Bi tonan darên ku li gundê Navyan ê
ŞirnexŞirnexê kişandine kêleka rê, asta talankirina daristanên li bajêr radixe ber çavan.
Bi tonan darên ku li gundê Navyan ê Şirnexê kişandine kêleka rê, asta talankirina daristanên li bajêr radixe ber çavan.
Li Şirnexê birrîna daran a cerdevanan a bi hinceta “ewlehiyê” dewam dike. Li Çiyayê
CûdîCûdî, li herêma Besta û gundê Navyan ê li ser rêya Sêrtê her roj bi sedan dar tên birrîn. Darên li çoltera gundê Navyanê tên birrîn, bi traktoran vediguhêzin kêleka rê. Dîmenên darên ku li bajarên weke Riha û Dîlokê tên firotin ên nû hatin kişandin, asta talankirina daristanan raxist ber çavan. Di dîmenan de ji bilî wesayîtên cerdevanan, li kêleka rê bi tonan darên hatine birrîn tên dîtin.
[1]