ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,021
画像 106,608
書籍 19,279
関連ファイル 97,202
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
ÇIMA MALPERA JINEOLOJÎ
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ÇIMA MALPERA JINEOLOJÎ

ÇIMA MALPERA JINEOLOJÎ
Di cîhanê de bi jiyankirina êşên rastî, xizaniya rastî, tundî, êşkence û bi hezar awayî zilma berçav ya kat bi kat ku em jiyandikin de: ma gelo pêwîstiya jin ya herî dawî ne malpereke wiha sanal an jî rawêjî ye? Û bi hezaran salan li ser ruyê erde ewqasî Sîte”yên (bajarên cihbûyî yekem) bêhejmar tên bicihkirin û jiyan tê warê ku nayê jiyankirinê de em çima bi navê Jineolojî bi malperek wiha biservedibin? Ma gelo ev pêwîsteyek e? Ger pêwîstiyek be ma bi qasî êşên me pêwîstiyek rasti ye?
Hela mêzeyî Xaltîka me ya di logoyê de (hûn bibêjin, dayê, dayik, pîrê, xwuşkê, metê êdî ji dile we çi tê wê bibêjin) çiqas bi amurek berbiçav û çiqas li karîgehek rastî rûniştiye. Di destên xwe de teşiyek çiqas rastî girtiye û ji bo pêwîstiyek rastî hûnerê dihone, zanistê dike, teknîkê pêşdixe. Bi sekna xwe ya ewqas biaram, ewqas gerdenfiraz (maxrur) û him jî ewqas zadegan. Weke ku di berî niha bi hezaran salan de jiyan nekiriye, xwe mehkûmî wê demê nekiriye, xwe di roja niha de dinexişîne. Bêyî ku tayê hiriya xwe biqetîne ji teşiya xwe, weke ku ji bo me qezaxan, goreyan, dolbendan, dirêse. Ti cudahî nîne li gel wê. Kî ji me jê bipirse wê bibêje “ez ji te re çêdikim berxa min” ewqasî gerdûnî û ewqasî rastiye. Dibe ku hûn dezgeha wê hêsan, kêm, paşketî bibinin. Dibe ku hinek îda bikin bibêjin hiriya ku ji wir derbikeve gelek stur û gir e. Lê kêmekî jî yên xwedî zanîn û danehevên dîrokî-giştî be, wê mafê vê xaltîkê radestî wê bikin ku ger ew nebûna û heger ew dezgeha wê ya hêsan û teşiya wê ya ku her digere bixwe re nuwazeyan diafirîne nebûna zanist û teknîka îro ya ku em bi vê bi were dikevin pêwendiyan û ev teknolojiya rawêj jî ne gengaz bû. Destên wê yên bi sihir, dilê wê yê jêhezkirî ku ji hemû şaneyên gerdûnê re vekiriye nebûna û cardin zekaya wê ya hestiyar û hîskirî nebûna, aklê wê nexebitiyana, emê di kîjan pêvajoya peresanê de bi eliqî mabûna û bihatana eliqandin? An jî bi gelek pêvajoyên peresanê re emê bi çi awayî bijiyana? Nayê zanîn.
Vê xaltîkê dezgeha xwe, ne di deverekî jixwe ber de di Mezopotamyayê de, di Rojhilatanavîn de saz kiriye. Li ser xakên bisir, nepenî, bitilsim, bi qasî van xakên pîroz û bi zaninan hatiye ronahîkirin saz kiriye dezgeha xwe. Teşiya xwe di her kêlî û vegera roj, meh, sal, sedsalan de rêsandiye. Hiriya xwe di her hestî de honandiye, nexşa xwe di halê her mirovî de xebitandiye. Hem dîrok avakiriye li ser xakên ku pêlê kiriyê, di nava zeviyên ku bi destên berhemdar tov reşandine ev avakiriye di dezgeha xwe ya rêsanê de. Ya di afirîne û daye afirandin bûye ew bixwe. Bi berhema xwe du caran can daye mirovahiyê. Ya yekem bi dezgeha xwe ya duyem bi axê. Bi tov û hestan. Bi destên xwe û dilê xwe rêsandiye teşiya xwe. Birînên deste xwe yên di zeviyan de çêbûne û şopên jiyanê yên dilê xwe herikandiye bi ser teşiya ku dirêse de û bi ser hunera xwe de.
Ev xaltîk ji nîşandana berhemên xwe yên di wêne de zêdetir, yên ku nayên dîtin vedibêje. Bêyî ku biqîre, hêdî hêdî biaram, nerm lê bi girêdana ji demarên bikok yên dîrokî bi dengê xwe yê jidil, bi ruhê xwe wisan bi dengekî bihêz diaxive ku; ger tu guhê xwe nediyê, weke ku te berê xwe ji rastiya xwe vegerandiye tê xwe hîs bikî. Li ser xakên tu jidayik bûyî û mezin bûyî, ji şîrê dayika xwe ya ku te vexwariye, lorîkên ku te guhdarî kirine, helbestek ji dil ya bi zimanê dayikê ku hatiye strandinê tuyê berê xwe vegerînî heger tu dengê vê xaltîkê guhdar nekî. De ka were û guhdar neke: “ Ewladê min, zaroka min ya xweşik! Ez bûm dayika dîrokê, axa dîrokê, ya ku zilam û jin zaye. Ez bûm ya ku bi destên xwe yên bi bereket tovên di stewriya zeviyande mane di rehma axêde rast bicihkiriye. Ya ku ji birçîbûnê re, ji sermayê re, ji mirinê re, ji birînên giranre, ji bêcihiyê re derman û çare dîtiye ezbûm. Em di demên ewqasî tengav de man, kêm mabû ku nifşên me berbi tinebûnê de biçe, lê em neçar neman. Niha ez li halê wê temaşe dikim ku ewqasî beşên axên mezin di destên we dene, avên bê ser û ber û bê dawî bi we rene. Êdî ne ew agirên bêvenêrîn û bê dawî, ne ew lawirên dirinde, ne ew nexweşiyên ku sedemên wan nayên zanîn û ne jî gelek astengiyên din êdî nikarin ziraran bidin we. Aqilê we teknîk û zanistên pêşketî afirandine. Lê, ez li we temaşe dikim hûn tenê ji bo xwe nikarin bibin çareserî. Hûn nikarin ewqasî derfetan bînin berhevdû. Yên ku hûn dibêjin kêm û hêsan lêbikolin, rêya sir û aqil bibinin. Ez dengê di hindirê we de yê ku qet bêdeng nabeme. Ez potansiyela ku di aqilê we de qet wenda nabeme. Dîroka we me. Bexçeyê cihana we ya hestiyar ku hertim kulîlkan bi hîs vedikime. Tenê xwe bizanin, min bizanin yanî dîrokê bizanin…”
Malpera me, logoya me û navê me! Di rastiyê de sîmge an jî hêmayeke, têgeheke! Ji aqil û dilên dibihîzere pir tiştan vedibêje. Lê em, yên ku bi rastiya pergalê re dijîn û di her kêliyê de yên ku bi wê re şer dikin em dizanin kî; di her saniya vê serdema em têde derbas dibin de li ser civak, jin û jiyanê qirkirin tê dextkirin. Ji bo vê em dibêjin di her kêliyê de divê zanebûna civak, jiyan û jinê hebe. Tam jî ji ber vê sedemê em dibêjin JINEOLOJÎ. Ji bo ji her qadên jiyana ku rawêj bûye em xîtab bikin û bi teknîka serdemê re em rabigihînin, em dibêjin malpera Jineolojî. Bi armanca ku ev di xizmeta jiyana rastî û pêwîstiyan de be weke dezgeha li pêşiya xaltîka me ya sade û ji dil bi vê daxwaz û kedê me destpê kir. Em neviyên vê xaltîkêne, em zarokên vê xakê ne! Ew keda di dezgeha wêde rêsaye di hawuza genên me de hene û di pêvajoya amadekirina vê malperê de wê teşiya xwe bada, hiriya xwe rêsa, bêxemiya li derûdora me, hema wisan bi enerjiyekê paqij û belav kir. Enerjiyek, lebat û bazdanek, lêgerek… Navê wê çibe, logoya wê çibe, navêroka wê, mijarên wê, sernivîsên wê û her wiha… û berdewam dike, wê berdewam bike. Teşiya wê qet ranewestiya, dezgeha wê ya ku sazkiribû li hemberî aqilê nêr yê komploger bi înad qet ranewestiya û jibinîde hilneweşiya. Dayina têrkirina mirovan, parastin, xwarin, vexwarina mirovan berdewam kir. Me jî bi ked û hezkirina mezin di şert û mercên herî girande berbi meşê û xebatê ve dibe. Em li wê dezgehê temaşe dikin û bi hêvî dibin. Em dizanin ku mirovahî deyndarî vê dezgehê ye. Zanist, huner, teknîk di vê derê de hat rêsan, ava bû, herikî îro. Niyeta me zanistî ya ku me bihêvî kir jî cardin di vê dezgehê de hat rêsan. Berdewamiya îdaya me ya zanista jin jî bi girêdana keda teşiya vê xaltîka me ku bi hezaran salan bêrawestan tê badan û ew tayê bêyî ku bi qete tevnên ji xweşikiya wê hatine derxistinê ye. Emê wan xweşikiya wan delaliyan binivîsin di malpera xwe ya Jineolojî de. Emê bi wan xweşikiyan û delaliyan bi afirînin Jineolojiyê. Û emê bi wan xweşikiya rawêjiyan û tinekirina jiyanê rawestînin. Êş û zilma rastî ya ku bi jinê re dayîne jiyankirin; emê di dezgeha jinan de, bi destên jinan, bi dilê jinan bi ruhê jinan cardin bihonin li ser heşmendiya, daku ev aqil û zeka vê rewşê rawestîne, emê vê baweriyê jin û ve ava bikin bi vê malperê. Teşiya jinê hîn têbadan, û di rastiyê de qet ranewestiya, ew hiriya ku hatiye rêsan ji hev qet veneqetiya, mirovahiyê xwe pê girt, em dixwazin hîn zêde jin bi çavên xwe yên dil vê rastiyê bibinin. Emê hewil bidin vê bikin. Yên ji me ku bi çavên dil, biaqil, bi zeka vê dibinin em bibin yek û bihevre hezar û yek qirkirinên ku li ser me hatiye pêkanîn rawestînin. Divê bi vê zanînê em seferber bibin. Ger Jineolojî vê bisernexe, wê dijberî çavkaniya xwe yanî dijberî dezgeha xwe ya Neolîtîk ku jê afiriye, teşiya xwendavenda ku divirde hatiye badan, dijberî jina heskirî ya hatiye rêsan bikeve. Ji pêveka zanistên li ser wê qirkirinê pêktînin wêdetir naçe, rexmî hemû nîyet û hewildanên baş jê wêdetir naçe. Emê li ava ku di hestên di dilê jinde diherikin mêze bikin, newaya evîniya ser lêva wê mêze bikin, emê li nîdaya ruhê wê ya helbestî mêze bikin, li barê hestan yên serdema wê mêze bikin û dîrokê binivîsin. Emê rûpelên vê malperê ne tenê bi aqilê analitik ne jî tenê bi zekaya hestewer bihonin. Hema weke vê xaltîka me; weke berhema aqilê bêhempa dezgeha xwe sazbikin, weke berhema zekaya hestewer ya bêhempa nexşên xweşik binexişînin. An jî bi berhema aqlê analitik emê teşiyekê çêbikin, ji wê ta biresin, modelan derbixin û biresin. Bi aqilê hestewer estetîk an jî xweşikiya wê bidinê. Lê di tevahiya wê de emê bibin çanda xwedavend. Ti birdoziyên ku jinê di kêleka aqil de diqufêlin, hewil didin kêleka din jê bêpar dihêlin, an jî birdoziyên ku aliyekî weke ewladê dayikê nîşa didin, aliyên din weke ewladê nejiwê nîşa didin di têgihiştîn û zanîna Jineolojî de wê neyê pejirandin. Di dezgeha wê de nayê rêsan, derveyî lêkolîn, vekolîn, rexneyan.
Malpera me rêya derbaskirina zanista jinê bûyînê ye. Bi gotina zanayekê; “Xweda yeke, lê belê rêya gîhandina vê xwedayê hezare”. Ev malper 104 ME yên ku zilam ji jinan dizine paşvedigerine û banga parvekirina van ME yan ji bo herkesi dike. Xwedî li şerê dinêvîde mayî ya ÎŞTAR ê derdikeve! Banga qezenckirina vî şerî herî zede li ser van xakan di sala 2014 an de hat qîrîn ji tevahiya wîjdanan re. Herî zede jinên ji hemû netewan yên ku hatin revandin, hatin kolekirin, di bazaran de hatin firotin, #jinên Kurd#, Tirkmen, Asûrî, Ereb û tevahiyên din ev bang qiriyan li ser van xakan. Ev malper ji vê qîrê re bersiveke. Em jinên li ser vê axê neçarin ku dengê xwedavenda xwe ya ku her roj bangî me dike bibihîzin. Ev malper ev deng bihistîne, deng dayîna vî dengiye. Emê ji bo xwedavendîtiya jinê bi avakirina zanista xwe bersiva xwe bidin û em di vê îdîayê de ne.
“Ez têgihiştibûm ku dayika min a xwedavend û jina evînê heya roja me bi dagiriyek zirav misqal bi misqal xwarin, bermahiya wê bi navê zewaca du serî avêtin ber evden xwe, wek para bêdengiyê danîn ber koleyên xwe yên zilam. Weke zilamekî bi qasî ku me, diyariyên wan bi dilê xwe re nedan pejirandin û her ku min bawer kir ezê bibin kurê dayika xwe ya xwedavend û jina evînê, ez hîn zêde bi şadî û xurûr dibûm.” Bi yên ku ev bang û pêşniyara Birêz #Abdullah Ocalan# girîng dîtin û tevgeriyan re malpera me dest pêkir. Coş û xurûra Birêz Ocalan parvedike. Û îdaya wî ya ewladê baş ya dayika xwedavend radigire. Bi vê îdayê li ser van xakan bi navê bibin neketinê bi dehan salan têkoşin hat dayîn û di encama afirandina van nirxande Jineolojiya ku afirî bi van nirxan wê mezin bibe, gerdûnî bibe.
Tekoşîna jiyan, evînî, zanistî ya xwedavendan li ser vê xakê berdewam dike. Dezgeha wê ya ku di navîna jiyanê de hatiye sazkirin hîn dixebite. Teşiya xwedavendê hîn tê badan. Herkesê ku dixwaze bihone fermo, bila keremkin JINEOLOJIYÊ…[1]
RÛMET HEVAL
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,284表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | jineoloji.org
リンクされたアイテム: 14
グループ: 記事
Publication date: 24-12-2020 (4 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 社会
ブック: 女性
ブック: 社会学
プロヴァンス: Kurdistan
プロヴァンス:
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( سارا ک 06-10-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس حسۆ ) på 07-10-2022
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 06-10-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,284表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,021
画像 106,608
書籍 19,279
関連ファイル 97,202
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.516 秒(秒) !