ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,043
画像 106,223
書籍 19,187
関連ファイル 96,698
Video 1,332
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Omer Dilsoz: Reqabeta di navbera romannivîskarên kurd de xurtir dibe
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Romanivîsê Kurd Omer Dilsoz

Romanivîsê Kurd Omer Dilsoz
Hevpeyvîn: Mem MÎRXAN
Nivîskar Omer Dilsoz romana xwe ya dawî derxist. Romana wî bi navê “4 Kotra 4 çela” ji Weşanxaneya Lîs derket. Wekî pirtûkên din di vê pirtûkê de jî vegotina Dilsoz mirov mest dike. Piştî xwendina romanê ku min bin gelek rêzikan xêz kirin, min sohbetek ligel Omer Dilsoz kir. Kerem bikin...
Dema mirov behsa romana kurdî bike nikare sedan sal pêş de here û her wisa bi sedan nimûneyên wê deme bixwîne bide ber berhemên îro… Ereb Şemo di salên 1930’yan de hîmekî gelek xurt daniye lê piştî wî nêzî 50 salî erd beyar ma ye. Di destpêka 2000’î de hejmara romanên kurdî çê-xirab di devhev de bi qasî tiliyê 2 destan bûn. Lewre mirov nikaribû nirxandinên baş bike. Lê îro em dinerin di salekê de bi qasî 100 salê borî roman têne nivisandin. Gelo ewqas berhem nivîsandin çawa li pênûsa we bandorê dike?
- Ev tiştekî baş e. Bêguman hindî berhem zêdetir bibin nivîskar jî mecbûr dimîne da bêhtir li karê xwe hûr bibe, bêhtir ser raweste û bêhtir xwe pê biwestîne. Çi ku êdî çi binivîse dê neyê xwarin, divê xwe li terz û vehênanên nûtir biceribîne û bêhtir xwe pê biêşîne. Êdî cih bertengtir dibe û hevrikî û reqabeta navxweyî –ez dibêm qenc e ku heye- xurttir dibe. Ez bi xwe hema bêje her berhema kurdî bi awayekî dişopînim û bi çend awayan li ser difikirim. Ez dibêjim qey gava mirov dibîne li meydanê peyayên dîtir hene û ew jî bi rim û mertal in; bi gurz û şimşal (şûr) in, mirov çêtir kar û kokê xwe dike û hem ji wan feyzê werdigire hem jî bi baldartir ser karê xwe disekine.
Di romanê de hinek halên ku êdî hemû dinyayê qebûl kirine hene. Wekî cî û war, girêk, afirandina leheng, veçirîn-diyalog, dem û vekirina girêkê û dawî. Di dema nivisandina romanê de hûn plansaziyekê ji bo romana xwe çê dikin an na? Mînaka romana “4 Kotra 4 çela” de gelo diyar bû ku lehengê we Doktor dê çi wext bi serê çiyê bike ve, her wiha çi xwext wê Jinika Porgijik nas bike û hwd.?
- Qet çi şik û guman pê nevêt ku ev kar bê plansazî naçe serî, nexasim roman. Nivîsandina romanê kedeke pir cidî û mezin dixwaze. Divê tu pir bi hesas, ji çend aliyan ve gav bi gav û bi bêhneke fireh karê xwe bikî. Me bivêt û nevêt divêt em qebûl bikin ku ev karek e û jê re xîret, kelûpel, plansazî, wextdayîn, sebir, berhevî –xwendinên der barê mijarê de- û dilsozî divê. Tu çend ji dil û can rahêjî pênûsa xwe û dilê xwe dakî ber bêndera peyvan, ew ê jî ewqas deriyên gênc û solînên xwe ji te re veke. Ez berî dest bi nivîsandina romana xwe bikim, planeke giştî datînim û li gorî wê tevna wê dihûnim. Ez ji bo çêtir mebesta xwe bibêjim; dikarim vê ji te re bibêjim: Berî dest bi lêkirina dîwarê 4çela bikim min destnîşan kiribû ku dê Doktor berê xwe bide çiya lê wext û kêlîkên plansaziyê û lêkirinê dibe ku carina li hev neguncin. Yanî berî destpêkê diyar bû ku dê Doktor bi çiyê bikeve lê ne zelal bû ka ew dê kengî bibe.. Ev skêleta romanê çêdikim lê goşt ew diyar dike ka dê kengî û çiqas bi kê derê ve be.
Niha jî dixwazim li ser romanê çend gotinan bejim. Rastî wekî pirtûkên te yên din di vê pirtûkê de jî vegotina te mirov mest dike. Ez bi xwe vê vegotinê wekî vegotinek îlahî dibînim. Ji ber ku vegotinek bê navber e, her tim rastiyê vedibêje. Ne tenê lehengê sereke Doktor, Rîşo, bavê te, diya te, jinika porgijik hemû rastiya jiyanê vedibêjin. Tu kesekî şaş, xwar bipeyive nîn e. Ev jî dirûvê monologê dide hemû berhemê. Kî nimêjê bi cemetê re bike jî AZAN MERKEZÎ ye…Heman deng tê bihîstin.
Gelo bala we jî kişand? Ku mirov hemû navan jê derxe dê çi ji vegotinê kêm be? An bi gotinek din çima tu nahêlî dikandar Rîşo wekî esnafekî, ji pereyan, ji zabiteyên belediye, ji paqiya çopçiyan ji buhabûnê bipeyive… Her wiha yên din?
- Ez di wê baweriyê de me divê “mihwereke mirov” hebe da ku mebest zêde ji mişara xwe neçe ser. Divê em hinekî Doktorê me nas bikin, ku derbe xwariye û hişê wî tê û diçe. Ji ber hindê jî vebêj ew e û tenê pêzanînên ku li bîra wî tên ku bi qewlê wî ve qed qed in; yanî parçe parçe ne, em dikarin bibînin.
Bi pirsa jorîn ve girêdayî dixwazim vê bejim. Leheng wekî kukla dimîne, erê devê xwe vedikin, deste xwe li ba dikin. Dikevin “biiive” dibin lê gotin tê ser gotinê dîsa dest bi şîret û rastîvebêjiyê dikin. Gelo te çima nehişt deng û karekterên tekel jî biaxivin?
- Ez vê pirsa te baş serwext nebûm. Lê “şîret” û şîretbêjî qet di vê romanê de nîn e. Çimkî ez bi xwe jî qet ji şîretbêjan hez nakim. Mebesta te ji rastîvebêjiyê çi ye ez tênegihîştim.
Ez ji wê vegotina îlahî ne ku eciz im. Heta ku rojekê nihek rabin wekî ceribindinên Montaigne li ser bisekinin dê ji vê pirtûkê berhemek qerase derkeve. Zewac, qedrê dê û bavê, evîn, têkçûna evîn û zewacê, şer, xweza bi kurdî encex ew qas xweş tê nivisandin. Gelo hûn difikin ku ceribandinê wisa binivisînin?
- Bi ya min, vê romanê heta astekê bersiva gelek pirsan daye û dide xwendeyan jî. Ez gelek girîngiyê didim ku bi zimanekî ji dil û germ teksta xwe lêkim. Ez ji samîmiyeta peyv û darêtinê bawer dikim. Bo min, çîrok û peyamên di navbera hevokan de jî bi qasî vegotinê girîng in. Ez li dû dengên “berze” digerim.
Ji destpêka serencama min a lêkirina romana ewil heta vir û ji vir pê de jî, heta ez bikaribim guh bidim dengê peyvan û bi dû wan bikevim, ez çu tiştî, hema bila wisa be, nanivîsim. Merem û armancên min hene. Ez li gorî plansaziyeke giştî ya nivîskariya xwe bi vî karî radibim. Ji niha ve planên min bo romanên 10 sal piştre jî hema bêje zelal e. Ez di fikir û hestên xwe yên nivîsandinê de pir zelal im. Hemû romanên min hema bêje girêdayî hev in û ahengek di navbera wan de heye. Tev parçeyên hev in. Erê, her yek ji wan heta bêjî xweser û xwedan nasnav e, lê heman wext, hemû verêja kaniyekê, cihoka robarekî ne. Ber bi heman behr û deryayê ve dikişin.
Hayê min ji min heye û ez dizanim ez heta kê dera serboriya nivîsandina xwe hatime û ez ê ber bi kî derê ve rêya xwe bidomînim. Çavê min çu carê li wê asoyê ku çavên min nabirin, nakevin; ez bi kêmasiyên xwe xwe xwedî dikim û her dem di vê rêwitiya xwe de ez xwe suxte û şagirt dibînim. Ez wisa bawer dikim, nivîs pîroz e, heke tu quretiyê pê re bikî ew ê te ji ser keştiya xwe bavêje der. Peyv tîhna rihê nivîskarê xwe seh dikin û li dû pêjna wê diçin. Şansê nivîskarên pozbilind zêde tune ye, mîna agirê bi pûş dikeve zû geş dibin û zû vedimirin jî. Qistas dilsoziya bi peyvê re ye, tu çend rêzê li wan bigirî ew ê ew qas te hilgirin ser milên xwe.
Bo mebesta min bê famkirin; erê ez di her berhema xwe ya pêştir de hema bêje rêç û terzeke nû didim ber xwe û qet ji ceribandinan xwe nadim paş. Ligel vê, rêgeha min kifş û mîna rondikên çavan jî zelal e; ez jî dû wê rêgehê diçim. Wexta peyvên min ez nehewandim ez ê herim gundê xwe ji xwe re şivaniyê bikim. Ew qas zelal!
M. M: Mijarek din a bala min kişand erda romanê ye. Ev di piraniya romanivîsên kurdî de jî tê dîtin.
Mînak ku nivîskar bajarî be, leheng bi hemû heyîna xwe bajarî ye. Carekê bi mîvanî jî gundiyek nayê mala wî/wê heta yek caran nivîskar dixwaze xwe ji vê çeqoberekê xilas bike berê lehengê xwe dide gund. Lê çi dibe tu zanî. Leheng, wekî çavê xwe bigire, li derdora xwe nanêre, gund nabîne, zarokan, sewalan, avahiyan nabîne hema ji erebê peya dibe, “Xwarina te pirxweş e dayê” dibê û vedigere.
Di berhema te de berevajiyê wê rewşek heye. Hemû lehengên te bajarîne, lê tu wan ber bi qada ku tu lê mezinbûyî û şarezayî dibî, berê wan didî gund, çiya û kotrayan…
Gelo doktor zarokatiyek çawa derbas kir? An jinika porgijik? Tevî ku keçikek dewlemend e, hurguliyên jiyana bajêr çawa bûn? Ji bo her dû lehengan jî; Xwendevaniya wan çawa bû? Bi qasî ku bibin şervan gelo tevlî karên siyasî, çandî û hwd? Bûne an na?
- Bersiva van pirsan ji xwe te daye û di romanê de jî heye. Carina ji bo mijar ji hev nekeve û zêde belav nebe, tu mecbûr î di nav kolaneke berteng re bimeşî. Doktorê me derb xwariye û hişê wî tê û diçe. Roman, ne mecbûr e mîna kronolojiyekê biyografiyê ji A-ta bi Z binivîse. Roman, gelek caran, kêlîk in û çîrok ji lihevristina wan kêlîkan pêk tê. Ev dimîne ser nivîskarî û mijara wî. Gelo tu dixwazî nîvenda te kî derê be..
Di tema ya romanê de du sembol derdikevin pêş. Yek şikeva ye, a din weris e. Gelo tu dikarî wan her du têgehan dubare ji bo me şirove bikî?
- Ez şîrova vê ji xwendeyan re bihêlim nabe? Bo nimûne; xwende dikarin werîs mîna “desthilat” her cure desthilatê fam bikin. Hê ji zikmakî ve roj bi roj wî werîsî çi bi dilqê edetan çi bi dilqê bîreweriyan, çi bi dilqê îdeolojiyan, çi bi dilqê fantaziyan bi qirika me dialînin û diguvêşin û hey diguvêşin heta em ji bilî “xwe” dibin her tişt û her kes.. Heçî şikeva ye, ew jî zemanê umrê me ye ku di destê me de şikeva bûye û ji tehm û çêjê derketiye. Em bûne hestîvek di destê zemanê xwe de û her tişt mîna kefa sabûnê ji nav umrê me şiqitîye û çûye.
Şevanî bi qasî em dibînin ( Dema doktor vedigere jina wî ku “Ji Nik Dil” jê re dibêje) 3 zarok anîne. Em di vegotinê de serpêhatiya 8-10 salan a şervaniyê nabînin. Heta beşa dawî ku Doktor û Jinika porgijik vedigerin malê hingê hev nas dikin. Bi gotinek din doktor şervanek e lê pak çûye çiyê û pak vedigere malê. Gelo çima we bêtir her du leheng di çend sahneyên din de neanîn bahev û nedan naskirin?
- Wekî tu dizanî di şervaniyê de têkiliyên “ahbab çawişî” zêde xweş nayêne dîtin. Tu deh bîst salan jî di bin çadirê û banekî de bî heta li te “neqewime” carinan hay û hoyê te ji hev nîn e. Ev bo hemû jiyanê wisa ye hinekî. Yek jî, Doktor li paş çeper e; li navendan dimîne, ji ber wê jî çîroka wî li dor vê “statûya wî” digere.
Gotina dawî: Ev vegotin, ev zimanê şîrînê ku di astek jorîn a kurmancî de hatiye nivîsandin, tev û teşe çi dibe bila be hêjayî pesinandinê ye. Û mirov li pey xwe dikişîne. Hema bêje rûpelek nema ku ez binê peyv û hevokan xêz nekim. Hêvîdarim hîn emê gelek li kotra û çêlên Culemêrgê bigerin. Destê we ter be.
- Hezar caran malavayî bo van pirsan, dest û dilê te sax bin.
***
OMER DILSOZ KÎ YE?
Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
mmirxan@gmail.com
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,124表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/
リンクされたアイテム: 11
グループ: 記事
Publication date: 27-02-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 小説
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 06-09-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 06-09-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,124表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,043
画像 106,223
書籍 19,187
関連ファイル 96,698
Video 1,332
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.953 秒(秒) !