bi vê yekê re tovê ku jê re dibêjin “çand” çêdike.
Di demên pêvejoya jiyana mirovbûyinê de; ji komikên colî (kerî) derbasbûna civakî; her takekesek bi takekesê din re, her colek bi colê din re, her berek bi berê din re, her komek bi komên din re, ango ji bo agahiyên ku ji jiyanê kezenc kirine bidin civakan, pêwistî dîtine bi raman û hestên xwe bibin sûdewar û veguheztina ji hevdû re pêk bînin. Ev yek belkî jî bûye destpêka ragihandinê û bi vê yekê re jî ji bo agahdarî û pêzanîn bigihêje dema me bûye diyarokek bingehîn.
Ji bo pêwistiya vê ragihandinê, bi bikaranîna remz û nîşaneyên dubareyî û sekneyî, tiştên ku hatine ser hev, veguhezîye heta dema me. Ji deh hezar salan; bi resim, şan û tasvîran rêya peyamên bê hejmar peyde bûye. Dîsa ji heman pêwistiyê, watedarbûna cûreyên dengên cûda û bi awayê bikaranîna remzan, keşfa şertê pêşketina mirovahiya ku em dibêjin “axivger” vekiriye.
Di serî de serkeftina dîtina ziman ku armancek bû, îro bûye pêkanek xweîfadekirina bê kêmasî. Bûye erka bi celebê mirov û bûye xezîneyek çandî ya mirovahiyê.
Tevlî ku jiyanê wateya xwe di zimên de dîtiye, mirovên ku li ser cûr bi cûr erdên dinyayê jiyane pêwistî dîtine ku wan pêzanînana bigihînin nifşên pêşiya xwe.
Vê pêwistiyê zor daye îcada mirovahî ya duyemîn. Ev jî nivîsandin e. Di destpêka nivîsê de, resim, şan û tasvîr hatine bikaranîn (ev şan û tasvîrana di Berî Zayinê 4000 de ji alî Sumeriyan, di hesabê çandiniyê de hatine bikaranîn û dû re bi nûjenî dom kirine.
Ji vana:
Pîktogram(nivîsa rismî)
Îdogram (nivîsa ramanî)
Nivîsa bizmarî (BZ 2900 Sumer)
Hiyeroglîf (BZ ss. 3 yemîn )
Fonogram (nivîsa dengî)
Nivîsa hiyeratîk (nivîsa bikarî)
Nivîsa demotîk (nivîsa gel)
Nivîsa çînî ( BZ 2000)
Elfabe (BZ 1000)
Tîpografî (nivîsa qepişandî)
Grafîtî (nivîsa resim-gotarî)
Kalîgrafî (rêzikên şiklî), yên sereke nin.
Bi vana re veguheztina pêzanînê hatiye heta roja me ya îro. Di roja me de, dîsa rêya ji tevliheviya pêzanînê xelasbûn, di sembolan de tê dîtin. Mînak: ji sembolên şîrketan û logoyên wan bigirin heta nîşanên partiyên siyasî û rengên qlûbên sporê, mirov dikare bijmêre.
Di dû vê diyarkirinê re mirov dikare bifikire ku gotinên pêşiyan remzên (sîmgeyên) bi wateya ziman î kûr, barkirî nin. “Di mirovê pêşî de pêşketina ziman, ji ber ku ji bizavkariyê derketiye, têginî ne. Di heman demê de wateya xwe ya kûr di hundurê xwe de dihewîne. Lê belê zimanê bi perwerdehiyê tê bidestxistin, têginên rûkalî û derewîn in.” (Lev Semovîç Vygotskî- Raman û Ziman).
Zanistê ziman Naom Çhomskî di vê babetê de; bi watedarî ziman, wek “çêkeriya rûkalî û kûr” bi nav dike. Di ziman de, çêkeriya têginî di rûkalî û kûrbûnê de; bi teknîkî, çêkeriya rûkalî î şîroveya dengî belî dike. Çêkeriya kûrbûniyê jî, hinek aliyên şîroveya wateyê bi temamî belî dike” (Ziman û Zîhn- N.Çhomskî, r- 186)
“Dîsa çêkeriyên rûkalî nabe tevkarên wateyê, çêkeriya kûr dibe tevkarên wateyê.” (Ziman û Zîhn- N.Çhomskî).
Ji bo heman tiştî helbestvan Georges Jean, dibêje:“Hemû cûreyên lerziya hestan, bi rêya berhemên hunerî hatiye veguheztin. Lê belê wateya wan î kûr, amadekirî nehatine dayin.” (C.J Nivîs Hişê Mirovahiyê).
Bi du gotinên pêşiyan mînak:
“ Bê xwedê dibe bê xwedî nabe.”
“Çêlikê maran bê jahr nabin.”
Gotinên pêşiyan, bi derbirînek rûkalî xuya dike ku çiqas wateyek kûr hildigirin. Bi van diyardeyana; gotinên pêşiyan, bargirên wateya kûr î zimanan in. Antîkbûn û dewlemendiya zimanekî bi vê çêkeriya kûr diyar dibe.
“Di zimanekî de çêkeriyên kûr bi sînor in, kêm in” dibêje, Naom Çhomskî.
Di zimanê kurdî de jî hebûna dewlemendiyek gewre, bi xebatên kûr î bi ked hatine amadekirin hatiye peyîtandin û hê jî dê bêne peyitandin.
Dîsa di zimanê kurdî de sedem û jêderka sereke ya dewlemendiyê; ez bawer dikim divê, di mîrasa çandên Mezopotamya yên windayî de lê bê gerîn. Mînakek kifş jî ev e; di tabletên pênc hezar salî yên Sumeriyan de, hinek peyv jê hê jî di kurdiya îro de têne bikaranîn. Wek “meclîsa şeşkala”, “ erd û ab”. (Dîrok Ji Sumerê Destpê Dike- Samûel Noah Kramer)
(*)Nivîsara Hasan OZDEMIR e,( Ji tirkî werger Ç. Mazî) di rojnameya internetî Rojev de hatiye weşandin. Ji bo wateya kûrbûna ziman û gotinên pêşiyan derdixe holê û ji bo sûdeyê bide nîqaşan, ev jî li vir hatiye bicîhkirin.Ç.M

GOTINÊN PÊŞIYAN Û BIWÊJ – Qedrî DÊRSILAVÎ
Pir caran em dibînin di civat û cimetên me de pir biwêj û gotinên pêşiyan têne bikaranîn û ev me bextiyar dike. Lewre pirbûn û bikaranîna biwêj û gotinên pêşiyan, nîşana dewlemendiya ziman û wêjeyê ye. Lê kêmanî an nezaniyeke me heye, em ji tevan re “Biwêj û Gotinên pêşiyan” dibêjin; “Gotinên pêşiyan”. Ji van peyvan ên ku gotinên pêşiyan in, ji xwe, tu rexne û gotina me jêre nîn e. Lê pirên van gotinên ku jê re dibêjin yên pêşiyan in, ku bi esl û feslên xwe, ne gotinên pêşiyan in, “biwêj“ in. Lê em dîsa, ji wan re jî dibêjin “Gotinên pêşiyan.” Yanî gotin bi xwe biwêj e lê hem ên ku bikar tîne û cimeta dorê jî ji van biwêjan re dibêjin gotinên pêşiyan. Ev jî dibe sedema gengeşî û tevlîheviyeke, ku dibe, di pêşerojê de jî serê me biêşîne. Digel vê rewşê tu gotin û rexneyên min ji gel re nîn e. Lewre li ser hûr nebûye, bi zor kare zimanê xwe biparêze, dê li ku lêkolînê bike, cudatiya nava “Gotinên pêşiyan” û “biwêjan” derxe holê û fêr bibe, kîjan biwêj e, kîjan jî gotina pêşiyan e? Lê em ji zana û xwendan re çi bêjin? Belê a herî xeter ew e ku zana, xwende û nivîskar û saziyên me jî pir caran dikevin vê xeterê. Ji biwêjan re jî dibêjim gotinên pêşiyan. Hela ên ku gotinên pêşiyan civandine, kiribin pirtuk û çap kirine!
Çend pirtukên kurdî, ku bi navê “Gotinên pêşiyên kurdî“ hatine çapkirin, ez lê rast hatime, min bi sedan biwêj ji wan hejmartin e. Bi a min sedemên vê yekê jî, lêhûrnebûn e, nekolîn e. Gel çi gotiye, me jî ew pejirandiye. Em lê hûr nebûne, me ne gotiye ka gelo, di lîtereturên zimanan de “Biwêj” çine, “Gotinên pêşiyan” çine? Bi çi awayî têne nasandin (tarîfkirin)? Tarîfa biwêjê çiye, tarîfa gotinên pêşiyan çiye? Di hinek weşanan de tarîf û nîşana wan hatibin zelalkirin jî, me dîsa ev tarîf nedane ber çav, ji me re hêsan hatiye û me ji tevan re gotiye “Gotinên pêşiyan.” Lê mixabin tev ne gotinên pêşiyan in. Dema mirov di ser re lê dinihêre, mirov dibêje qey tev weke hev in, gotinên pêşiyan in. Lê ku mirov wate û bikaranîna wan bide ber çav û li ser van hûr bibe, dê mirov baş ji hev derxe ku biwêj û gotinên pêşiyan ji hev pir cihê ne. Minakek ji çewtî û kêmaniyên ku ez di nêz de lê rast hatime ev e:
Di Salnama NÇM 1999 de cudatiya nava biwêj û gotinên pêşiyan bi zelalî, bi çend xalan hatiye fesîhkirin.(Ew jî ji nivîsara Çiya Mazî ya kovara Zendê hatiye girtin).
Dîsa, di hinek rupelên salnameyê de, bi navê gotinên pêşiyan pir biwêj hatine weşandin. Hinek jî di van rupelan de hene, navê gotinên pêşiyan li wan hatiye kirin, lê ne biwêj in û ne gotinên pêşiyan in. Hinek jî gotinên pêşiyan in. Lakin forma wan hatiye guhêztin.
Dixwazim, hinekî li van herdû dewlemendiyên ziman hûr bibim û çend cudatiyên girîng î di nava biwêj û gotinên pêşiyan de rêz û dubare bikim.
Gotinên pêşiyan bi taybetî, ji bo mirov ders û şîretekê jê derxe hatine gotin. Taybetiya gotinên pêşiyan ên herî girîng hukmê (darizandin) ilmî, an jî şîret (pend) tê heye. Yanî a ku em jê re bibêjin gotina pêşiyan, an ji sedî sed rast e, ilmî ye an jî divê mirov jê ders bigire, pendî be (şîret).
Weke biwêjan gotinên pêşiyan jî peyvên qalibî ne. Yanî çiqas heman wateyê bide jî bide, nabe ku mirov peyvekê ji hevokê bide guhêztin, derxistin an zêdekirin. Weke ku em bibêjin: (1)“roj bi bêjingê nayê veşartin” (2) “rastî tahl e” an (3) “rev nîvê mêraniyê ye”. Gotina yekem ji sedî, sed raste. Yanî tu kes nikare bibêje ku “Roj bi bêjingê tê vaşartin” Em ji kê bipirsin û bi çi tewrî biceribînin, dê ev peyva me rast derê. Peyva dûyem û sêyem jî, ji sedî sed rast in, lakin ne di her rewş û demê de. Yanî rastî, di her rewş û demê de ne tahle. Carina dibe ku rastî şêrîn be jî. Lê tiştek heye ku hatiye serê me teva, yanî me piran ceribandiye ji ber hinek mirov, gotina rast peyîvîne, derdorê an dost û hevalan, xwe jê xeyîdandin e. Ev ji ber ku hatiye ceribandin, bûye tiştekî ilmî. Ji xwe di her rewş û demê de jî nayê bikaranîn. Dema ku mirov tiştekî rast bibêje û derûdor xwe bi xeyîdînin ev gotin tê bikaranîn. Û gelek di cihê xwe de ye, rast e. A din, “rev” jî wisa, dema ku li mirov biqewime (mirov têkeve tengasiyekê) û mirov çongşikestî nebe, bireve, xwe xelas bike, ew jî dibe mêranî. Weke gotina dûyem ev jî ne li her der û demê tê bikaranîn. Lê dema ku mirov van herdû gotinan di cihê wan de bikar bîne, kes nikare, mirov li virê bi qelibîne û bibêje tû ne rastî. Kî dibe bila bibe, dê rastiya van gotinan bisediqîne û ev jî dibe ilmî. Gotina (4) “serê gurî di bin kum de baş e û (5) “ an mêrekî baş be, an bivir û das be,an jî bimre ji xwe re xelasbe” jî, dîrek ji bo mirovan şîret in. Yanî mirov jê ders digire. Gotinên (6) “şûr kalanê xwe nabire” û (7) xeta çot ji gayê pîr xware” hem ilmî ne, civakî ne, hem jî şîret in. Mirov kare bibê ku felsefî ne jî. Ji dervayî hinek îstisna herdû jî rast û bi serê xwe ne. Ilmî ne, ji xwe îstisna jî qaideyan xera nakin. Gotina (8) “ziman quto serî rihato” jî hem ilmi ye, hem jî şîret e. Yanî ku “tu zimanê xwe kin bigrî, pir zêde nepeyîvî, dê serê te rihet be. Û me teva ev ceribandiye ku di civakan de, mirovê kêm xeberdan û ne fesad be, serê wan nakeve derd û belayê. Tebî ji dervî îstisnayan.
Dema mirov bala xwe didê, di van gotinan, tevan de şîret hene. An jî hukmê ilmî (ku ew jî şîretin) hene. Di hinekan de jî, hem hukum heye, hem şîret heye. Lê di biwêjan de ne şîret hene, ne jî hukumê ilmî hene.
Biwêj, rewşekê, ramanekê, dilîniyekê buyerekê an jî fêrekê di bîra mirov tîne. Ger em bibêjin “Roj bi bêjingê veşartin” û “Zimanê qut” Û “Serî gurî di bin kum de” hînga ev gotin dibin biwêj. Lewre rewşê dide îfade kirin û tê de tu hukum û şîret jî nîn in. Ku em car caran, di biwêjê de hukum jî bibînin weke “quna tazî, sîle dixazî” têde hukum hebe jî, tu wateyeke ilmî nîn e. Û tu şîret jî tê de nîn e. Ji bo zarokên, ku paqtazî li sikak û kolana digeriyan e, hatiye lihevkirin û gotin, dû re jî bûye biwêj. Biwêj jî weke gotinên pêşiyan xwedî qalibin. Ne dibe mirov gotinekê jê biguhêze, ne gotinekê jê derxe, ne jî gotinekê lê zêde bike. Ji taybetiyên herduyane jî, ku ne bi wateya nazarî (a ewil) têne bikaranîn. Yanî bi wateyeke dîtir (mecaz) têne bikaranîn. Carinan gotinên pêşiyan bi wateya xwe î nazarî (ewil, heqîqî, rastî) jî têne bikaranîn, lakin ev ji bo biwêjê ne gengaze. Yanî wateya biwêj her tim mecaz in. Weke gotinên pêşiyan, biwêj ne rêbe rin. Ê ku wê biwêjê nizanibe, serpêhatiya wê nizanibe, tu wateyê jî jê dernaxe. Lewre her biwêjek, serpêhatiyeke û wateyeke wê yî taybet heye. Ji dudu û zêdetirî gotinan hatine ba hev; ji tiştekî, rewşekê an buyerekê re bûne nav. Yekî ku çiqas zimanzan be jî, ger wê biwêjê nizanibe, an ne bihîstibe, nizane wateya wê jî çiye. Lewre têybetiyeke biwêjê jî ev e ku, bi gotineke kin û kurt meseleke dûr û dirêj tîne ziman. Weke em bibêjin (2) “Mesela baqê nîskan” Yekî ku serpêhatiya vê biwêjê nizanibe, ma dê ji vê hevoka kin çi manê derxe? Û nizanin min bi vê gotinê jî çi da fêmkirin, daxwaza min çi bû. Lê ê ku vê biwêjê zane, ew fêm dike ku min çi got û min xwest ez çi bidim fêmkirin. Vekirina vê biwêjê jî bi kêmanî du rupelan tije dike. Bi gotina (3)“çongşikestî” qesta min ne ku bi rastî, çongên wî (bi fizîkî) şikestî ne. Belkî qasta min jê ev e ku “tirsiya ye qutufî ye, ji tirsan bê hal ketiye” lê bi rewşa xwe ya fizîkî sip û saxlem e.
Me got di biwêjan de, ne şîret hene, ne jî hukum Ilmî heye. Ger ku di hinek biwêjan de reng şîret hebin jî, bi eslê xwe ne ji bo şîretê hatine gotin. Rewşek an buyerek dane fêmkirin, lê buye weke şîretê jî. Weke em bibêjin “Apê pilo ha bêjê, qun bi qulo ha bêje”, di vir de rewşekê dide fêmkirin. Ku li mirovekî pir şîret û gotin bêne kirin û ew jî tiştekî nexe serê xwe, berevajî wan şîret û gotinan tevbigere, îcar ji bo ku mirov rewşa wî bîne zimên, divê pir gotin û şitexalî bê kirin. Lê mirov bi tewreke kin û kurt, rewş û ehwalê wî mirovî bi vê hevokê tîne zimên.
Herdu jî (biwêj û gotinên pêşiyan), pir bi bingeh û watedar in. Gotinên pêşiyan, weke ku navên wan li ser in, xuya ye ku mirovên mezin û zana gotine, peyvên wan neqane ne, çêj û bîna pîroziyê ji wan difûr e. Dema mirov li hinek gotinên pêşiyan hûr dibe, pir li wan miştaq dimîn e, dikeve şikê ku, çewa mirova bîr û raman kirine, ev gotinên xweş, rast û durist li hev anî ne, hûna ne. Gel jî ew heta vê demê anî ye. Lê biwêj ne wisa ne. Gotinên biwêjan pir ji rêzê ne, li hev anîn û hûnandina wan jî xweş e, lê gotin ne neqane ne, heta pirên gotinên biwêjan nelirê (mustehcem) nin. Di biwêj û gotinên pêşiyên kurdan de paşverutî nîne, yanî, li ku, kîjan gotin pêwist û munasip be, hatiye bikaranîn, ne gotine ev peyv şerm e, ev peyv nelirê ye. Mirov kare bêje ku xwezayî ne.
Kes nikare destpêka gotinên pêşiyan bibîne. Yanî bi tevahî gotinên pêşiyan pir kevnare ne. Pala xwe didin çavnêrîn û ceribandinên jiyana hezar salan. Her yek, bi hezaran caran hatine ceribandin û dawiyê hatine gotin. Lê biwêj ne wisa ne. Ji bo biwêjan, kevn û nû ne pîvan e. Dibe ku bi hezaran salan berê û dibê ku di demek nêz de jî hatibin gotin. Hinek ji gotinên pêşiyan, li çend qada û herêman zêdetir bêne bikaranîn jî, di rastiya xwe de, gotinên pêşiyan netewî, heta mirov kare bêje ku navnetewî ne. Bi tevahî, her gotinên pêşiyên netewek, li gorî jiyana civaka wî ya sosyalî, ekomonî, çandî û derunî hatine gotin. Lê mirov ji gelên dîtir re jî wergerîne, dibe ku ew jî gelek ders û eqilan jê bigrin. Lê biwêj ne wisa ne. Dema mirov biwêjekê wergerine zimanekî dîtir, carinan tiştên ecêb û sosret derdikevin hole. Lewre herêma biwêjan teng e. Carinan di herêmekê de, carinan di bajarekî de, carinan di qadekê de, di gundekî de, di taxekê de, di kolanekê de, di malbatekê de û carinan di nava çend bira an hevalan tenê de tê bikaranîn. Ji ber vê ye ku, em gelek caran di hinek pirtûkan de rastî gotinên pêşiyên netewên biyaniyan tên, lê em li biwêjên neteweyên biyaniyan rast nayên. An jî pir kêm lê rast tên. Gotinên pêşiyan kê gotibin bila be, ji her mirovî re pêwist in. Çimkî ji çavnêrînî û ceribandinên wan derketine û ilmî ne. Lê biwêj; encax ên ku bi serê wan de hatiye û çîroka wê bizanibe jê re lazim e. Ji xwe tu ilmîtiya biwêjan jî nîn e. Pir biwêj hene ku me, bi seatan didin fikirandin, giryandin û kenandin. Lê yekî ku ne ji herêma me, gundê me an taxa me be, tu wate û fikrê ji biwêjên me yî heremkî dernaxe, bala wî jî nakşîne. Dema ku mirov ji yekî biyanî re biwêjekê dibêje, zimanê me zanibe jî zoq dibin, li devê mirov dinihêrin. Ji ber wataya biwêj, mecaz e
Çi gotinên pêşiyan, çi jî biwêjên kurdî, herdu jî pirên wan bi qafiye hatine gotin, hatine hûnandin. Ên ku ne wezin bin jî hene, lê ew jî ger ku forma wan ne hatibe qulupandin (xera kirin), hûnandina wan pir balkêş e. Weke ku hostayê dîwêr rêzên kevirên şehkirî, bi şaqul lêbike. Di tu cihan de ne nuxteke kêm, ne jî yeke zêde hebe. Ên ku formên wan hatine xera kirin jî mirov çiqas orjînalîteya wê nizanibe jî, dema lê binihêre, xeta û kêmaniyên wê peyvê weke xet e û kêmaniyên diwarê hoste ye.
“Ev şîroveya brêz Dêrsilavî, ji bo rexneya gotinên pêşiyan ên ku di salnameya Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM Stenbol 1999) hatine weşandin û her wiha bi gelemperî li ser gotinên pêşiyên kurdan e. Ev gotar di rojnameya Azadiya Welat de hatiye weşandin. Ji bo gotinên pêşiyan hê baş bê fêmkirin, min ew gotar bi guherînên biçûk û bi destûra brêz Qedrî Dêrsilavî li vir bi cîh kir. Ç.Mazî”.
nîqaşa 3 nIvîskaran lı ser 45 gotInên pêşIyan
Van gotinên li jêr di salnameya NÇM ya 1999an de hatine weşandin. Ji bo wate û naskirina gotin û biwêjan baş bêne fêmkirin min bi şîroveyên xwe, şîroveyên Brêz Qedrî Dêrsilavî û yên Brêz Mistefa REŞÎD, di vir de wek nîqaşekê bicîh kir.
“Kesê aqilmend peyvên xwe dipîve, nû dibêje”. Bi navê gotina pêşiyan hatiye weşandin. Belê ev ne gotina pêşiyan e. Lê dibe ku metelok (öz deyiş) be. Lewre tu mecaz û şîret tê de ne xuya ye. Pir tiştên din jî hene ku vê goitnê ji gotinên pêşiyan dûr dixe, lê ji bo dirêj nebe ez zêde nakim. Di gotinê de jî guhertin çêbûye. Ne “nû” divêt di vir de peyva “hîn” bikarbanîna.(Q Dêrsilavî)
Ez mane û naveroka vê gotinê baş û girîng dibînim. Kesê ku hema çi ber devê wî, çat û pat lêdixe, bi rastî jî ne aqilmend e. Çiqas mirov gotinên xwe bipîve û paşê bêje, ewqas jî baş e. Pir caran ji gotinên nepîvayî serêşiyên mezin derdikevin. Ji lewre, ev gotina li jor pend û şireteke gelek baş e.
Pirsa girîng li vir ew e, ku ev gotinên pêşiyan, li gor rêz û rêzikên zimanê me rast bên nivîsandin. Bê guman, wek ku li jor hatiye nivîsandin, mirov jê fêhm dike. Lê belê li gor giramêra zimanê nivîskî divêt li cihê “peyvê xwe” awayê “peyvên xwe” bê nivîsandin. Bêjeya “nu” jî em bi awayê “nû” dinivîsînin. Lê ji aliyê semantîk vê, peyva “nû” naveroka vê pendê baş nade xuyakirin. Bi dîtina min, heke bihata gotin:
“Kesê aqilmend peyvên xwe dipîve û paşê dibêje” hên baştir bû. Ev vedigere ser zimanê kesê ku ev pend gotiye, yan jî gihandiye me. Ez bi xwe ne ji wê baweriyê me, ku em bêjin, me wisa bihîstiye, divêt wek xwe bimîne û wisa em van gotinan li gor giramêrê çewt binivîsînin. (M. Reşîd).
“Pîvaz, pîvaz e, çi serî ye, çi binî ye”, rastiya “Pîvaz, pîvaz e, çi sor e, çi sipî ye”, yanî kok û bingeh yek in, çi gewr an jî çi esmer be. Lê ku mirov weke (çi serî, çi binî) bixwîne tu watê nade, tiştek jê nayê fêr kirin.
Ez cidahiyeke mezin di navbera herdu şêweyan de nabînim. Bi herdu şêweyan jî tê fêhmkirin, ku mebest çi ye. (M. Reşîd).
“Bi kerê nikare, êrîşê dibe ser kurtên” forma (qalibê) vê peyvê jî hatiye xerakirin. Rastiya wê “Nikare bi kerê, bazdide kurtan” belkî heman wateyê didin. Lê kaîdekî gotinê pêşiyan jî ev e, ku forma wê neyê guheztin.(Q Dêrsilavî)
“Bi baweriya min, li gor herêman, li gor rewş û tevgera civakê, formên wan têne guherandin, lê ne ew forma ku wê ji gotinên pêşiyan bi dûr dixe. Carinan bi guherîneke kurt ew dibin biwêj an dibin gotineke pêşiyan yeke din.( Ç.Mazî)”
“ Destê pîsîtiyê bi deriyê xwe were” ez bawerim ji ber ku forma vê gotinê jî guhertiye, mirov nikare tiştekî jê fêr bibe. Lê ez rastiya wê nizanim. (Q Dêrsilavî)
“Ji ber ku peyv kêm hatine bikaranîn nayê fêmkirin. Eslê wê ev e; ‘Destê pîsîtiyê bide, wê bi rûyê xwe were’. Lê ev jî kêm e. Bi baweriya min wê wiha hatibe gotin. ‘ yê bi destê xwe têkeve pîsîtiyê wê rûyê wî jî têkeve nav’ e. Ji xwe wateya wê jî ew e, ku hinek bi destê xwe an bi hindikî têkeve nav karên xerab, demek din bi her tiştî xwe dikevê û êdî nikare xwe jê xelas bike. Bi hindikî destpê dike lê dû re nikare xwe xelas bike, bi pirî ve dihere.( Ç.Mazî)”
“Dinya ji kesî re nabê yar” û “Herkes li benda xwe disekine”, ev jî ne gotinên pêşiyan ne. Metelok (Özdeyiş) in. “Nabê” jî nin e. Gere “nabe” bit. Rastiya gotina duyem jî “ Herkes li benda roja xwe ye” (Q Dêrsilavî)
“Hinek gotinên pêşiyan henin ku di nava ferhengê de jî pir in, wek tasavufî tê dîtin. Û dibe ku bi wî awayî jî hatibin gotin. Lê bi sedsalan hatine gotin û êdî ji oldarîyê tasavufiyê derketine, di nava mirovan de bi wate û ji bo tiştine din jî tê gotin. Ev gotina bi oldarî li ser dinyayê hatiye gotin, ku wek ‘mirov giş dê bimirin’ in. Lê êdî ji bo gelek tiştên din tê gotin. Mînak ; ku hinek milkekî mirov bixwin an bi darê zorê ji mirov bistînin jî, mirov dibêje ‘ dinya ji kesî re nebûye yar’. An ‘dinya ji kesî re nemaye’. Ji ber wê yekê jî, gotinên wiha êdî bûne gotinên pêşiyan. Lê dibe ku li nava gelek netewan bêne bikaranîn. Ev jî tiştekî xwezayî ye. Lê li nava her neteveyekê bi awayekî din têne gotin. Ev jî wek Brêz Dêrsilavî jî di şîroveya xwe î serî de bahs kiriye ku gotinên pêşiyan hinek jê dibe ku navnetewî bin. Ew dibe malê çend neteweyan. (Ç.Mazî)”
“Kêmaniya kesekî ji kesî re nabe kêmanî”. Yanî çi? Gelo hûn karin çi wateyê li vê gotinê kin? Gotin hatiye guhestin. Gelo ne “Tunebûn ji mêran re nabe kêmanî” be. (Q.Dêrsilavî)
“Ev gotin berevajî gotina ‘Golikek navê garanekê xera dike’ ye. Ku mirovek çi dike ji xwe re dike, kêmaniya wî ji wî re ye. Nikare xisarê bide hinekî din. Carinan li gor rewşê, gotin berevajî hevdû hatine gotin. Mînakên wiha jî pir in. (Ç.Mazî)”
“Kesê pişta wî tunebe, serê wî tim tewandî ye”. Ez bawerim ku em vê goitinê jî têxin sitûyê pêşiyan, dê di xew de marê wan were me. Gelo hûn karin herêma vê gotinê beyan bikin. Min tiştek wiha bihîstî ye: “Li zik xistine, gotiye ay pişta min.” Ev jî dibe biwêj ne gotina pêşiya ye. (Q.Dêrsilavî)
“Lê hin biwêj hene bi formekê dibin biwêj û bi formekê dibin gotinên pêşiyan. Wek me di şîroveya nivîskar de jî diyar kiriye ku hinek gotin di navberê de jî dimînin. Brêz Dêrsilavî ji vana re gotiye “metelok(özdeyîş). Mijara herêmê jî, ne gengaz e ku mirov gotinên pêşiyan yên li herêmine din bê gotin, bibihîze. Li herêmeke din, dibe ku bi awayekî din bê gotin. Ev jî xwezayî ye. Her du gotin jî ne wek hev in, wateya wan jî cûda ye. (Ç.Mazî)”
Ti pêwendî di navbera “Kesê pişta wî tunebe, serê wî tim tewandî ye” û “Li zik xistine, gotiye ay pişta min.” De nîne. Her yek tiştekî din e. Gava mirovek bêkes be, dê her kes zorê lê bike û serê wî bitewîne, lê gava ne bêkes be, ti kes nikare zorê lê bike. Ez gotina jorîn bi vê maneyê fêhm dikim. Gotina din bi temamî tiştekî din e. (M. Reşîd).
“Xwesara kesî di ronahiyê de çê nabe” Gelo biyaniyan gotin nivîsî ne? Ne min tiştek jê fêm kir ne jî texmîn. (Q. Dêrsilavî)
“Xeserî, wek xwerûbûn e, an azadî ye. Wek dibêje, ‘azadiya kesî bi xweşî nayê’ ye. Ev yek jî gotinê li rastiya xwe disekinîne û bi ya min rast hatiye gotin lê dîsa mirov bi qutebirî nikare bibêje wiha ye, dibe ku ‘xweser’ bi wateya ‘xisar’ jî hatibe gotin. (Ç.Mazî)”
Ez tiştekî din jê fêhm dikim. Ez bawer dikim, ku “xwesar” ji gotina erebî “xesar” yanê “zirar” hatiye. Hîngê “Zirara kesî di ronahiyê de çênabe” tê wê maneyê, ku gava pirs û mijar zelal bû û her tişt derket meydanê, rastî tê xuyakirin û di rastiyê de mafê kesekî nayê xwarin. (M. Reşîd).
“Bi hevalê xwe neken, wê were serê te jî”. Ev jî ne gotina pêşiyên kurdan e. A pêşiyên tirkan ku “Gülme komşuna, gelir başına” û a pêşiyên eraban e, ku orjînala wê jî “Men deqe, duqe”, ji xwe beyan e, wate xweş be jî, gotinên wê bê sir in. Belkî bi kurdî jî hebe, lê ne bi vê formê. (Q.Dêrsilavî)
“Hilneweşîne, wê hilweşînin”.Ez baş dizanim ku ev jî malê netewên biyanî ne. Qey gelo di zimanê xwe de kêmanî didît. Gotinên pêşiyên kurdî têra vî çend rupelkê we nedkir? (Q.Dêrsilavî)
“Rast e, herdu gotin jî dibe ku ji netewên cîran hatibin, dibe ku yên pêşiyên kurdan be jî û dû re gelên din gotibin, li wir jî hatibin gotin. Ev rewş ya sedên salan e. Ji ber wê yekê jî tiştekî xwezayî ye. Ne hewceye ku mirov ji bo gotinên wiha pir qutebirî helwestê deyne.( Ç.Mazî)”
Ez ne ji vê baweriyê me, ku gava gotineke mîna vê li ba gelên din hebe, hîngê ew ya wan e. Li gor logîk, di rewşeke wilo de, sê îmkan hene:
Dibe ku wan ji me biribe,
Dibe ku me ji wan biribe,
Dibe ku rewşeke wisa peyda bûbe, li ba me jî ( bêyî bandora wan ) û li ba wan jî (bêyî bandora me) ev gotina hatibe afirandin.
Gelo çima em li vir hema tenê îmkana duyem distînin û bawer dikin, ku ev gotin ya gelên din e? Ma ne ev ji kêmbaweriya me bi çand û kelepora me tê?
Ev gotina jorîn ya duyem, li herêma me jî heye û bi vî awayî tê gotin:
“Bi hevalê xwe mekene, ê were serê te jî”. Baweriya min jî, li vir, wek ya Ç. Mazî ye.
“Kar bi taxpaşkirinê pêk naye” (?) Gelo kê ji vê çi fêm kir. Min gotineke weke “Gayê texbeşo” bihîstî ye. Lê ez bawerim ew jî biwêj e. (Q.Dêrsilavî)
“Taxpaşkirin di vê derê de wek ku ji peyva “dabaşkirin”ê hatiye. Wek ku mirov dest bi karekî bike, pêşî mirov dabeş bike an par bike, lê piştî wê divê mirov dest bi kar bike û biqedîne. Bi dabaşkirinê tenê çênabe. Wateyeke din î li herêma torê tê bikaranî jî ev e(bi baweriya min a rast jî ew e); ‘Kar bi taxpaşkirinê pêk nayê’, wek kar ne ew tişt e ku tenê mirov taxan li paş xwe bihêle û bibêje kar xelas bû. Ango, divê mirov bi bingehîn û zexm kar bike, her wiha ev gotineke pêşiyan e û darizandin û hukum tê de heye. (Ç.Mazî)”
Pirsgirêka vê gotinê di “taxpaşkirinê” de ye. Gelo ev bi rastî ji bêjeyên “tax” û “paqişkirin” pêkhatiye?. Heke wisa be, hîngê şîrovekirina birêz Ç.Mazî rast e. Lê bi dîtina min, bi gelemperî mijara “gotinên pêşiyan” ne pirseke ewqas rihet e. Ez bi xwe vê gotinê nas nakim. Divêt mirov bipirse, ka gelo ev gotin ji kû hatiye û li kîjan herêmê tê gotin û hîngê ji wan bipirse, ka mebest ji vê gotinê çi ye? Dibe ku mebest tiştekî din be jî. (M. Reşîd)
“ Kes ji ber malê xwe ne ketî ye şerê me”, tu wate têde nîn e. Min ev bihîstî ye “Kesî ji ber malê xwe neda ye kerra, berra” Yanî kesî malê xwe ne avêtiye, terka wî ne kiriye. (Q.Dêrsilavî)
“An ‘kes ji ber malê xwe neketiye şerê kesî’ ye. An forma ku em dibêjin dibe gotina pêşiyan jî ev e “Kes ji ber malê xwe nakeve şerê kesî”. Gotinên pêşiyan jî li gor herêman têne guherandin.( Ç.Mazî)”
Ev jî wek ya jor e, divêt mirov bipirse, ka ji kû hatiye û mebest jê çi ye? Dibe ku bi vî awayî be jî: “Ew li dij me derdikevin, ne ku zirarek gihîştiye malê wan yan tiştekî wisa, mesele tenê dexsî û hesûdî ye”. Lê ev texmîn e, ez rastiya wê nizanim. (M. Reşîd)
“Kesê çavbirçî, kerê bi bar ve dadibeliîne” rastiya vê jî wiha ye û biwêj e: “Weke gurê çavbirçî, kerê tevî bar dadibeliîne”. (Q.Dêrsilavî)
“Wek berê jî me gotibû bi hin guhertina forman, biwêjek dikare bibe gotineke pêşiyan û bi demê re wiha bûye. Wek vê gotinê jî, dema ku mirov peyva ‘kesî’ bikar neyne û ‘weke’ bikar bîne, dibe biwêj, ji ber ku mirov rasterast ji yekî re dibêje. Lê heke wek peyva ‘kesê’ hebe tevahîbûn çêdibe û darizandin, pendîbûn û hukum ji her kesî re çêdibe. Dema tenê “ kerê bi bar dadibeliîne” be, dibe biwêj bi ya min.( Ç.Mazî)”
Peyva “dadibeliîne” peyveke erebî ye, kurdiya wê “dadiqurtîne” ye. Li ba me biwêjeke mîna vê heye. Dibêjin: “Hêştir tev hawid dadiqurtîne”. Ev ji kesekî re tê gotin, ku polperest û diravperest be, tenê kelk û mesleheta xwe dizane, hema çi keys û fersend ketê, her tiştî ji xwe re dibe, hesabê kesekî din nake. Ez ji biwêja jor jî vê maneyê fêhm dikim. (M. Reşîd)
“Dema bira bira be, jina birê mehr nake”. Çi têkiliya vê û gotina pêşiya bi hev heye. Bi texmîna min vê gotinê Mahsum Qirmizîgul, di 1999 de derxistiye (qerf e) (Q.Dêrsilavî)
“ Li gor ku min lêkolîn kiriye û bi baweriya min ev ji berê de heye. Wek dibêje ‘bira xêra bira bixwaze, jina wî mehr nake’. Lê dibe ku hinekî hetibe guhertin. (Ç.Mazî)”
Dîtina min jî li vir wek ya Ç. Mazî ye. (M. Reşîd).
“Esil winda nabe”.Tu têkiliya vê gotinê bi pêşiya re nîn e. (Q.Dêrsilavî)
“Bi baweriya min wek ‘esalet winda nabe’ ye,. Esaletî jî di demên berê de bandorek wê hebû, ji ber wê yekê jî û ji ber ku hukum jî heye gotineke pêşiyan e, (minak dibêje ‘ev tiş wiha nabe’). Her wiha ji bo “esil” jî bê gotin dihere ser heman wateyê. Esalet bi xwe jî ji bingehê tê ji “esas” tê, “esas” jî nêzî “esil” e ango “jêderk” e. ( Ç.Mazî) ”
Ez jî wek Ç. Mazî “esîl û fesil” jê fêhm dikim. Ev ji berê de heye. Gava kesek tiştekî xirab û nebaş dike, dibêjin “Ew bê esil û fesil e” yan jî “Şîrê wî ne paqij e”. (M. Reşîd).
“Zêr zingar nabe” Rastiya wê “Zêr di ku keve, zingar nabe” ye. (Q. Dêrsilavî)
”Zêr zingar nagire” bes e. Lê bi guherandina formê an li hin deveran bûye “zêr di ku keve zingar nagire” ev jî tiştekî xwezayî ye. (Ç.Mazî)
Gelo ev gotinên pêşiyan û ev biwêjên ku em li ser diaxivin li ser ti keviran hatine nivîsandin yan jî di ti belgeyên dîrokî de hatine tomarkirin? Heya ku em bêjin “rastiya xwe ev e û ne ya din e?” Ji ber ku ew bi zimanê devkî ji bav û kalan gihane me, tiştekî gelek siruştî ye, ku formê wan jî bi bihurîna demên dîrokî hatibe guhertin. Gava em dibêjin:
Zêr zingar nagire
Zêr e, zingar nagire
Wek zêr e, zingar nagire
Kêm an zêde mîna hev in. Kîjan ji van di pirtûkan de hat tomarkirin, ewê cihê xwe bigire. Ev jî niha berpirsiyariya Ç. Mazî ye.
Bi dîtina min, di vî warî de naverok grîng e. Em ji van formên (a), (b) û (c) yekî wergirin û derbas bibin. Tiştê din yê girîng ew e, ku gava em “gotineke pêşiyan” yan jî biwêjekê, ku bi zaravayê herêmeke din hatiye gotin, dibihîsin û em nizanin ji sedî sed mebest jê çi ye, ji ber ku ew bi me ne nas e, em nebêjin “Ev ne gotina pêşiyên kurdan e”, yan jî “Ev ya gelekî din e”, yan jî “Tiştekî wisa nîne”. Dîtineke wisa, dîtineke gelek teng e û ne zanistî ye. Em dizanin, ku li welatê me (li hemû welatên din jî wisa ye) gelek zarava û devokên cûda hene. Tiştekî gelek siruştî ye, ku li her herêmekê gotineke pêşiyan formekî din standibe. Yan jî li her herêmekê, li gor rewş û serboriya wê herêmê, gotineke pêşiyan li wir peyda bûbe, ku li herêmeke din tunebe. Hên ji vê bêtir, dibe ku dîtin û helwesta xelkê her herêmekê li tiştekî tayabetî, yan jî di rewşeke taybetî de, ne mîna hev be. Ezê li vir wek nimûne bêjim:
Kew, wek balineyekî bi nav û deng li seranserê Kurdistanê tê naskirin. Nêçîra kewan ji berê de heye. Gelek nêçîrvan bi taybetî diçin nêçîra vî teyrê xweşik. Gava ew difire, mîl û rast difire, basik li hev naxe. Ji lew re, nêçirvanê pispor divêt tenê li banî tivinga xwe berde kew. Gava kesek tivinga xwe li erdê berde ser kew, nêçirvanên pispor tirq û tinaziyên xwe pê dikin. Lê bi bihurîna heyamên dîrokî rewşeke din jî di nêçîrvaniya kewan de peyda bûye. Hin nêçîrvan pêşî diçin bi davê mariyekê (kewa mê) digirin, wê dixin rekelekê (qefesekê) û li mal xwedî dikin. Gava ew diçin nêçîrê, kewa mê di rekelê de bi xwe re dibin û li cihekî datînin. Kewa mê dest pê dike û dixwîne. Bi awazên wê re kewên nêr ji çiya û beyaran tên nêzîkahiya wê. Nêçîrvan jî tivinga xwe berdide wan û wan dikuje. Vê rewşa xapînok, baweriyek li ba gelek kurdan çêkiriye, ku kew xinizê (xayînê) cinsê xwe ye. Ji lew re, li wan herêman kew ji ber vê rewşê nîşan û sembolê îxanetê ye. Li herêma me jî ev têgihîştin heye. Lê belê xuyaye, ku li her herêmekê ev têgihîştin ne wisa ye. Gava em îro li malperên înternêtê temaşe dikin, em dibînin, ku pir saziyên kurdan, heya hin rêxistinên siyasî jî kew ji xwe re kirine sembol. Bi têgihîştina pêşîn, ev kesên han dibêjin “Em xayînên qewmê xwe ne”. Lê gelo ev rast e? Na xêr. Bi baweriya wan, kew li Kurdistanê balineyekî bi nav û deng e, ew gelek xweşik e, ji lew re jî, wan ew ji xwe re kiriye nîşan û sembol. Gelo heke ew bizanibin, li ba gelek kurdan kew wek sembolê îxanetê tê fêhmkirin, ewê kew ji xwe re bikin sembol? Na. Wisa xuyadike, ku li ba wan ev têgihîştin qet nîne.
Min çima ev çîroka (li gor mijara me dûr û dirêj ) li vir nivîsand?. Min xwest ez bidin xuyakirin, ku ne merc e, dîtinên kurdan yên civakî li her herêmeke Kurdistanê mîna hev bin. Nê jî awayê bilêvkirin û gotina wan ji sedî sed mîna hev e. Min carekê di kovara BÎRNEBÛN (kovareke ji alî kurdên Anatoliya navîn tê weşandin) de hin gotinên pêşiyan xwendin û ez gelek lê matmayî mam. Ew hemû li ba me jî hene, lê bi awayekî din tên gotin. Ji sedî sed, gelek kes jî dê wan hemiyan nas bike, lê dê ewê wan bi awayekî sêhem bêje, ku ne wek ya wan û belkî ne wek ya me be jî. Tiştê girîng di vir de ew e, ku ev gotinên pêşiyan yan jî biwêj bi zimanekî petî, resen û xweşik bên tomarkirin. Tiştê ku ez jê nerihet bûm jî ew bû, ne ku di kovara Bîrnebûn de bi awayekî din hatibûn nivîsandin, na xêr, ji ber ku ew ji aliyê ziman ve, çewt û li gor qeydên vekît û rastnivîs ne rast hatibûn nivîsandin. Bi dîtina min, ev ji pir tiştên din girîngtir e. Divêt em wan bi zimanekî rast û durist binivîsînin. (M.Reşid)
“Gul bê strî nabin” a tirka ye, bi kurdî “Goşt bê hestî na be” ye. (Q.Dêrsilavî)
Di kurdî de jî heye û dibe ku tirkan ji çanda kurdî girtibin. Ji ber ku gul jî li nava kurdan heye û striyên wan jî. Eşq jî heye, kêf jî heye û dijwariyên wan jî pir in. Mirov nikare tiştekî pir qutebirî ji bo neteweya vê gotinê bibêje. (Ç.Mazî)
“Kesê xebatkar, nanê xwe ji kevir dertîne”, rastiya vê gotinê ev e: “Mêrê çê nanê xwe ji kevir derdixe”. (Q.Dêrsilavî)
“Li gor rewşa civakê jî forma gotinan hatiye guhertin. Mînak; berê xebatkar tunebûn an kêm bûn. Lê ji ber ku aniha xebatkarî pir e, hetiye wergerandin. Gotinên pêşiyan nayê wê wateyê ku teqez pêşiyan gotibin an di demên berê de hatibin gotin. Di her demê de, li gor rewşa civak û tevgeran hatine afırandin û hê jî têne afirandin. (Ç. Mazî)”
“Devê elimî viran, nasekine.” Dev na elime vira, ji xwe ne orjînalîteya peyvê têde sor dike. Me di şibhê vê gotinê de gotineke wuha bihîstî ye: “qûna ku elimî tira, ra lê nabe”. Di derheqê viran de jî pir hene. (Q.Dêrsilavî
“Li her herêmekê dibe ku bi awayekî hatibe gotin. Di herdu gotinên brêz Dêrsilavî dibêje de, wate ne yek in. Ya yekem ji bo derewan tê gotin û dev bi xwe hîn dibe. Lê ya duyem ji bo tirekiyê an qelpiyê û tiştekî dî tê gotin û ew jî ji bo derewan carinan tê gotin. ( Ç.Mazî)”
“Ker ker e, nakeve nav ava kûr de”. Gelo mirov kare çi zanistî û şîretê ji vê gotinê derxe? Ma kê xwe xistiye ava kûr? Çi gotineke rijî. Ez bawerim forma vê gotinê hatiye hilweşandin. Û ji ber wê ye, ku peyveke sosret derketiye holê. Gelo gotin ne werê be? “Kerê ku ne elimîbe delav, zu bi zu lê nade.” (Q.Dêrsilavî)
“Herdû gotin jî heman wateyê derdixin, lê ya pêşî bi hêrs hatiye gotin, ya dawî rast e. Ez ne bawerim kesî guherandibe, di nava gel de dema hêrsbûniyê tê gotin. Peyva “av” jî dibe ku ne av be. Ji bo xeletiyên mirovan ku di jiyanê de dikin re, tê gotin. Ev jî heye ‘ker bi keriya xwe du cara nakeve heriyê’.” (Ç.Mazî)
“Roj nayê vemirandin”. Ev ne gotina pêşiyan e. Duruşm e ye (sologan e). Ka em tev bi hev re li ser hûr bibin û di nava hevokekê de bikarbînin. Na ez bawerim, ku kes jî nikare pêk bîne. (Q.Dêrsilavî)
Dibe ku aniha bi mirovan hinekî duruşmeyî xuya bibe. Ji ber ku ev gotin nû derketiye. Lê ez bawer dikim ku 20 salên din dibe ku ev gotin bibe gotineke pêşiyan. Ji xwe ez di serî de jî dibêjim ku gotinên pêşiyan bi demê re têne hilbijartin. Heke ev têkeve serê mirovan û cihê xwe bigire, dê bibe gotineke pêşiyan. Ma gelo pêşî kî nin? Ma ne ku yên sih sal, çıl lal an sed sal berî me jiya ne. Îjar heke aniha peyveke xweş bê gotin ji xwe wê aniha nivîskarê wê diyar be û nabe gotina pêşiyan. Lê 50 salên din û nivîskarê wê ji bîr bibe wê bibe gotineke pêşiyan. Brêz Dêrsilavî rast dibêje. Ji xwe hinek dixwazin bi zorê qaliban deynin û wek siyasetê, çandê jî ji nûv de biafirînin. Lê çand bi awayekî xwezayî pêş dikeve û cihê xwe dibîne. Rast e mirov rê li ber vedike an hewl dide ku çand bibe çandeke gerdûnî, lê ev yek bi zorê nabe. (Ç.Mazî)
“Axa û beg hemî xwînmij in.” Min dîtiye ku pirên camêran ji biwêjan re gotine “Gotinê Pêşiyan” lê min kes nedîtî ye ku ji ber xwe ve gotinên pêşiyan derxe, ji gotin û peyvên ji rêzê an duruşman re bibêje “gotinên pêşiyan” Qey gelo hûn çi difikirin? Gelo Pêşiyên kurdan, hemu şoreşger bûne, hemu marsîst- lenînîst bûne û li dijî axatiye derketine? Ez dibêm bi van peyvên nizmik û biçûk rûmeta bêjeya kurdî jî namîne. (Q.Dêrsilavî)
“Ev şîroveya brêz Dêrsilavî di cîh de ye û gelekên bi vî awayî derdikevin pêşberî mirov. Heke ev gotineke pêşiyan be divê peyvên zanistî û peyvên teorîsyenên siyasetê giş bibin gotinên pêşiyan. Ev jî xetereyek mezin e. (Ç.Mazî)
Min ji gotina “Di roja tengiyê de, emir kurt e” tu tişt fêm nekir. Dibe ku ên fêm kiribin hebin. (Q.Dêrsilavî)
“Bi baweriya min ev, ji bo peroşiyê hatiye goti, wek di rojên teng de ne hewceyî emirên (fermanên) dirêj e. Divê bi lezgînî ferman bêne dayîn û kurt bin. Dîsa wek ‘di rojên tengiyê de emir(temen) kin’ be. Wek ‘di şeran de emir kin e’ an bi peroşî mirov bijî, beden jî zû dihele. Ev jî tiştekî zanisitî-lmî ye. Wateya hinek gotinên pêşiyan pir kûr e. Ç.Mazî.”
“Xwar rûnê, rast bipeyîve” Gotinek etirkî ye. Divêt, mirov diziyê neke. Ji xwe kesî xêr ji malê diziyê nedîtî ye. (Q.Dêrsilavî)
Rast e. Ev gotineke ji çanda tirkî re bûye milk. Li form û zimanê kurdî qet nayê. Ne hewce ye ku mirov gotinên pêşiyên neteweyên din bike yên kurdan. Ji xwe yên titkan jî bi vî awayî pir in.(Ç.Mazî)
“Yek ji me çil, çil ji me yek” Tu têkiliya vê û gotinên pêşiyan bi hevre nîn e.
“Di tirkî de dibêje ‘ yek ji bo me gişan, em giş ji bo yekî’. Ev jî biwêj e. Lê di kurdî de wek gotineke pêşiyan xuya ye. Li hin deveran jî hatiye gotin ku ‘çil ji bo yekî, yek ji bo çilî’. Wek biwêjê xuya ye lê ji ber ku hukum tê de heye dibêje “çil ji bo yekî kar bikin û yek jî ji bo çilî kar bike” ango ji bo hevdû kar bikin, alîkariya hevdû bikin. Pend jî tê de heye, dibêje “herkes berpirsiyariya xwe bi cîh bine û heke yek ji bo çilî an ji bo giştî kar bike, çil jî ji bo yekî dê baş bifikire û wî biparêze. Ji ber van taybetiyana, min ev gotin wek gotina pêşiyan di ferhengê de jî şîrove kiriye. (Ç.Mazî)”.
“Malê dinyayê li dinyayê dimîne”, ev jî ne Gotina pêşiyan e. (Q.Dêrsilavî)
“Rast e ev ne gotineke ku mirov bibêje bi wateyeke kûr an taybetiyek wê heye. Peyvek ji rêzê ye. Ç.Mazî”
“Gotin di cihê xwe de girîng e.” Ne gotina pêşiyan e û gotineke xweşe jî. (Q.Dêrsilavî)
“Bi baweriya min gotineke pêşiyan e û “peyv” an “gotin” her û her di nava civakê de bi rûmet bûye û gotin wek biryarê ye. Dibe ku mirov bibêje, pir sivik e. Lê dema ku di nîqaşekê de bê bikaranîn pir bi wate xuya dibe. Ç.Mazî”
“Herkes tama debê xwe dizanê” Ma ji ku herkes tama debê (ne debê, devê) xwe dizane? Ka wateya mecaz, ka wateya civakî? Gotineke ku bi tewrê mecaz “Tama devê xwe xweş dike” ev jî ne gotina peşiyan e, biwêj e. (Q.Dêrsilavî)
“Herkes tama devê xwe dizane’, wek ku ‘herkes ji xwe re ye’, egoîzmê derdixe pêş. Ji xwe mecazîbûna wê jî ji wir tê û bi baweriya min gotineke pêşiyan e.
Di gotinên pêşiyan gişan de wateya civakî (civakiya sazûbendî) ne hewce ye ku hebe.Yên ji civakê re hatine gotin jî pir in, lê yên ji girseyan an ji hemû kesî re an ji komên kategorîk re hatinin gotin jî henin. Ev yek taybetiya wan î giştî winda nake. Mînak heke li ser “xesûyê” an li ser “bav” hatibe gotin; ew li ser hemû “xesûyan” an li ser hemû “bavan” hatiye gotin. Ev jî dibe giştî. Ç.Mazî”
“Aqil bi peran nayê piştê ”, pir hatiye gelemşekirin. A rast “Aqil bi peran nayê kirîn”. (Q.Dêrsilavî)
“Herdu peyv wateyên cûda derdixin û cihê ne. Ya pêşî wek “aqil bi pereyan nabe pişt (an piştgirî )” ye. Li ser piştgiriyê hatiye gotin “aqil bi pereyan nabe pişt”. Lê ya duduyan tenê li ser aqil û giranbihabûna wî hatiye gotin. Ç.Mazî”
“Qencî beyhûde naçe” û “Vir nabe rast, rast jî nabe vir.” Tu têkiliya van û gotinên pêşiyan bi hev re nîn in. “Dawiya vira nîn e û rastî bi înad e” hîn xweş tir e. (Q.Dêrsilavî)
“Peyveke rasteqînî ye. Tu mecaz tê de tune ye. Tenê dibe pendek. Ev taybetî tenê jî wê nake gotinek pêşiyan”. (Ç.Mazî)
“Bi qasî xwe bipeyiv e”, nabe, li kurdî nayê “Li gorî emelê (kirinên) xwe bipeyive” (Q.Dêrsilavî)
“Di vê ferhengê de ‘bi qasî bejna xwe pipeyive’ cîh girtiye, wek, divê mirov li gor rewş, mezinbûn û mal û milkên xwe bipeyive. Ev gotin wek “fortan” jî tê bikaranîn. Lê wateya wê î gotinên pêşiyan; dema ku şîret tê kirin “dibêjin, divê herkes li gor rewşa xwe li gor emelê xwe û li gor zanîna xwe bipeyîve”.(Ç.Mazî)
“Feqîrî ji mirinê xerabtir e”, ne gotina pêşiyan e. Belkî gotina gel e. Ku bêjin “Mala feqîriyê bişewite”, ew jî dibe biwêj. (Q.Dêrsilavî)
“Gotinên pêşiyan, ji xwe malê gel in. Her wiha hinek peyv û gotinên ku aniha di ziman de têne bikaranîn jî bi xêra wan gotinên pêşiyan in. Lê haya mirovan jê tuneye ku ji ku hatiye. Wek mînaka vê gotinê. Gotina yekemîn çêbûye ku gotina duyemîn hatiye holê. Pir hêsan xuya ye, lê bi baweriya min gotineke pêşiyan e, lê wateyek wê î pir sivik û fêmdar heye. Ç.Mazî.”
“Diz ji tariyê hez dikin” ne raste. A rast “Tarîtî kela diza ye”. (Q.Dêrsilavî)
“Li gor rewş û herêmê hatiye guhertin. Bi herdu awayan jî tê gotin. Lê ya duduyan hê pir bi forma gotinên pêşiyan e.” ( Ç.Mazî)
“Heram ji kesî re helal nabe”, ev çi gotin e? Ku bigotana “Heram di qirka her kesî re naçe” xweş tir nedibû? (Q.Dêrsilavî)
“Herdû gotin ne wek hev in. Ya pêşî, wek heram be, ji herkesî re heram e. An rastî ji herkesî re rast e. Lê ya duduyan raste rast li ser heramiyê hatiye gotin. Hilbet di dilê herkesî de derbas dibe ku mirov bibêje “wisa bûya nedibû?” Lê belê aniha wisa tê gotin, dibe ku bi demê re forma ku brêz Dêrsilavî dibêje bê ecibandin û bi cîh bibe. Ji xwe dîroka gotinên pêşiyan ev e, bi demê re cihê xwe girtine.” (Ç.Mazî).
“Rê bi rêveçûnê xelas nabe”, ji kengî deye, ku gotina Silo (yollar yürümekle bitmez) bûye gotinên pêşiyên kurdan? (Q.Dêrsilavî)
“Ez ne di wê baweriyê de me ku ev gotin ya Suleyman Demirel be. Dibe ku ya hinek neteweyên din be an ya kurdan be jî. Kî dizane, dibe ku Silo li deverekê ev gotin bihîstibe û gotibe û her wiha bûbe malê wî. Ma gelo çanda Enedolê bi piranî bi ya Farisî û ya kurdan re tevlihev nebûye? Ev tiştekî xwezayî ye? ( Ç.Mazî)
“Peyv ji destan bilindtir in”, min tu wate jê dernanî. (Q.Dêrsilavî)
“Dest bilinkirin” heye. Di kurdî de, wek “li himber hin kesan serî hildan” tê fêmkirin, an lephilanîn. Ku mirov lepê xwe hiltîne wek ‘em jî şer dixwazin’, an dikeve nava şer û serî hidide. Di vê gotinê de dibêje, ‘peyv an gotin ji şer hê bêhtir bi bandor e.’ Carinan hinek peyv hene ku wek mirov guleyan bera kesan de, ewqas bi wan zor e. Di şeran de jî gotin, carinan pir bi bandor in. Hinek şer jî tenê ji bo peyvekê derdikevin. Ji ber wê yekê jî wateya wê î mecazî heye û darazîye. Her wiha gotineke pêşiyan e.” (Ç.Mazî)
“Destê Komarê dirêj e”. Ne destê komarê “destê dewletê dirêj e.” Ev jî ne gotina kurdan e. (Q.Dêrsilavî)
“Wek me berê jî gotibû, li ser rewşa her tiştî,gotinên pêşiyan hatine gotin. Çima nabe ku, kurdên ewqas tahde ji destê dewletan, komaran kişandibe û gotinekê ji bo destdirêjiya wan bibêje. Serokkomarên serdestên kurdan her tim ev peyv gotine ji kurdên serhildêr re: “rojekê hûnê di desdtên me kevin”. Bi ya min bi demê re ev peyv bûye gotineke kurdan.” Ç.Mazî)
Gelo kî ji gotinên “Bela nabêjê, va ez hatim”, çi fêm dike. (Q.Dêrsilavî)
“Di tirkî de jî heye, lê di kurdî de bi gelek cûreyî hatiye gotin. “ro ji qeda û bela derbas nabe” û wd. Mirov nikare bibêje ‘bela îro nayê ezê rehet bim’. An ‘bela ne diyar e ku kîjan demê bê ’ wateya wê î mecaz ew e ku divê mirov tevdîra xwe ji bo pêşiya xwe bistîne. Ev jî wê dike gotineke pêşiyan.” (Ç.Mazî)
“Devê rovî negîhaşt tirî, dibêje ji xwe ti mirî”, weke ku min bihîstiye wisa ye: “ Devê rovî nagihêje tirî, dibêje tirî tirş e” (Q.Dêrsilavî)
“ An ‘rovî têr e tirî tirş e’. Bi baweriya min van gotinana biwêj in. Ji ber ku hukum pend tê de tuneye.” (Ç.Mazî)
“Negîjî ber çem xwe hilneke”, eslê forma vê peyvê “Hîn ne gihîştiye berçem xwe hildike” ye (hinek herêm di dewsa “xwe” de “daw û dêlê xwe” dibêjin), weke ji rewşa wê tê fêm kirin, biwêj e. Nîvîsa bi wî rengê (forma) gotina pêşiyan jî dibe. Lê nivîsa “negîjî” xelet e. Rastiya wê “negihîjî” ye (Q.Dêrsilavî)
Belê gotineke pêşiyan e, ji ber ku hukum tê de heye dibêje (xwe hilneke), pend têde heye ew jî şîretê li mirovan dike û dibêje “berî tu karekî bike, an biryarekê bide, pêşî amadekariya xwe bike an berî tu karekî bike, hinekî lêkolînê bike” (Ç.Mazî)
Gotina “Pîsîtiyê çiqas di hev dî ev qas bîn dide”, hinek herêm, di dewsa “pîsîtiyê” de “gû” bi kar tînin. Kîjan bê bikaranîn, ne xeter e. A xerab ku di dewsa “tevbidî” de “di hev bi dî” di dewsa “ewqas” de jî “ev qas” hatiye bikaranîn. Ji xwe ev in tiştê biçûk ku em dibêjin “tişt nabe, ne xeter e”, lê çendek şûnde, em dibînin ku bi temamî forma gotinê hatiye gûhêztin. (Q.Dêrsilavî)
Kî kare çi ji gotina “Ti bikî kesan, tuyê bivî tesê” tiştekî fêr bibe? Na ez bawerim, kes jî tiştekî jê fêm nake, bê çewa ku mirov tiştekî ji gotina “Vir bive şamkûtnî, kes navê nava milê xwe”. Lewre forma wan hedimî ye. Bi qasî ku di bîra min de ye, forma gotina yekem “Tu bikî bi kesan, wê bê serê nefsan”. Yanî ku tu xerabiyekê bi yekî bikî, dê ew xerabî bê serê te an bê serê hinekan ji malbata te. Gotina duyem jî “Vir bibin turê zêran, kes navê milê xwe”. Yanî ku her kes bi vira emel dike, pir an hindik, lê kes li vira xwedî dernayê, nabêje ‘min vir kir’. (Q.Dêrsilavî)
Goitna “Xweşiya gûzê, kakilê gûzê”, tu cêja gotinên pêşiyan nade mirov. Weke xwarina nîvpijî û bê xwê ye. (Q.Dêrsilavî)
“Lê belê di gelek gotinên pêşiyan de, ji ber melodî û qalib, hevok temam nebûne. Ew jî rêbazek gotinên pêşiyan e. Pêweber bi kêmanî ye, bi dizî ye”.(Ç. Mazî)
“Lawê mencê, çû qezencê” ne gotina pêşiyan e. Biwêj e. Çiqas hukum tê hebe jî, tu ders û tecrûbên ilmî tê nîn in. Belkî me bi rewşekê dide haydar kirin. Tiştekî mirov ji vê gotinê bi şîretî bigre nîn e. (Q.Dêrsilavî)
45. “Seyê bêzirav û tirsonek, gur tîne pez”, ne “bizirav”, rastiya wê “bêzirav”
Di nava van gotinan de, yên ku min şîroveya xwe nenivîsandiye, ez şîroveya Qedrî dêrsilavî ji bo wan, rast dibînim. (Ç.Mazî)
*Ev nivîs di pirtuka M. Çiya Mazî Ferhenga Gotinên Pêşiyan de hatiye weşandin
KOVARA ROJAVA: Hejmara(3)an. Havîna 2020an[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,281 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | rojava.net/blog
فایلی پەیوەندیدار: 1
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 4
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
پۆلێنی ناوەڕۆک: کلتوور / فۆلکلۆر
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
شار و شارۆچکەکان: قامیشلۆ
وڵات - هەرێم: کوردستان
وڵات - هەرێم: ڕۆژاوای کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 23-03-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕۆژگار کەرکووکی )ەوە لە: 23-03-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ڕۆژگار کەرکووکی )ەوە لە: 23-03-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,281 جار بینراوە
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
پەرتووکخانە
دێڕگەلێک لە نەقڵ و عەقڵ و هزردا
کورتەباس
ڕۆشنایی یەک بۆ مێژوو
ژیاننامە
محەمەد باوەکر
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
ژیان و پێویستی سۆزوەرگرتن و سۆزبەخشین
کورتەباس
جێناوی کەسیی لکاو لە دیالێکتی کرمانجیی ژووروودا
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
چوار گەنجی شارۆچکەی شێخان ساڵی 1999
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
کورتەباس
ڕەمزی نافیع و بۆچوونەکانی کاک مەسعود محەمەد و کاک محەمەدی مەلای کەریم
پەرتووکخانە
ناوم گوناحە
ژیاننامە
یەسنا حەبیب
ژیاننامە
بەناز عەلی
وێنە و پێناس
سێ گەنجی کەلار لە بەغدا
ژیاننامە
کریڤان سالار عەبدولڕەحمان
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
وێنە و پێناس
کۆمەڵێک لە گەنجانی هەولێر لە هاوینەهەواری شێرەسوار ساڵی 1995
وێنە و پێناس
چوار گەنجی گوندی پێباز لە کەلار ساڵی 1987
کورتەباس
جیاوازی نێوان مۆرفیم و وشە
وێنە و پێناس
گەنجانی گوندی نەیبەسەرەی شارەدێی شوان ساڵی 1983
ژیاننامە
مەریوان زەنگەنە
پەرتووکخانە
ئەو قاچەی بەجێماوە
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
کورتەباس
ئامرازی (لە) لە تەرازووی بەراورددا
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
عەبدولخالق ئەحمەد 2
ژیاننامە
مهناز کاوانی
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
دانا جەلال
03-10-2010
هاوڕێ باخەوان
دانا جەلال
ژیاننامە
زیاد ئەسعەد
02-06-2014
هاوڕێ باخەوان
زیاد ئەسعەد
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...)
یادنامە
16-12-2021
هاوڕێ باخەوان
یادنامە
ژیاننامە
سامان عوسمان دەروێش
14-04-2023
سەریاس ئەحمەد
سامان عوسمان دەروێش
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
فەیروز ئازاد
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
کریڤان سالار عەبدولڕەحمان
28-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
یەسنا حەبیب
28-04-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
ناوم گوناحە
28-04-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
ئەو قاچەی بەجێماوە
28-04-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
ژیان و پێویستی سۆزوەرگرتن و سۆزبەخشین
28-04-2024
سەریاس ئەحمەد
شوێنەکان
تەلان
27-04-2024
سەریاس ئەحمەد
پەرتووکخانە
دێڕگەلێک لە نەقڵ و عەقڵ و هزردا
27-04-2024
کشمیر کەریم
ڤیدیۆ
ئەکتەران چۆن باسی شاژنی کۆمیدیا بەیان بۆمبا دەکەن؟
27-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
شوێنەکان
سوورداش
26-04-2024
سەریاس ئەحمەد
کارە هونەرییەکان
ژنێک بە جلی کوردییەوە
26-04-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 517,421
وێنە 105,714
پەرتووک PDF 19,160
فایلی پەیوەندیدار 96,493
ڤیدیۆ 1,307
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
پەرتووکخانە
دێڕگەلێک لە نەقڵ و عەقڵ و هزردا
کورتەباس
ڕۆشنایی یەک بۆ مێژوو
ژیاننامە
محەمەد باوەکر
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
ژیان و پێویستی سۆزوەرگرتن و سۆزبەخشین
کورتەباس
جێناوی کەسیی لکاو لە دیالێکتی کرمانجیی ژووروودا
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
چوار گەنجی شارۆچکەی شێخان ساڵی 1999
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
کورتەباس
ڕەمزی نافیع و بۆچوونەکانی کاک مەسعود محەمەد و کاک محەمەدی مەلای کەریم
پەرتووکخانە
ناوم گوناحە
ژیاننامە
یەسنا حەبیب
ژیاننامە
بەناز عەلی
وێنە و پێناس
سێ گەنجی کەلار لە بەغدا
ژیاننامە
کریڤان سالار عەبدولڕەحمان
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
وێنە و پێناس
کۆمەڵێک لە گەنجانی هەولێر لە هاوینەهەواری شێرەسوار ساڵی 1995
وێنە و پێناس
چوار گەنجی گوندی پێباز لە کەلار ساڵی 1987
کورتەباس
جیاوازی نێوان مۆرفیم و وشە
وێنە و پێناس
گەنجانی گوندی نەیبەسەرەی شارەدێی شوان ساڵی 1983
ژیاننامە
مەریوان زەنگەنە
پەرتووکخانە
ئەو قاچەی بەجێماوە
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
کورتەباس
ئامرازی (لە) لە تەرازووی بەراورددا
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
عەبدولخالق ئەحمەد 2
ژیاننامە
مهناز کاوانی
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 1.078 چرکە!