پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شانۆگەری دونیا
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
یادەوەری خۆشەویستیەکی کۆپی کراو
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
گریمانی ئەوەی بەڕاستی ڕویدا
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
هاوینەهەواری سۆلاڤ ساڵی 1992
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
هەڵپەڕکێی تیپی مۆسیقای سلێمانی ساڵی 1975
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
پیرمام - سەڵاحەدین ساڵی 1953
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێکی بووک گواستنەوە لە حەسەکە، ڕۆژاوای کوردستان ساڵی 1995
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێکی تایبەت لە باکووری کوردستان ساڵی 1992
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
دێرەلوک ساڵی 2012
26-04-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 517,309
وێنە 105,622
پەرتووک PDF 19,137
فایلی پەیوەندیدار 96,331
ڤیدیۆ 1,306
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
24-04-1974
ژیاننامە
دانا جەلال
ژیاننامە
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا شاڵی
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
PIŞAFTIN Û ZIMANÊ KURDÎ
هەر کونج و ڕووداوێکی وڵات، لە ڕۆژهەڵاتەوە تا ڕۆژاوا، لە باکوورەوە تا باشوور... دەبێتە سەرچاوەی کوردیپێدیا!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

PIŞAFTIN Û ZIMANÊ KURDÎ

PIŞAFTIN Û ZIMANÊ KURDÎ
Dildar Satî
PIŞAFTIN ÇI YE?
Pişavtin (pişaftin) çi ye, tê çi wateyê? Berî her tiştî peyva pişavtin tê wateya, bi rê û rêbazên mina reşkirin, kirêtkrin, sexurandın, hetikandin, riswakirin, biçûkxistin û hwd. tepeserkirin, helandin, veguherandin, ji cewherê xwe, ji çand û zîman xwe, ango ji nasnameya xwe dane şerimkirin, derxistin, dûrxistin û biyanîkirin e; di encamî de ji binyat, reh û kokên xwe qutkirin û li hember hemû nîrxên xwe yên giyanî, neteweyî û mirovî (însanî) rakirin û kirine dijmin e. Di vê wateyê de ev, peyveke ku di derbarê helandin, kokqelandin û tunekirina ziman, çand û nasnameya gelên bindest de ye. A rastir li hemberî çand û zimanê dêrîn û resen ê gel, netewe û kêmneteweyên xwecihî, polîtikayeke ku hêzên dewlet û desthilatdarîperestên kedxwar, dagirker û mêtinger ên ku ji resenî û dêrîniya çand û zimanê xwe biguman û bêbawer in serî lêdane ye. Bi vê ramyariyayê, desthilatdarên neteweyên serwer, rastiyên dîrokî berewajî dikin: Rast û dirustiyan derew û çewt, derew û çewtiyan jî rast û dirust nîşan didin. Ango ji bo ku netewe û kêmneteweyên ku xistine bin destên xwe bikin parçeyekî neteweyên xwe û careke din serî ranekin û doza mafên xwe yên neteweyî nekin, berî her tiştî çand û zimanê wan wekî sedem û bingehê hemû xerabî, bedbextî, riswayî û paşverûtiyan nîşan didin û qedexe dikin; çand zimanê xwe jî wek bingeh û nîşaneya hemû serketin, pêşketin, pêşverûtî, serfirazî şanazî û bextewariyan nîşan didin û li ser wan ferz dikin. Di vê mijarê de Rêber APO wiha dibêje: “Yek ji ramyariyên civakî yên aliyên desthilatdar û şer, herî zêde serî lê dane ramyariya pişaftinê ye. Armanca bingehîn a aliyên desthilatdarî û şer a di pişaftina ku bi gotineke herî giştî tê wateya helandina çandê de ev e ku, bi vê ramyariyê dixwazin hemû hêz û hunerweriyên berxwedanê ji destê komên ku di bin destên xwe de hiştine, bigirin; ji bo vê yekê jî di serî de zimanê herêmî yê ku navgîna bikaranîna hişmendiyê ye li derveyî bikaranînê tê hiştin û zimanê serdest bi awayekî pir xedar li ser tê ferzkirin. Bi rêya zimanê fermî çand û zimanên herêmî têne kezaxtin(budamak) û ew qas tên tengkirin ku êdî nikarin di jiyanê de rista xwe bileyîzin. Çand û zimanê serdest jî ji bo kesên ku bi kar bîne weke zimanê payebilindbûn, xwendin, ramyarî û aboriyê xwedî sûd e. Kesê çand û zimanê bindest jî bi kar tîne wenda dike. Di nava vê dualitiyê de zehmet dibe ku zimanê herêmî xwe li dijî zimanê desthilatdariyê rabigire. Nexasim ev ziman nebibin zimanê nivîsê û zaravayên xwe yên sereke destnîşan nekiribin. Wê demê dê dawiya van ziman û zaraveyan tarî be. Pişaftin ne tenê li ser ziman her wiha li ser hemû saziyên civakî yên desthilatdariyê teşe dane wan jî tê meşandin. Ol û neteweya serdest di her astê de li gor rastiya saziyê tê dawerivandin. Heta ku saziyên desthilatdaran di warê ramyarî, civakî, aborî û heta hişmendî de bi awayekî fermî werin naskirin û bi awayekî hiqûqî werin parastin, saziyên wek wan ên hindikahiyên din û yên têkçûyî jî neçar in ku bi dilê xwe an jî bi darê zorê li gorî saziyên serdest li pişaftinê biqewimin û di nava fermiyeta wan de cihên xwe bigirin. Zordarî aborî û berjewendiyên ramyarî çiqas bikevin rojevê helandin jî ew çend zû dibe.”“Bişavtin ew çalakî û têkiliya yekalî ye ku di civakên şaristaniyê de yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê li ser komên civakî yên kirine statuya koletiyê pêk tînin, ji bo ku van koman bikin dûvik û movikên xwe, bikartînin. Armanca bişavtinê ew e, ji bo mekanîzma mêtinkarî û desthilatdariyê bi mesrefa herî kêm kole peydakirin e. Koma tê asîmîlekirin, nasnameya wê bi xwe û hêza wê ya berxwedanê tê şikandin, di nava elîtên serdest de ji bo bibin koleyên kêrhatî tê amadekirin. Li vir fonksiyona bingehîn a koleyê tê asîmîlekirin ew e, ji sedî sed divê bişibe efendiyê xwe, ji bo bibe perçik û dûvikê wî her tiştî dike ji bo xwe bide qebûlkirin û bi vî awayî di nava sîstemê de ji xwe re cihekî çêke. Jixwe çareyeke wî ya din jî tineye. Ji bo karibe bijî divê nasnameya xwe ya civakî ya berê tavilê biterikîne û bi awayekî herî baş adepteyî çanda efendiyên xwe bibe û ev yek weke alternatîfa bi tenê jêre hatiye pêşkêşkirin. Civaka hatiye bişavtin, ji formên wisa yên mirovan pêk tê ku herî sernerm in, herî zêde baz didin suxreyan, û bêwijdan, bêexlaq û bêzêhniyet in, di xulamtiyê de dikevin pêşbaziyê. Ti biryar û çalakiya wî ya bi awayekî azad bike, tineye. Kirine ku bi tevahiya nirxên nasnameya xwe ya civakî re xiyanetê bike. Kirine ku bibe mîna heywanekî di şiklê mirov de û bi tenê li pey ziktêrkirina xwe biçe. Elîta serdest, ji bo ku vê bênasnamebûnê li ser civaka bişavtinê ferz bike du sîlehên bingehîn bi kar tîne: Ya pêşî, zora fizîkî ya berbiçav e. Di serhildan û serîrakirineke wî ya herî piçûk de jî şûrê serbirînê li ba dike. Ya diduyan, bi birçîbûn û bêkariyê re rûbirû dike. Dixwazin vê qanûna ji hesin bi cih bînin: Eger tu di nasnameya xwe ya çandî de israr bikî û nebî xulamekî li gorî efendiyê xwe, yan wê serê te biçe yan jî tu yê birçî bimînî!Elîta serwer ji bo vê jî mekanîzmeyeke xwe ya bingehîn heye; kî dibe bila bibe, eger bi her çi tiştekî çanda asîmîlekirî re eleqedar bibe û xwe bi vê çandê bike, ji bo ku ev kes di nava civaka fermî de ti îmkanê jiyanê nebîne, bi tevahî rêyên wan ên pêşketina çandê ji aliyê avahî û mejî ve dixetimîne. Çiqasî bi qabîliyet dibe bila bibe, kes, kom û saziyên bi çanda tê asîmîlekirin re têkiliyê datînin û ji bo geşkirina wê dixebitin bi tevahî deriyên dewletê li rûyê wan tê girtin û herweha li qadên civakê yên li derveyî dewletê jî ji bo wan biavêjin derve her cure tevdîrên veşartî yan jî eşkere, hişk an jî nerm têne girtin. Sazî û kesên di destpêkê de bi xwestekeke amatorî li ser çanda tê asîmîlekirin dixebitin bi demê re wê bibînin ne bi tenê derî hemû li rûyê wan têne girtin, eger di ya xwe de israr bikin wê ji aliyê fizîkî ve jî hebûna wan bikeve tehlûkeyê û kengî vê fêhm dikin, yan wê tevlî civaka dewleta netewe ya serdest a asîmîleker bibin an jî wê rêbaza xwe biguherin rizgarî û xelasiyê di kesayeta têkoşer a çalak û rêxistinkirina wê de bibînin. Di tevahî dewletên netewe yên modernîteya kapîtalîst de bêhejmar mînakên bi vî rengî hene. Mekanîzma bi tenê li ser gel û komên etnîk ên bindest nayê meşandin; çînên bindest û komên etnîk ên cuda ên neteweya elîta serdest jî ji bişavtinê para xwe digirin; bi rewşekê re rûbirû dibin, zaravayên xwe yên etnîk û nirxên çanda xwe ya azadmayî ji dest didin.Li Rojhilata Navîn gelê Kurd ku qurbanê herî mezin ê bişavtinê ye, di vê mijarê de mînakeke balkêş û bi tesîr e. Mirov di Kurdîtiyê de israr bike, di serî de bêkarmayîn divê pêvajoyeke heta bigihîje qirkirinê li ber çav bigire. Ferdekî Kurd çiqasî jêhatî dibe bila bibe, heta her cure polîtîkayên çandê yên dewleta netewe ya serdest bi dilê xwe qebûl neke, li pêşiya pêşketina wî ya sazî û ferdî wê derî hemû yek bi yek bêne girtin. Yan wê teslîmiyeta bi riza dilê xwe hilbijêre û bibîne ku deriyên heta serokkomariyê lê vedibin, yan jî wê teslîm nebe û hay ji xwe hebe ku wexta rêya berxwedan û têkoşînê hilbijêre wê felaket û belayên heta bigihîjin qirkirinê bi serî de bên. QirkirinQirkirin weke dewama bişavtinê ye, gel, hindikayî, her cure komên dînî, mezhebî û etnîk ên bi bişavtinê nikaribin bi wan, dixwazin bi rêya fizîkî û çandî wan bi temamî tesfiye bikin û wan têk bibin. Li gorî rewşê ji herdu rêbazan yek tê tercîhkirin. Rêbaza qirkirinê bi awayekî fizîkî bi giştî bi çanda elîta serdest ango li gorî çanda dewleta netewe bi komên çandî yên di rewşa serdest de têne kirin. Mînaka tîpîk a ji bo vê yekê jenosîdên ji bo çanda Cihû û gelê wê ye. Tevahiya dîrokê Cihû hem di qada maddî de û hem jî di qada çanda manewî de beşên herî bi hêz pêkanîn û ji ber vê, li hewldanên tinekirin û derbên fizîkî yên çandên serdest ên dijber rast hatin, timûtim qirkirinên weke pogrom têne binavkirin bi serê wan de hatin. Rêbaza duyemîn a qirkirinê ceribandinên qirkirinê yên çandî ne, û zêdetir çanda dewleta netewe û elîtên serdest li ser gel, civakên etnîk û komên baweriyê yên qels û pêşneketine tê ferzkirin. Bi qirkirina çandî ya weke mekanîzmaya bingehîn tê xebitandin armanc ew e, di nava çand û zimanê dewleta netewe û elîta serdest de bi tevahî tesfiyekirina van gelan û koman e. Di serî de saziyên perwerdeyê di nava her cure saziyên civakî de ev gel û kom têne hêran û bi vî awayî hewl didin wan tine bikin. Qirkirina çandî li gorî ya fizîkî bêhtir bi êş û jan e, cureyekî qirkirinê ye, dirêj dajo. Encamên rê li ber vedike ji ya fizîkî bi zêdetir felaket in; ji bo gel an jî civakekê felaketa herî mezin e ku di jiyanê de lê rast bê yan jî bi serî de bê. Gel an jî civak neçar têne hiştin hebûn, nasname, hemû hêmanên çanda maddî û manewî yên xwezaya wan pêk tînin biterikînin û ev bi çarmîxkirina demeke dirêj re wekhev e. Li vir, mirov ji bo nirxên çandên li ber qirima qirkirinê ne, nikare behsa jiyanê bike, belkî mirov dikare bibêje, nalenale wan e. Modernîteya kapîtalîst wexta kara herî zêde bi dest dixe, êşa esas a tevahiya gelan, çînên bindest û karkeran bi mêtina nirxên wan ên maddî nade kişandin, ji ber ku bi tevahî nirxên wan ên çandî li çarmîxê dixe êşeke kûr bi wan dide kişandin. Ji bilî çanda fermî ya dewleta netewe, rastiya tevahiya nirxên çandî û maddî yên din candayîna di çarmîxê de ye. Jixwe wekî din, nabe ku mirovatî û hawîrdora ekolojîk bikin çavkanî û biqedînin.Rewşa Kurdan di warê qirkirina çandî de mînaka herî trajîk û bi tesîr temsîl dike. Dewletên netewe yên serdest li ser nirxên çanda manewî û maddî ya gelê Kurd mekanîzmayeke çarmîxkirinê danîne û gelê Kurd di nava pencên vê mekanîzmayê de dinale. Di serî de nirxên gelê Kurd ên bi kedê hatin bidestxistin, bi tevahî nirxên civakî yên gelê Kurd ên civiyayî, çavkaniyên dewlemend ên binerd û sererdê bi awayekî eşkere talan dikin, yên mayî jî ji îmhayê re dihêlin, bêkar dikin, dirizînin, dikin ku krêt bibe li rûyan neyê nêrîn û pêre jiyan nebe. Hiştine ku mîna rêyek bi tenê li pêşiya kesê Kurd be: Di nava dewleta netewe de bihele, bi tevahî ji nirxên xwe yên bingehîn biqere! Ji bilî vê rêya jiyanê nîne. Qirkirina çanda Kurdî ya car caran digihîje heta bi qirkirinên fizîkî jî belkî di serê wan mînakên herî trajîk û bi tesîr de ye ku rastiya modernîteya kapîtalîst bi her awayî eşkere nîşan dide.” Li vir divê em jibîra nekîn ku bişaftin ji jinê destpêkiriye û heta îro jî pişavtina herî mezîn li ser wê, çand û nîrxên ku wê afirandîne tê kirin. Li hemberî vê yekê jî digel hemû zor û zextên kedxweran a ku wek keleheke berxwedanê li hembeî bişavtinê rawstayî û heta îro jî çand û zimanê kurdî parastî û anî dîsa jî jin e. Di nûsafeke ku serokê MÎT'ê Şengal Atasagun û cîgirê wî Mikdat Alpay ji bo rayedarên dewletê amedekirî de ev rastî bi awayekî zelal tê dîtin. Di nûsafa kesên navborî de wiha tê gotin: Komara Tirkîyayê dayîkên wê derê bi dest nexistîne (qezenc nekirine). Zimanê dayîkê astengek mezin e. Me pergaleke ku dayîkan qezaec bike nedaniye. Ev dewlet, fêrî zanîna ku deng li dayîkan bike nebû ye. Pêwiste em bikaribin dayikan qezenc bikin û zimanê dayîkan bidin guhurandin. Li wê herêmê ji sed jinan 60 jin bi Tirkî nizanin. ...di vê mijarê de pêwiste em zimanê Kurdî û dayîkên Kurdan jî bikarbînin. Di encama vê yekê de jî em dibînîn ku li her dera Kerdistanê ji bo dayîkên kurd qursên zimanê tirkî tên vekirin, di bin navê xwendinê de jî kampanyeya aşê jinbişêv “haydî kizlar okula” tê destpêkirin. Wek tê dîtin “pişavtin ji demeke gelekî dirêj ve, ango ji dema sermaye (arti-urun) derketî û çavên nekerên kedxwar zîq û beloqkirin û vir ve bingehê vî aşî jî hatiye avêtin û ji wê rojê û şûnde jî ev aş ji aliyê gelek serweran ve hatiye gerandin. Lê mirov dikare bibêje ku, di pêvajoya sermayedariyê de û zêdetir jî di asta emperyalîzmê de ev ramyariya dagirkeriyê bi awayekî birêkûpêk hatiye meşandin. Ev ramyarî bi giranî li rastî pêvajoya avakirina dewletên yek-netewe û yekpare (ûnîter) tê. Ev jî dewlet û neteweyên sermayedar in (kapîtalîst in). Li vir divê em bidîn diyarkirin ku du cureyên pişaftinê hene; yek jê pişaftina xwezayî ye. Di encama tevlihevbûna neteweyan de, bi têkilî û danûstandinên çandî, aborî û bazirganiyê jixweber pêk tê. Di vî cureyê pişaftinê de zilm û zor tune ye. Çand û ziman û aboriya kê xurt be, ew bandoreke xwezayî li ser ziman û çanda ya din dike û bi vî awayi pişaftineke xwezayî pêk tê. Mirov dikare jê re bibêje entegrasyon jî. Di dîrokê de gelek mînakên vî cureyê pişaftinê hene. Pişaftina din, ya ku em ê li ser rawestîn jî, ew pişaftin e ya ku bi zilm û zorê li ser gelan bi taybetî jî li ser gelê kurd û Kurditanê wekî ramyariya nijadperestî û dagirkeriyê hatî û tê meşandin e.
LI SER ÇAND Û ZIMANÊ GELÊ KURD Û KURDISTANÊ RAMYARIYÊN PIŞAVTINÊ YÊN BI DARÊ ZORÊ
“Li ser hebûna çanda Kurdistanê herî kêm bi qasî şer û terorê pişavtina bi darê zorê roleke wêranker lîstiye. Em dikarin heman rêbaza dîrokî pêk bînin û biçin hetanî serdemên seretayî. Heke ku em bibêjin çand û zimanê Sumerî ziman û çanda herî mezin a pişavtinê bû, divê weke gotineke nepixandî neyê dîtin. Em vê yekê ji nîzama hevok û peyvên wê fêm dikin. Berê zimanê Sumerî û li gor rêzê Hurî, Mîtanî, Urartu, Medî û Persî, piştre jî li gor rêzê zimanê Babilî û Asurî çavkaniyên wan Aramî ne. Paşî jî Aramî di serdemên seretayî de li Rojhilata Navîn zimanên pişavtineke mezin bûn. Mirov dikare vê rastiyê di kewaleyên (kîtabeyên) Hîtît, Urartu, Mîtanî, Med û Persan de bibîne. Mîna İngîliziya îro, zimanê Aramî jî weke “înteretnîsîte” ya wê demê zimanê hevpar ê ji hev du fêmkirinê bû. Nexasim arîstokrasî û bûrokrasiya dewletê yek ji zimanekî zêde bi kar tîne jî zimanê Aramî ye. Zimanê herêmî tevî zimanê Aramî tê bikaranîn. Mîna ku em îro jî dijîn, zimanê fermî yê desthilatdariyê di danûstendinên fermî yên dewletê de esas tê dîtin û di wê demê de Aramî- hînê berê Akadî û Sumerî- zimanê esasî ye. Zimanên herêmî zêdetir di nava gel de ku kesên xwendin û nivîsandina wan nîne weke amurekî ragihandina devkî bi kar tînin. Mirov dikare vê rastiyê di kewaleyên Urartuyan de jî bibîne. Çawa ku piraniya rêveberên welatên bindest bi zimanê İngîlîzî û Fransî dipeyivin. Di kewaleyên Persan de cihê Aramî aşkera ye. Di wê demê de li hemû Rojhilata Navîn hem zimanê dîplomasiyê hem jî zimanê bazirganiyê ye. Di hemû belgeyên pêwendîdar de tê dîtin ku pişavtin di mîmariyê de, di rêveberiya dewletê de, di wêje û hiquqê de risteke mezin lîstiye. Heta tê hizirîn ku Îsa jî bi Aramî zanibûye. Zimanê Suryanî ku şêweyekî neteweyî yê Aramî ye, amurekî din ê pişavtinê ye. Wê demê zimanê Îbranî hêjî di qadeke bi tixûb de xwedî bandor e. Lê Helenîzm ji ber ku di rewşa dijber de belav dibe, zimanê Helenîzmê li Rojhilata Navîn xwedî bandor e; mîna İngîlizî û Frensiya îro. Helenî û Suryanî jî bi hev re di riyekê de ne. Her du jî li Kurdistanê, nemaze li bajaran ji bo bibandor bibin têdikoşin. Rûha ji bo vê yekê mînakeke xweser e. Aramî çandeke kûr e ku Ermenî, Suryanî, Erebî, Kurdî û herî dawî jî Tirkî jiyaye. Lê belê di heman demê de rê li ber pişavtineke dijwar û kozmopolîtîzmeke zêde vedike. Mirov dikare ji rewşa îro ya Rûhayê vê rastiyê baş fêm bike. Rista zimanê Suryanî di çanda Kurdistanê de ji Erebiya paşî li pêştir e. Mirov dikare bibêje weke zimanê ronîbûnê rol lîstiye. Ya bingehîn ji ber ku Suryanî li bajaran rûdiniştin, ev encam derdikeve holê. Kurd weke gelê Komagene zarava û zimanê devkî yê koçerî û gundîtiyê bi kar tînin. Çavkaniyên wan ên nivîskî tixûb in, lê nayê wê wateyê ku qet nîn in. Nemaze li paytexta Mîtaniyan Waşukaniyê (li ser sînorê îro yê Suriyê-Tirkiyê bajarê Serekaniyê û Amûdê) gelek belgeyên nivîskî nîşan didin ku BZ di salên 1500’an de proto-Kurdî weke zimanê nivîsê hatiye bikaranîn. Li Kurdistanê BZ di salên 300-250’an de di heman qraliyetên Helen de hebûna gelê bi koka xwe Helenin, nemaze giraniya wan a li bajaran nîşan dide ku zimanê Helenî demeke dirêj hatiye bikaranîn. Mîna ista zimanekî metîngeriyê rol dilîze. Mîna di roja me ya îro de bajarên Kurdistanê bi çand û zimanên biyanî dijîn û gelên li derveyî bajaran jî bi çand û zimanên xwe yên herêmî dijîn. Bi Îslamiyetê re zimanê derdikeve pêş zimanê Erebî ye. Erebî ku berê zimanê bedewiyan bû, bi bajarbûn û derketina Îslamiyetê re li Rojhilata Navîn bû zimanê herî xwedî prestîj ê zanist û wêje yê. Erebî weke zimanê fermî yê desthilatdar û şer serdestiyeke mezin bi dest xist. Li hemberî zimanên qels ên bi koka xwe Efrîqîne, li hemû bakurê Efrîqa û heta başurê Zagros-Torosan serdest bû. Çand û zanist jî bi Erebî tê kirin û tê jiyîn. Xwedî cihekî cihêwaz e. Yên zimanê Erebî bi kar tînin, dikarin di nava bîrokrasiyê de cih bigrin, dikarin di nava çîna zanyaran de cih bigrin û zanistê bikin. Ji lewre Erebî zimanê mezinbûn û berjewendiyan e.” zimanê xwedê, Quran, pêxember û bihûştê ye. Lewre Serdestên ereb, ereb wekî “Qewmê Necîb” diyar (îlan) kirin û zimanê erebî jî wekî zimanekî îlahî, wekî zimanê dinya û axîretê diyar kirin. Navên erebî weke navên axrewî diyarkirin û navên li derweyî erebî jî wekî navên kufrê, bi taybet jî navên kurdî ji kufrê wêdetir, weke navên mecusîyan (agirperstan) ango “şeytanperstan” diyarkirin û riya bihuştê di navên erebî re derbazkirin. Û gotin “Zimanê Xwedê erebî ye, zimanê Qur’anê jî erebîye û di heman demê de kelamê (zimanê) Xwedê ye, zimanê bihuştê jî erebiye û tu kesê ku erebî nezane û navekî axrewî ango navekî erebî li xwe û zarokên xwe neke, negengaze ku biçe bihuştê û wê bi agirê dojehê bişewite.” Bi vî awayî, ango di bin navê olî de qedexeyeke ku di tu dem û deverên dîrok û cihanê de nehatiye ditin ji nav, ango ji zimanê kurdî re anîn. Disa bi navê HZ.Muhemed gotinek derxistin û gotin: “ herkesê ku Qur’anê bixwîne, çend tîp di Qur’anê de hebin heke wateya wê nezane jî serê her tîpê deh xêr ji bo wî, her wisa deh xêr jî ji bo dê, bav û kesê ku wî dide xwendin tên nivîsîn, heke wateya wan bizanibe jî serê her tîpê sih xêr ji bo wî, her wisa sih xêr jî ji bo dê, bav û kesê ku ew daye xwendin tên nivîsîn.” Di encamê de çend caran bê dubarekirin xêr jî her wisa têne dubarekirin. Bi vî awayî ji bo ku hêj zûtir gelan bi taybet jî gelê kurd bibişêvin, navê Xwedê, Qur’an û Pêxember jî bikaranîn. li ser navê wan derew kirin û bi van derewan jî gel xapandin û dagirkeriya xwe li ser wan bi awayekî kûr û fireh domandin. Di encama vê ramyariya derew û xapandinanê de bi hezaran mirov û malbatên kurd an rehêşt û binyata xwe birin û bi malbatên Xelîfeyan ve girêdan an jî xwe wekî seyîd û şêx diyar kirin û axaftina bi erebî, xwendin û nivîsandina nivîsên bi erebî wekî şanazî, bextewarî, rûmet û payebilindiyekê pejirandin. Ji xwe “Girîngiya zimanê erebî ya heta îro jî deyndarê van rastiyên madî ye. Piştî Erebî rista Farisî hîna bi tixûb e. Ew jî nexasim bi desthilatdariya Selçuqiyan li Îranê bû zimanê fermî û belav bû. Kengî Selçuqî Anatolyayê dagir dikin û dewleteke navenda wê Konya avadikin jî zimanê wê yê fermî Farisî ye. Mewlana berhema xwe ya bi navê “Mesnewî” bi Farisî nivîsandiye. Zimanê Tirkî jî weke zimanê Kurdî wê demê gelê li derveyî bajaran weke amûrê axaftina devkî û wêjeyê bi kar tînin. Serdestiya Erebî, li Kurdistanê bibandor bû. Nemaze tebeqeya mele- seydayan zimanê Erebî weke zimanê îbadetê dibînin û ev yek dibe sedema bandoreke dijwar. Her wiha gelê li bajaran dilê xwe dibijînin şêwaza jiyana Ereban. Em ji kinclixwekirinê şikil û şibût bigrin heta dara nifşan (secere) a xwe digihîne Ereban, dibe mode. Di çîroka her xanedaniyê de qulpeke Erebî pir asan dibe. Serdestiya di warê perwerde, hîndekarî, mode, ramyarî, dîplomasî, huner û zanistê de li ser zimanekî mîna Farisî ku di warê dewletê de xwedî tecrûbe bû jî, bandor kir. Nîv bi nîv dagirkeriya Erebî diqewime, hemû Rojhilata Navîn nav û leqebên Erebî li xwe dikin. Ev serdestî heta pêşketina têgihiştina netewe-dewletan û neteweyan bi awayekî dijwar didome. Bi belavbûna pergala sermayedar (sîstema kapîtalîst) û teşegirtina netewe-dewletê re pêvajoya pişavtina li ser çand û zimanê Kurdî hîna dijwartir dibe. Li zordestiya Erebî û Farisî, ya Tirkî jî zêde dibe. Di serdema seretayî û navîn de çand û zimanê Kurdî yê di nava etnîsîteyê de hebûna xwe parast. Bi derfetên teknîk û zanistê yên zêdebûn sê çand û zimanên serdest weke çand û zimanên fermî bi bandora xwe zimanê Kurdî baş pelixandin û helandin. Çand û zimanê ku di serdema navîn de jî gelek berhemên wêjeyî (mîna Ehmedê Xanî, Mem û Zîn) dan, di bin zexta ramyarî de her ku çû teng bû. Kurdîtî weke çand û ziman xistin rewşeke biguman. Kirin mijara guneh û gunehkariyê, her ku çû Kurdbûyîn krîmînalîze kirin. Bi pratîka herî dijwar a guneh-zindan a bûrjuvazî re rûbirû hate hiştin. Pirsgirêkên têkîliya wan bi rastiya Kurd re hebûn, di kategoriya gunehên xeter de hatin hesibandin. Her sê netewe-dewlet jî –Tirk, Fars û neteweya Ereb- ji çand û zimanê dewletê wêdetir li ser hemû hebûna wê helandin, dûrkirin û kampanyayeke bi çand û zimanê serdest ve girêdan û bi dijwarî dan meşandin. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî Kurdî jî tê de hemû dibistanên perwerdehiyê lê hatin qedexekirin. Lê kesên ku derfet û pêkanên wan hebûna dikaribûn li dibistanên neteweyên serdest hînî modernîzmê bibûna. Kurd û Kurdî di her warî de li derveyî nûjenparêziyê (modernîzmê) hate hiştin. Çapkirina pirtûkan rojname û mûzîkeke herî asan a Kurdî weke Kurdewarî hate hesibandin û di çarçoveya guneh de hate pejirandin. Lê wan bi xwe di zimanê xwe de neteweperestiyeke ku ji neteweperestiya Hîtler jî dibore dikirin. Ji teoriyên wan ên neteweyên herî mezin gav nedihatin avêtin. “Qewmê necîb” navê Ereban bû. Tirkîtî rastiyeke bexteweriyê bû. Farisî esilzadeyiya herî mezin a dîrokê bû. Hîsên neteweperestiyê yên ku kapîtalîzmê şiyar kirin, bûn xwedî bandoreke narkotîkane ku hemû rewşên paşverû binuxûmîne.” Gotina nivîskarê ereb Îbn-î Kuteybe a ku di pirtûka xwe ya bi navê “Tafdîl-ûl Erebî” de nivîsî, ku di wê pirtûkê de “ereban di ser hemû gelan de dibîne” de dibêje: “Farisî, serxweşî ye; erebî, zimanê pêxemberan e; tirkî xûypakî ye û kurdî jî riswayi ye(F. Bulut).” Vê rastiyê baş vedibêje. “Lê sêyemîn pêngava mezin a globalbûna kapîtalîzmê mezinbûna lokaltiyê weke nirxeke pêşveçûna teknolojiyê ye. –radyo, tv- qedexeyên li ser ziman bêwate kirin. Xebatên li derveyî welat kirin ku hindekî Kurd û Kurditî bi ser xwe ve werin. Bêguman di bingeha vê rastiyê de bandoreke diyarker a têkoşîna hemdem hebû. Berxwedana demokratîk a neteweyî bi xwe re nasnameya Kurd, ziman, çand û ji xwe bawerbûn anî. Li dijî zora şer –desthilatdariyê ya pişavtinê- bi darê zorê afirand. Ji berxwedana xweparastinê ji nû ve derketina çand û zimanên netewî re dergûşî dikir. “Pişaftin an jî helandin, ramyarîeke dij hemû sinc û rewiştên gerdûnî û mirovî ye, ramyariyeke dijxwezayî û netewekuj e, ji ber ku armanca vê ramyariyê helandin û tunekirina ziman û çanda neteweyên bindest e, jê re qirkirina spî jî tê gotin. Ji bo vê yekê jî dagirker ziman û çanda bindestan qedexe dikin, ji wan re tu qad û derfeteke jiyanê nahêlin. Baş tê zanîn ku ji bo çand û zimanan qada jiyanê perwerdehî ye, xwendin û nivîsandin e, bi sazîbûn e, bi rêxistinîbûn e, weşan û çapemenî ye. Heger ev qad li ber ziman û çandekê bêne qedexekirin û ev navgînên jiyanê tenê di suxreya çand û zimanê serdestan de bimînin, di encamê de dê ew ziman û çandên bindest qir bibin, pişaftineke netewekuj dê pêk were û ew gelê bindest dê bê nasname bimîne. Dewletên nûjen ên ku piştî Şerê Cihanê yê Yekmîn peydabûyîn, heta dawiyê ramyariyeke navendî ya ziman, çand û aboriyê şopandin. Van dewletan bûyera avakirina netewe-dewletê bi çand û ziman dest pê kirin. Pawana (tekela) hukumetê a li ser pergala perwerde û amûrên ragihandinê bi taybetî jî li ser weşana dîtbarî û bihîstyarî, ji bo ku zimanê fermî li ser gelên din û kêmneteweyan ferz bike hêz û rayeyeke bêhempa da hukumeta navendî. Vêca nexwasma welatekî wek Kurdistanê ku bi Peymana Lozanê (24. 07. 1923), ji hêla dagirker û mêtingerên wê ve hatiye parçekirin û her parçeyekî wê ketiye nava dest û lingên dagirkerekî wê yê ji yê din neteweperst û nîjatperestir. Ku ew dagirker hemû jî hebûna xwe ya neteweyî di mendelkirin û tunekirina gel û kemneteweyên din û xwecih de dibînin. Gelo vê demê reşa wî welatî û gelê wî welatî dê çawa be? Vêca niha jî bi kurtî em li rmyariyên wan dewletan ên ji Lozanê û vir ve binêrîn: IRAQ: Piştî ku bi peymana Lozanê Kurdistan hatî perçekirin û tixûbên dewletên dagirker hatin diyarkirin û pêşeng û rewşenbîrên kurd ji Kurdistanek serbixwe û azad bêhêvî bûn; vêca herî kêm ji bo xweseriyek demokratîk dengê xwe bilindkirin û bi daxwaznameyan serî li meclîsa Iraq, Cemiyet-î Eqwam û rayedarên Ingilizan dan. Lê mixabin her kes jinedîtîve hat, kesê dengê wan nebihîst û her ku çu çewisandin, pest û pêkutiyên li ser gelê kurd, çand û zimanê wî zêde bûn. Her daxwaz û xwesteka gelê kurd wek “neteweperestî” û sedema “parçekirinê” hesibandin. Angaştên wekî ku “zimanê kurdî paşvemayî ye, şêwazê jiyana kurdan hoveber e, piraniya kurdan xwendin û nivîsînê nizanin, nezan û para xwe ji perwedehiyê negirtîne û ji hêmanên bêdisîplîn û ji berpirsyariyê dûr pêk tên” ji xwe re weke maf û bingehê ramyariya erbkirina kurdan dîtin û ji bo vê yekê jî tişta ku ji destê wan hat kirin. Li hemberê vê ramyariya mendelkirin û pişaftinê di sala 1930’an de li bajarê Suleymaniyê gelê kurd serî hilda. Lê hêzên dagirkerên ereb êrîşî ser gel kir û di vê êrîşê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî hatin birîndarkirin û girtin. Dewleta Iraqê di navbera salên 1932-1958’an de di ramyariya pişavtinê de gavek din jî avêt û hema bêje hemû dibistan û meqamên rêveberiyê yên li Bajarên Mûsil û Kerkûkê kirin ereb. Di sala 1957’an de li bajarê Hewlêrê bes dibistaneke ku bi zimanê kurdî perwerdê dide mabû. Li Suleymaniyê jî hemû dibistanên keçan perwerdeya erebî didît. Neteweperestiya ereban bi hatina Abdulkerîn Qasim gihîşte lotkeyê. Çawa ku hate ser text berî her tiştî Kongreya 2. A Mamostayên Kurd ku dê di reşemiya sala 1961’ê de bihata lidarxistin qedexe kir. Di gel vê yekê hemû şaxên Komeleya Mamosteyan ên li herêma Kurdistanê dane girtin. Bi vê yekê jî nema û angaşt ku “ peyva kurd bi tu awayî nayê wateya neteweyî(etnikî) .” Qasimê ku digot: “êdî dema vê yekê hatiye ku mirov bi awayekî aşkira nîşanî netewperestên kurd bide ku: kurd ne civakek cuda û xwedî çawaniyeke wisa ne ku, bikaribin neteweyekê pêkbînin.” Di rojnameya El Sawra de (ku di rewşa weşana hukumetê a fermî de bû) jî bangeşiya vê dîtina xwe ya neteweperst dikir û wiha digot: “Iraq ne welateke ku ji gelên cuda pêk tê, welateke ku ji yek neteweyê pêk tê.” Ev gotinên A. Qasim ne gotinên kesekî ji rêzê ne; ev serokê dewletekê ye û di asta herî jor de nûnertıya ramyariyên dewletê dike. Ev ramyariya Ereban a pişaftin, mendelkirin, qirkirin û kokqelandina kurdan ku bi Enfal û Helepçeyan gihêştiye lotkeyê encama vê hişmendiyê ye. Li hemberî ramyariyên ereban ên mendelkirin û tunekirinê gelê kurd di rezbera sala 1961’an de dest bi şerê çekdarî kir. Di sala 1970’yî de li Bexda derbeyek çêbû û pergala Iraqê kete destê partiya Baasê. Pergala Baasê jî li gorî armanca xwe ya pişavtinê xweseriyeke ku kurdan parçe dike da kurdan. Lê nîjadkujiyên herî mezin jî yên weke ENFAL û HELEPÇEyê jî wê li ser kurdan kirin. Her çi qas di encama têkoşîn û berxwedana gelê kurd a bêrawest û bêhempa de carcaran neteweperestên ereb neçar mabin ku di desturên bingehîn ên dewletê de zimanê kurdî wek zimanê fermî û carna jî xweseriyekê jî bidin kurdan, lê ev ji gotin û li ser kaxezan wêdetir neçûye. A. Qasim bi van gotinên xwe yên li jor ên neteweperest û dijmirovî helwest, daxwaz û rastiya ramyariya erebên neteweperest a li dijî kurdan bi awayekî zelal û berbiçav baş vegotiye. Lê bı ketina DYE’ê ya Iraqê û raperîna gelê kurd ê Başûr re, li İraqê kefenê ku Komara Seddamê faşîst li zimanê kurdî kirî, hate çirandin û zimanê kurdî li başûrê welêt gihişte asoyên azadiyê. Li wir deriyên mirinê hatin girtin û ji bo zimanê kurdî deriyên jiyanê hetanî dawiyê hatin vekirin. Lê ya ji vebûna deriyan hê giringtir bi awayekî rast, serbixwe û azad, li gorî berjewendiyên gelê kurd ên neteweyî û zimanê kurdî bikaranîna van deriyan e. SÛRYE: Piştî bi qwlê ku di bin mandeya Fransiyan de destûra avakirina dewleta Sûryê hat dayîn, kurdan jî bi daxwaza ku li Kurdistanê xweseriya xwe ava bikin, bi daxwaznameyekê serî li Meclisa hevgirtî ya Sûryê dan. Di daxaznameyê de daxwazên wek ji bo ku li herêmê digel zimanên heyî zimanê kurdî jî bê bikaranîn; di herêmê de bi zimanê kurdî perwerde bê dayîn û li cihê karmendên biyanî li herêmê karmendên kurd bên bicihkirin hebûn. Lê rêvberiya manda ya fransî bi hêceta ku dewletên tirk û Iraqê li ser tixîbên xwe “herêmeke xweser a kurdan” napjirînin û ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî jêder jî kêmên û ji xwe gel jî vê yekê naxwaze, destûr nedan. Bersiva rêveberên mandaya fransî ya ku daye daxwaza nivîskarê kurd Mûstefa Botî ya ji bo ‘vekirina dibistanek perwerdeya kurdî’ jî ji hêcetên wan ên li jor hê sosretir bû; ev bersiva wan a ku dane nivîskarê kurd, mebest û ramyariya dewletên emperyalist a li hemberî gelê kurd bi awayekî pir zelal radixe ber çavan. Di bersiva xwe de wiha dibêjin: “ berpirsyarên Fransa ên li hemberî dewletên di rojhilata navîn de, ‘ketina nava macerayeke’ wiha asteng dike.” Wek tê dîtin mijar bi giştî ramyarî bû. ji xwe dewletên emperyalîst Kurdistan li gorî berjevendiyên xwe yên domdirêj prçeperçe kiribûn. Negengazbû ku li derveyî armancên xwe tevbigeriyan. Ji bo vê yekê jî wê di ramyariyên pişaftin, mendelkirin û nijadkujiyê de heya dawiyê destek û piştgirî bidana dewletên dagirker ên ereb, fars û tirkan û ew hê jî sorkririban. Wê ew tovê lenta neteweperestiyê di mejiyê wan de biçanda û li ser nîjadperestiya wan neteweperestî jî zêde bikirana. Ji xwe kevneşopiyeke pişivîner a hersê neteweyan jî hebû. Lê vê kevneşopiyê têrî avakirina netewe dewleta ku vedîtina rojavayîyan e, nedikir. Pêwist bû ew jî li gorî canbaziya netewe dewletê tevbigeriyan û lenet û xezeba xwe li sr gelê kurd û Kurdistanê bibarandana. Ji xwe efendiyên wan, sermayedarên rojavayî wisa fermankiribû. Ev ferman jî, tam li gorî hastên wan ên nîjadperest bû. Negengazbû ku li gorê vê yekê tevnegeriyana. Piştî ku serweriya Sûryê kete destê ereban û demekê şûnde Partiya Demokratîk a Kurd-Sûryê hate damezirandin(1957). “dema ku partiyê bang li Sûryê kir da ku “mafên gelê kurd ên neteweyî bidê” Komara Ereb a Yekgirtî êrîşî ser partiyê kir, partî girt, dest danî ser malê partiyê û rêveberên wê şandin zîndanan. Heta megafonek jî bi xwediyê wê re şandin zîndanê.”(f. Bulut). Bûyera megafonê pir girîng e û peyama wan vekirî ye. Bi şandina zîndanê ya megaphone dixwazin vê bibêjin: tiştê ku deng, reng û bêhna kurdî û kurdewarî jê bê heke megafonek jî be, perçeyekî hesin, dar an jî perçeyekî kevirekî jî be, em ê wî nepejirînîn û bi rê û rêbazên cuda tune bikîn. Di sala 1961 de Sûrye ji Misrê qud bû û di mijdara sala 1962’an de jî li herêma Cizîrê ji bo gelê kurd serjimêriyeke gelheyê ya taybet çêdibe. Piştî vê serjimêriyê pest û pêkutiya dewleta Sûryê ya li ser gelê kurd zêde bû. Nêzîkî 120 hezar kurd ji wê serjimêriyê xistin, ew weke “biyanî” hesibandin û nasnameya Sûryê nedane wan. Bi vê yekê jî ji hemû maf û peywirên hemwelatî bêpar hiştin. Bi armanca “erebkirina herêma kurdan” binavê “kembera ereb” projeyek xistin dewrê û bi vê projê gelê kurd xistin nava çemberekê, cih û warên wan ji destên wan standin, ew mişextî herêmên ereban kirin û li cihê wan ereb bi cih kirin. Piştî ku di sala 1963’an de partiya Ba’sê bi derbeyekê desthilatdarî xiste destê xwe, wê jî bi navê “rizgarkirina giyana ereb a li Cezîrê” heman ramyarî da meşandin. Projeya erebkirinê ya ku ji 12 xalan pêktê, ku Amîrê Şaxê Ramyarî yê herêma Hesekê pêşniyarkirî, di derbarê kurden de seriştyên ramyariya dewletê yên nepenî pir baş dide der. Ji bo ku ramyariya mendelkirin û tunekirinê ya ereban baş were fêmkirin em ê wan xalan rêzbikîn: 1) Divê civatên kurd bêne belavkirin(erebiya wê: batr) û koçberî herêmên hundir bêne kirin. 2) Divê ramyariya di derbarê ku kurd ji saziyên perwerdeyê bêpar bêne hiştin de xul û nezelal bê hiştn; ango kurd nezan bên hiştin (erebiya wê techîl e); lewre ji berê ve ye ku ev kurd, dibin sedema encamên ku xwe digihînin dijberiyê. 3) Ji bo ku kurd neçar bimînin ku dest ji cih û warên xwe berdin, divê ramyariya birçîhiştinê (erebiya wê: Tecwî-î) li ser wan bê sepandin. Ji bo vê yekê jî divê bêkar werin hiştin. 4) Divê kurdên ku piştê serhildanên 1920’an ji Tirkiyê revîn û xwe avêtîne bextê Sûryê, bêne dertixwîbkirin. 5) Divê ramyariya “parçeperçe bike û di rê ve bibe” bikeve karvaniyê û bi taybetî jî kesên angaşt dikin ku ereb in li hemberî kurdan bên bikaranîn. 6) Divê ramyariya Kembera Ereb (Hizam-ûl Ereb) a ku di sala 1962’an de hatiye pêşniyarkirin bikeve karvanmiyê. 7) ”Divê pêvajoya heta ku kurd têne parçeparçekirin û belavkirin li ber çavan were girtin” û li gorî vê yekê li herêmên kurdan herêmên “neteweperestên ereb û erebên xwerû” bên damezirandin. Ango li wan herêman cihên nû bên avakirin û ereb lê bên bicihkirin. 8) Divê ev herêmên ereban weke qadên leşkeri bên diyarkirin. Hêzên li wan herêman jî bikevin nava pêkanîneke wisa ku ereban biparêzin û kurdan piştder bikin. 9) Çawa ku (li İsraîlê) yahudiyan li seranserî tixûbên xwe “kooparatîfên çandiniyê” avakirîne, divê em jî wek wan di bin navê çandingehên hilbirîna hevpar û kooparatîfên çandiniyê (Cemîyet-ûl Teavûniye/Mezrai-ûl Cemaiyye) de li seranserî tixûbên xwe çandingehan ava bikîn. Û ji bo parastina herêmê perwedeya çekdarî bidîn erebên ku li herêmê nîştecih dibin. 10) Divê kesên ku naxazin bi erebî biaxivin ji hemû maf û destûrên taybet werin bêparhiştin. 11) Divê oldarên (melayên) kurd ji cih û peywirên xwe bêne girtin û li cihê wan oldarên ereb ên ku xwînxwerû ereb in bêne bicihkirin. Ji ber ku naverok û çawaniya civînên oldarên kurd, ji olî wêdetir veguherîne sohbet û meclîsên kurdîniyê, divê oldarên wan berbi herêmên hundurîn ve werin mişextkirin. 12) Divê di nava ereban de li dijî kurdan kampanyayeke berfireh were destpêkirin.” Rejîma Be’sê bi armanca ku vê projeya xwe pêkbîne li ser seranserî tixûbên Sûrye û Tirkiyê li ser axa Kurdistanê bi qasî 10-15 kîlometreyan projeya “Kembera Ereb” xiste karvaniyê. Di bin navê avakirina “çandingehên nûjen” de bi hezaran kurd ji cih û warên wan kirin û li cihê wan ereb niştecih kirin. Hukmetê kurd ji referanduma axê bêpar hiştin û ax li wan belavnekir. Di vê çarçoveyê de 60 hezar kurd (li gorî hin çavkaniyan jî 120 hezar kurd) ji cih û warên wan kirin û an mişext û koçberî herêmên hundir an jî mişextî Lubnanê kirin. Her wisa bûyera Sînemaya Amûdê û bûyerên li pey wê jî hatîn encamên heman ramyariyê bûn. Her çi qas di navbera Sûrye û Iraqê de nakokî hebin jî lê di sala 1963’an de ji bo ku serhildana li Başurê Kurdistanê têkbibin Sûryê bi hezaran leşkerên xwe şandin alîkariya hukmeta nîjatperest a Iraqê. Dîsa her çi qas heta demekê bi taybetî jî di dema H. Esat de ji ber sedemên ramyarî rejîma Sûryê ev ramyariya xwe ji bo demekê qerisandibe û demek dirêj Sûryê malovanî ji sazî û rêxistinîbûyînên gelê kurd, çand û zimanê wî re kiribe jî, lê nêzîkatî û polîtikayên wan ên li hemberî gelê kurd, çand û zimanê wî ji yên fars û tirkan zêde ne cuda bûn. Ji xwe piştî Esad mir dîsa nîjatperstên ereb derketîne ser kar û nêçîra qedexekirin, pişaftin û tunekirina kurdan. ÎRAN: Her çiqas li Îranê bi destûra bingehîn a ku di sala 1906’an de hatî amedekirin de zimanê farsî wek zimanê Îranê yê fermî hatibe diyarkirin jî, lê heta ku Riza Xan bi derbeyekê (1921) desthilatdariya Îranê nexistî destê xwe û xwe wekî qral diyarnekirî, li hemberî ziman û çandên gelên din û yên kêmneteweyên li Îranî nermiyek hebû. Ji xwe ji sedî pênceyê (%50’yê) serjimêra Îranê ji gelên ku ne binyat farsin pêk dihat. Piştî ku Riza Xan hate ser text û her ku textê xwe qahîm kir, bi taybet jî piştî Peymana Lozanê ew ji li hember gelên Îranî bi taybet jî li hemberî gelê kurd kete nav ramyariya mendelkirin, pişaftin û tunekirinê. Bo mînak di sala 1923’an de nivîsîn û axaftina bi zimanê farsî li ser hemû karmendên dewletê hate sepandin. Di wê demê de li ser navê serokê dewletê ji Daîreya Navendî ya Perwerdehiyê ya Eyaleta Azerbeycanê ji hemû saziyên perwerdehiyê yên li herêmê ku Mehabad jî dikete nav de giştînameyek wiha hate şandin: “ Li ser fermana serok, ji niha û paş ve li hemû herêmê bi taybetî jî li dibistanan wê bi zimanê farsî bê xwendin. Em bi bîra we dixîn ku li gorî vê ferman-nameyê ji bo ku zimanê farsî li hemû dibistan û cihên din ên ku di bin qada rayeya we de wek zimanê fermî bê xwendin, bikaranîn û hemû kar û xebat bi vî zimanî bên kirin, hûn berpirsyar in. di heman demê de karmendên ku di daîreyên we de jî dê vî zimanî bikarbînin.”(Gîrzey, Kurdistan). Her ku çu Riza Xan qedexeyên li ser kurdî, çand û zimanê kurdî zêde kirin. Qedexe danî ser hemû kevneşopî û gerdîşên kurdan: Cil, muzîk, dîlan û lîstikên kurdan qedexe kirin. Ji ber axaftina bi kurdî bi hezaran kurd li dibistanan, li daîreyan û li kolanan hatin girtin, êşkêncekirin û giramî û rûmeta xwe winda kirin (Hêmin). Ji ber çewisandin û venêrîna polîsan a wêranker, helbestvanên kurd ji tirsa ku bikevin destê dewletê nevêrîne helbestên xwe binivîsin û li şûna nivîsînê jiberkirîne û bes ji malbat, hawîrdor û kesên ku pê bawerin re karîne bixwînin. Rêveberiya nû ji bo ku pêşiyî li netewperweriya kurd bigre û bi awayekî hêj hêsantir kurdan bibişêve û ji holê rabike, herêmên ku kurdî lê tê axaftin kirin sê perçe û yekser bi Tehranê ve girêdan. Ew bêperweriya pergala Îranê a di mendelkirin, pişaftin û tunekirina gelê kurd de, ji tixwîban jî derbas bû. Bo nimûne Misyonertiya Rojhilat Lûthercî bi navê Misyoneriya Kurdistan bi Înglîzî rojnameyek li Amerikayê derdixist. Hukumeta Îranê ji bo ku peyva Kurdistanê ji navê rojnameyê rake kete nava liv û tevgerê. Lê tiştê herê sosret bikirekî bi tenê jî yê wê rojnameyê li Îranê tune bû. Her wisa hukumeta Îranê ji bo ku zimanê kurdî li Iraqê jî nebe zimanê fermî, ji bo ku pêşnûmeya destûra li Iraqê zimanê kurdî jî fermî dike (1931) ji meclîsê derbaz nebe bi çapemeniya xwe ve, bi her awayî kete nava liv û tevgerê. Bo nimûne li gorî Rojnameya Îranê (25 berfanbar 1931) ev proje, “bi handan û îlhama Îngîltere” çêbûye û tu sûdeke fermîbûna zimanê kurdî ne ji kurdan re ne jî ji Iraqiyan re çênabe. Û hwd..... Piştî Riza Şah di serdema (1941-1979) Muhemed Riza Şah de jî ramyariyên mendelkirin û pişavtinê berdevam kirin. Dilxwede zimanzanên Fars derketin û bêyî ku destnîşaneke xurt danin holê bi gotina ereban ji xeybê behskirin û angaştin ku zimanê kurdî zaravayekî farisî ye. Di heman demê de hinek endamên hîndekariya Zankoya Tehranê angaşt dikir ku di nav zimanên dinyayê de farisî yek ji zimanên herî bilind û pîroz e û di Îranê de jî yekane ziman e.” û bi vê gotinê jî ramyariya pişavtinê diparastin û pîrozwer dikirin. Di sala 1946’an de dema ku Komara Kurd a Mahabadê hat damezirandin, zimanê kurdî jî weke zimanê wê komarê yê fermî hate diyarkirin. Di demeke kin de be jî di pêşketina hestên neteweyî û çand û zimanê kurdî de bû kevirkî dîrokî. Lê mixabin temenê Mahabadê zêde dirêj nebû. Bi jiholêrakirin û bi dardekirina Qazî Mihemed û hevalên wî re carek din li Îranê çand û zimanê kurdî jî hatin bidardekirin û ketin ber darê ramyariya pişavtinê. Di sala 1960’î de Wezareta Huner û Çandê ji bo xurtkirin û belavkirina zimanê farisî, ji Zankoya Tehranê sê zimanzan erkdar kirin. Li gorî M.R. Batenî ku yek ji wan zimanzana ye; “li ser gelên din sepandina zimanê farisî, ji bo yekîtî û hevparetiya neteweyî gaveke pir girîng e.” hevalê wî M. Mîlanyen bernameyeke ku gav bi gav zimanên din ji holê radike û li şûna wan zimanê farisî bi cih dike pêşniyar kir.” Li gorî wê bernamê divê gelên ne fars bi taybet jî gelê kurd ji cih û warên xwe bê qutkirin û li cihên ku kurd lê tunene bêne bicihkirin. Ji xwe ev bername bû parçeyekî ramyariya pişaftinê ya pergala Îranê. Ji xwe hemû dagirkerên Kurdistanê her tim serî li wê ramyariya dijmirovî dane. Û ew ramyarî weke pira siratê xistine pêşıya gelê kurd û ew ber bi wê we ajotine. Di dema şoreşa îslamî ya Îranê de, ku bûye sedema têkbirina pergala Şahitiyê, Kurd jî bi daxwza xweseriyak demokratîk tevlî şoreşê bûn. Lê mixabin kurd wê carê jî wek her demê bûn goriyên hestên xwe yên olperwer û paqij. Careke din jî kurd bi riya ol hatibûn xapandin. Hêj du meh ser têkçûyîna pergala şah de derbaznebibûn dema ku pergala îslamî berê artêşa îslamî daye ser gelê tirkmen, ereb û bi taybetî jî ser kurdan. Şoreşa Îslamî di destûra bingehîn a ku di sala 1979’an pejirandî de erkdarkirina ji serî heta binî a rayedarên dewltê da hukumeta nawendî. Û ji derveyî Partiya Komara Îslamî xwepêşandan û her cureyê çalakiyan li her kes, partî û saziyan hete qedexekirin... Her çi qas di xala wê destûra bingehîn a 19. de hatibe gotin ku “reng, nîjad, ziman û tiştên wek wan nabin sedema cihêtiyan” jî lê di xala 15. De wiha dibêje: “ digel vê yekê nivîs û zimanê hevpar ê fermî yê gelê Îranê farisî ye. Divê sened û nivîsîn, pexşanên fermî û pirtûkên perwerdehiyê bi vî ziman û nivîsê bin. ” Li Îranê her çi qas herêmeke ku çend bajarên rojhilatê Kurdistanê digire nava xwe wekî Kurdistan bê binavkirin û kurdî jî wekî zimanê kesên ku li vê herêmê dijîn bi fermî bê pejirandin û ji aliyê dewletê ve weşanên radio, tv bi kurdî bên kirin jî, lê komara Îranê tu carê li hemberî gelê kurd dest ji polîtikayên xwe yên mendelkirin, parçekirin, biçûkxistin, ji rastî û cewherê xwe dûrxistin û helandinê ango bişavtinê bernedaye. Tu carê zîmanê kurdî wekî vîn û nasnameya gelê kurd a azad û serbixwe nepejirandiye. Ji bo binbirkirin û ji holêrakirina gelê kurd her tişta ku ji destê wê hatiye kiriye û hê jî bi awayekî here hovane dike. Ji jiholêrakirina Komara Mahabadê û bidardekirina Qazî Muhemed wan bigre heta bêbextiyên li hemberî serok û pêşengên partî û rêxistinên kurdan, ji hevpymanên bi Tirkiye û Sûryê re kirîn bigre heta bidardekirinên gerillayên PJAK’ê û bi hezaran bûyerên wek wan vê rastiyê baş vedibêjin. TIRKYE: Her wekî ku tê zanîn, dema ku Împaratoriya Osmanî di şerê yekemîn yê cîhanê de têk çû û hilweşiya, li pey wê li ser xaka ku Komara Tirkiyeyê lê hatî avakirin û jê re sînorên “Mîsak-î Millî” dihat gotin, ji tirk, kurd, ermen, rûm, laz, çerkez û hwd. mozaîkeke neteweyan mabû. Nijadperest û neteweperestên tirk ku pêşengiya wan kemalîstan dikir jî dixwest li ser vê xakê dewleteke tirk ava bikin. Wek tê zanîn li gorî têgihîştin û hişmendiya netewe dewletê, li seranserî cihanê netewe bi bazar-aborî, dîrok, çand û zimanê xwe pêk tên û piştî vê pêkhatina neteweyî, pêvajoya desthilatdariya ramyarî û dewletbûna neteweyî dest pê dike. Lê li Tirkiyeyê pêvajoya netewebûn û dewletbûnê tam berevajî vê yekê pêk hatiye. Paşa, artêş û bûrokratên ku ji Împaratoriya Osmaniyan mabûn di serî de ji xwe re dewletek ava kir û piştre jî bi hêz û derfetên vê dewleta mîlîtarîst dest bi afirandina netewebûnê kirin. Ya rast, di destpêka vê pêvajoya netewebûnê de bi navê tirkîtiyê li meydanê ne bazareke neteweyî, ne jî ziman û çandeke neteweyî ya pêşketî hebû; lê di dest neteweperestên tirk de dewleteke leşkerî û bi “Mîsak-î Mîllî” sînorkirî xakek, raman û projeyeke neteweyî hebû. Lê ziman û çanda tirkî ya ku wê demê hebû, têra dewlet, ramyarî û netewebûnê nedikir, gelekî qels û lawaz bû, ziman û çandeke gundî bû. Gelên li kêleka wan (kurd, rum, ermenî û hwd.) û bi wan re dijîn jî xwedî ziman û çandên pir dewlemend û dîrokî bûn. Tirsa di nava van çandan de pişivînê bêhna neteweperestên tirk çik-kiribû û çavên wan tarî kiribûn. Hişmendî û têgîhiştina li ser yek bazar, yek ziman, yek çand, yek dîrok û yek parçeyê axê avakirina netewe dewletê wek kurmekî ketibû nav mejiyê wan û mejiyê wan dixilxiland Lewre li gorî neteweperestên tirk dewleta ku li ser vê mozaîka neteweyan ava bibe dê nikaribe xwe ji parçebûn û belavbûnê rizgar bike. Dewleta ku bê avakirin, ji bo ku domdar û ji xetereya parçebûnê dûr be, pêwîst bû ku li ser yek neteweyê ava bibe. Lê ji wê mozaîka neteweyan dê çawa yek netewe, yek çand, yek ziman û yek nasname pêk bihata! Neteweperestên tirk ji bo pêkanîna vê armancê wekî çare pişavtin dît û pişavtin wekî ramyariyeke stratejîk û bingehîn pejirandin. Bi vê armancê dewletê qedexe danî ser çand û zimanên kurd, laz û çerkezan, ew li aşê pişavtinê xistin û wan xwest çandên wan gelan jî di nav ziman û çanda tirkî de bihelînin. Di encama pişavtina ku 80 salan hatiye meşandin de ziman û çanda gelên laz û çerkez, mirov dikare bibêje ku bi temamî hatin helandinû ji hole rabûn. Ziman û çanda gelê kurd jî bi lezeke mezin di pêvajoya helandin û kuştinê re derbas dibe û tê derbazkirin. Serokwezîrê Tirkiyê Îsmet INONU di 27’ê avrêla 1925’an de di kongreya “Turk Ocaği” de ev ramyariya netewekuj a dewletê wiha dianî zimên: “Bi awayekî aşkera îlan dikin ku em neteweperest in û hêmana esasî ya ku me bi hev ve girêdide neteweperestî ye. Li ber piraniya tirk tu têsîra hêmanên din tune ye. Buhayê wê çi dibe bila bibe, kesên ku li welatê me dijîn, em ê wan bikin tirk, kesên ku li dijî tirkîtî û tirkbûnê derkevin em ê wan tune bikin...” Ji ber ku rûm û ermen di Peymana Lozanê de wekî kêmnetewe hatibûn pejirandin asîmîlekirina wan ne pêkan bû. Lewma ew hîn berî peymana Lozanê hatin qirkirin û koçberkirin, ji wan li Tirkiyeyê piştî Lozanê hejmareke gelekî kêm mabû, bi vê hejmara hindik, ji xeterebûnê derketibûn. Hejmara zêde û her wiha li gorî nîjadperestên tirk xetereya mezin kurd bûn. Di heman demê de di Peymana Lozanê de jî cihana desthilatdar û kedxwaran ji bo gelê kurd tu mafek diyar nekiribû. Împeryalîstan ji bo berjewendiyên xwe gelê kurd feda kiribûn û wekî tomkekî (êmekî) avêtibûn ber gurên har. Bi rastî jî neteweperestên tirk împaratoriyek winda kiribû, birçî bûn, wekî gurê har bûn, wan dixwest heyfa windakirina Împaratoriya Osmaniyan ji gelê rûm, ermen û kurd bistînin. Lê belê hetanî Peymana Lozanê, di pêvajoya avakirina dewletê de ziman û rûyekî din nîşanî gelê kurd didan; rûyekî nerm û zimanekî “dostane”; peyamên biratî û wekheviyê... Lê piştî Lozanê xuya bû ku ev ziman û peyamên xapandinê ne. Piştî ku peymana Lozanê hate îmzekirin û sînorên Komara Tirkiye fermî bûn, neteweperestên tirk hebûna gelê kurd, nasname, dîrok, çand û zimanê wî mendel û qedexe kirin. Di sala 1925’an de dewletê bi vê armancê planek bi navê “Plana Islahkirina Şerqê” çêkir û demeke dirêj aşkera nekir, veşartî hişt. Di vê planê de xala 41’ê wiha ye: “Li navçe û navenda bajarên mîna Meletî, Elezîz, Diyarbekir, Bedlîs, Wan, Mûş, Riha, Erxenî, Xozat, Erdîş, Elcewaz, Xelat, Palû, Çarsançax, Çemîşgezek, Vacix, Semsûr, Besnî, Arga, Hekîmxan, Berecûg û Çermûkê li daîreyên hikûmet û şaredariyê û li saziyên din, li dibistanan, li sûk û bazarê, kesên ku ji bilî tirkî bi ziwatekî din bi kar bînin, dê wekî ku li dijî biryarên hikûmet û şaredariyê tevgeriyane, bêne hesibandin û li gorî wê bêne cezakirin.” Li dijî vê dagirkerî û nijadperestiyê gelê kurd di sala 1925’an de bi serîhildana Şêx Seîd dest bi rêzeserhildanan kiriye û hetanî 1938’an serîhildana Dêrsimê bi tevayî 28 raperîn û serîhildan li dar xistine. Lê belê nijadperestên tirk bi şêwazeke xedar û xwînrêj çûn ser van serîhildanan, bi deh hezaran kurd qir kirin û bi sed hezaran jî koçberî Anatoliyê kirin. Li ser Çiyayê Agirî gorek betonkirî çêkirin û li ser wê gorê daxwaz û xeyalên xwe wiha nivîsîn: “Kurdistana xeyalî di vir de binaxkirî ye.” Ew gor wek manşet di rûpelên destpêkê ên rojnameyên tirkan de hate weşandin û li her derê hate belavkirin. Piştî her serîhildanê ramyariya mendelkirin, tunekirin û pişavtinê bi awayekî hîn tundtir û xedartir hate meşandin. Êdî li ser gelê kurd pêvajo pêvajoya pişavtinê bû. Li hemû bajar, bajarok û gundên Kurdistanê qişleyên leşkerî û “dibistan”, bi taybetî jî “dibistanên şevînî”(1964) di rex hev de wekî conî, aş û dojehên zilm û pişavtinê hatin avakirin. Zarokên kurdan bi darê zorê di van coniyan de hatin kutan, di van aşan de hatin hêran û di van dojehan de hatin helandin, pişavtin û ji cewher, çand, ziman û nasnameya xwe hatin derxistin, dûrxistin û bîyanîkirin. Îro jî ev conî, aş û dojehên zilm û pişavtinê ji her dewr û demê girantir, kirêtir, qirêjtir û li dij hemû sinc û huquqên neteweyî, navneteweyî û mirovî li ser gelê kurd û zarokên wî tên ferzkirin û meşandin. Navên kurd û Kurdistanê hatin qedexekirin û navên tirkî li wan hatin kirin. “Axaftin, xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî di her qada jiyanê de hate qedexekirin. Medreseyên ku ji pêvajoya Osmaniyan mabûn ku bi elfabeya erebî ders bi zimanê kurdî didan jî hatin girtin. Gelek seyda û mesûlên wan medreseyan jî hatin cezakirin. Hebûna gelê kurd hate mendelkirin. Ev yek di Destûra Bingehîn a 12’ê Rezberê de bi awayekî pir eşkere tê bicihkirin. “Bo mînak di benda 3’yem de dibêje “Dewleta Tirkiyeyê li gel ax û gelê xwe yek e. Zimanê wê tirkî ye”. Dîsa di benda 66 par. 1’ê de dibêje “Her kesê ku hemwelatiyê Tirkiyeyê be ew kes tirk e”. Her wiha di benda 23/3’ê de dibêje “Çi zimanê ku bi zagonan hatiye qedexekirin, ji bo pêşketina tu fikr û ramanan nayê bikaranîn û weşan pê nayên kirin. Heke ku guhadariya vê qedexeyê neyê kirin û bi zimanekî din weşan bê kirin wekî nivîskî û kaset, qeyd, vîdeokaset û hwd. bê kirin dê bên berhevkiirn”. Dîsa benda 28/2’yan de dibêje “Bi tu avayî bi zimanên ku bi zagonan hatine qedexekirin weşan nayê kirin”. Û ya herî girîng benda 42/9’ê ku bi her awayî perwedehiya bi zimanê kurd qedexe dike. Di vê bendê de wiha tê gotin: “Di saziyên perwerde û perwerdehiyê de, ji bilî zimanê tirkî tu ziman wekî zimanê zikmakî nayê fêrkirin”. Bi vî awayî ziman jî di nav de hemû çalakiyên kurdan hatin qedexekirin. Navên bi kurdî, navên cih û waran, kasetên bi kurdî, hatta hebûna kurdî bixwe hate qedexekirin. Çi tişkê ku bêhna kurdî jê bê hate qedexekirin. Teroreke spî li ser ziman û çanda kurdî hate meşandin.” Hate gotin ku “kurd jî milek şaxek ji yên tirkan in, ew tirkên çiyayî ne, zimanê kurdî jî tirkiya xirabûyî ye”. Bi vê têgihîştina mendelê tu xak û qadeke jiyanê û pêşerojek ji bo kurdî nehat hiştin. Peyva kurd di wateya “gemarî, pîs, nebaş û hov” de hate bikaranîn. Ziman û çanda kurdî wekî sembola lipaşmayinê, wekî sedema şermê û hovîtiyê hate nîşandan, ziman û çanda tirkî jî wekî temsîla şaristanî û pêşketinê hate îlankirin.Yanî ji bo tunekirina ziman û nasnameya kurdî çi pêwîst be, hate kirin. Û hê jî tê kirin. Gotina Erdogan a ku wek tutevînekê (papaxan) di her civîn û mîtîngê de dubare dike û dibêje: “Me çi got? Me got, yek netewe, yek al, yek ziman û yek dewlet. Ma ên ku vê yekê nepejirînin hene? Heke ên ku vê yekê nepejirînin hebin, cihê wan li vî welatî tune ye, bila barbikin û ku de dicin bila biçn.” Dijwarî û rastiya wê yekê bi awayekî pir zelal radixe ber çavan. Heger ku vejîn û têkoşîneke xurt li hember pişavtin û talankeriya çandî neyê dayîn, ziman û çanda kurdî jî dê nikaribe xwe ji mirinê rizgar bike. Lewre tevî ku piştî pişavtina 88 salî ziman û netewebûna tirk îro bi awayekî xurt êdî pêk hatiye jî, lê dîsa jî dewlet bi hemû hêz û derfetên xwe pişavtinê didomîne. Ev gelên ku bi pişavtina 88 salî hatine kuştin, dewlet naxwaze ku careke din vejîn û zindî bibin. Dewlet, serkeftina domdarî û netewebûna xwe ya stratejîk û beralîkirina xetereya parçebûna neteweyî û dewletê, di serkeftina ramyariya pişavtinê de, ango di tunekirina çand û zimanê gelê kurd de dibîne. Sedema ku Denîz Baykal dibêje “hîna pêvajoya netewebûna tirk neqediyaye, temam nebûye, lewma em nikarin destûr û mafê perwerdehiyê bidin tu zimanên din” ev yek e. Yanî ji bo ku pêvajoya netewebûna tirk temam bibe divê ziman û çanda kurdî bi temamî bê qelandin û kuştin, êdî kesekî/e ku bibêje ez kurd im nemîne. Ev nêrîna Baykal, ramyariya stratejîk û bingehîn a Komara Tirkiyeyê ye. Divê kurd xwe nexapînin û vê ramyarî û rastiya dewletê bibînin û li gor vê rastiyê ew jî biryarekê bidin, bibin xwedî helwestekê û wisa tevbigerin. Lewre, “hebûna çandî bi ziman gengaz e. Di vê mijarê de ziman, hêmanekî herî giring e. Ger zimanê dayîkê tê qedexekirin, ev nijadkujiya (jenosîd) çandî ye… Ji nijadkujiya fîzîkî xeternaktir e. Ma bila Kurd tune bibin? Ger ev wiha bidome, wê Kurd bihelin û biçin. Ma emê nikaribin zimanê dayîka xwe bixwazin? Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne? Yê ku qeyd û kelepçe li zimanê wî hatibe xistin, li mejiyê wî, dilê wî nerîna wî jî qeyîd û kelepçe hatiye xistin Perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafê herî girîng û bingehîn e; di nava mafên sê nifşan de cih digire. Di hevpeymanên Ewrûpa de heye. Di hevpeymana mafên kesî û şaristanî û hevpeymana mafên aborî, civakî, çandî ya Netewên Yekbûyî de jî ev maf heye. Di heman demê de pişaftin jî, ji ber ku ramyariyeke dijxwezayî û netewekuj e, ji ber ku ziman, çand û nasnameya neteweyan tune dike, ev ramyarî li gorî hiqûqa navneteweyî, li gorî hiqûqa Yekîtiya Ewropayê û di wijdanê mirovahiya azad de wekî tawanekî li dijî mirovahiyê hatiye pejirandin û mehkûmkirin. Piştî Peymana Lozanê hetanî niha Tirkiye li dijî gelê me vî tawanê (sûcê) mezin bi awayekî bêperwa û weke armanceke bingehîn dimeşîne. Heke pişavtin ji bo dewletê ramyariya herî stratejîk û bingehîn e, vê ramyariyê ji bo xwe wekî bûyera hebûn û tunebûna neteweyî dibîne, her tiştê xwe ji bo serkeftina vê ramyariyê seferber dike û di vê oxirê de her sûc û xetereyê dide ber çavên xwe û bê tawîz vê ramyariyê ev 88 sal in didomîne; pêwîst e ku gelê kurd û hemû hêzên wî yên ramyarî, çandî, zanistî û civakî jî ji bo azadiya zimanê xwe yê neteweyî, ji bo mafên ziman û perwerdehiyê xwedî helwest û biryareke stratejîk bin; vê helwest û biryarê di asteke stratejîk de bi rêkxistin bikin û têkoşîneke stratejîk bidin destpêkirin. Lewre ji bo neteweyekî ziman û çand nasnameya wî ya neteweyî îfade dikin. Heger ku kurd naxwazin bê nasname bimînin, heger ku hêz, sazî û rêxistinên kurd ên ramyarî, civakî, çandî, aborî, pîşeyî û hwd. dibêjin em têkoşîna azadiya nasnameya xwe ya neteweyî didin, divê demek berî demekê li xwe vegerin, ji xwe bipirsin û bibêjin: gelo em çi dikîn, em çi zimanî bikartînin û ew zimanê ku em bikartînîn di suxre û berjewendiya kê de ye? Çi qas di suxre û berjewendiya têkoşîna azadiya gelê kurd, ziman, çand û nasnameya wî de ye? Gelo, bi vî zimanê ku em bikartînîn ew tişta ku ew bi hezaran salan e ku dagirker û dijminên gelê kurd xwestîn bikin û ji bo pêkanîna wê yekê jî her cureyê bêrûmetkirin, komkujî û hovitiyê ji gelê kurd re rewa dîtîn û nekarîn bêkbînin, îro em bi destê xwe, li ser sêniyek zêrîn pêşkêşî wan nakîn? Û li bersiva van pirsan bigerîn. Li ser vî bingehî divê em hinekê ji xwe re ciddî bin, rast û durist nêzî xwe bibîn û ji bo azadiya çand û zimanê xwe, ango nasnameya xwe têkoşîneke xurt û stratejîk bidin. Lê mixabin îro bi taybetî jî li qada sivîl têkoşerên doza kurdî, sazî û dezgehên wan di vî warî de gelekî xemsar in, bêhelwest û bêbiryar in, giraniya wan di vî warî de di nava xemsarî û bêhayiyê (xefletê) de ne. Mirov dikare bibêje ku hemû jiyan, têkilî û xebata wan bi zimanê tirkî dimeşe. Di rojeva wan de têkoşîn û helwestek, axaftin û nûnertiyek ji bo zimanê kurdî mixabin tune ye. Bila dilê xwe negrin lê bixwazin nexwazin bi vê rastiya xwe ew di bin xizmeta pişavtinê de ne, bi destê xwe xwepişavtinê dimeşînin, mala xwe jî û mala neteweya kurd jî xirab dikin. Wan ziman û çanda kurdî bi giranî terikandine. Divê mirovên ku ev qas bedel dane, xebat ji bo doza kurdî kirine, li hemberî pişavtin û xwepişavtinê, li hemberî bêrûmetkirin û mendelkiriê, li hemberî kuştin û têkbirina nasnameya xwe ya neteweyî ew qasî tena û bêxem nebin! Li hemberî vê xemsariyê Rêberê gelê kurd Rêber APO hêrsa xwe wiha vedibêje: “Yê ku qeyd û kelepçe li zimanê wî/ê hatibe xistin, li mejiyê wî/ê, li dilê wî/ê û li nerîna wî/ê jî qeyîd û kelepçe hatiye xistin” Lewre “Tişta herî girîng çand û ziman e; çand û ziman rûmeta gelekî ne. Eger hûn çand û zimanê wan ji destê wan bigirin, wê jê pê ve komcivakeke mirovan a bêrûmet bimîne. Heta ez di vê mijarê de qet jibîr nakim. Wê demê ez pir biçûk bûm. Min bi tundî berê xwe da diya xwe; ez li hemberî wê derdiketim û min jê re got “tu bi zimanê xwe jî bi kurê xwe re nahaxivî û tu çanda xwe fêrî wî nakî. Ez qet jibîr nakim; Ez li ber şêmûga ber derî bûm. Min mirîşk û çêlikên wê nîşanî daiya xwe dan û jê re got: “waye mirîşk jî bi zimanê xwe pêwendiyê bi cîcelokên (çêlikên) xwe re çêdike û bi zimanê xwe bangî wan dike. Lê tu çima nikarî bi qasî mirîşkekê jî min biparêzî?” Wê çaxê dema ez diçûm dibistanê, min bi Tirkî nedizanî û di vê mijarê de ez têra xwe tengav dibûm. Weke ku hûn dibinin, hêj di wan temenan de jî nakokiyên me hebûn. Û yekemin raperîn û serhildana me wisa bû. Bêguman, paşê me ew serhildan pêşxist, kûr kir û heya roja îro anî. Vê yeke bi me kirin. Gelek aliyên vê nijadkujiyê hene: nijadkujiya çandî, nijadkujiya ziman, nijadkujiya siyasi, nijadkujiya aborî û nijadkujiya xwezayê, ev hemû têde ne. Ez bawer im di Xalên 67. 68. de pênaseya vê nijadkujiyê tê rêkûpêkkirin. Divê PAD vê mijarê di vê wergiriyê de bibe Netewên Yekbûyî. Divê xebatan di vê mijrê de bikin. Divê di NY de mafên gelê me biparêzin. Her cûre nijadkujî têne kirin; nijadkujiyên civakî, ramyarî, aborî, çandî û yên li ser xwezayê têne kirin, lê ti bertekek (tepki) tune ye. Zarok ji malbatên xwe têne qutkirin, lê ti bertekek tune ye, bûyerên destavêtinê têne jiyîn, lê tiştek ji destê tu kesî nayê û ti bertek tune ye. Li ber poza we çanda we, mîrata we û xwezaya we têne qetlkirin; her wisa bendav (baraj) têne çêkirin, lê mirov qet bertekekê nişan nadin, nikarin li pêş wan bibin asteng û tenê weke temaşevanan dimînin. Ev, tiştên pir biêş in. Min beri niha jî gotibû; li Dersîmê jî tiştên dişibin vê hene. Dîsa, girtina nêzî 1500 ramyardarên Kurd heye, ev nijadkujiyeke ramyarî ye. Nijadkujiya Ermeniyan, ango “Felaketa Mezin” di 24’ê Avrêlê de bi girtin û mişextkirina (sirgûnkirina) 220 heb rewşenbîrên Ermeni destpê dike. Lê li cem Kurdan ev hejmar 1500 e. 1500!” Mirov şaş û matmayî dimîne, li aliyekî ew qas fedakarî û li aliyê din jî ev rihetî û xemsarî; bi rastî ne hêja ye û hem heyf e, hem jî şerm e. li hemberî vê rewş û sekna kembax rêberê gelê kurd Rêber APO bi gotina “Ziman, bedene. Çand beden e. Erdnîgarî beden e. li bedena xwe xwedî derkevin.” Got: ÊDÎ BES e! Divê êdî ev rewş û meşa kambax û xetere were rawestandin û guherîn. Lewre, pişaftina ku ev bi hezaran salan e, bi taybet jî ev 88 sal in ku dagırkerên kurdistanê ereb, fars û bi taybetî ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve li ser ziman û çanda kurdî hatiye meşandin, îro gihîştiye asteke gelekî bilind û xetere, hem ziyaneke pir mezin daye ziman û çanda kurdî û ya herî girîng jî pişavtin derxistiye asteke herî bilind. Ew jî asta xwepişavtinê ye, asta ku kurd ji ber xwe ve li ser xwe pişavtinê bimeşîne, bi destê xwe mala xwe xirab, kambax û wêran bike ye. Zimanên ku gihîştin vê asta pişavtinê, êdî dikevin pêvajoya mirinê, yanî dikevin bin kêrê. Xwepişavtin, encama pişavtinê ye û asta serkeftina ramyariya pişavtinê vedibêje. Wekî din, xwepişavtin, derbirîna asta helandin û tunekirina zimanê kurdî ye jî. Armanca pişavtinê ew e ku zimanê kurdî ji tevahiya jiyan, malbat û xebata gelê kurd biqewirîne û li şûna wî zimanê dagırkeran weke dara hıjîrê di nava xirabekavlên wî de biçîne û bilind bike. Vêca dema ku zimanê kurdî ji jiyan, malbat û xebata mirovên kurd derket, ew ê wekî masiya ku ji nav avê derdikeve radestî mirinê bibe û êdî dê ber bi mirinê ve biçe. Tu nîrxa zanebûna kesên ku bi kurdî dizanin lê pê napeyivin, di jiyana xwe de, di malbat, kar û xebatên xwe de bi tirkî dipeyivin û her wiha zarokên xwe jî bi zimanê tirkî mezin dikin û kurdî fêrî wan nakin (belê ev kes bi kurdî zanibin jî) tune ye; ew bi awayekî jixweber (otomotîk) suxreyê ji pişavtinê re dikin û dibin hêzên xwepişavtinê. Ev kesên wisa, ne tenê li ser xwe û malbata xwe vê bandora bê oxir dikin, li ser hemû têkilî û derdora xwe jî dibin alîkarê ramyariya pişavtinê û dibin hêzeke xwepişivîner (oto-asîmîleker). Mixabin îro bi milyonan kurd di vê rewşa şermê û bêyom de ne. Bi sedhezaran û heta bi milyonan ji van kurdan di heman demê de têkoşîna welatparêzî û azadiya gelê kurd jî dimeşînin û gelek fedakariyan dikin û bedelên giran jî di vê oxirê de dane. Lê mixabin wekî xwepişivînerekî/ê suxreyê ji ramyariya pişavtinê re jî dikin. Bi destê xwe û ji dilê xwe, zimanê me dikujin, karê dewleta pişivîner hêsan dikin. Ev rewş û welatparêzî di rex hev de êdî hew dikarin bijîn. Lewma me got ku ev rewş, rewşa şermê ye, li dijî gelê me û nasnameya me tawanekî giran e, divê her kurdê/a welatparêz û xwedî rûmet bi lez xwe ji vê rewşê derbixe. Xwepişavtin li pêşberî dîrokê jî gunehekî giran e, lewre xwepişaftin: jı xwe, ji cewherê xwe, ji çand û zimanê xwe, ji nasnameya xwe, ji xweza û mirovbûna xwe revîn, dûrketin û xwe mendelkirin e. Jixwe dewlet me mendel dike, dixwaze me bê ziman û nasname bihêle. Li vir, peywir ne alîkarbûna ji dewletê re ye, peywira her kurdî ew e ku qada jiyanê di hemû jiyan, malbat, têkilî, kar û xebatên xwe de ji zimanê xwe re veke, kûr û fireh bike. Lê mixabin, em bi hêsanî dikarin bibêjin ku li Kurdistanê, bi taybet jî li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî di bin kêra pişavtina dagirkeran de hatiye asta pêvajoya mirinê. Heger ku ji bo azadiya zimên bi helwest, cidiyet û jidiliyeke xurt, mezin, ango bi awayek stratejîk têkoşînek neyê dayîn, seferberiyeke wekî şoreşekê neyê destpêkirin, bi xebatên ku heta îro hatîne meşandin tu kes nikare zimanê kurdî ji pêvajoya mirinê ber bi jiyanê ve vegerîne; zimanê me roj bi roj li ber çavên me, bi destê me jî dê di devê me de bihele. Em ê di nava 15-20 salan de bê ziman, her wiha bê nasname bimînin. Divê gelê me û hemû hêzên wî yên rêxistî zanibin ku xetere ew qasî mezin e û wekî şapeyekê, wekî qiyameteke neteweyî bi ser me de tê. Her çi qas bi qasî Bakur giran û xedar nebe jî, lê li parçeyên din ên Kurdistanê jî ew xetere heye. Bi taybetî jî di wan salên dawiyê de, li Başûrê Rojava û li Rojhilatê Kurdistanê jî ev xetere her ku diçe zêde dibe. Di encama ramyariya “Kembera Ereb” de komkujî û bûyerên ku li Başûrê Rojava çêdibin û qedxekirina navên kurdî; her wisa zext û zorî, girtin, êşkênce û bidardekirinên wê dawiyê li Rojhilatê Kurdistanê çêbûyîn jî mînakên berbiçav in. Her wisa ji bo jiholêrakirina vîna gelê kurd, li hemberî Tevgera Azadiyê hevgirtinên di navbera dewletên ereb, tirk û farsan de çêbûyîn û çêdibin jî vê rastiya berbiçav baş vedibêjin. Lewre a ku weke dasiyekê di qirika wan de asê mayî, daxwaz û hêvîyên pişavtin û tunekirina gelê kurd di qirika wan de hiştîn, gorên wan ên betonkirê bi ser sere wan de hilwişandîn û ji goristanên betonkirî jiyan û giyana kurdewarî ji nû ve vejandî û anîne asta serxwebûnê, tevgera azadiyê ye. Tu kes û tevgereke xwedî sinc û vijdaneke mirovî be nikare vê rastiyê jinedîtî ve bê û mendel bike. Ji xwe heger ku îro zimanê kurdî bi temamî nebişivîbe û hinekê li ser piyan mabe, ew jî bi saya şoreşê ye, bi saya Tevgera Azadî û demokrasiyê ya glê kurd a ku dibin pêşengiya Rêber APO de pêşdikeve ye. Lewre, şoreşê di van 30 salên dawî de hem di warê bîrdozî, ramyarî û giyanî de giyan û rewişteke nîştimanperwer û kurdewar daye gelê kurd, hem jî bi weşanên tv, radyo, rojname, kovar û pirtûkan, bi xebatên navendên çand û hunerê û enstîtûyan jî ji bo sererastkirin, pêşvebirin û fêrkirina ziman û çanda kurdî suxreyên gelekî girîng û pîroz kirine. Lê mixabin bi van xebatên ku hatine kirin û yên ku îro didomin jî ne mirov dikare pêşiya pişavtinê bigire û ne jî ew têra azadkirina çand û zimanê kurdî dikin; li ber hêza pişavtinê gelek biçûk û bêbandor dimînin. Li vir divê em ji bîra nekîn ku şoreşa Kurdistanê li ser sê lingên wekî; ramyarî, leşkerî û nasnameyî (çand û ziman-bîrdozî) dimeşe. Di hêla leşkerî û ramyarî de me her du ling û hêviyên dewleta tirk şkandîne û ew xistiye ser çokan. Mirov dikare vê rastiyê di daxuyaniyên hemû rayedar û fermandarên dewletê de bibîne. Lê mixabin di hêla çand û ziman de ango di hêla nasnamyî de her çiqas heta pîleyekê pêşî lê hatibe girtin jî, lê di vê hêlê de em pir qels û lewaz mane. Em dest ji qels û lewaziyê berdîn gelek ji kurdên me, heta hevalên me (li gorî hişmendiya ku dagirkeran di sere wan de avakirî) ji ber ku pêşerojê di zimanê kurdî de nabînin, berê xwe, malbat û zarokên xwe dane zimanê dagirkeran û ji bo ku bi wan re bibin yek bi hevre di nava pêşbirk û pêşbaziyekê de ne. Ev yek hêviyeke pir mezin dide dagirkeran û dibe sedem ku dewletên dagirker bi taybet jî dagirkerên tirk di ramyariya xwe ya neçareserkirin, mendelkirin û binibrkirinê de bi biryar bin. Heke em hem weke tevger û hem jî weke gelê kurd bixwazîn demek berî demekê bigihîn çareseriya pirsgirêka kurd, divê em di zûtirîn demê de bi çarlepkî li çand û zimanê xwe bizivirîn, gor û duvarên bi hişmendî û zimanê dagirkeran di mejiyê me de hatine avakirin bihilweşînîn û ji her tiştê wan re bibêjîn ÊDÎ BES EEE! Divê êdî dagırker hem di dilê me de, hem di mejiyê me de, hem di giyana me de û hem jî di welatê me de bibin xerîb û biyanî. Divê em bi hemû çalakî kar û xebatên xwe wisa li wan bikîn ku ew xwe bixwe xwe di nava me û welatê me de xerîb û biyanî bibînin û hîs bikin. Kengî me ev yek pêk anî wê demê ji bo çareseriya pirsgirê dagirker dê neçar bibin ku xwe bixwe bên û xwe bavêjin ber lingên me. Lewma jî yekane çare ew e ku li her çar perçeyên Kurdistanê û li her der û devera ku kurd lê hebin, di her qada jiyanê de zimanê şoreşê bi awayekî fermî bibe kurdî; bi taybetî jî divê misoger zimanê şoreşa Bakur bibe kurdî û kurdî weke zimanê fermî ê şoreşê bê îlankirin. Êdî divê sûk, kolan, kuçe, rê, kargeh û firoşgehên bajarên Kurdistanê bi nav û rengên kurdewarî bêne xemilandin. Bi kurtasi divê êdî her dagirkerê ku gava xwe bavêje Kurdistanê di nava deng û rengên kurdewarî de xwe biyanî bibîne û pê bihese ku ev der ne welatê wî ye. Divê ji bo ku li Kurdistanê zimanê perwerdehiyê bi awayekî fermî bibe kurdî bi her awayî têkoşînek xurt bê dayîn û her cure rê û rêbazên têkoşînê bên meşandin. Lewre li Tirkiyeyê mafên ziman û perwerdehiya bi kurdî bi serê xwe karê şoreşekê ne. Lê divê ev têkoşîn digel têkoşîna bîrdozî û ramyarî bi hevre û di nava hevsengiyekê de bê meşandin. Nabe ku miro van bêyî hev bihizire û ji hev qut bike. Lewre “Ziman û têgîn kevirên bingehîn ên hesîla xîmê bîr û pêşketina hişmendiya civakî ne. Heta mirov nebe xwediyê van keviran, mirov nikare ti çalakiyeke civakî li dar bixe. Ji aboriyê bigre heta ramyariyê, di çêbûn û pêşketina hemû saziyan de ancax bi ziman, têgîn û bi hêza hizrê ve ku ew jî bi ziman û têgînê ve girêdayî ye, gengaz e. Ev hêza hizrê bi awayê kevneşopî wekî bîra civakî, bi awayê gerdîş(töre) an jî reftarên(davraniş) sincî(ahlak) wekî saziyên bingehîn derketîne holê, ev sazî zagonin, nîxin. Di derbari pêşerojê de wê bi awayê sêwiran otopya û xeyalan nîrxekî herikber bi dest bixin(4).” (AHİM) Raste, hetanî îro şoreş li ser lingên leşkerî û ramyarî hatiye meşandin û ev yek heta astekê jî gihîşte armanca xwe, lê divê êdî em ling û stûna herî bingehîn ku nasnameyê vedibêje û qels maye, bi awayekî herî xurt û mukum (saxlem) rakîn ser lingan û bidîn bin banê şoreşa neteweyî. Lewre ziman, zînî û şarestûna bîrdozî ya bin banê netewebûn û gelbûn ê ye. Lewma jî kesê/a ku zimanê wî/ê nebe çand, sinc û rewişta wî/ê jî nabe; kesê/a ku zimanê wî/ê nebe welat, dîrok û nasnameya wî/ê jî nabe. Lewre ziman bîr û hişmendiya civak û neteweyan e. civak an jî neteweya ku zimanê xwe winda bike ew bîr û hişmendiya xwe ya civakî û neteweyî jî winda dike. Ew jî tê wateya ji xwe, ji kok û rîşên xwe derketin û bûne tiştekş din e. vêca ji ber vê rastî û xeterê ye ku em dibêjîn pêwîste zimanê şoreşê bi awayekî fermî bibe kurdî. Naxwe em şoreşek çiqas xurt ava bikîn jî ew ê nivişkan bimîne û temenê wê jî zêde dirêj nabe. Lewre jî Rêber APO dı hevditıneke xwe ya dı 2005’an de wiha dibêje: “Tu neteweyeke bêziman nikare were hizirandin, lewma divê xebatên di berbarê zimanê Kurdî de çalaktir bin. Ma çima heta niha Saziyeke Zimanê Kurdî nîn e. Ataturkî jî dema nû komar damezirandî, destpêkê Saziya Zimanê Tirkî ava kir. Divê em jî bi lez bigihên saziyeke bi vî awayî. Ger heta niha saziyeke bi vî awayî nehatiye avakirin, ev yek kêmasiyek e û divê di demek berî demekê ev kêmasî ji holê were rakirin. Her wiha ev yek weke Akademiya Ziman jî dibe. Ya girîng ew e ku di demeke zûtirîn de, di warê zimanê Kurdî de saziyeke wiha pêk bê. Divê ev xal werin nîqaşkirin û bigihîjin biryara sazîbûna Zimanê Kurdî. Ji bo zimanê bijartî jî divê hêdî hêdî komîteyek li ser kar bike û bixebite. Niha dema vê ya rast e û derfetên vê yekê jî hatine afirandin. Divê ji bo Kurdiya bilind komîteyek were damezrandin. Kî ji ziman fêm dike, dikare dîroka ziman a heta roja îro lêkolîn bike, wan zanînan berhev bike û bi rêya xebateke demdirêj a vê komîteyê ve dikare zimanekî resen û hevpar ê kurdî saz bike. Yanî mirov dikare Soranî, Dimilkî, Kurmancî û Goranî jî pêş bixe. Piştre jî gel dikare vê yekê weke zimanê xwe bi kar bîne. Divê sîstema ziman wisa were meşandin. Heta ev yek pêk were jî divê her zarava di qada xwe de xebatê bimeşîne, bi wî zimanî klaman bistre, biaxuve û çawa dixwaze dikare wisa bi kar bîne. Azadiyeke bêsînor... Em li vê derê nikarin zagonên vê yekê ava bikin. Ev tiştekî xwezayî ye. Ji bo tiştên xwezayî hem dem û hem jî cih hewce ye. Di nava me de tu caran pirsgirêka zimanan dê dernekeve. Dibe ku di demên pêş de li dibistanên me zimanê tirkî û yê erebî jî werin bi karanîn, divê mirov misoger ji vê yekê netirse. Lê divê mirov hêdî hêdî dibistanên Kurdî bide avakirin. Ev heta demekê jî dê bi hev re werin bi rêvebirin. Ger Kurdî qels be, dê zimanên gelên cîran heta demekê serdest bin, piştre dê hêdî hêdî bigihên heman astê û di nava hevsengiyekê de werin meşandin. Bi demekê şûn ve jî êdî dê zimanê Kurdî yê bilind serdest be. Ji beriya her tiştî ger em bikaribin di ramyariya xwe de serxwebûnê bi dest bixin, dê çand jî bi vê yekê re bi pêş bikeve û serdest be. Divê mirov ji bo vê yekê dijminahiya zimanan neke. Ger mirov dijminahiya zimanan bike, nikare tu tiştî jî bi dest bixe. Lê divê mirov bi hêz û kûr jî li ser zimanê xwe rawest e. Bi qandî ku mirov ne xwedî nêzîkatiyeke weke “min bi zimanê dijmin dest pê kir heta dawiyê jî ezê wisa bidomînim” be, her wiha divê mirov di vê mijarê de nêzîkatiyeke pir teng jî raber neke. Nêzîkatiyeke weke “ez ji zimanê xwe pê ve hînî tu zimanan nabim” jî nêzîkatiyeke pir di cihê xwe de nîn e. Di bingeha xwe de her du nêzîkatî jî yek in. Her du jî zirarê didin. Divê mirov di vê derê de hevsengiyekê bi dest bixe. Ez dibêjim ku zarava jî pê re, her kî çi dixwaze bila wisa bike, lê zimanekî xwedî hêz jî hewce ye. Divê mirov çend zarokan ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê rêxistin bike. Heke ku bi vê şêwazê bi rê ve biçe ez bawer nakim ku tu pirsgirêk derbikevin holê. Derfet tên afirandin, her ku diçe qadên xebatê jî zêde dibin. Mirov dikare mamosteyan li hev bicivîne û li ser hinek binaşe (plan) û bernameyan bixebite. Mirov dikare xebatên ziman bi şêweyeke wergirî bi vê azîneyê bi rê ve bibe”. Di vê çarçoveyê de, di rex xebat û tekoşîna leşkerî û ramyarî ya aştiya demokratîk û azadiyê de, em hêvîdar û bawer in ku dê Tevgera Ziman û Perwerdehiyê jî bi parastin û pêşvebirina ziman bibe lingê sêyemîn û ramyariya dagirkeran a pişavtin û xwepişavtinê têk bibe û armanc û hewesên wan di qerika wan de bihêle. Ji xwe di vê derbarê de, biryarên ku di vê dawiyê de tevgera azadiyê girtîn û biryara wê ya di karwerkirina wan de bersiva van hêvîyan e. Li vir divê em vê rastiyê jî bibînîn; li bakurê welêt şoreşa kurd ne bi zimanê kurdî lê bi zimanê tirkî dest bi têkoşînê kir, ji ber ku pêşengên şoreşê ciwanên xwendekar bûn, kurdiya wan têrî perwerdehiyê, têrî ramyariyê, xebatên bîrdozî û felsefî û têrî propaganda û ajîtasyonê nedikir. Ne tenê zimanê wan têrê nedikir, di heman demê de zimanê gel jî têrê nedikir. Di nava gel de zimanekî birêkûpêk û bi perwerdehiyekê hatiye terbiyekirin tune bû. Berevajiyê vê yekê zimanekî ku di bin aşê zilm û zora dagirkeran de hatiye pelçiqandin û tarûmarkirin hebû. Lewma jî wê demê ew neçarî bikaranîna zimanê tirkî bûn. Wekî din, di pêvajoya destpêka şoreşê de wekî îro ferheng, pirtûkên rêziman, rastnivîs, hîndekarî û perwerdehiyê jî li ber destê wan tune bûn. Ji ber van sedeman mirov ji bo pêvajoya destpêka şoreşê bi tirkîbûna zimanê şoreşê nikare wekî kêmasiyekê bibîne, lewma mirov cihê rexneyan jî tê de nabîne. Tenê mirov dikare wekî bedbextiyekê (bêşansiyekê) binirxîne û pişavtinê tewanbar bike. Ji xwe sedem û bingehê serhildana wan jî ew bedbextî û tewanê dij-mirovahiyê ramyariya pişavtinê bû. Wê demê ya herî girîng ew bû ku di pêngava destpêkê de çerxa felkê bihata rawestandin, pêşî li vî tawanê dij-mirovahiyê bihata girtin û ji bo çand û zimanê kurdî rê û qadên azad bihatana vekirin. Di vê mijarê de rêberê gelê kurd Rêber APO wiha dibêje: “Ya ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê Kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê Kurdî weke zimanê fermî îlan bikim, dê ziman bi xwe zerarê bibîne. Sedema yekem pir kes jê fêm nakin. Ya duyem ziman hîna xwe ava nekiriye. Gelek zarava têkilhev bûne. Ev yek dê bibe sedema parçebûn û nezaniyê. Ger mirov a rast bibêje, her kes dikare bi zemîna ku me afirandiye biaxive, heta dikare bi zimanê êle xwe jî biaxive. Divê mirov ne li dijî vê yekê be. Mînak berê jî digotin ku “ger tu dixwazî ji bo Kurdîtiyê hinek tiştan bikî, divê tu destpêkê rê bidî zimanê Kurdî”. Min tu caran li pêşiya xwe nekir asteng. Hinek ev sed salin dixwazin ji bo ziman hinek tiştan bikin, lê nikarine ji bo Kurdîtiyê hinek tiştan bikin. Min bi Kurdiyeke bihêz dest bi şoreşê nekir. Min bi zimanê Tirkî dest bi şoreşê kir, niha jî suxreya herî mezin ez didim zimanê kurdî. Kurditiyê wisa ez bi kûrahî û dirêjahiyê ve dimeşînim. Ji gelek zaravayên cuda pir pirtûk jî çap dibin. Min bi xwe ev nekirin, lê min rê li ber van vekir. Min derfetên ramyarî û bîrdozî afirandin. Tu dê çend salên din bi şûn ve jî bibînî ku dê Kurditî jî cihê xwe yê herî mezin bigre. Ya tê meşandin û ya rast jî ev e. Yên din pir baş nakin, pirsgirêkê gelekî teng digrin dest, ger wisa bidomînin dê bidin windakirin. “…Lewre nteweperestî tê wateya şer, ango birayê şer e. Di dema raborî de Hîtler welatê xwe ber bi macerayê ve bir û di encamê de bû sedema jiyana bi sedhezaran mirovî. Ji bo ku mirov bizanibe ka neteweperstiyê çi bi mirovahiyê daye windakirin, Hîtler mînaka herî zindî ye. Ez ne neteweperst im. Têgihîştina neteweperestiyê xwe dispêre bingehê “dê nebe ya te wê bibe ya min”. Di neteweperestiyê de bes “ez mafdar im” he ye. Tunekirina yekî/ê he ye. Nîveka van her duyan tune ye. Bo mînak tişta ku di pirsgirêka Îsraîl-Fîlîstînê de dibe jî ev e. Ji ber ku her du alî jî dibêjin “Qudus ne ya te ye, ya min e,” her tim şer he ye. Heke pêşiya neteweperestiyê neyê girtin, ev rewşa ku îro li Qudsê tê jiyîn dibe ku sibê li Kerkûkê jî bê jiyîn. Lewre di neteweperstiyê de hişyarî, xemxwarî û sergiranî tune ye, kes kesê guhdar nake û ji danûstandin û guftûgoyên demokratîk re girtî ye…”09.08.2006 Di cîhanê de hatiye peyitandin ku nêzîkatiya nîjadî nêzîkatiyeke herî paşverû ye. Nîjadperestî nûnertiya paşverûtiyê dike. Tu nirxeke çand û zimanê nîjadeke paşverû nabe, tune ye, ev yek şaş e û dê hêdî hêdî ji holê rabe. Ev nêzîkatî li dij mirovahiyê ye. Rast e; dijmin, te ji zimanê te qut dike, jiyana xwe û zimanê xwe li ser te serdest dike, wê bi te dide hezkirin û dihêle ku tu ji zimanê xwe nefret bikî. Di vê derê de wêrankariyeke mezin heye. Lê tiştekî dîtirê jî heye. Ez bêhtir hînî tirkiyê dibim, heta ji Serokomarê dewletê zêdetir ez hez ji taybetmendiyên tirkiyê dikim. Lê ev li pêşiya hezkirina min a kurditiyê ne asteng e. Berevajiyê vê Kurdîtiya herî mezin jî min kir û dikim. Vaye ev meseleya enternasyonalîzm, humanîzm û biratiyê ye. Ger van bi hev re nemeşînî tuyê bikevî nava xeletiyeke pir mezin. Nîjadperestiyeke teng sedema mirina gelên weke Ermenî û Sûryaniyan e. Ji aliyê din xwenedana helandin jî xaleke gelekî girîng e. Min xwe neda helandin. Ma hun dizanin şertê min ê yekem çi bû? Min ji zaroktiya xwe û vir ve helandin da rawestandin. Ez bûm karmendekî mezin jî, min zanîngeh jî qedand, lê ji bo ku ez xwe nedim helandinê min tenezila jiyana serdest jî nekir. Ez naxwazim we rexne bikim, hînbûna ziman jî gelekî girîng e. Lê niha hûn serê min jî jêbikin, ez nikarim hînî zimanê kesekî bibim. Gelek ziman hene; hun tevahiya Ewrûpa jî bidin min, ez hînî zimanê wan û jiyana wan nabim. Ez nîjadperestekî teng nînim, gelekî mirovhez im, lê bi zimanên din nikarim biaxivim, hez nakim. Çi suxreyêji biratiyê û yekitiyê bike ez ji wê hez dikim. Di vê mijarê de min xwe terbiye kiriye. Bingehê biratiyê mezinkirina Kurdiniyê ye. Ev yek ji bo gelê Kurd a herî baş e. Mînak hinek rêberên Kurdan cilên Kurdî li ber xwe dikin, lê koleyên herî mezin ên dijmin in. Her dem bi Kurdî diaxivin, lê xizmeta ku ew ji nîjada Tirkan û faşîzma Tirk re dikin, Tirk bi xwe jî ji xwe re nakin. Vaye di vê derê de mesele tenê liberxwekirina cilên Kurdî û axaftina peyvên Kurdî nîn e. Pirsgirêk rêzdariya ji biratiyê û mezinahiyê re ye. Rêzdariya ku me heta niha ji biratiyê re raber kiriye heta niha tu rêberan raber nekiriye û em dixwazin vê yekê bi vî awayî jî bidomînin. Li hember Tirkan misoger ez xwe biçûk nabînim. Li hember paşa û serokên wan xwedî rêzdariyeke mezin im. Ez şivanek im, gundiyekî ji rêzê me. Lê zanîna neteweyî ya ku min bi dirustî wergirtiye, nîşanî min dide ku Kurd jî neteweyek in, Kurd jî neteweyeke xwedî şeref in û misoger divê werin pejirandin. Hinek serokêlan şêwazek afirandin. Cil û bergên Kurdî li ber xwe kirin, bi zimanê Kurdî axivîn, lê mala Kurdan wêran kirin. Ev derseke mezin e. Divê rewşenbîrên me bi giranî li ser van mijaran rawestin. Bila tiştekî xelet nekin. Dibistanên Kurdî çêdibin, mirov dikare heta bi zanîngehan jî ava bike, lê ji bo vê yekê hewceyî bi demê heye, bi amadekariyan heye. Ev meseleyeke zanistî ye, lêkolîneke zanistî hewce ye, derfet hewce ne. Bi qedexeyan jî, bi cilan jî nabe, tenê bi çend peyvên sivik ên Kurdî jî nabe. Ev yek hatiye peyitandin. Hinek ji bo min dibêjin “çima bi Kurdî naxive?” Nexêr! Ez dikarim xebatên bi Kurdî bidim meşandin. Min di serî de jî anî ziman, min ji bo klameke Kurdî dest bi şoreşê nekir. Ev nêzîkatiyên xelet in. Bila tu kes xwe nexapîne, bila tu kes li ser me bi erzanî neaxive. Nirxa xebatên ku min li ser çand û zimanê Kurdî kirine gelekî mezin in. Ez van ji hev cuda dikim. Mirov çawa dikare bi çanda gel û dilê gel re be, dîsa mirov çawa dikare bi dijminên gel re be? Van her du xalan ez baş ji hev derdixim û pêk tînim.” “…Ez dibêjim di herêmê de qirkirina çandî heye. Ev gel, nikare bi zimanê xwe navekî jî li zarokên xwe bike. Demê ez pênc salî bûm min ji diya xwe re jî gotibû. Tu nikarî bi zimanê xwe navekî jî li zarokên xwe bikî, ma namûs ev e? Ji ber vê yekê min gotibû ku ez ji dawetkirinê jî nefret dikim. Li vir ez banî jinan jî dikim, heke ez ê nikaribim bi awayekî rast û dûrist û azad wî zarokê ku tînim dinê xwedî bikim û bigihînim, heke ez ê nikarîbim navekî kurdî jî li wî zarokî bikim, wê demê ez ê çi ji wî zarokî bikim?! Ev qirkirinek çandî ye. Her çar aliyên kurdan çar û çar dorpêçkirî ne. Gelekî ku van rewşan hemûyan bipejirîne û gelekî ku li hemberî van rewşan hemûyan bertekek demokratîk nede, bila biçe xwe bişewitîne, bila biçe xwe bavêje avê. Ez, vî gelî, nakim amûrê ramyariyên hikumetê. Heke ev ferman be rast e ez fermanan Didim. Bila bibin kesên azad û bila hebûna xwe ya mirovê azad biparêzin. Mirovê ku felsefeya jiyana azad nepejirîne, tê wê wateyê ku wî mirovî ji xwe re bêrûmetî pejirandi ye.” “Divê hemû kurd, ango her malbata kurd di mijara çand û zimanê xwe yê zikmakî (kurdî) de zarokên xwe bi awayekî herê baş perwerde bike, bigihîne, rapêçe û bixemilîne. Malbata ku vê yekê neke û zimanê xwe yê zikmakî fêrî zarokên xwe neke, divê mirov ji kurdîtiya wê malbatê bigûman be. Li vir nahêlin gotinek bi tenê jî em bi kurdî baxwivîn. Ev demokrasiyek çawa ye, ev çi mafvanîye (hiquq e), ev çi maf e.” 17 eylül 2008 “…Sedema ku kurd nikarin ramyariyeke baş hilbibirînin û nikarin ramyariyeke baş bikin ramyariya pişavtinê ye. Kurd her tim di navberê de man e. Kesayeta kurd dibin vê ramyariya çewisandin û helandinê de pêşneketiye. Bextewariya (şansê) ku kurd bi awayekî azad û birûmet bijîn nedane kurdan. Ev girîng e. Ancax kesê/a ku bi rûmet be dikare azad bibe, ancax ê ku azad be dikare zana be û hilbibire.” 09.08.2006“Li hemberî pişavtin û xwepişaftina li ser kurdî rawestan peywira rewşenbîran e. Lê rewşenbîrên kurd di rewşek pir belengaz de ne. Ziman hêmanê sereke û yê yekemîn ê pêşxistin û pêşvebirina civakîbûyînê ye. Navgîna ragihandin a mirov, çand û civakan e. Sedema hebûna mirov e. Li zimanê xwe, li çanda xwe xwedî derketin û pêşxistina wan pêwîstîya mirovbûnê ye. Yê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve li tu tiştekî xwedî dernakeve. Ên ku li van xwedî dernekevin, li mirovahiyê jî xwedî dernakevin. kesê ku zimanê xwe nezane û pêşnexîne wê nîvçe bimîne. Nikare bi tu kesê/î re pêwendiyeke rast û dirûst deyne û pêşbixîne. Di vê mijarê de hêj di heşt saliya xwe de min diya xwe tewanbar kiribû. Min jê re got, wa dadê, çima te bi zimanê min tiştek fêrî min nekiriye? Ev tewanbariyeke dîrokî bû! Di wî temenê xwe de min fêmkiribû, ez pir dihizirîm û ji wê rojê û vir ve jî ev pênce sal e ku em têkoşînê didîn. Ji ber ku ziman û çanda me qedexe kiribûn me têkoşînek bêhempa kir, me dest bi şer kir û anî vê astê. Li çand û zimanê xwe xwedî derketin peywira her kesê ye. Ev peywir a rewşenbîran û ya herkesê ye. Hêj nû van peytan dikin? Kirina van peytan qet ne zehmet e. Divê hiquqnas jî li ser van tiştan rawestin, çi ma li ser ranawestin? Dikarin xala 10. A destûra bingehîn ku di derbarî wekheviyê de ye, bikarbinîn. Heke dê wekhevî hebe, wê demê pêwîste hinek tişt jî bên kirin. Ev ji bo şaredariyan jî wisa ye. Divê destûrên wan bidin zorê. Divê hûn mafên xwe yên destûrî bikarbînin. Kesê ku li ziman û çanda xwe xwedî dernekeve, ez wî weke mirov nabînim. Di vê wateyê de herkes dê nîvçe bimîn e.” “…Şêwazê me yê pêşengtiyê demokratîk e. Çareseriya me pir zelal e; komînalîtiya (komünalizma) demokratîk e. Min ev bi navên cuda cuda derbirîbû. Cewherê van têgînên ku min bikaranîn heman tişt e; ev xweseriya demokratîk e, lingê vê yê rêveberiya xwecihî jî he ye û parlamentoya wê jî he ye. Ev bes ne ji bo kurdan bi tenê ye jî, dikarin li Trakyayê jî pêkbînin û dikarin li Egeyê jî pêk bînin.(…) Divê kurd di li her mijarê û her qadê de xwe birêxistinîbûn bikin. Divê bi hezaran rêxistinên civaka sivîl û komînan ava bikin. Di mijara perwerdehiya bi zimanê dayîkê ku bîstkekê beriya niha min gotî de saziyên xwe damezirînin û akademiyên xwe ava bikin.” 20.12.2006 “Bi kurtasî tiştê ku me wek çareserî dîtî ev e: kurd bêyî ku dest bavêjin tixûbên welatên ku lê dijîn dê digel wan di nava yekparetiyekê de bin, lê wê bibin xwedî mafên xwe yên çandî. Dê li gorî çand û zimanê xwe bikaribin xwe derbibirin. Dê astengên di pêşiya rêxistinîbûyîna wan a ramyarî de hatîne danîn bên rakirin. Ev ne gelaleyeke ku min tenê ji bo kurdan pêşdîtî. Ev gelaleyeke ku dikare li hemû Rojhilata Navîn û li Balkanan jî bê pêkanîn. Mirov ancax dikare bi vê gelaleyê tengazeriyên ku netewe-devletê derxistîn holê derbaz bike.Bo minak, ev pergal dikare li welatên ku ji yekê pirtir nîjad lê dijîn ên wek Tirkiyê an jî li Rusyayê bê pêkanîn. Dê komînên ku bi armanca çareserkirinê, pirsgirêkên xwe dixin rojeva raya giştî ên kurd, Çerkez û komên din ên ku li Tirkiyê ne hebin. Ji derveyî vê yekê ji bo çareseriya pirsgirêkên hawirdor û zayendiyetê jî dikare komîn bên avakirin. Li herê jor jî dê kofederasyonek ku ev hemû tê de cihê xwe bigrin hebe. Avaniya DYA’ê (ABD’ê) ku gelek herêm (eyale) tê de cih digirin, hinekê dişibe vê. Tişta ku niha DYA dike ku li Balkanan pêk bîne, mînak çareseriya ku ji bo Kosovayê dixwaze hinekê dişibe vê çareseriya me ya Konfederalîzma Demokratîk.Dîsa li Kafkasan, mînak Gurcîstan bi armanca derbaskirina pirsgirêkên heyî dike ku binaşeyek vek vê bixe jiyanê. Lê taybetmendiyên pergala DYA’ê yên emperyalist û sermayedar (kapitalist), van tiştên ku ew dike pêkbîne ji yên me cuda dike. Di pergala me de tişta bingehîn gel û kedkar in. [1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,796 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | wejeyakurdi.site123.me
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 59
پەرتووکخانە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 13-06-2007 (17 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: کلتوور / فۆلکلۆر
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 94%
94%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 26-08-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 26-08-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 26-08-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,796 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.159 KB 26-08-2022 سارا کس.ک.
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
تاوان لە بەرگی ئاوریشم
کورتەباس
گەشتێک بەنێو هەنگاریادا
وێنە و پێناس
درووستکردنەوەی دەرگای سەرەکی قەڵات ساڵی 1980
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ژیاننامە
شەرمین وەلی
ژیاننامە
عەبدولکەریم بەرزنجی
ژیاننامە
بەناز عەلی
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
وێنە و پێناس
چوار گەنجی شارۆچکەی شێخان ساڵی 1999
وێنە و پێناس
گەنجانی گوندی نەیبەسەرەی شارەدێی شوان ساڵی 1983
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
پەرتووکخانە
شانۆگەری دونیا
ژیاننامە
هومایۆن عەبدوڵڵا
کورتەباس
خشڵ و جوانکاریی ژنانی کورد لە چاوی گەشتیارانی بیانییەوە
ژیاننامە
سەفیەدینی ئورمی
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
یادەوەری خۆشەویستیەکی کۆپی کراو
وێنە و پێناس
سێ گەنجی کەلار لە بەغدا
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
وێنە و پێناس
کۆمەڵێک لە گەنجانی هەولێر لە هاوینەهەواری شێرەسوار ساڵی 1995
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
کورتەباس
مەحموود پاشای جاف (1846-1921)
کورتەباس
کوورتەباسێک لەسەر مێژوو و واتای نەورۆز
ژیاننامە
مهناز کاوانی
کورتەباس
سەلیمی جەوهەری
پەرتووکخانە
گریمانی ئەوەی بەڕاستی ڕویدا

ڕۆژەڤ
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
24-04-1974
30-08-2010
هاوڕێ باخەوان
24-04-1974
ژیاننامە
دانا جەلال
03-10-2010
هاوڕێ باخەوان
دانا جەلال
ژیاننامە
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
05-01-2022
ئاراس ئیلنجاغی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا شاڵی
20-12-2023
ڕۆژگار کەرکووکی
عەبدوڵڵا شاڵی
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
فەیروز ئازاد
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شانۆگەری دونیا
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
یادەوەری خۆشەویستیەکی کۆپی کراو
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
گریمانی ئەوەی بەڕاستی ڕویدا
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
هاوینەهەواری سۆلاڤ ساڵی 1992
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
هەڵپەڕکێی تیپی مۆسیقای سلێمانی ساڵی 1975
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
پیرمام - سەڵاحەدین ساڵی 1953
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێکی بووک گواستنەوە لە حەسەکە، ڕۆژاوای کوردستان ساڵی 1995
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێکی تایبەت لە باکووری کوردستان ساڵی 1992
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
دێرەلوک ساڵی 2012
26-04-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 517,309
وێنە 105,622
پەرتووک PDF 19,137
فایلی پەیوەندیدار 96,331
ڤیدیۆ 1,306
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
تاوان لە بەرگی ئاوریشم
کورتەباس
گەشتێک بەنێو هەنگاریادا
وێنە و پێناس
درووستکردنەوەی دەرگای سەرەکی قەڵات ساڵی 1980
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ژیاننامە
شەرمین وەلی
ژیاننامە
عەبدولکەریم بەرزنجی
ژیاننامە
بەناز عەلی
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
وێنە و پێناس
چوار گەنجی شارۆچکەی شێخان ساڵی 1999
وێنە و پێناس
گەنجانی گوندی نەیبەسەرەی شارەدێی شوان ساڵی 1983
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
پەرتووکخانە
شانۆگەری دونیا
ژیاننامە
هومایۆن عەبدوڵڵا
کورتەباس
خشڵ و جوانکاریی ژنانی کورد لە چاوی گەشتیارانی بیانییەوە
ژیاننامە
سەفیەدینی ئورمی
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
یادەوەری خۆشەویستیەکی کۆپی کراو
وێنە و پێناس
سێ گەنجی کەلار لە بەغدا
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
وێنە و پێناس
کۆمەڵێک لە گەنجانی هەولێر لە هاوینەهەواری شێرەسوار ساڵی 1995
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
کورتەباس
مەحموود پاشای جاف (1846-1921)
کورتەباس
کوورتەباسێک لەسەر مێژوو و واتای نەورۆز
ژیاننامە
مهناز کاوانی
کورتەباس
سەلیمی جەوهەری
پەرتووکخانە
گریمانی ئەوەی بەڕاستی ڕویدا

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 1.344 چرکە!