پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
دێڕگەلێک لە نەقڵ و عەقڵ و هزردا
27-04-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شانۆگەری دونیا
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
یادەوەری خۆشەویستیەکی کۆپی کراو
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
گریمانی ئەوەی بەڕاستی ڕویدا
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
هاوینەهەواری سۆلاڤ ساڵی 1992
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
هەڵپەڕکێی تیپی مۆسیقای سلێمانی ساڵی 1975
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
پیرمام - سەڵاحەدین ساڵی 1953
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێکی بووک گواستنەوە لە حەسەکە، ڕۆژاوای کوردستان ساڵی 1995
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێکی تایبەت لە باکووری کوردستان ساڵی 1992
26-04-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 517,439
وێنە 105,704
پەرتووک PDF 19,160
فایلی پەیوەندیدار 96,447
ڤیدیۆ 1,307
ژیاننامە
دانا جەلال
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنام...
یادنامە
ژیاننامە
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
ژیاننامە
سامان عوسمان دەروێش
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
Mîtanî … Lêkolîn: Evdulrehman Evdulxaliq Silê
کوردیپێدیا، (مافی گەییشتن بە زانیاریی گشتی) بۆ هەموو تاکێکی کورد دەستەبەردەکات!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mîtanî … Lêkolîn: Evdulrehman Evdulxaliq Silê

Mîtanî … Lêkolîn: Evdulrehman Evdulxaliq Silê
Lêkolîn: Evdulrehman Evdulxaliq Silê
Di dîrokê de navê Kurd.
Kurd di sêhezarsaleya berî zayînê de.
Derketin û hilweşandin.
Qiralên Mîtaniyan
Li kîjan deverê derketin.
Cureyê qirltiyê.
Gel, aborî û ziman
Sînorên ku Mîtaniyan destnîşan kiribûn û paytexta wan.
Pêşgotin
Wekî ku tê zanîn, dîroka Kurdistanê bi hemû awayî dagirtî ye û dewlemende jî çi di aliyê wêjeyî de be û çi di aliyê berxwedan, serhildan û cengan de be, lê bi hemû awayan dewlemend û dagirtî ye. Ev jî ji min re bû sedem ku ez zêde li ser dîroka û bav û kalên kurdan di serdemên (3000 B.Z) li ser Mîtaniyan vekolîn bikim, wekî tê zanîn ku Mîtanî yek ji bav û kalên Kurdan ên herî navdêr in. Di dîrokê de û li gor ku di pir pirtûkan de li ser kurdan hatiye axaftin, xuya dike ku kurdan ji kevnegelên #Mezopotamya#yê ne û ji despêka hebûna xwe de di nav şer û cengan de ne, serî jî ji kesên desthilatdar re ne tewandin.
Ji xwe dîroka imperatoriya Mîtanî vedigere 1500 B.Z li dij desthilatdarî, zilm û zordariyê derketin, ji xwe jî wekî tê naskirin. Mîtanî li dij Aramiyan û Çanda el Ubeyd derketin û serî hildan.

DI DÎROKÊ DE #NAVÊ KURD#
Her gelek ji gelên cîhanê bi navekî tên naskirin, ku navên gelan nîşana hebun, çand, ziman û dîroka wan in, tevî ku ti teoriyeke rasrerast derbarê koka navê van gelan de tune ye. Ev nav bi mercen jev cuda û têvel (cuda, cihê) hatine çespandin, ku hin gel bi navên ku wan xwe bi xwe li xwe kirine tên naskirin, lê hin jî bi navên ku gelên din li wan kirine têne naskirin, lê belê nêrîn derbarê navê gelan de jev cuda dimîne.
Navê kurd jî ji mercên bi navlêkirina gelan nedûr e ku ev nav vedigere salên dawiya 5000 sal û despêka 4000 sal B.Z. Kurd jî neteweyeke ji kevntirîn neteweyên ku li Mezopotamyayê bi cih bûne, ziman jî dikeve beşê zimanê Hind-Ewrûpî beşa zimanê Hind-Aryen Ji wan re gelê Arî tê gotin.
Ji bo civaka Kurd, navên cur be cur hatine bikaranîn “Horît, Horî, Gûtî, Kasîtî, Kir, Kurî, Kurtî, Kardonyas, kardoka û Kardoxî” di bîngeha peyva Kurdistanê de peyva “Kur” a herî zêde cih digire; çimkî di zimanê Somerî de “Kurtî” dibe du beş, “Kur” wateya çiya digre, “Tî ” pêvekeke wateya girêdanê nîşan dike. Kurtî = Gelê Çiyayî.
Di vî alî de jî xuya dike, ku têgîna navê Kurd ji cem Someran de destpê kir û Someran yekemîn gel an dewlat ku ev têgîn bikar aniye, di çarhezarsaleya berî zayînê de, di serdema nivîsandina wêneyî ya berî nivîsa mîxî de. Di nîvê sêhezarsaleya berî zayînê de Somer û Akadan bi têgînên wisa li Kurdan dimeyzandin (Sobîr, Sobarto, Sobartîm, Şîbaro û Şîmalya) bi wateya Welatê bilind ê sar, li bakurê Somer û Akadan.
Ev têgîn di deqên someran de bi awayê MAT- (KUR-DA-KÎ). Di aliyê nivîsa wêneyî de jî bi awayê wêneya sêgoşe li gel hev û wêneya ling bi awayê tîpa “L” hatiye dîtin, ku wêneya “sêgoşeyan” tê wateya “çiya” û wêneya ling jî tê wateya “Stan-State” ku her sê goşe bi awayê “Kur” dihate xwendin û ling “L” bi awayê du-tî dihate xwendin, bi vî awayî gotin wisa dibe “KUR-TΔ “KUR-DU”. Tê wateya gelê çiyayî.
Nivîskar Sen Martin di bîranînên xwe yên dîrokî û erdîngarî de wiha dibêje: “#Welatê Korde#’în, di dema kevin de bi welatê Kurd-Cîx dihat naskirin”.
Ji xwe di destpêkê de û berî Mîtanî û Medan pir imperatoriyên din hebûn, ew jî ev in:
Hûrî 6000- 3000 B.z
Gûtî 2700- 2250 B.z
Lûlû 2800- 2190 B.z
Qasîtî 1900- 1207 B.z
Mîtanî 1800- 1250 B.z
Naîrî 1302- 900 B.z
Ûrartî 900- 606 B.z
Med 655- 530 B.z
Mîtan an jî wekî tê gotin Mîtanî
Gelê Kurd li ser jiyana siyasî di çerxa 16′ an bi navê Mîtaniyan ên ku wekî beşekî ji gelê Kasî ye derketin qadê.
Yek ji çarem şahînşahiya di wê demê de bû (Misrî, Hîtî, Karoxî û Mîtanî), li gor ku Sêr Kîng nivîskarê pirtûka (Dîroka Babil) dibêje: “Ku Mîtanî beşek ji beşên gelê Kasî ye”. Lê li gor ku di pirtûka (Gelê Mezopotamya) de hatiye “ku beşek ji beşên gelê Sobarto ye”.
Navê Mîtanî navekî taybet bi malbata ku serwerî di wê demê de dikir dihat gotin, navê Sobarî ji gelên ku di bin serweriyê de jiyan dikin û bajarên wan jî bi navê (Xanî-Galbat) dihatin naskirin.
Dewleta Mîtanî di sala 1500 – 1360 B.z jiyaye, hin jêderên din dibêjin ku di navbera 1800 – 1250’î de jiyaye. Sînorên dewletê ta nêzî Helebê çûbû, paytext “Waşûkanî” bû.
Sîstema serweriyê bi awayê Qiraltî bû. Ziman jî, zimanê Hûrî bû, bi çand û zimanê Hûriyan pir bandor bûbûn. Padîşahên wan: Kîrata 1500 B.z û Şatuara 1300 B.Z
Qiraltiya Mîtaniyan ji bajarê Qargamêş ê peravên Çemê Firatê dest pê dikir, Xabûr û Belih dorpêç dikir, ta Nisêbînê li rojhilatê bajarê Bedlîs, li bakur Xerpût û Meletî û li aliyê başûr jî Heleb û Kerkûk digirt nava xwe. Konfedrasyona Mîtaniyan, ji gelek êl û mîrnîşeyên Kurdan pêk dihat. Ji xwe jî wekî paytext bajarê Waşûkanî-Serêkaniyê ji xwe re kiribûn paytext.
Ji xwe berî ku dewleta Mîtanî ava bibe, gelên wan deveran di nav dewleta Hûrî de jiyan dikirin, lê çîna serwer ji gelên Hind-Aryen bûn ên ku bi navê Mîtan di çerxa 20’an B.z de derbasî herêman bûbûn, bi çand û zimanê Hûrî bandor bûn, di çerxa 16’an de dewletek ku sînorên wê ji çiyayê Araratê ta deryaya Spî avakirin û bi navê dewleta Mîtanî hat nas kirin.
Tê gotin ku sedema pêşketin û serkeftina Mîtaniyan, ji ber karanîna hesin, afirandina amûrên çandiniyê ji hesin û afirandina çekên nû, ev jî bû sedema berhemdayîn û firehbûyîna xaka çandiniyê, ev jî bû sedem ku fiyetên metiryalên tê çandin arzan bibe.
Dewleta Mîtanî piştî kuştina padîşahê Hîtîtan Morşîliyê yekem ê ku di 1620’an hat ser desthilatê. P iştî vê yekê tevlîheviyên leşkerî di navbera Hûrî-Mîtanî û Hîtîtan de derketin û pir bûn.
Li gor ku hin jêderên Hîtîtan dibêjin ” Ku çar qiralên Hûriyan hebûn, hemû navên wan navên Arî bûn”. Dibe ku têkildarî di navbera Hûrî û Mîtaniyan de yên ku ji Başûr Rojholatê derya Qezwîn hatine hebe; ji ber ku Hûrî jî di çiyayên Zagrosan de bi cih bûbûn, ku bajarên di bin serweriya wan de Aşûr, tevî ku padîşahên Aşûran jî di çerxa 14 – 15 de hebûn, lê ew girêdayî Mîtaniyan bûn wekî Aşûr-Rabî û Aşûr-Nadîn, li gor hevpeymana di navbera padîşahê Mîtanî Mîta-Waza û padîşahê Hîtî Şobîloloma, ji vê jî girêdana Aşûr bi Mîtan ve xuya dike, dema ku padîşahê Mîtaniyan deriyek ji zêr û zîv ji şahînşahiya Aşûriyan anî û li ber deriyê avahiya xwe ya li paytext Waşûkanî danî. Li gor ku tê gotin, ku bandora zimanê Hûriyan li ser Mîtaniyan pir xurt bû, têgînên Arî jî derbasî nav zimên bû wekî navên zaniyaran, xwedawendan û têgînên ku bi kedîkirina hespan ve girêdayî ne.
Mîtanî di aliyê kedîkirin û bikaranîna hespan di cengan de pir xurt û navdar bûn, erebeyên cengan ên ku li ser du dolaban dimeşe jî afirandin e, ev bû sedema pêşketinên herî mezin û girîng di nav dewletê de, ev teknîk li hemû Rojhilata kevin û Misrê belav bû, kesên siwar û şofêrên erebeyan bi navê “Mariyana” dihatin naskirin.
Hîtît ji dewleta Mîtanî pir enirî bûn û mafê jiyaneke azad û aram ji Mîtaniyan re nehiştibûn, padîşahê Hîtît Xitoşîtî di 1560’î de opersiyonek leşkerî bir ser şahînşahiya Alalaxê ya Mîtaniyan ku li Rojavayî bajarê Helebê dikeve û bi temamî xerakir û ber bi Urşîm ve çû, ji ber berxwedana xurt a Mîtaniyan bi bin ket û paşde vegeriya, Mîtanî jî ji qonaxa berxwedanê derketin û derbasî qonaxa êrîşê bûn. Di rapora qesra Hîtî de û li ser zimanê Xitoşîlî hatiye gotin:” Dijminê Hûrî yê ji (Xanî-Galbat) hatiye, derbasî bajarên min bûn û ji bilî paytextê Xatoşa ti tişt nema”.
Xitoşîlî, carek din êrîş bir ser Alalaxê û çiyayê Amanos derbas kir û ber bi bajarê Xeşo ve çû, talan û xera kir û berê xwe, da Çemê Burena derbas kir û ber bi Xêpat û Perestgeha Rojê ya Hîtîtan li bajarê Arîna (Tirkî).
Di serdema Morşîlî de bajarê Helebê hat dagirkirin, ev jî wekî derbeyek xurt li Mîtan ket, lê belê Mîtaniyan careke din bajar vegerand, di dawiya çerxa 16’an de bajarê Kîzofitina (Adenê) ji Hîtîtan qut bû û lawaz bûyîna wan derket, di encamê de ol û çanda Hûrî-Mîtanî belav bû.
Di serdema padîşahê Mîtanî Berterna de 1470 B.z, Rojavayî Feradê, Heleb û Alalaxê kete bin kontirola Mîtan de, di 1458’an de Feronê Misir Tehotmesê 3ê yem, operesiyon li mîrnîşeyên Sûrî kir û bi taybet ji aliyê çandî ve; çimkî piranî bi zimanê Hûrî diaxivîn, şer li nêzî bajarê Mejdo-Filestîn derket, hevpeymana Sûrî bi alîkariya Mîtaniyan û rêvebertiya padîşahê Qadiş çêbû.
Aşûrî ta ku berfirehbûna Mîtaniyan rawestînin, bi Misir re hevpeyman dan avakirin û aîkariya rewanî pêşkêş kirin, Feronê Misir jî zêr û zîv ji padîşahê Aşûriyan (Aşûr-Nadîn) re dişand.
Di serdema padîşah Sawşteter ê Mîtanî 1420′ an de yekîtiya şahînşahiyê ji nû ve avakir û Mokîş, Ogarêt, Heleb û Adene vegerand.
Di serdema Artetma yê yekem de hevpeyman bi Misir re jî avakir di salên Eminhotibê duwm 1400-1428’an de û hevpeymana Aştiyane hat avakirin.
Li ser vê yekê Eminyofîş bi keça Artetma yê yekem re şû bû û Homs bû sînorê her du dewletan.
Di serdema Şertirna 1380 B.z de, têkeliyên siyasî xurtir bûn û keça wî Gilo-Xeba bi Tehotmisê çarem re şû bû, bi wî re Tehotmisê 3ê yem anîn dinê û peykerê Xwedawend Astar şand Misir ta ku Feron rehet bibe.
Piştî mirina Şiterta, kurê wî Tuşreta rêveberî bi dest xist, paşê yek bi navê Artetma yê duwm derket û bi Hîtîtan re hevpeyman çêkir, piştî wî kurê wî Şiterna yê 3êyem hat, di vê serdemê de Adene ji Mîtan qut bû û padîşahê wê Şûneşîra bi padîşahê Hîtî Toxaliya yê duwem re hevpeyman kir.
Rêvebertiya Mîtaniyan, di serdema padîşahê Aşûran de (Aşûr Nasir Bal) dawî lê hat, Aşûriyan hêdî hêdî dest danîn ser hemû gund, bajar û hemû tiştên din.
Tê gotin ku Mîtaniyan beşek ji Isra’îliyan di bin rêvebertiya xwe de 8 salan hiştin, tevî vê jî pir beşên mezin ji Kurdistanê, bajarên Aşûr û Arefa jî di dest Mîtaniyan de bûn. Lê di serdema “Koşan Rîs Asayim” de dewlet lawaz bû û Hîtîtan ev derfet bi dest xistin û bernedan, Rojavayî Feradê dagir kirin, Misriyan jî Bakurê Sûryê dagir kirin û padîşahê Aşûriyan Tîglat Bilser jî bajarên Rojhilat girt, di serdema Aşûr Nasir Bal de tiştê Mîtaniyan ên ku mabûn, ew jî çûn û dewlet hat hilweşandin.
Di sala 1290′ î de Hîtît û Mîtanî di cengê de li dij hev sekinîn û di encamê de Mîtanî bi bin ketin û Hîtî û Misrî tenê man, paşê li nêzî Qadiş şer di navbera Hîtîtan û Misriyan de derket û bi hevpeymanekê û şûkirina Remsîsê duwem bi keça Hîtî re dawî li şer hat.

Dumahî
Li gor lêkolînê xuya dike, ku dîroka kurdî, dîrokek pir dewlemend, xurt, dêrîn û dagirtî ye. Lê mixabin tevî vê xurtbûn, dewlemendbûn û dagirtinê, ewqasî rastî xiyanetê jî bûye û di xiyanetê de derbas bûye.
Gelek caran bi xiyaneta hundir xwe bi xwe ve, wekî xiyaneta Harbakos bi Astyag re û xiyaneta di nava Mîtaniyan de çêbû.
Divê ku, em ji vê dîroka xwe sûdê werbigrin û ji hemû şaşîtiyan fêr bibin ku carek din, em hewl bidin di wan re derbas nebin û ta ji me bê jî divê ku em van şaşîtiyan rast bikin.
Divê ku çavê gelê me li ser dîroka me vebe û dîrokê bi temamî nas bikin, ta ku her kes, xwe ji mirovên mîna Harbakos biparêze.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 691 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | welat-press.com
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 4
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 16-07-2022 (2 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: لێکۆڵینەوە
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 96%
96%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 21-10-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 22-10-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 21-10-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 691 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.143 KB 21-10-2022 سارا کس.ک.
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
ژیاننامە
هومایۆن عەبدوڵڵا
ژیاننامە
شەرمین وەلی
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
وێنە و پێناس
چوار گەنجی گوندی پێباز لە کەلار ساڵی 1987
ژیاننامە
بەناز عەلی
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
کورتەباس
گۆرانی میللی کوردی
پەرتووکخانە
گریمانی ئەوەی بەڕاستی ڕویدا
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
پەرتووکخانە
یادەوەری خۆشەویستیەکی کۆپی کراو
وێنە و پێناس
سێ گەنجی کەلار لە بەغدا
وێنە و پێناس
چوار گەنجی شارۆچکەی شێخان ساڵی 1999
پەرتووکخانە
دێڕگەلێک لە نەقڵ و عەقڵ و هزردا
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
ژیاننامە
سەفیەدینی ئورمی
ژیاننامە
عەبدولکەریم بەرزنجی
کورتەباس
شای بازان
کورتەباس
چەکخانە ژەهرینەکان
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
کورتەباس
یادە زیندووەکان
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
ژیاننامە
مهناز کاوانی
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
کورتەباس
لەبەردەم ئاوێنەکەدا
وێنە و پێناس
گەنجانی گوندی نەیبەسەرەی شارەدێی شوان ساڵی 1983
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
کۆمەڵێک لە گەنجانی هەولێر لە هاوینەهەواری شێرەسوار ساڵی 1995
پەرتووکخانە
شانۆگەری دونیا

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
دانا جەلال
03-10-2010
هاوڕێ باخەوان
دانا جەلال
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...)
یادنامە
16-12-2021
هاوڕێ باخەوان
یادنامە
ژیاننامە
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
05-01-2022
ئاراس ئیلنجاغی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
ژیاننامە
سامان عوسمان دەروێش
14-04-2023
سەریاس ئەحمەد
سامان عوسمان دەروێش
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
فەیروز ئازاد
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
دێڕگەلێک لە نەقڵ و عەقڵ و هزردا
27-04-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شانۆگەری دونیا
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
یادەوەری خۆشەویستیەکی کۆپی کراو
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
گریمانی ئەوەی بەڕاستی ڕویدا
26-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
هاوینەهەواری سۆلاڤ ساڵی 1992
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
هەڵپەڕکێی تیپی مۆسیقای سلێمانی ساڵی 1975
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
پیرمام - سەڵاحەدین ساڵی 1953
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێکی بووک گواستنەوە لە حەسەکە، ڕۆژاوای کوردستان ساڵی 1995
26-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێکی تایبەت لە باکووری کوردستان ساڵی 1992
26-04-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 517,439
وێنە 105,704
پەرتووک PDF 19,160
فایلی پەیوەندیدار 96,447
ڤیدیۆ 1,307
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
ژیاننامە
هومایۆن عەبدوڵڵا
ژیاننامە
شەرمین وەلی
پەرتووکخانە
ڕۆمۆلۆسی گەورە
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
وێنە و پێناس
چوار گەنجی گوندی پێباز لە کەلار ساڵی 1987
ژیاننامە
بەناز عەلی
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
کورتەباس
گۆرانی میللی کوردی
پەرتووکخانە
گریمانی ئەوەی بەڕاستی ڕویدا
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
پەرتووکخانە
یادەوەری خۆشەویستیەکی کۆپی کراو
وێنە و پێناس
سێ گەنجی کەلار لە بەغدا
وێنە و پێناس
چوار گەنجی شارۆچکەی شێخان ساڵی 1999
پەرتووکخانە
دێڕگەلێک لە نەقڵ و عەقڵ و هزردا
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
ژیاننامە
سەفیەدینی ئورمی
ژیاننامە
عەبدولکەریم بەرزنجی
کورتەباس
شای بازان
کورتەباس
چەکخانە ژەهرینەکان
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
کورتەباس
یادە زیندووەکان
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
ژیاننامە
مهناز کاوانی
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
کورتەباس
لەبەردەم ئاوێنەکەدا
وێنە و پێناس
گەنجانی گوندی نەیبەسەرەی شارەدێی شوان ساڵی 1983
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
کۆمەڵێک لە گەنجانی هەولێر لە هاوینەهەواری شێرەسوار ساڵی 1995
پەرتووکخانە
شانۆگەری دونیا

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.296 چرکە!