پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی موشیر دیوان،
28-03-2024
سارا سەردار
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
28-03-2024
سارا سەردار
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
تیپی وەرزشی گوندی کارێز لە کفری ساڵی 1993
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
ئەسحابەسپی-سلێمانی ساڵی 1968
27-03-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
گەڕەکی عەقاری سلێمانی ساڵی 1960
27-03-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 514,877
وێنە 104,261
پەرتووک PDF 18,882
فایلی پەیوەندیدار 94,721
ڤیدیۆ 1,232
شەهیدان
موسا عەنتەر
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیش...
ETÎMOLOJIYA JIN-JIYAN-ZILAM-ZAROK
کوردیپێدیا، مێژووی ڕۆژ بە ڕۆژی کوردستان و کورد دەنووسێتەوە..
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

JIN-JIYAN-ZILAM-ZAROK

JIN-JIYAN-ZILAM-ZAROK
Ez dixwazim wateya hinek têgehên ku heya niha tên bikaranîn vekim. Ji ber gelek gotinên ku em her roj di #jiyan# û tevahiya nirxandinên xwe de bikar tînin hene. Lê belê bi rastî jî em wateya wan gotinan an jî peyvan hemûyan dizanin an na?
Ez niha dixwazim çend ji van peyvan rêz bikim.
Jin, jiyan, zilam, zarok. Em di jiyanê de, di nûçeyan de, di perwerdeyan de, di pirtûkan de van têgehên bingehîn yên jiyanî bikar tînin. Di heman demê de em hewil didin ku van têgehan di jiyana xwe de li cihên wan yên herî rast bidin rûnişkandin û bi wateya wan ya rastî bikar bînin. Em niha hinek peyvnasîyê (etîmolojî) bikin û koka van peyvan lêbikolin.
#JIN#-JIYAN: Bi qasî ku di tevahiya ferheng û lêkolînên mitolojik de têgeha jin tê bikaranîn di destpêka dîrokê de di wateya jiyanê de jî hatiye bizimankirin. Jin û jiyan hema hema wek hevdû di mîtolojiyê de derbas dibe. Di rastiyê de jiber vê sedemê ye ku zîhniyeta serdest dest davêje jiyan, hebûn û xwezaya jinê. Bi vê re girêdayî tevahiya civak û xwezayê tê bindest kirin. Ji ber jin van hersê qadên bingehîn di kesayet û hebûna xwe ya jiyanê de diparêze. Van hersê aliyan bi hevdûre diherikîne.
Dema ku tê xwestin afirandin û berdewamiya wê afirandinê were destnîşankirin jin û jiyan bi hevdûre hatine bikaranîn û di wateya ROJÊ de hatiye penasekirin. Di zimanên qedîm yên Rojhilata navîn de jî di vê wateye de hatine bicihkirin. Em niha di hinek zimanan de têgeha jin rêz bikin. Gelo wêdi encamê de di fikrê me de çi saz bike.
Koka peyva jin ji zimanên Aryenîk tê. Di çêkera zimanê Aryenîk de tê wateya JİN û JİYAN ê. Bi van navan jî navê jin hatiye bikaranîn, Jin, Jiyan, Zen, Cen, Cîhan, Şen. Jin û Jiyan di koka heman peyvê de hatiye bikaranîn. Lê ev bikaranîn ne tenê rêbazeke fîlolojîke (belgeyên dîrokî di aliyê ziman û nivîskî de lêkolînkirinê). Di heman demê de penaseyeke epîstemolojîke (zanînnasî). Çavkaniya hevwateya jin û jiyanê destnîşan dike.
JIN:Di ferhenga Remezan Çeper de wiha hatiye nivîsandin. Peyva jin û jîn ji heman rayekê tên. JÎ rayeka peyvê ya di wateya jiyanê de ye. Jîn bişkivîn, vejîne. Jî – n jîn. Rayeka herdû peyvan jî ji wateya jiyanê hatiye çêkirin. Bi Hurîkî AŞT, bi sûmerî NÎTA, bi Farisî ZEN, bi Ermenkî GÎN, bi Rûmî GYME, bi Elmanî FRAU, bi Latînî FEMÎNA, bi Erebî Mer”e pirhejmariya bi zimanê Erebî NÎSA, bi Fransî FEMÎNA ye.
Jin bi zayîna xwe hatiye penasekirin. Weke peyva zayend. Bi zayînê tê penasekirin. Her wiha tê zanîn ku di serdemên destpêkê de perestgehên komên civakî weke bedena jinan bi taybet weke rehma jinan hatine çêkirin. Dêmekî wan koman di laşê mirov de kîjan beş ji bo xwe nepenî, afirêner dîtine ew beş ji bo xwe pîroz kirine. Ev ji bo bedena jin derbas dibin. Lê di dema pêşketina şaristaniyên navendî weke babîl, asûr, akadiyan de komên zilaman heman şêwe ji bo civaka xwe û bi taybet jî ji bo pergala xwe ya nêr ya civakî bikaranînê. Mînak camî an jî mizgeft weke bedena zilam ya cînsî ye. Wan li gor xwe heman şêwe hem bi gotinî hem jî bi pratîkî bikaranînê. Beşa bedena jin ya zayînê wek têgeha penasekirina cînsê mê hatiye bikaranîn. Ev jî gelek baldare. Ji bo zilam gelek gotin hatine bikaranîn. MÊR, ZILAM, PEYA, ….. gelo peyva zayend ku di wateya rehma jin de hatiye bikaranîn çawa veguheriya penaseya mêr. Ez difikirim ku zil yanî zîl dayîn aj dayîn, berhem dayîn di vê wateyê de hatiye bikaranîn. Heger ku ev nêrîna ez niha didim îhtîmalek be wê demê têgeha ZIL- AM dibe çi. Hevalên ku li ser vê mijarê xwedî agahîne dikarin alîkarî bidin amadekirina vê ferhengê.
JIYAN: ji-yan. Jîndarî, jîn. Yan paşqertafa zimanê #Kurdî#, Ermenkî û Farisî ya hevbeş a ku di wateya xwedîtiyê de tê bikaranîn û di heman demê de wateya rayekê xurt dike. Jiyan zindîbûn.
Di hemû beşên civaka Kurd de û di zaravayên Kurdî de jin û jiyan di heman hevwateyê de tên bikaranîn. Têgehên mê ne.
Di dema sûmeran de têgeha AMARGÎ di wateya “vegera dema dayikê, vegera dema xwezayê, azadî” de hatiye bikaranîn.
Di ferhenga babîlîyon de têgeha jin bi penaseya (zindiya mê ya têgihiştî, ya zewicî, ya xwedî îtîbar, xanim) hatiye penasekirin. Di dawiyê de jî PÎREK hatiye nivîsandin. Ev bi tevahiya xwe penaseyek cînsiyetperest, pûç û şaşe. Ev penaseya zîhniyeta mêr ya ku hewil dide jinê tenê di aliyê cînsî û pîreka malê bide destnîşan kirinê de ye. Ez vê penaseyê ji binî re red dikim.
Di ferhenga mezin ya tirkî-osmanî de wiha hatiye penasekirin. (Mê ya ku dijbera nêr yanî dijbera zilame. Di heman demê de mê ya ku xwedî erdema lênêrîna zaroka ye.) Di vê penaseya hişk û tengde jî tenê jin di aliyê cînsiyetperest de û tenê weke dayik û wek dijbera zilam hatiye penasekirin. Ev penase jî jibîne xelete û xwezaya jin tenê di du qadan de daye tengkirin. Hebûna jin di xwezayê û di civakê de nehatiye şîrove kirin.
Di pirtûkên dîrokî de bi taybet yên mitolojik de carna mirov li ser dîroka xwedavendan dixwaze hinek dîrokan fêr bibe û lêbikole. Di destpêka pirtûkê de behsa dem, nav û çavkaniyên xwedavendan tê kirin. Lê piştî çend rûpelan heman xwedavend, nav û dem bi navê xwedayan tê berdewam kirin. Ev mijarek gelek baldare. Bê nîqaş di gelek pirtûkan de ev rêbazê veguhertina ziman û deman heye. Di pirtûka EVELYN REED ya bi navê Dîroka Peresana Jin bi taybet ev rêbaz an jî bêrêbazî hatiye bikaranîn. Ev jî wek xaleke ku mirov bikaribe di pirtûkan de jî encamên van penaseyên cînsiyetperest yên van têgeh û ferhengan bibine.
Di hinek ferhengên Kurdî yên ku bi zîhniyeta cînsiyetperestiya zilam hatiye amadekirin de jî heman rêbaz hatiye bikaranîn. Dema têgeha jin tê gerîn wek bersiv wiha tê penasekirin. Afret, pîrek, kûlfet. Bi qasî ez dizanim kûlfet weke bargiranî tê bikaranîn. Ji xwe her çiqasî di ferhenga de nehatibe bicih kirin jî di gelek zimanên rojane de jin wek eyalê zilam tê binavkirin. An jî jin û zarok bi hevdûre weke devên ku divê werin têr kirin an jî qirikên ku divê werin têr kirin tên binavkirin. Dema nufûs an jî hejmara malê tê pirsîn bersiv wiha tê dayîn. Deh kulfetê min hene. An jî deh qirikê werin têr kirin hene. An jî eyalên min hene. Di ferhengek din de wiha nivîsiye. Jin: tê wateya kesa mê. Kesa jina axa an jî mirova nava malê. Yanî ku axayek tine be ew jin jî tine ye. Ev têgeh tevahî cînsiyetperestin. Ji aliyê zîhniyeta nêr ve hatine îcadkirin û bi van peyvan jin tên penasekirin. Jina ku bi van têgehan mezin dibe ji xwe dibe darê şikestî. Ji ber vê ez dibêjim em van têgehên cînsiyetperest yên nêr tevahiya ji devê xwe paqij bikin, zimanê xwe bi heft ava jî bişon. Van têgehên cînsiyetperest tevahî mehkûm û teşhir bikin. Jina ku tevahî jiyan û xwezayê di hebûna xwe de destnîşan dike di nava van çend penaseyan de dorpêç kirin zilma herî mezine.
Me behsa zilmê kir ZILAM hat bîra me. Berî niha di gelek lêkolîn û nirxandinan de têgeha zilam hat lêkolînkirinê. Em niha jî lêdikolin. Ev lêkolîn heya bigihêjin encamên xwe yên rast wê hîn berdewam bikin. Ji ber vê hinek encamên berî niha em gîhaştibûnê em dûbare bikin. Gelek caran hat gotin ku têgeha zilam bi zimanê erebî tê wateya zilim û zalim. Raste zalim, zilim, zilam wek nivîs jî gelek nêzî hevin. Koka peyvê di zimanê erebî de nêzî hevdû jî ne. Dibe ku di vê wateyê de jî hatibe bikaranîn.Lê belê berî zimanê erebî jî sê şaristaniyên navendî ku li ser nirxên çand û jiyana jinê hebûna xwe saz kirin derketibûn holê. Bi desteseriya hemû hebûnên jinan van şaristaniya xwe ava kirin û bi taybet jî di aliyê ziman de bingehên xwe pêş xistin. Di zimanê sûmerî, babîlî, akadî, de gelo peyva zilam dihat çi wateyê. An jî têgeha zilam çawa dihat bikaranîn. Di destpêka civakbûn û jiyanê de jin hebû. Piştre zilam hat binavkirin. Ev nirxandin di heman demê de dide diyarkirin ku destpêkê adem çênebûye, destpêkê jin çêbûye piştre zilam çêbûye. Yanî nirxandina me berbi vê rastiyê ve diçe. Ez niha vegerim ser mijara xwe. Gelo têgeha zilam di kîjan demê de hatiye bikaranîn. Ez vê mijarê dihêlim ji hejmarek din re. Lê belê heger nêrîn û lêkolînên cuda hebin werin parvekirin wê başbin.
ZAROKNavê zarokê kur bi zimanê Hurîkî GEDE an jî DOMAN e. Di zimanê Hurîkî de ji bo navlêkirina zarokan du peyv hatine bikaranîn. Duru û zuru. Tê texmînkirin ku ji van peyvan têgeha zarok pêkhatiye. Lê dema bi awayê kite em li têgeha zarok mêze bikin. ZA-ROK za: di wateya zayînê de ye. Di heman demê de mê ye. Rok di wateya rojê de ye. Bi qasî ku ez fam dikin ZAROK dibe zayîna rokê. Yanî ji vê wateyê xweşiktir û girîngtir ji bo zarokan peyvek din herhalde nayê dîtin. Ji ber ku bi rastî jî wateyek gelek bi zanistî, felsefî, wêjeyî ye. Mirov encax ewqasî zelal û paqij were binavkirin û penasekirin.
ZAYEND: Di hinek zaravayên kurdî de têgeha zayend tê bikaranîn. ZA-YEN-D: ZA ji zayîn, welidîn, afirandin, jidayikbûnê tê. Di zimanê soranî de jî weke kaniya zayînê, cihê zayînê tê bikaranîn. Lê belê li gor nêrîna min jin tenê bi têgehek zayendî an jî cînsî penasekirin gelek kême. Ji ber li gor zanista me ya JINEOLOJÎK JIN-JIYAN-CIVAK bi heman naverokê em digirin dest. Jin tenê di aliyê cînsî û zayîna zarok de bi dest girtin dibe şîroveyek heşmendiya pergala heyî. Jin tenê di aliyê cinsîde girtina dest. Ev penase û nirxandina tenê di aliyê cînsî de nahêle ku tevahiya xwezaya jinê were dîtin. Helbet jin bi vê afirandina xwe ya delal xwezaya xwe ya cînsî di parêze û di nav ahenga bi herikîne gerdûnêre cihê xwe digire. Lê belê tenê di aliyê zayînê de jin penasekirin tenge. Ji ber vê sedemê em vê têgehê baştir lêkolîn bikin û heya em negihêjin encamên hevpar vê têgehê bikar neynin wê baştir bibe.
Heval Rûmet
WÊ BIDOME…
JI FERHENGA ENSTUTUYA STENBOLÊ
FERHENGA BABÎLÎON
FERHEGNA MEZIN YA TIRKÎ
FERHENGA REMEZAN ÇEPER
VÎKÎPEDÎ
PIRTÛKA EVELYN REDD
Sûd hatiye girtin.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,500 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 18
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 01-03-2020 (4 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: ژنان
پۆلێنی ناوەڕۆک: کۆمەڵناسی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 18-09-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 20-09-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 18-09-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,500 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.1113 KB 18-09-2022 سارا کس.ک.
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
ژیان عەلادین
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆ...
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێ...
پەرتووکخانە
دووبارە پێناسەکردنەوەی کورد...
ژیاننامە
درەخشان فەرەج سەعدون
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
14-03-2024
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
19-03-2024
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
04-03-2024
پەرتووکخانە
بە تیشکی ئیشقت ئەدرەوشێمەوە
ژیاننامە
مەلا عەبدوڵڵای وەڕازی
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
27-01-2024
پەرتووکخانە
فلاشباک؛ لە دەفتەری بیرەوەر...
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
ژیاننامە
مەیان خاتوون
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
29-01-2024
ژیاننامە
کەمال محەمەد ڕەمزی
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ژیاننامە
مژدە جەمال کەمالەدین

ڕۆژەڤ
شەهیدان
موسا عەنتەر
10-11-2008
هاوڕێ باخەوان
موسا عەنتەر
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
08-03-2015
هاوڕێ باخەوان
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
17-11-2012
هاوڕێ باخەوان
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
17-09-2022
شەنە ئەحمەد
ژینا ئەمینی
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
26-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی موشیر دیوان،
28-03-2024
سارا سەردار
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
28-03-2024
سارا سەردار
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
تیپی وەرزشی گوندی کارێز لە کفری ساڵی 1993
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
ئەسحابەسپی-سلێمانی ساڵی 1968
27-03-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
گەڕەکی عەقاری سلێمانی ساڵی 1960
27-03-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 514,877
وێنە 104,261
پەرتووک PDF 18,882
فایلی پەیوەندیدار 94,721
ڤیدیۆ 1,232

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.625 چرکە!