ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,127
画像 106,457
書籍 19,249
関連ファイル 96,905
Video 1,378
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Di nav kurdên Yekîtîya Sovyet de edebiyeta kurdî
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber1
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di nav kurdên Yekîtîya Sovyet de edebiyeta kurdî

Di nav kurdên Yekîtîya Sovyet de edebiyeta kurdî
Di nav kurdên Yekîtîya Sovyet de edebiyeta kurdî
Sedat ULUGANA
doktorantê Zanîngeha bilind a zanyarîyên civakî a Parîsê

Mirov dikare edebiyeta kurdên Sovyetê an jî bi jargona zanistî “di edebiyeta kurdî de êwra Qafqasyayê” di binê sê beşan de bide nasîn.
Beşa yekem ji sala 1920an dest pê dike û hetanî sala 1937an didome. Piştî damezirandina alfabeya kurdî, xebatên edebiyetê dest pê dikin. Lê di navbera van salan de kêmasiya kadroyên edebiyetê yên netewî hene. Wek keresteyên edebiyetê tenê zargotin hebû. Ji ber kêmasiya kadroyên netewî, ermeniyên ku kurmancî zanibûn, cara yekem bi edebiyeta kurdî ve pêywendîdar dibin. Dema şerên Osmanîyan û Rusiyayê de bi hezaran kurd revîyabûn di nav welatên Qafqasyayê. Di van şert û mercên pir zehmet de bi hezaran zarokên kurd jî sêwî mabûn. Tê zanîn ku komara Ermenistanê û Gurcistanê ji boyî sêwiyên kurd li Aştarakê sêwîxaneyek ava dikin. Berpirsiyarê sereke yê vê sêwîxanê jî Nura Egît e. Berpirsiyarên din jî Ahmedê Mirazî û Lazo ne. Di van rojan de Erebê Şemo, Nura Egît û serleşkerê kurd Şemo Têmûrov ji boyî edebiyeta kurdî ya netewî çend caran li hev dicivin. Cara yekem kadroyên netewî, sewîyên sêwîxana Aştarekê ne. Heciyê Cindî, Emînê Evdal ji van sêwîyan du heb in. Paşê bi tevî Cerdoyê Gênco, Qanatê Kurdo, Wezîrê Nadirî, Casîmê Celîl, Etarê Şero ve tên digîhejin Erebê Şemo û Ahmedê Mirazî. Bi vî şeklî jî kadroyên yekem amade dibin. Pirsgirêka herî mezin ew bû ku yên di sêwîxanê de mezin bibûn, zimanê xwe bîr kiribûn. Ji ber vê yekê Emînê Evdal û Heciyê Cindî diçin di nav gundên kurdan ên Elegezê digerin û ji kurdan zimanê xwe yê dayîkê careke din hîn dibin. Em dikarin ji edebiyeta kurdên Sovyetê re bibêjin “Edebiyeta sewîyan”.

1.Destpêk (1931-1937)
Beşa yekem destpêk e. Cara yekem pirtûka edebî di vê êwrê de ji aliyê Lazo ve ya bi navê “Serpêhatiya Casim” di sala 1931an de li Ermenistanê tê çapkirin. Mijar, bîranîn e. Pişti salekê (1932) vê carê jî yekem nivîskarên kurd, nivîsên xwe yên edebî bi awayê antolojîk (tevahî) çap dikin. Di navbera 1934-1935an de pirtûkên nivîskarên kurd ên bi navên Cerdoyê Genco, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Ahmedê Mirazî, Erebê Şemo û Wezîrê Nadirî çap dibin: Heciyê Cindî (Qutiya dû-dermana- piyes) , Ahmedê Mirazî (Zimanê çîya- piyes) , Wezîrê Nadirî (Reva jinê- piyes, Nûbar-helbest), Erebê Şemo (Şivanê kurmanca- roman) çap dikin. Tê zanîn ku di edebiyeta kurdî de romana yekem, “Şivanê kurmanca” ye. Mustafa Aydogan, bi awayekî zanistî, cîhê vê romanê di edebiyeta kurdî de zelal dike. Li gorî mamoste Remezan Alan, Şemo mexdurê serdemekê ye û em dikarin jiyana wî jî wek “di edebiyeta kurdî de ewra Qafqasyayê” di bin sê beşan de binirxînin. Di sala 1936 an de çîroka Erebê Şemo ya a bi navê “Kurdê Elegezê” çap dibe. Heman salê de berhevoka Heciyê Cindî û Emînê Evdal ya derheqê zargotina kurmancî a bi navê “Folklora Kurmanca” jî çap dibe. Di van salan de mecal û derfet pir in. Lê kadroyên kurdî pir kêm in. Taybeti kurd nexwendî ne û ev jî, li ser belavbûna berhemên kurdî bandor dike. Wekî din di van salan de nimûneyên wergerî jî tên çêkirin. Mînak, “Çîrok û helbestên Pûşkîn”. Di van salan de, teqez du nimûneyên edebîyata sîyasî ya kurdî jî hene: “Bîyografiya Karl Marks û “Manîfesta Partiya Komunîst”.

Dawiyê de em dikarin bibêjin di navberan salên 1929-1937an de nêzî 50 berhemên kurdî yên edebî tên nivîsîn.(8) Di sala 1937 an de wek hemû xebatên kurdolojiyê, xebatên edebiyeta kurdî jî tên rawestandin û nivîskarên kurd tên girtin û mişextkirin.

2.Piyes (1937-1955)
Di beşa duyem de taybetî piyesên kurdî hatine çapkirin. Ev beş, di sala 1937 an de dest pê dike û heta sala 1955an berdewam dike. Di navbera van salan de wek kêmnetew û netewên din li ser kurdên Sovyetê jî zextên siyasî pêk tên û wek hemû karên wan, karên di derbarê edebiyetê jî tên qutkirin. Erebê Şemo mişextê Sîbîryayê dikin û Cerdoyê Genco, Ahmedê Mirazî, Hecîyê Cindî tên girtin. Hemû sazî û weşanên kurdî tên qedexekirin. Tenê “Tiyatroya Kurdî ya Elegezê” dikare karên xwe berdewam bike. Di vê tiyatroyê de piyesa berpirsiyarê tiyatroyê Celatê Koto ya bi navê “Lûr de Lûr” ya Heciyê Cindî ya bi navê “Miraz” û ya Cerdoyê Genco ya bi navê “Xûşka doxtirîyê û bira” tê lîstîn. Di sala 1941an de Heciyê Cindî tê berdan û paşve jî bi emrê komara Ermenistanê ji boyî kurdên Sovyetê alfabeya kîrîlî dadimezrîne. Ji ber vê yekê berhemên kurdî yên di van salan de bi tîpên kîrîlî ne. Ji bilî nivîskarên kurd, di van salan de nivîskarên ermenî yên ku zaravê kurmancî dizanin, bi zimanê kurdî piyesa dinivîsînin. S. Taronsî piyesa bi navê, “Mem û Zîn”ê dinivîse; S Gînosyan jî piyesên bi navên “Ker û Kullik”, “Keça mîrekî”, “Xecê û Siyabend” û “Gur Heso” dinivîse û piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn de di sala 1947an de ev tiyatroya kurdî jî tê girtin.(10) Girtina tiyatroyê, nivîsandina piyesên kurdî jî demekî dide sekinandin. Piştî girtina tiyatroyê, mekana piyesan Radyoya Êrîvanê ye. Di radyoyê de çend piyesên kurdî (piyesên radyoyê) tên çêkirin. Stalîn di sala 1953an de dimire. Piştî mirina Stalîn, Ereb Şemo ji sirgûniyê dizivire û rewşenbîrên kurd jî tên berdan. Lê hetanî 1955an, di warê edebiyetê de tu xebatake ciddî nayê kirin.

3.Roman, Çîrok û Helbest (1955-1991)
Di van salan de êdî kadroyên kurd ji boyî edebiyeteke netewî gihîştine. Ereb Şemo ji sirgûniyê vedigere û Heciyê Cindî, Cerdoyê Genco, Ahmedê Mirazî ji zindanê tên berdan. Qaçaxê Mirad, Ûsivê Beko, Eliyê Ebdilrehman, Nado Maxmûdov, Mîroyê Esed, Emînê Evdal, Xelîl Mûradov jî tên digîhijine wan.
Di sala 1956an de romana Ereb Şemo ya bi navê “Berbang” tê çapkirin. 1959 an de jî romana xwe ya bi navê “Jiyana Bextewar”, di 1965an de romana xwe ya dîrokî “Dimdim” û di 1969an de jî di kovarekî de romana xwe ya bi navê “Hopo” weşandiye, dû ra ew wek pirtûk jî çap bû. Tê zanîn ku Erebê Şemo helbest jî nivîsîne. Heciyê Cindî di sala 1967an de romana xwe ya bi navê “Hewarî” çap dike. Eliyê Ebdilrehman di sala 1957an de kurteçîroka bi navê “Morof” li Êrîvanê çap dike. Du sal şûn de jî romana xwe ya bi navê “Xatê Xanim” çap dike. Piştî demeke dirêj (van salan de di rojnameya “Rya teze” de dixebite) romana xwe ya bi navê “Gundê mêrxasa” (1968) çap dike. Piştî 11 salan vê carê bîranînên xwe bi navê “Bîranîn û serhatî” çap dike. Eliyê Ebdilrehman, piştî salên 70î vê carê di sala 1989an de romana serhildana Şêx Zahir dinivîse. Navê romanê jî “Şer çiyada” ye. Ji bilî nivîsandina roman û kurteçîrokan, Ebdilrehman helbestan jî dinivîse: “Dê”, “Gulistan”, “Hesreta min”. Di edebiyeta kurdên Sovyetê de nivîskar û rewşenbîrekî dinê jî Sehîdê Îbo ye. 7 berhemên wî hene: “Qurna Min” (Helbest-1963), “Duryan” (Kurteçîrok-1966), “Bîst salê dinê” (Destan- 1970), “Sînem” (Helbest-1975), “Kurdê Rêwî “ (Roman- 1979), “Azatî” (Helbest-1988). Romannivîsekî din jî Egîtê Xudo ye. Romana wî ya bi navê “Dê û dêmarî” di sala 1986 an de li Êrîvanê tê çapkirin.
Di vê êwrê de, taybetî di warê helbestê de du kes derdikevine pêşiya mirov: Ferîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen. Sala 1961an de pirtûka Şikoyê Hesen ya bi navê “Qalçîçek” (Helbest) û ya Ferîkê Ûsiv ya bi navê “Çevkanî” (Helbest) derdikeve. Bi dehan xebatên helbestên Ferîkê Ûsiv hene. Di bingehiya çend pirtûkan de ev helbestên xwe kom kiriye: “Gula Elegezê” (1954), “Lîrîka” (1967), “Ûsivê Nebya” (1973), “Narê” (1977), “Hisretdefter ( 1984), “Dinya delal”(1987) Şikoyê Hesen 48 saliya xwe de wefat dibe. Li pey xwe sê berheman dihêle: “Tembûra kurda” (1965), “Meremê dilê kurd”(1970), “Perweza Weten” (1977) . Karlênê Çaçanî jî di warê edebiyetê de nivîskarekî serketî ye: “Ahmedê egît” (Helbest-1958), “Gul” (Helbest-1960), “Şêr û kew” (Helbest-1961), “Dil û wetan” ( Helbest-1962), “Berbanga wetenê min” ( Helbest-1967), “Baqe Tev” (Helbest-1972), “Zerê” (Helbest-1980), “Keskesor” (Helbest-1983). Helbestvanekî din jî Çerkezê Reş e. Pirtûka wî ya helbestan a yekemîn di salên 1970yî de çap dibe. Ew di nav antolojîya bi navê “Bihara teze” çap dibe. Duyemîn pirtûka wî ya helbestan “Şorişa xeberan” e. Di sala 1986an de çap dibe.
Wezîrê Eşo, Tosinê Reşîd û Eskerê Boyîk di warên edebiyeta kurdî ya vê êwrê de kesên girîng in. Tosinê Reşîd di çend cureyên edebiyetê de nivisiye. Ji dehî zêdetir berhemên wî hene : “Klamê rê” ( Helbest -1975), “Zozan” (Helbest-1984), “Nîvro” (Helbest-1987), Sîyabend û Xecê” (Drama- 1988). Taybetî piştî belavbûna Sovyetan Reşîd, roman û berhemên din jî nivîsîne. Eskerê Boyîk ji wan kesan e ku bi dehan berhem nivîsîne: “Şiverê” (Helbest-1966), “Kulîlkên çiya” (Helbest-1979), “ Sinco qîza xwe dide mêr” (Piyes- 1980), “Tîrênc” (Helbest- 1987), “ Mem û Zîn” (Piyes- 1989), “Li Çiya” (Kurteçîrok-1990). Wezîrê Eşo berhemên kurteçîrokên bi navên “Mizgîni” (1976), “Dengbêj Kal Bûbû” (1983), “Pamp-Sîpan” (1986), wergerên ji nivîskarên ermenî yên bi navên ; “Xebera dosta” (1982), “Hizret” (1983) ji aliyê Eşo ve bi zimanê kurdî tên çapkirin. Taybetî ev hemû berhem li Êrîvanê hatine çapkirin. Kurdperwer û kurdolog Şamil Esgerov, li Azerbaycanê (di sala 1978 an de komara Azerbaycanê bi sedema “kurdiyatiyê dike” 4 salan wî zîndanê de digirin) di warê edebiyeta kurdî de bi dehan berheman dinivîse: “Çiya ser çiyan” (Helbest- 1964), “ Helbestvanê gel (Ceribandin- 1968) , “Dengê Delîdax” (Helbest- 1973), “Keçika lal” (Destan- 1978), “Hikmeta çiya” (Folklor-1987), “Kulîlkên çiya (Helbest- 1987), “Rûpişta jîyanê rûyê jîyanê” (Helbest – 1990).
Rûsan xebatên edebî yên kurdan baş şopandine. Di balyozxanên xwe yên derve de her dem ev berhemên edebî spartine. Taybetî jî di Balyozxanên xwe yên Tirkiyê. Minakeke ku Nacî Kutlay di bîranînên xwe de behsê dike, vê xalê pir baş dide nîşan.

Encam
Li gor zanîsta sosyolojiyê, cîvakên li ser rûyê dinê, qademe di bin destê sîstemên siyasî re derbas dibin. Divê cara yekem civak, feodalîzmê jîn bike û paşê derbasî kapîtalîzmê bibe. Civak piştî dema kapîtalîzmê êdî dikare derbasî asteke bilind bibe, dibêjin ev jî sosyalîzm e. Lê mirov dema ku kurdên Sovyetan dinhêre, mirov dibîne ku ewnan ji feodalîzmê derbasî sosyalîzmê bûne. Di jiyana wane civakî de kapîtalîzm nehatiye jîyîn. Ev pêvajo jî ji boyî civakekî pir zehmet e. Li gor fikra min vê xalê li ser hemû berhemên wan bandoreke mezin çê kiriye ku hemû berhemên wan de lezgînî heye.
Îro di erdnigariya Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan de nezî 500 hezar kurd hene. Nêzî 500 hezarî jî hatiye asîmîle kirin. Tê zanîn ku li ser rûyê dinê hîn komar hene ku nifûsên wan di binê 500 hezarî da ne. Ji ber vê yekê divê li ser vê civakê xebatên pir fireh werin kirin.
Di gel van di nav kurdên Sovyetê de, ji ber şertên seqamgiriyekê û mafên kêmnetewan gelek xebatên edebî û çandinî bûne. Hejmara kitêbên edebî û faliyetên çandî vê yekê piştrast dikin. Ji salên destpêkê (1922) bigre heya hilweşîna Sovyetê (1991) gelek xebat pêk hatine. Enstîtûyên ku avabûne de li ser kurdnasiyê qadro gîhîştine û berhem dane. Ev periyod hem ji bo edebiyeta kurdî û hem jî ji bo kurdnasiyê periyodeke gelek girîng e. Divê bi hemû hêlan ve pêşî nimûneyên van xebatan ji bo kurdên parçeyên din bên transkirîbekirin û li ser van lêkolîn bên kirin.

Çavkanî
Alan, Remezan, Bendname, Avesta, Stenbol, 2009
Badem, Candan, Alakom Rohat, “ Karslı Bir Kürdün Digor’dan Sibirya’ya Uzanan Öyküsü”, Kürt Tarihi, j. 3, 2012
Bavê Nazê, “Hevpeyvîna bi Erebê Şemo re ya berî 25 salan”, W, j. 15, Amed, 2007
Boyîk, Eskerê, Çanda Kurdên Sovêtê, Deng, Amed, 2012
Şamil, Hêjarê, Diaspora Kürtleri, Perî, İstanbul,200
Îbrahîm Knyazê, Xelîl Têmûrê, “Zanyar û Helbestvanê Hêja”, Nûbar, j.1-2, Almata, 2008
Îbrahîm Kinyazê, Zimanê Kurdî (6-9), Wezerata Komara Qazaxistanê ya Xwendin û İlmê, Almatî, 2006
Kutlay Naci, Anılarım, Avesta, İstanbul, 1998

1. Candan Badem, Rohat Alakom, “ Karslı Bir Kürdün Digor’dan Sibirya’ya Uzanan Öyküsü”, Kürt Tarihi, h.3.stenbol.2012,r.11
2. Eskerê Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, weşanên Deng, Amed, 2012 r.15
3. Li gor Eskerê Boyik, ev pirtûk di sala 1932 yan de tê çapkirin. Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, r.14
4. Li gor Eskerê Boyik, navê vê pîyesê “Zemanê Çûyî” ye. Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, r.14
5. Hêjarê Şamil, Diaspora Kürtleri,Perî,Stenbol,2009 r.98
6. Remezan Alan, Bendname, Avesta, Stenbol,2009, r. 191
7.. Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, r.15
8.. Şamil, Diaspora Kürtleri, r. 97
9.. Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, r.16
10. Ibid. P. 17
11. Ibid. P.18
12. Bavê Nazê, “Hevpeyvîna Bi Erebê Şemo re ya Berî 25 Salan”, W, j. 15, Amed, 2007,r.32
13. Kinyazê Îbrahîm, Zimanê Kurdî (6-9), Wezerata Komara Qazaxistanê ya Xwendîn û İlmê, Almatî, 2006,r.143
14. Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, r.14
15. Ibid. P.288
16. Ibid. P.291
17. Ibid. P.20
18. Ibid. P.309
19. Knyazê Îbrahîm, Têmûrê Xelîl, “Zanyar û Helbestvanê Hêja”, Nûbar, j.1-2, Almata, 2008,r.88
20. Boyik, Çanda Kurdên Sovêtê, r.394
21. Ibid. P.555
22. Ibid. P.368
23Di derbarê Cigerxwîn de hatiye nivîsandin.
24. Boyîk, Çanda Kurdên Sovêtê, r.385
25. Kutlay, Anılarım, Avesta, İstanbul, 1998, r.112
P.S. Di wêneyê da kome nivîskarên kurd berevî dora bingehdarê edebîyeta kurdî Erebê Şemo bûne.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは805表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | krd.riataza.com
関連ファイル: 1
リンクされたアイテム: 3
グループ: 記事
Publication date: 12-10-2015 (9 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
ブック: 文学
ブック: クルド発行
プロヴァンス: 旧ソ連
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 16-08-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 16-08-2022
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 16-08-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは805表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.1109 KB 16-08-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,127
画像 106,457
書籍 19,249
関連ファイル 96,905
Video 1,378
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.641 秒(秒) !