پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ڕێبوار هەمەوەندی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
فێربوونی هێمای پیتەکانی زمانی کوردی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس عەبدوڵڵا یوسف
25-02-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
حاجی قارەمان پیرەپیاوێکی خەڵکی قەڵادزێ ئاڵای ئێراق و وێنەی سوودانی بەرزدەکاتەوە!
24-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
ژیاننامە
هۆشەنگ ساڵح نەجاڕ
24-02-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
مستەفا مەزهەر
24-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
هەولێر لە بەڵگەنامە عێراقی و بریتانییەکاندا 1922-1957؛ بەرگی یەکەم
23-02-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
87 چیرۆکی منداڵان
23-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
ئامێدی (عەمادیە) لە بەڵگەنامەکانی عوسمانیدا 1811-1920، بەرگی 16
23-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 510,176
وێنە 102,961
پەرتووک PDF 18,706
فایلی پەیوەندیدار 92,662
ڤیدیۆ 1,189
ژیاننامە
محەمەد فایەق تاڵەبانی
ژیاننامە
عیماد زەنگەنە
ژیاننامە
ئازاد حەمە شەریف 1
ژیاننامە
سوهەیلا قازی محەمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
ÇÎROKA KURMANCÎ DI NAVBERA (1932-1946) DA
بەداخین بۆ قەدەغەکردنی کوردیپێدیا لە باکوور و ڕۆژهەڵاتی وڵات لەلایەن داگیرکەرانی تورک و فارسەوە
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ÇÎROKA KURMANCÎ DI NAVBERA (1932-1946) DA

ÇÎROKA KURMANCÎ DI NAVBERA (1932-1946) DA
Wêjeya kurmancî ya nûjen
“Di sedsala 20an de pîştî ku wêjeya nûjen li cîhanê belav bû 75% ji xaknîgariya kurdistanê di bin desthiladariya impiratoriya Osmanî de bû lê di despêka sed sala 20an de hin hestên netewperestiyê li cem miletê rojhilat şiyar bû û mafê zimanê xwe ji impiratoriya Osmanî wergirtin kurdan jî dest bi zimanê xwe kirin.
Li Istembolê paytexta Osmaniyan gelek malbatên kurdî cihê giring di hukûmetê de girtibûn van malbatan bi alîkariya hin nivîskarên kurd gelek komele ava kirin yek ji wan komeleyan Elteawin û Eltrerqî Elkurdî bû, bi encamên pêşkrtina wêje û zimanê kurdî di wê demê de gelek kovar û rojname hatin damezrandin wek: Rojnameya Kurdistan, kovara Rojî kurd, kovara jîn …
Di van kovaran de wêjeya kurdî ya kilasîk û nûjen belav dibû .
Yekemîn çîroka kurdî ku ji aliyê Fuad Temo ve hate nivîsandin bi navê''çîrok''di du hejmarên kovara ''Rojî kurd''de belav bû lê negihaşt serî bi sedema girtina kovarê.
çîroka wî li ser kurekî kurd navê wî ''şiwêş''bû dayika wî mirî û bavê wî şivan bû, pir bi belengazî dijiyan lê dawiya wê wek me anî ziman zelal nebû.
Ne tenê çîrok hatin nivîsandin lê belê yekmîn şano jî hat nivîsandin bi navê ''Memê Alan '' ji aliyê Ebudilrehmanê Hekarê ve di sala 1918an de ev şano di kovara ''Jîn''de belav bû, behsa olperestiya kurda di dema Selahidînê Eywûbî de bê çawa xortên kurd ji dev her tiştî berdidan û diçûn şer û hin jê li ser jina kurd a dilsoz bi hevserê xwe re.
Piştî van berheman ji kurda werê bû dema azadiyê û êdî wê bi zimanê xwe bixwînin lê mixabin ev tişt bû xewn . dema komara Tirkiyê bi serpereştiya Mistefa Ataturk hat ava kirin di sala 1923an de, kurd 10 salan paşxistin vegeriyan dema Osmaniya bê ziman û çand, ev jî bû sedema gelek şoreşan lê bi giştî têkçûn û piraniya kurdan berê xwe dan binxetê ya ku di bin desthiladariya Firansa de bû.''
Bêdengiyeke pir dirêj li bakurê kurdistanê piştî sala 1923 yan çê bû ji ber hikûmeta Ataturk pir zilmdar bû vê bêdengîyê heta sala 1960î berdewam kir ''dema kesayetek wek Mûsa Enter serê xwe hildan û di çend rojnamên Tirkî de li ser kurd û çanda wan nivîsî û wek berhemekê derxist bi navê ''kilim'' tê de stranên kurdî yê folklor nivîsandin lê Mûsa li ser vê berhemê hate girtin, di zindanê de Mûsa karê xwe berdewam kir û pirtûkek bi navê ''Birîna Reş''li ser jiyana kurdan û xortekî ku pizîşkiyê dixwîne bi awayekî şanoyî nivîsand bû''
Di aliyê ragihandinê de piştî sala 1923yan ti kar derneket ''di dawiya sala 1970ê de kovarek bi navê Tîrêj li bakurê kurdistanê derket tê de helbest dihatin nivîsandin çar hejmar jê derketin yek ji nivîskarên wê Rozan pirnas bû du dîwan tê de nivîsandin yek bi navê ''li Bendava spêda'' ya din bi navê ''Heyv li esîmanê Diyarbekir'' .''
Wek me anî ziman bi sedema avabûna komara Tirkyê wêjevanan berê xwe dane binxetê em jî niha li ser şopa wan berê xwe bidin wêjeya binxetê.
''Di despêka sedsala 20an de û piştî têkçûna dewleta Osmanî sûrî li gorî peymana saykispîko ya ku li Bêrûdê lidarket Sûrî kete bin deshilatdariya Fransî de''.''di sala 1927an de karê yekem li Rojavayê kurdistanê bi avakirina komeleya xoybûn despêkir, ya ku piranya endamên wê ji bakurê Kurdistanê bûn. Yek ji wan mîr Celadet Elî Bedirxan bû yê ku kovara ''Hawar'' di sala 1932an de li Şamê damezrand, nivîskarên vê kovarê endamên xoybûnê bûn wek Cegerxwîn ,kamîran Elî Bedirxan,Qedrî Can,Nûredîn Zaza .
Kovara Hawarê yekemîn kovara kurdî ku bi tîpên latînî derket, ne tenê wilo kovar wek bingeha wêjeya kurdî tê nas kirin ji ber gelek çîrokên nûjen û helbest tê de belav dibûn .
Berdewamiya kovara Hawar kovara Ronahî bû ew jî li Şamê derket ta sala 1943an berdewam kir .''
Piştî ku me hin ji dîroka wêjeya kurmancî ya nûjen anî ziman em ê derbasî çîroka kurdî bibin.
Çîroka kurmancî ya nûjen:
Dîroka wê:
her kilasîkek nûjeniya wê heye çîroka kurmancî ya nûjen berdewamiya çîroka devokî ye, yên ku di şevê zivistanê de dihatin gotin û di civatan de wek wensekê bû. ''çîroka kurmancî ya nûjen di despêka sedsala 20an de derket çîroka yekemîn ji aliyê Fuad Temo ve hate nivîsandin ew jî di sala 1913an de bû, çîroka wî bi navê (çîrok), li ser jiyana gelê kurd bû çîrok di kovara ''Rojî kurd'' de ya li bakurê kurdistanê belav bû , pîştî vê çîroka kurmancî qeylûlek sitand ta ku li Rojava di kovarên Hawar,Ronahî,Roja Nû de yên li şamê belav bû'' ev wek despêka çîroka kurmancî ya nûjen bû.
Çîrok çi ye:
''çîrok beşek ji wêjeya kurdî ya devokî ye, bingeha xwe ji êş,azar,kul,serpêhatî,xewn û xeyalên civaka xwe digire.
Naveroka çîrokên kurmancî ji taybetiyên gelê kurd e. Wek gotinên pêşiyan û destanên miletê kurd, ev jî dewlemendiya jiyana folklorî ya kurdî pêşkêş dike, çîroka kurdî ne tenê ji bo zaroka ye xîtaba hemû civakê dike, dema ku çîrok bi baldarî were xwendin û nirxandin wê were dîtin ku di çîrokê de çand, folklor, bawerî û nirxên civatê hene, di dema berê de çîrok di şevên zivistanê de dihatin gotin û cihê xwe li her civatê digirt, dema xwe pê derbas dikirin û ji nifşekî derbasî nifşê din dibûn, çîroka kurmancî xwedî sûdeke pir mezin bû ji ber wek şîretekê bi nimûne ji gel re dihat gotin û riya rast jî li pêşiya gel vedikir.''.
Gelek danûstandin li ser peyva çîrok çêdibin ji ber gelek peyv diheman wateyê de tên bikaranîn wek: serpêhatî,serhatî,kurteçîrok,çîvanok,xevrîşok,mesele,qewimîn,metelok,xebroşk yek ji van danûsitandinan ya mamoste Ferat Cewherî ye:
''ev jî rastiyek e ku gotina çîrok ji aliyê gelek kesan mîna masal a tirkî an jî sagay a swêdî tê fêmkirin. Li gelek deverên Kurdistanê kurd ji masal re jî dibêjin çîrok, Lê li hin deveran jî bêjeya ‘çîrçîrok’ heye ku ev gotin di kovara Hawarê de jî hatiye bikaranîn. Her çiqas çîrok û çîrçîrok li hin deveran were heman wate ye, an jî mirov tu cûdahiyê naxe navbera van herdu terman,lê di jiyana rastî de ev bi awayekî zelal ji hev vediqetin. Di jiyana rojane de, di danûstandinên civakî de gotina çîrok di zimanê gel de pir tê bikaranîn. Dema yek ji yekî re behsa jiyana xwe an jî jiyana hinên din dike eger yê ku jê re tê gotin tê neghêje û careke din bipirse yê ku behs dike dibêje çîroka wan dûr û dirêj e, an jî ev çîrok dirêj e, an jî ev çîrokeke dûrûdirêj e.'' Bikaranîna peyva çîrokê di nava gel de ji hemû binavkirinên din (çîrçîrok,serpêhatî hwd) zêdetir tê bikaranîn û naskirin. Dema ku behsa çîrokê tê kirin di xeyalên gel de tiştekî diyar peyda dibe. Ango dizanin wê behsa çi were kirin.
Tabetiyên çîroka kurmancî:
''1-di çîrokê de bûyerek heye bi kurtasî û hûnandineke hêsan û bi zimanekî xweş tê nîvsndin.
2-di çîrokê de bal li ser bûyerekê yan jî rewşekê ye ,buyer an jî rewş bi mirovekî/ê ve tê girêdan.
3- divê di çîrokê de cih û dem diyar bibin ji bo balkêşiya çîrokê li cem naskirina çêbib û sedema ku çîrok tê de hatiye nivîsandin.
4-çîrok li ser kesê taybet xwedî rewş in awerte yan ji jiyanê tên aşopkirin.
5-çîrok bi çend gotinên lihevhatî dest pê dikin wek: hebû nebû,…''
Hêmanên çîrokê:
Çîrok di koka xwe de ji bo derbaskirina demê bû û helbet sudek jî tê de heye, ji bo çîrok wek her karî bê kêmasî be çar tiştên bingehîn hene
divê em wan di çîrokê de berçav bigirin ew jî pir alîkarin di xala balkêşiyê de û di xala têghiştinê de ew jî ev in:
cih, dem, leheng û buyer
'' Cih û dem di çîrokê de:
Divê di despêka her çîrokê de cihê ku çîrok lê qewimîye gund, navçe, bajar…were diyarkirin, ev jî naskirina rewşa çivakî yan xwezayî ya devera çîrokê zelal dike. Sal, sedsal, meh yan jî
roja ku çîrok tê de derketiye divê diyar bibe, ji bo sedema ku tê de hatiye nivîsandin zelal bibe wek şer, aramî, xela, komkujî ev hemû werin nas kirin.
Leheng di çîrokê de:
Her çîrokek li gor cûreyên wê kesayet têne diyar kirirn ji bo çîrokê bi rê ve bibin di piraniya çîrokan de leheng hene ew jî yan yê xêrê
ne yan jî yê şer in, divê jiyana vî lehengî û rewşa wî ya civakî were diyarkirin ji bo balkêşiyê û bûyer bi hesanî tê fêmkirin.
Bûyer di çîrokê de:
Çîrok di bingeha xwe de li ser bûyerekê ye, ew bûyer di riya
kesayetan de tê hûnandin hin bûyer hene piçûk in ku kesayetek tenê ye û hin bûyer hene ku buyera bingehîn heye û li derdorê bûyer diqewimin lê di dawî de vedigere bûyera bingehîn.''
Cûreyên çîrokê:
Di derbarê cûreyên çîrokê de gelek lêkolîn hatine kirin hin ji wan cûreyan pir dikin û hin kêm dikin, hin caran dibe ku çîrok du cûreyan di nav xwe de bihewîne li gorî hin lêkolînan cûreyên çîrokan pênc in ew jî ev in:
''1-çîrokên Ajalan:
Lehengên van çîrokan ajal in yê nivîskar di riya axaftina ajalan de ramanê xwe radigihîne.
2-çîrokên ne asayî:
Naveroka van çîrokan li ser bûyerên ne asayî ne ji ber carcaran bûyer li ser çiyayan di nav ewran de çêdibe, lehengên van çîrokan cin, hût, cinawir, pîrhevok,pîreke sihirbaz. li aliyê din ê çîrokê lawikê padîşah, nêçîrvanek, belengazek lê dawiya wan çîrokan yê leheng bi ser dikeve.
3-Çîrokê rasteqîn:
Di van çîrokan de bûyer, leheng,cih,dem nêzî rastiyê ne, di van çîrokan de bi gelemperî dijberî heye di navbera dewlemend –xizan,bihêz-lewaz,di dawî de rastî bi ser dikeve.
4-Çîrokên kenhar(pêkenok):
Lehengên van çîrokan kesên ji rêzê ne, hemanên pêkenînê di nava van de pir in, ev cûryên çîrokan pir hêsan in û her kes jê fêm dike.
5-Çîrokên zincîrî:
Çend çîrok in ku bi awayekî xweş û lihevhatî bi hev tên girêdan her yek bi serê xwe jî çîrokeke û berdewamiya çîroka berî xwe dike. ''
Rola raghandinê di pêşxistina çîroka kurdî de:
Miletê kurd di dîroka xwe de bi çi karî rabûye wek dîwarekî li pêşiya wî dihat danîn, wî jî zû bi zû ala spî nedihilda li ber xwe dida di qurçik mirçika de xwe digihîne ermanca xwe, çîroka kurda berî hezarê salan heye lê devkî bû, hin lehengên kurdan xwestin van çîroka bikin nivîskî lê wek me got dîwar av dibûn ne ziman ne jî maf nivîsandinê, ji xwe re li qurçika digeryan ta ku di Şamê re derketin li wir karekî pir giring kirin û dest bi weşana kovaran kirin, di wan kovaran de çanda xwe belav kirin.
Sê kovar weşandin bi serpereştiya malbata Bedirxan ew jî kovara Hawar, Kovara Ronahî, kovara Roja Nû ne.
Kovara Hawar:
''di 15ê gulana sala 1932an de li Şamê paytexta Sûryê Mîr Celadet Bedirxan hejmara yekê ji kovarê belav kir, ew cara yekmîn bû ku kovarek kurdî bi tîpê kurdî yê latînî dihat weşandin, di serenavê wê de Celadet wilo gotiye: ''me kovara Hawar ji bo pêşxistina ziman û wêjeya kurdî derxistiye ne ji bo siyasetê'' ''.
''kovara hawar di sala xwe ya pêşî de mehê du caran dihat weşandin di sala 1932an de 14 hejmar hatin weşandin, di sala 1933an de 9 hejmar derdikevin. Lê piştî wê hin derengî dikeve weşanê de ew jî vedigerya rewşa abûrî, hejmara 24an di 19ê tebaxa 1934an de derdikeve, piştî wê bi salekê hejmara 26an derdikeve piştî wê Hawar tê sekinandin heta sala 1941ê 10 hejmarê xwe digihîne destê xwendevanan, bi vî awayî kovara Hawar digihêje dawiya xwe di 20ê çileya 1943an de tê girtin hejmarên wê yê dawî 57 bû, kovara Hawar ta hejmara 24an bi tîpên Latînî û Erebî dihat weşandin lê ji hejmara 24 ta hejmara 57an bi tîpên Latînî tenê bû''
Di kovarê de gelek çîrokên kurmancî yên nûjen belavdibûn, em ê di lêkolîna xwe de di bin navê her nivîskarekî de çîrokên wî bînin ziman, em ê niha bi kurtasî sedema girtina kovara Hawarê bîn ziman paşê em ê derbasî kovara Ronahî bibin '' sedema girtina kovara Hawar a bingehîn rewşa wê ya abûrî bû, ji ber ji despêkê ve ti pişt ji bilî Celadet jê re tune bû ew jî roj bi roj ber bi eflasê ve diçû sedema duyem xwînerê kovarê pir kêm bûn, sedema sisiyan rewşa siyasî bû''
Kovara Ronahî
''Di yekê nîsana 1942an de kovara Ronahî li şamê derket, serpereştê Kovarê Mîr Celdet Bedirxan û birayê wî D.Kamîran Bedirxan bûn, Kovara Ronahî berdewamiya Kovara Hawarê bû lê cudahî di nav wan de hebû ew jî di Kovara Ronahî de wêne dihatin bikaranîn ew jî gava yekem bû ku di Kovarên kurdî de wêne tên bikaranîn.
Kovara Ronahî ji hejmara yekê ta hejmara 21ê her meh dihat weşandin piştî wê her du mehan carekê dihat weşandin hejmara wê ya 28an di adara 1945an de hate weşandin. Ziamanê hejmarên wê bi temamî kurdî bi tîpên latînî bû, hejmara rûpelên wê derdorî 20an bû, sedemên girtina wê vedigere rewşa siyasî û ya abûrî''
Çîrokên ku di kovara Ronahî de belav bûne em ê di lêkolîna xwe de di bin navê her nivîskarekî de bînin ziman.
Kovara Roja Nû;
''Di sisyê gulana 1943an de, li Libnanê û bi tekez li paytexta wê Bêrûtê li ser destê D.Kamîran Bedirxan hejmara yekê ji kovarê hate weşandin, kovar bi giştî 72 hejmar bûn ew jî di sê salan de belavbûn hejamara dawî di 13ê tebaxa 1946an de hate weşandin, kovara Roja Nû bi zimanê Fransî û Kurdî bû li ser çar rûpelên mezin dihate weşandin, naveroka wê em ê ji gotina damezrînerê wê D.kamîran nas bikin:
Kovara Roja Nû giringî dida çand, nivîsên kurdî û siyaseta ku li ser kurdistanê dihat meşandin, wan di kovarê de banga mafê kurdan dikirin, û dixwestin miletê kurd bi cîhanê bidin nasîn.''
Em ê wek me di herdû kovarê derbasbûyî de jî anî ziman çîrokên ku di Roja Nû de belavbûne di lêkolîna xwe de bînin ziman.
Deriyê duyem
Navdarên çîroka kurmancî ya nûjen
her tiştek xwediyê wê hene ew afirandine û li ser pêşxistina wî pir xebat kirine çîroka kurdî ya nûjen jî xwediyê wê hene ew in yê ku nivîsandin û miletê xwe jî xistin nav miletên xwedî çîrok de, di dema niha de gelek nivîskarên vê hunera bedew hene lê em ê di vê lêkolîna xwe de hin ji wan kesê ku di despêkê de çîrok nivîsîn û ta niha çîrokê wan di nav gel de belav in ew jî ev bûn
Celadet Elî Bedirxan, Kamîran Elî Bedirxan, Nûredîn Zaza, Qedrî Can , Osman Sebrî.
Celadet Elî Bedirxan:
''Celadet Bedirxan kurê Emîn Elî bû neviyê Bedirxan paşa bû, celadet di roja 26ê nîsana sala 1893an de, li bajarê Stembolê jidayikbûye. bavê wî li Stembolê dadger bû, dibistana xwe ya seretayî û navendî di bin destê gelek mamosteyan de qedandiye,lê bavê wî ji ber qedexekirina çûna mala Bedirxan ji kurdistanê re gelek dengbêj, mitrib, mamoste û çîrokbêj ji kurdistanê jê re tanî û ew fêrî kultura kurdî dikirin'' .Celadet Bedirxan dûrî kurdistanê bû lê ne dûrî rewş, ziman û çanda kurdan bû ev jî bi alîkariya malbata xwe bi dest xist ka em ê binerin bê piştî vê zanînê wî çi kir''biryara wî ya piştî dibistana navendî dixwest tevlî dibistana leşkerî bibe ev biryar ne bi dilê bav û diya wî bû lê wî biryara xwe bi cih anî û bi jîrekî dibistana leşkerî li Stembolê qedand, di despêka şerê cîhanê yê yekem de wek serbaz cihê xwe di ordiya Osmanî de digire û diçe eniya şer li herêma Qefqaziyayê li dijî Rûsan lê Osmanî têk diçin û artêşa wan ji hev dikeve''.
Piştî hilweşandina împiratoriya Osmanî hin aramî dikeve dilê kurdan û hêviya wan bi kurdistaneke azad çêdibe, lê ev hêvî dirêj nake sedema wê avakirina hukûmeta Kemalîzim a ku zilm û zor anî serê kurdan ''malbatên kurd wek malbata Bedirxan ev neheqî qebûl nekirin lê Kemaliyan ew sergon kirin bavê Celadet û apê wî çûne Misrê û Celadet û birayê xwe Kamîran çûne Almanyayê li wir ne rawestiyan dest bi xwendina xwe kirin, ji bilî xwendina dibistanê li ser berhemên din jî mîna felsefe, tevger û nêrînên bi nirx radiwestiyan'' . Celadet li Almanyayê bû lê raman û hizrê wî herdem li welatê wî bû, dixwest tiştekî ji bo welatê xwe bike.
''li Almanyayê bawernameya dektoriyê di mafnasiyê de distîne, piştî wê di sala 1927-1928an de,tê kurdistanê û tevlî serhildana Agirî dibe lê serhildan têk diçe Celadet dev ji karê siyasî berdide û dest bi karê ziman û wêjeyê dike, dixwaze miletê xwe ji vê paşketin û nezaniyê rizgar bike, herdem dibêje'' Gelekî bindest ger ziman û çanda xwe winda neke, ew weke girtiyekî ku kilîta zindana wî bi wî re be'', Celadet li her çar parçeyên kurdistanê geriyaye gelek foloklor û peyvên kurdî dane hev wî bi xwe Fransî, Almanî û Tirkî zanîn bû, lewma xwest ku tîpên kurdî nû biafirîne ew jî ji latînî be ji ber tîpên erebî kurdan bi olê ve girêdide, tîp afirandin û di kovara xwe ya Hawar de weşandin di sala 15ê nîsana 1932an de, belav bû di pela pêşî de bi xeta girs ev hevoka lihevhatî dinivîse'' Hawar dengê zanînê ye, Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tistî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ziman sereta heyînê a pêşîn e '', di hevoka wî de xuya dibe ku çiqasî ew giringiyê dide ziman, ji ber ziman nasnameya takekesa ye''.roja derketina kovara Hawar wek roja zimanê kurdî li cem miletê kurd e û her sal pîroz dikin û şahî di vê rojê tên lidarxistin.
''Ji bo ku kovara wî di çarçoveyeke teng de nemîne, nebe malê grûp, partî, an jî bi tenê îdîlojiyek, lê belê bibe mal û dengê hemû kurdan, ew dîsa di pêşgotina hejmara pêşî ya Hawarê de wiha dibêje: Hawar ji niha û pê ve bi her tiştê ku kurdayetî û kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe. Tenê siyaset jê dûr e. Hawarê siyaset ji civatên welat re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê ziman û hunerê de dê bixebitin''.celadet ne tenê kovara Hawar damezrand wî kovara Ronahî jî di sala 1942an de li Şamê vedike û herwiha kovara ''Roja Nû ''jî damezrand ev kovar bi giştî bi zimanê kurdî tîpên latînî bû, gelek nivîskarên bi navûdeng tê de nivîsandine wek Cegerxwîn,Osman sebrî,Qedrî can...
Ciqasî em behsa Celadet Bedirxan bikin em mafê wî nadênê ji ber karekî pir pîroz ji bo zimanê kurdî kiriye em hin berhemên wî bidin xuyakirin.
'' Elîfbaya Kurdî, Rêzimana Kurdî, Ferhenga Kurdî, Rêzimana Elfabeya kurdî, Rûpelên Elfabê, Dibaca Mewlûdê, Dibaca nivêjên Êzdiyan, Nameyek ji Mustefa Kemal paşa re, Ji Mesela Kurdistanê, wergera çîroka Conî û Cimêma û bi dehan nivîs û gotarên çapkirî û neçapkirî''.
''Rewşa Celadet Bedirxan a abûrî pir xerab dibe heta digihê asta ku alavên mala xwe bi temamî bifiroşe û biçe gunedekî cenantiyê bike, Mîr Celadet Elî Bedirxan di temenê xwe yî 58an de, di roja 15ê tîrmeha 1951an de li gundê Hêcanê koça dawî kir û li goristana bajarê Şamê hate veşartin.
Naveroka çîrokên Mîr Celadet Bedirxan:

''Em ê bi çîroka wî ya pêşî dest pê bikin navê çîrokê ''Ber tevna Mehfûrê'' di çîrokê de behsa axakî dike kur û biraziyê xwe şandine serhildana şêx Seîd li wir herdu şeghîd dikevin, kurekî axa tenê dimîne axa wesyeta wî ku kurê wî xwendina xwe berdewam bike, axa piştî demekê dimire rewşa abûrî ya malbatê pir lewaz dibe, du keçên axa yê piçûk hene ew her du dest bi kar dikin ji bo wesyeta bavê xwe ne şikînin, herdu keç hîn zaro ne bi kurdîtî û kurdistanê dihisin.
Di çîroka bi navê ''şêrîniya zimanê kurdî'' de behsa serpêhatiyeke xwe dike dema ku diçe Libnanê qaxezan ji bo Hawarê bîne di rê de pêrgî xortekî dibe alîkariyê jê dixwaze, xort despêkê wî nas nake lê dema wî nasdike destê wî maç dike dema dibîne Celadet bi kurmancî diaxive ji ber xwe ve dibêje:Ax!tu nizane çiqasî kurdî şîrîn e. ''
Piraniya çîrokên Celadet li ser kurdan e. Di wan de gelek name hene wek fêrbûna zanist û zimanê kurdî, hezkirina kultur û folklora kurdî.

Kamîran Bedirxan:
''Kamîran Bedirxan di 21ê tebaxa sala 1895an de, li Stembolê hatiye dinyayê, ji malbata mîrê cezîra botan e, di wê demê de bavê wî Mîr Emîn Elî Bedirxan li bajarê stembolê cihekî girin digirt û pir xebat ji bo kurdan dikir''. wek me berî niha di jiyana Mîr Celadet Bedirxan de anî ziman bavê wan Emîn ji wan re mamoste, dengbêj, çîrokbêj...ji herêmên kurdan tanîn ji bo wan fêrî çanda kurdî bikin.
''Kamîran Bedirxan xwendina bilind li zankoya Stembolê fakûlteya mafparêziyê de qedand û bû parêzerekî mafzan, piştî wê Kamîran bi birayê xwe re Celadet derbasî Almanyayê bû, li wir doktoriyê di mafnasiyê dixwîne û bawernameya xwe werdigre û paşê hat Bêrûtê li wir kar û xebata xwe berdewam dike, di sala 1930î de, derbasî Sûrî dibe û birayê xwe Celadet dibîne û dest bi karê wêjeyî dikin. Di sala 1932an de herdu bira li Şamê kovarek bi zimanê kurdî didamezrînin bi tîpê latînî ew wek jidayikbûna tîpên kurdî yê latînî bû, mîr kamîran piştî wê careke din derbasî Libnanê dibe li wir kovarekê bi navê ''Roja Nû'' didamezrîne û waneyên kurdî dida karmendên kovarê, Kamîran di sala 1948an de derbasî Parîsê dibe komeleyekê ava dike bi navê''Navenda vekolîna kurdî, di sala 1950î de bû mamosteyê zimanê kurdî di zanîngeha Sorbon de, piştî 11 salan di zanîngehê de Kamîran di roja şeş ê berfanbarê de sala 1961ê de xatirê xwe ji dinyayê dixwaze û li Parîsê binax dibe.''
Naveroka çîrokên Kamîran Bedirxan:
Piraniya çîrokên Kamîran Bedirxan li ser rewşa siyasî û rewşa malbata kurd û jiyan wan bû, di ''çîroka ''Lawikê min''besha malbateke kurd dike bav şehîd dikev û dê dibêje lawikê xwe bavê te çûye dûr wê were dema lawik mezin dibe dibêje dayika xwe bila bavê min were va ez mezin bûm, di vê çîrokê de êşa civaka kurdî tîne ziman.
Çîroka wî ya bi navê Du Egîd. Herdu Egîdên kamîran Beg dîl ketinc ew di destên dijmin de ne ew dibihîzin ku serhildana welat têk çûye kurd şikestine, serok û birêvebir hatinc girtin. Kamîran Beg di diyaloga herdû Egîdên dîl de, hêrs û rika wan ya ji bo bidestxistina welêt tîne ziman. Yanî di çîrokên xwe de welat û xebata ji bo welat berî jin û zarokan tê.''

Nûredîn Zaza:
''Navê wî Dr.Nûredîn Yûsiv bû lê ew bi navê Dr.Nuredîn Zaza dihat naskirin, D.Zaza li bajarê Mêrdînê yê li bakurê kurdistanê dikeve di sala1920an de ji dayik bûye.navê bavê wî Yûsiv bû û diya wî Ûmiya bû ,malbata wî pir dewlemend û xwenda bûn û bi comerdiya xwe dihatin naskirin, Zaza piçûkê malê bû, lewma cihekî giring di malê de digirt her kesî jê hez dikir. Di pênc saliya xwe de derbasî dibistana seretayî bûye û piştî pênc salan di sala 1930î de dibistana xwe qedandiye, di sala pêşî de perwerda
xwe ya dibistanê bi tîpê erebî didît lê piştî sala 1928an dema alfbaya Tirkî hate damezrandin wî perwerde du salan bi tîpên tirkî yên latînî dît. Birayê wî Dr.Ehmed Nafiz di wê demê de li bajarê Diyarbekir pizîşk dixwend Zaza bir cem xwe ji ber li Mêrdînê dibistanê navîn tune bûn, Zaza qeyda xwe li Diyarbekir çêkir bernameyek ji aliyê birayê wî ve jê re hate danîn lê mixabin ew bername neçû serî ji ber piştî têkçûn serhildana Îhsan Nûrî paşa dewleta Tirk dest bi kuştin û sergonkirina miletê kurd kir. Nuredîn Zaza di pêşgotina kovara Hawarê de wilo dibêje: Di îlona sala 1930î de gava birayê min, Dr. Nafiz ji Tirkiyê derbasî Sûryayê bû wî ez bi xwe re birim. Ez hingî pir zaro bûm, Piştî hatina me Sûryayê em çend mehan li Helebê man û li wir me demên bi tirsdagirtî derbas kirin. Li ser xwestina tirkan fransiyan dixwest me bi şûn de vegerînin û serê me bixin ber şûrê Tirkan de. Ji ber ku hingê navbera fransî û tirkan ji nû ve xweş bûbû û kurd dîsa li bin lingan mabûn. Ne bi tenê fransiyan êdî nedixwest himbêza xwe ji kurdên welatparêz re vekin, lê piraniya wan dabûn hev û ew ji sînoran avêtibûn Şamê. Piştî ku bi alîkariya kurdên Şamê fransiyan bext da me û rê ji me re vekirin ku em li Sûryayê bimînin em jî ji Helebê çûne şamê.

Li şamê û li mala Elî Axa Nuredîn û birayê xwe bi cî dibin, li mala Elî axa gelek endamên ''xoybûnê'' hebûn ew jî Fransiya ew dûrî Tirkan kirbûn yek ji wan Mîr Celadet Bedirxan bû ku nû dest bi kovara Hawar kiribû , Zaza di wê demê de tenê xwîner bû, ji ber temenê wî piçûk bû û hîn dest bi nivîsê nekiribû.

Birayê wî Dr.Nafiz ji xwe re nivîsxaneyeke doktoriyê vedike, Zaza jî derbasî dibistana hîndekariya navîn ya Fransî dibe, herdû biraya bi serkeftî dest bi karê xwe kirin piştî gelek zoriyê. Zaza pîştî dibistanê derbasî Lubnanê dibe û li wir zanîngehê dixwîne beşê zanîna civakî, di wê demê de kamîran Elî Bedirxan wê ji Bêrûtê derketiba û cihê xwe di Radyo de beşê kurdî vala hiştiba lê piştî çûna Zaza Kamîran pêşinyar kir ku Nuredîn cihê wî bigire ev pêşinyarî bi cih hat û Nuredîn bû endamê beşê kurdî vî karî gelek guhertin di kesayeta Nuredîn de çêkir û ji bo hişyarkirina kurda karekî pir mezin kir, ji bo hînkirina xwendin û nivîsandina kurdî dersxaneyekê vedike, wê dersxaneyê ta dawiya sala 1947'an bi rewşeke qenc domandiye.

Pîştî ku dîplomeya xwe li Bêrûtê bi dest xist berê xwe da Siwêdê ji bo bawernameya doktoriyê di zanîna civakî de, li Siwêdê bi çend xwendekaran re komeleya xwendekarên kurdistanê li Ewripayê damezrand di kombûna wan ya yekê de Nuerdîn bû serokê wê, yek ji encamên herî sereke ji vî karî re rêzgarkirina xwendekarên kurd ji belav bûnê bû.
Di sala 1956an de Zaza vedigere Sûrî, lê pir aciz dibe ji ber pêşketin di warê jiyanê de qet çênebûbûn .Bê rawestin Nuredîn û hevalê xwe destûr û bernameya partiyekê amade dikin bi navê Partiya Demoqrat a Kurdistana Sûrya (PDKS) damezrandin û ta niha partiya wî li her çar parçeyên kurdistanê di xebatê de ye''
''Li Sûryayê mabû û li wir şû bûbû doktoriya xwe ya li ser fîlozofê fransiz Emanuel Monnier li wir kiribû û di sala 1988an de li wir koça xwe ya dawî kir. ''

Çîrokên Nuredîn Zaza di Kovara kurdî de:
'' Nûredîn Zaza ji aliyê nivîsandina çîrokan ve pir xurt û têgihiştî bû, li gorî dema xwe nûjen bû. Hîn 22 sal bû gava çîroka wî ya yekemîn 'Xurşîd' di kovara Hawar hejmar 27, 15 Nîsana 1941 ê de derketibû, ez bawer im wê pir kêfa xwendevanên Hawarê hatibe.
Çîroka wî ya duyem bi navê ''Gulê'' bû, di hejmara 29an 10ê hezîrana 1941ê de derket''.

Naveroka çîrokên wî
''Di çîroka ''xurşîd'' de behsa danûstandina xurşîd û mela dike û mela nav li kurê xurşîd dike navê wî jî dike cemşîd, tê xuyakirin ku çiqasî bandora mela li ser gelê kurd hebû.
Di çîroka ''Gulê'' de li ser gundekî kurdan diaxive, xortek ji gund derdikeve da şerê dijmin bike keç jî navê wê gulê ye dixwaze here lê gundî wê bênamûs dikin.''

Qedrî can:
Berî ku em dest bi jiyana Qedrî Can bikim em ê gotina profîsor Qenatê kurdo li ser vî wêjevanî bêjin:
Nav û dengê Qedrî Can bi nav û dengê Cegerxwîn, Osman Sebrî re girêdayî ye. Nivîsarên xwe di meydana şerê pêşvebirina ronahîkirina neteweya kurd de û di meydana şerê azadkirina welatê bav û kalê xwe de wî jî cihekî layiq girtiye, hiş û eqilê xwe ji bo xatirê serxwebûn û serbestiya kurdan terxan kirbû. Di vî îş û karî de wî jî mîna herdu şêrên serê çiyayên Kurdistanê dengê xwe ber bi keç û xortan kiriye, di helbest, çîrok û serpêhatiyên xwe de hişyarkirin û şîretan li wan dike, ku yek bin ji xewê hişyar bin, xwendevan bin, dest bidine destê hev, bibin heval û hevkarên hev, bibin şerkerên bê tirs û xof ji bo xatirê azadî û serbestiya kurdan.

Qenatê kurdo bi van gotinên xwe mirov dilxweş dike ku kesekî mina Qedrî Can nas bike, gelek nêrîn li ser sala ji dayikbûna Qedrî Can hene hin ji dayikbûna wî dikin sala 1918an de û hin dikin sala 1916an da û hin dikin sala 1911an de, ta ku em a rast nasbikin divê em vegerin berhemên wî û bi taybet ew ê ku li ser bîranînên zaroktiyê nivîsandine.
''di sala 1943an de çîrokek bi navê (serencam) di rojnameya (Roja Nû) de belav kirye tê de dibêje:(…serencam jî rûpelek ji wan pelan e…berî 25 salan bû..bi meh û heftiyên xwe, bi şev û rojên xwe, 25 salî…di hûndirê mala me de ji nişkêve hay û hoyek çêbû:birayê min Fetîh, piştî…du sê rojan dimire) di cihkî din de dibêje: (zarokê mîna min şeş-heft salî, tije dibûn) heger em van herdû hejmaran 25 û şeş û heft ji sala nivîsandina çîrokê bikujin em ê bibînin ya herî rast ku Qedrî Can di sala 1911an de jidayikbûye.''bi vî awayî me jidayikbûna nivîskarê mezin Qedirî Can naskir bi alîkariya nivîsa wî, em ê niha derbasî jiyan wî bibin: ''Navê wî yê rast Qedrî Can ozcan bû, ji Dêrika çiyayê Mazî ye,dibistana xwe ya seretayî li bajarê Mêrdînê bi dawî kiriye, piştî wê diçe Diyarbeker ji bo dibistana navîn piştî ku dibistan navîn diqedîne berê xwe dide bajarê Qonya dest bi xwendina dibistana mamosteyan dike, di havînê de tê bajarê xwe û cûdahiya herdu bajaran dibîne û rewşa zimanê kurdî nas dike pir dêşe û hestên wî dilivin, tevlî serhildana şêx seîd dibe lê piştî ku têk diçe di sala 1928an de bi hevalê xwe re Reşîdê kurd derbasî binxetê dibe, di wê demê de Sûrî di bin desthildariya Fransî de bû''. piraniya nivîskarên kurd yên ku ji serxetê derbasî binxetê dibûn xwendina xwe berdewam dikirin û tevlî tevgerên siyasî û civakî dibûn em Karin bêjin ti kes nedirawestiya, ka em ê nasbikin bê Qedirî Can li Sûryayê çi kiriye. ''dema derbasî sûryê dibe 17 salî ye,, di salekê de fêrî zimanê erebî dibe, û li bajarê Selemiyê xwendina xwe ya mamostetiyê bi dawî dike û li bajarê Entakya dibe mamoste piştî wê tê Qamişlo û Amûdê mamostetiyê dike, li şamê li taxa kurdan jî dibe mamoste li wir tevlî komkarên azadîxwaz dibe.
Di sala 1946an de helbesta yekem ya nûjen bi kurdî dinivîse bi navê (Riya Teze) ev helbest wek helbesta yekem ya nûjen bi zimanê kurdî tê nas kirin di wê çaxê de Qedrî Can wek mirovekî xebatkar,ramyar û nivîskar tê nas kirin.di sala 1944an de Qedrî Can bûye dostê ramana komînîstan. di sala 1957an de tevlî festîvala ciwanên cîhanê dibe li bajarê Moskoyê li wir kesên navdar dibîne wek Mele Mistefa Berzanî
Piştî ku tê Sûrî sê-çar cara tê girtin û dikeve zindana Mezê de.
Qedrî Can di tebaxa sala 1972an de li bajarê Şamê koça xwe ya dawî dike û li goristana Xalid Neqeşbendî tê veşartin.
Du çîrokên Qedrî Can jî di kovara Roja Nû de derketin yek ji wan çîroka: Nêçîra Beraza ne, ku di hejmara Ronahî ya 28 an de belav bû, ya din jî çîrokeke bi navê Muhra Silêman e ku di hejmara Roja Nû ya 39ê 1944 an de hatiye weşandin.''

Naveroka çîrokên Qedrî Can
Naveroka çîrokên Qedrî Can ji bîranînên wî ye wek bîranîna zarotiyê,bîranîna xwînê,xwen û sawîr…di çîrokê xwe de guh nedaye bûyerên rojane ne wek helbestên xwe. Em ê naveroka hin çîrokên wî bidin xuyakirin:
''Di çîroka xwe ya ''Hewar hebe Gazî li du ye''diyalok di navbera bav û kur de çêdibe li ser azadî û rewşa welat.
Di çîroka ''Guneh''de behsa zarokê dibistanê dike , diçin nêçîrvaniyê li wir bi henka yek ji wan ji tirsa re lal dibe bavê wî wî dibe cem şêx, şêx jî bi dara lê dixe ta ku di nav destê wî de dimire.
Di çîrokeke xwe de behsa mamosteyekî ji Amûdê dike, navê çîrokê ''Rojên Derbasbûyî'' ye di çîrokê de mamoste ji Amûdê dûrdikeve û pir bêriya mervên xwe dike.''

Osman sebeî:
Em ê ji malbata wî destpêkin ''Osman ji ela Mirdêsiyê ye, navê wî li gor malbatê wilo ye Osman kurê Sebrî kurê Ebû Zer kurê Heyder ê Mihemed ê Mirdêsî, di heftê çileyapêşîn de sala 1905an de li gundê Narnicê yê kolîka sersurê hatiye dine, bavê wî serokê êla xwe bû piştî pênc salan xwedê Osman dayê ew pir kêfxweş bû, Osman di heft saliya xwe de derbasî dibistanê dibe û bi jîrekî refê xwe derbasdike, lê mixabin ew pir bi bavê xwe şa nabe ji ber bavê wî di sala 1916 an de, dema Osman deh salî bû diçe ber dilovaniya xweda, Osman jî li ber destê apê xwe şukrî xwedî dibe, apê wî di sala 1917an de wî dişiîne dibistana Ruşdiyê li bajarê kextê li wir çend salan wek şagirtekî jîrek dibistanê dixwîne, di bere jî Osman fêrî rêzaniya êlê dikin, da ku cihê bavê xwe bigire. Di sala 1922an de xwendina xwe diqedîne û vedigere gundê xwe.''[40] Li gor kevneşopîyên kurdan kur dema dibe 15 salî dibe zilam û divê şû bibe Osman jî li gor daxwaza dê, apê û êla wî şû dibe''di sala 1922an de dema dibistanê diqedîne jinekê jê re tînin ew piştî salakê dibe bavê Welat''.
''Di sala 1925 an de, dema şoreşa şêx Seîd destpêkir Osman û herdu apên xwe Şukrî û Nûrî tên girtin apê wî ji aliyê dadgeha Diyarbekirê ve tên bidarvekirin, Osman jî nêzî du salan di zindanê de dimîne û di slal 1928 an de tê berdan, di sala 1929an de carek din tê girtin li Melatyayê di dadgeha leşkerî de tê darizandin, lê ew ji nav destên wan direve û bi çend hevalê xwe re di 24ê mijdara sala 1929an de derbasî binxetê dibe ''wê demê wek me berî niha anî ziman sûrî di bin destê deshiladariya Fransî de bû.

Piştî ku derbasî binxetê dibe dest bi nivîsandinê dike vî tiştî di bîranînê xwe de tîne ziman'' Xebata min a welatparêzî û jiyana min a bi raman û rêzanî, bi rengekî xwenas û bi rêkûpek ji serdespêka jîna min a binxetê destpêdike''[43]li binxetê naweste dixwaze karê siyasî û wêjeyê bike lê dewleta Fransî nahêle û wî dixin bin çavdêriyê de û nabe ji Sûryayê derkeve ''lê Osman biryara wan napejirîne û li ser daxwaza komeleya Xoybûnê diçe Dêrsimê da nameyekê bigihîne şêx Riza, dewleta Fransî bi vê yekê dibihîze wî rêdike bajarê Reqayê lê ew li wir dirêj nake derbasî başûrê kurdistanê dibê li wir bi mala Berzanî re kar dike lê hekûmeta Engilîzî wî digire û radestî Fransîyan dike, çend mehan di zindanê de dimîne û di sala 1931an de, derdikeve neçar dimîne ku here Urdinê lê li wir jî Engilîz dev jê na berdin ji wir derbasî Filestîn dibe çend salan dimîne û di sala 1933an de tê Sûrî li bajarê Hemayê bi cih dibe, lê Fransîyan çavê xwe li ser ranakin û di sala 1935an de ew sergonî girava Mdegeşkere (Afrîqiya) li wir çend salan dimîne û dîsa vedigere Lubnanê û di sala 1938an de carek din derbasî Sûrî dibe.'

Pîştî têkçûna şoreşa Agirî êdî kurdan û bi taybet endamên xoybûnê berê xwe dane çapemeniyê û di sala 1932an de, kovara Hawar li Şamê bi serkêşiya Celadet Bedirxan damezrandin Osman Sebrî jî berhemên xwe di kovarê de belavdikirin piştî ku li ser destê Mîr Celadet fêrî kurdî dibe.''di sala 1955an de di gel hin rewşenbîrên kurd ''komeleya vejandina çanda kurdî ''damezrand û bû serokê wê, vê komeleyê hizrê damezrandina partiyê anî holê, ji bo bi pêkanîna vî hizrî Osman û hevalên xwe dest bi avkirina partiyê kirin û di 14ê tîrmeha 1957an de''partiya demoqrat a kurd li sûriya'' damezrandin.
Lê mixabin ev partî gelekî dom nekir, di sala 1960î de hekûmeta Sûrî endamên wî girtin Osman jî ket zindanê ta sala 1965an lê di wê demê de partî ji hev ket û bû du parçe dewleta sûrî Osman sergonî Siwêda kirin ji bo dûrî partiyê bikeve lê dev ji karê xwe yê fêrkirina zimanê kurdî berneda ta ku hikûmetê du sala ew xistin zindanê di sala 1972 û 1973an.''
Jiyana wî ji sala 1928an ta mirina wî kar û têkoşîn bû pir zilm û zor dîtiye hema ya herî berçav ku 12 caran hatiye zindan kirin wê ev çawa cihê xwe di dîroka miletê kurd de negire. ''Osman sebrî di temenê 88 salî de di roja 12ê cotmeha 1993'yan li bajarê Şamê koça dawî kir û cîhana xwe guhert. Laşê pîroz ji Şamê di riya Heleb, Qamişlo, Amûdê

''Rojekê Ûsif Axa, mezinê êla Bêzikên jorîn bi du siwarên xwe re diçe nêçîra berazan, berazekî birîndar dikin beraz namire û bazda. Di rê de pêrgî mirovekî bûn, Ûsif Axa guman dike ku berazê birîndar wê wî mirovî bikuje, lewma ji siwarekî xwest bang li wî mirovî bike da hay ji xwe û beraz bike, lê wî rêwiyî guh nade banga siwêr û bi riya xwe de diçe. Gava beraz gîha ba wî, wî ji nişka ve şûrê xwe kişand û beraz bi carekê re avête erdê. Ûsif Axa û siwarên xwe gîhane ba wî û pirsîn ka ew kî ye çi halê wî ye? Ew î diyar kir ku ew Berazekî xwînî ye ji xwe re li geştê digere da xwîna xelkê bide. Wê demê Ûsif Axa wî tîne cem xwe û xwînên, ku di histê wî de bûn dide.''
Di çîroka xwe de ya ''jîna jinekê'' de behsa jinekê dike ku mêre wê di serhildana Agirî de şêhîd dikeve naveroka wê ev e:
''Osman Sebrî di xewnê de diçe seredana çiyayê Agirî da biçe ser gora şêrekî ji wan navê wî Birho bû, gava dighêje wir dibîne jineke ku kurekî du salî di hembêzê de ye, beriy wî gîhaye ba gore û loriyeke bi dilşewat dilorîne, mirov ji wê loriyê
serwext dibe, ku ew jin hevala jiyana Birho bû. Jinik di ber loriya xwe re çavekî li kurik dinere û dibîne ew jî mirî ye, hîngê loriya xwe didomîne û diyar dike ku ew ê mêr û çar kurik berê wenda kirine û bi ser de kurê du salî jî çû û ew bê kes ma ye nema kesek heye tola wan hilde, lewre guliyên xwe li histê xwe badide û dikşîne ta ku ew jî bi ser gorê de dikeve, Osman Sebrî diçe ba gorê, herdu cendekên dê û kurik bi ser hev dene nikare tiştekî ji bo wan bike gazindan ji xwedê dike çima wî destên xwe ji Kurdan kişandiye, lê dengek tê guhan û wî serwextî rastiyê dike ku divê mirov berî her tiştî bixebite.''
Di her du çîrokên Apê Osman de mêrîtiya mêrên kurd û hezkirina keçên kurd xuya dike, bi giştî çîrokên wî jiyan,êş û azara miletê kurd.

Encam
Çawa bax bi gulan tê xemlandin, hevpeyvîn jî bi çîrokekê tê xemlandin û balkêşiyê dike mijarê de, ji ber dema mirovek bi mirovekîre diaxive gotinên xwe bi çîrokan zelal dike.
Di riya çîrokê re em dikarin nasnameya gel nas bikin ji ber çîrok jiyan û serpêhatiyên wî gelî dide xuyakirin.
Çîroka kurmancî ya nûjen berdewamiya çîroka kurmancî ya devokî ye ya ku bi devan ji nifşekî derbasî nifşekî dibû ta giha asta nivîskî, lê hin guhertin tê de çêbûn ew jî li gor dem û rewşa ku tê de derket.
Naveroka çîrokên kurmancî ji kevneşopî û jiyana gelê kurd e, cara caran hin girêdan di navbera jiyana dema xwe û ya bûrî de ya ku ji folklorê xwe digirtin dikirin.
Lahengên çîroka kurdî ya nûjen bi piranî jiyaneke zor, kocberî, binçavkirin û zindankirin dijîn, tevî van zor û zehmetiyan karekî pir pîroz ji bo miletê xwe dikirin.
Serkêşê çîroka kurmancî ya nûjen siyaset ji wêjeyê dûrkirin ta ku ziman û çanda xwe biparêzin.
Rola herî mezin a damezrînerên kovaran bû ji ber di riya kovaran re çîrokên ku bi zimanê kurdî dihatin nivîsandin belavdibûn.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,442 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | wejeyakurdi.site123.me
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 41
پەرتووکخانە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کورتەباس
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 15-11-2018 (6 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: چیرۆک
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 97%
97%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 25-08-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 25-08-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 25-08-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,442 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.169 KB 25-08-2022 سارا کامەلاس.ک.

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
محەمەد فایەق تاڵەبانی
26-02-2010
هاوڕێ باخەوان
محەمەد فایەق تاڵەبانی
ژیاننامە
عیماد زەنگەنە
07-03-2017
سەریاس ئەحمەد
عیماد زەنگەنە
ژیاننامە
ئازاد حەمە شەریف 1
25-02-2023
شەنە ئەحمەد
ئازاد حەمە شەریف 1
ژیاننامە
سوهەیلا قازی محەمەد
25-02-2023
شەنە ئەحمەد
سوهەیلا قازی محەمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ڕێبوار هەمەوەندی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
فێربوونی هێمای پیتەکانی زمانی کوردی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس عەبدوڵڵا یوسف
25-02-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
حاجی قارەمان پیرەپیاوێکی خەڵکی قەڵادزێ ئاڵای ئێراق و وێنەی سوودانی بەرزدەکاتەوە!
24-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
ژیاننامە
هۆشەنگ ساڵح نەجاڕ
24-02-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
مستەفا مەزهەر
24-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
هەولێر لە بەڵگەنامە عێراقی و بریتانییەکاندا 1922-1957؛ بەرگی یەکەم
23-02-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
87 چیرۆکی منداڵان
23-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
ئامێدی (عەمادیە) لە بەڵگەنامەکانی عوسمانیدا 1811-1920، بەرگی 16
23-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 510,176
وێنە 102,961
پەرتووک PDF 18,706
فایلی پەیوەندیدار 92,662
ڤیدیۆ 1,189

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.25
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.39 چرکە!