ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,458
画像 106,569
書籍 19,266
関連ファイル 97,112
Video 1,391
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
ʹDema çekên kîmyewî li dijî Kurdan tên bikaranîn, civata navneteweyî lal dibe'
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ʹDema çekên kîmyewî li dijî Kurdan tên bikaranîn, civata navneteweyî lal di...

ʹDema çekên kîmyewî li dijî Kurdan tên bikaranîn, civata navneteweyî lal di...
Serokê Enstîtuya Lêkolînan a Kurdî Nîhad El Qadî têkildarî dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî ku li dijî Kurdan bi kar tîne got, dema ku çekên kîmyewî li dijî Kurdan tên bikaranîn civata navneteweyî, qanûn û rêxistinên wê kor, kerr û lal dibin.
Dewleta Tirk a dagirker ji 23'ê Nîsana 2021'an ve êrişên qirkirinê li dijî herêmên #Başûrê Kurdistanê# pêk tîne û hemû cureyên çekên pêşketî û çekên qedexekirî bi kar tîne.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji sala 2017’an ve li dijî Hêzên Parastina Gel (#HPG#) bombeyên nukleerî yên taktîkî bi kar tîne.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) roja 18’ê Cotmehê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne eşkere kirin û got ku dewleta Tirk a dagirker ji 14'ê Nîsanê û heya 14'ê Cotmehê ve 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anîne.
Têkildarî mijarê serokê Enstîtuya Lêkolînan a Kurdî û çalakvanê hiqûqî Nîhad El Qadî ji ajansa me re axivî.
Nîhad El Qadî bi bîr xist ku ev ne cara yekem e ku li dijî gelê Kurdistanê, şervanên partî û hêzên neteweyî yên Kurdistanî yên ku parastina mafên gelê Kurdistanê dikin, çekên kîmyewî tên bikaranîn û diyar kir ku rejîma Sedam jî di salên 70 û 80ʹê yên sedsala 20'an de çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî sivîlên Başûrê Kurdistanê bi kar anîn û jî Helebce jî mînak e.
ʹBÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ NÎŞANEYA DURÛTIYÊ YEʹ
El Qadî îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: Em di sedsala 21'an de ne û em dibînin ku rejîma Tirk û cendirmeyên wê li çiyayên Qendîlê û Metîna, Serêkaniyê û Efrînê li Kurdan, çi sivîl bin û çi jî şervan bin, didin. Mixabin li herêmên ku bi çekên giran ên qedexekirî tên bombebaranirin gelek şehîd û birîndar ên Kurd û yên ji neteweyên din wekî Suryan û Asûr çêdibin. Di êrişa vê dawiyê ya dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî de 17 şehîd çêbûn. Mixabin tevî ku qanûnên navneteweyî, qanûnên mafên mirovan û qanûnên bikaranîna çekên qedexekirî tên binpêkirin, civata navneteweyî dengê xwe nekir û tu helwest nîşan neda. Ev bêdengî nîşanek zelal e ku cîhan du pîvanên hiqûqî yên cuda bi kar tîne. Em dibînin heger çekên asayî ji aliyekî hinekan ve tên bikaranîna cîhan rexne û şermezar dike. Lê li hember mezintirîn binpêkirinên navneteweyî, bi taybet ên li dijî Kurdan bêdeng û xemser e. Me ev yek di dema êrişa Sedam a bi gaza xerdelê ya qedexekirî ya li ser Kurdan dît.
El Qadî destnîşan kir ku hêzên navneteweyî ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn ve bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kirine û got: Armanca bikaranîna çekên kîmyewî pêkanîna jenosîdê li dijî pêkhateyekê, an gelekî an jî mezhebekî ye. Ji wê zêdetir ev çek bandorê neyinî li jîngeh, erd, sewal û nebatan dike. Ev çek kujer in û bandorên wê yên neynî heta demeke dirêj dewam dike ku zêdetirî 20 salî derbas dike.
ʹBÊDENGÎ ÇANDA DEMOKRASIYÊ YA SEQET NÎŞAN DIDEʹ
Serokê Enstîtuya Lêkolînan a Kurdî Nîhad El Qadî bal kişand ser durûtiya hêzên navneteweyî ya di mijara Kurdan de û wiha got: 8 meh in cîhan bi şerekî mezin ê di navbera Rûsya û Ukraynayê de mijûl e ku di encamê de pirsgirêkên mezin derketine. Ji wan pirsgirêkan parçebûn çêbûn; hinek alî destek da Rûsyayê û hinek jî li dijî wê derketin. Her wiha qeyranên enerjiyê yên wekî gaz, petrol û pirsgirêkên din ên xwarinê û bihabûn jî heye. Vê yekê jî welatiyên cîhanê xistiye nav rewşeke nerehetiyê û di bin gefên birçîbûn, xizanî û tirsa hatina pirsgirêkên enerjiyê û sermaya dijwar de be ku dibe ji ber vî şerî derkevin. Lê hemwextî ku ev rewş bi awayê ku me behs kir xirabtir dibe, em dibînin ku tirs û xofeke din a kujer dikeve rojeva welatên cîhanê û parlamentoyên wan, ew jî tirsa rûdana şerê nukleerî ye. Sedema vê yekê ew e ku nakokiya di navbera dewletan de gihiştiye asta jor, hezkirina ji hegemonî û kontrolkirina li ser yên din zêde bûye. Her kes gefa bikaranîna çekên kîmyewî, biyolojîk û nukleerî dixwe. Ji ber wê jî em dibînin ku piraniya dewletên cîhanê bi dengê herî bilind diqîrin da ku çerxa tirs şerê bi çekên kujer ên qirker rawestînin. Cîhan bi her awayî hewl dide ku nakokiyên di navbera dewletên mezin de kêm bike da ku ziyan û hejmara kuştiyên ku dibe ji ber bikaranîna çekên kîmyewî çêbibin, kêm bike. Mixabin, em vê helwesta cidî ji aliyê dewletên cîhanê, welatên mezin ên ku behsa qanûnên mafên mirovan dikin û yên ku qanûnên navneteweyî yên qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî dişopînin, nabînin. Her wiha em ji van dewletan rexne, redkirin û gotinek li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî Kurdan û partiyên kurdî yên ku daxwaza mafên xwe yên rewa dikin nabihîzin.
Ev durûtiya di nêzîkatiyên mirovî de helwesteke bi êş û wêneyeke zelal dide me ku cîhan di qanûnn mafên mirovan û qanûnên çekên kîmyewî de durûtiyê dike. Ev durûtî cihê şermezariyê ye. Her wiha duristnebûna wan di biryarên wan de, bi taybet biryarên têkilîdarî mafên mirovan û gelan îsbat dike. Dibe ku cîhan li gelê Kurd wekî ku gelek di asta duyemîn an sêyemîn de ye dinêre. Ev pêkenokek ji pêkenokên siyasetmedaran di sedsala 21ʹê de ye, her wiha çanda demokrasî ya seqet nîşan dide. ʹHEWL DİDİN Bİ HEMÛ RÊBAZAN RASTİYÊ VEŞÊRİNʹ
El Qadî bal kişand ser serdana şandeya Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê (IPPNW) ya li Başûrê Kurdistanê ku 20-27'ê Îlona borî pêk anîbû û wiha got: Şandeyek ji Yekitiya Bijîşkan a Navneteweyî ya li Dijî Şerê Atomê ya Swîsre û Almanyayê di 20-27’ê Îlona 2022’an de bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li Başûrê Kurdistanê piştrast kir. Belgeyên bihêz û piştrastkirî yên bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gelê Kurdistanê pêşkêş kirin. Lê mixabin kesî guh neda banga bijîşkan û rê ji wan re nehat vekirin. Berevajî vê yekê, hemwextî hebûna şehîd û birîndarên ku der barê wan de bêdengkirin nedibû, bi awayên curbecur hewl dan ku vê rastiyê veşêrin. Mixabin civata navneteweyî jî tu gav neavêt û wek her carê bêdeng ma. Bêdengiya li hember qetilkirina bi plankirî ya bi çekên qedexekirî, diyardeyeke bi guman e û ji bo civata navneteweyî ku li hember rastiyê bêdeng e, şermezarî ye.
ʹÇALAKVANÊN HIQÛQÎ DÊ LI HEMBER BÊDENGIYA OPCW BÊDENG NEMÎNINʹ
El Qadî bal kişand ser erka Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û wiha got: Gelek helwestên giring ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) tên xwestin, eger bi rastî jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî be û ne amûreke din a henekpêkirina li ser gelan be, divê bi koma bijîjkên ku serdana herêmê kirine û belgeyên bi dîmen û delîlên bikaranîna çekan ji aliyê dewleta Tirk ve pêşkêş kirine re, têkilî deyne. Ger wiha nebe, dê nav û helwesta xwe ya qanûnî winda bike, ji ber ku çalakvanên hiqûqî dê li hember bêdengiya OPCW bêdeng nemînin.
El Qadî diyar kir ku eger OPCW bêdeng bimîne dê çalakvanên hiqûqî dibe ku bi awayekî neyinî be li dijî wê tevbigerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: Lê ew cesaret nake ku qanûnan bicih bîne û dibe ku sedem yek ji wan sedemên ku min li jor behsê kir. Dibe ku destê Tirkiyê ya dîktator a hegemon li ser rêxistinê hebe. Me ev yek jî di salên berê de dît, dema ku li hember bombebarankirina bajarê Helebçe bi çekên kîmyewî ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve bêdeng bû. Vê yekê jî hişt ku çalakvan berê xwe bidin bazirgan û kompaniyên ku gaza xerdelê şandine Iraqê û bi awayek ji awayan zext li ser wan dewletan kirin. Di encama vê yekê de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî tişta ku li Iraqê hat serê Kurdan nas kir û hin bazirgan û şîrket hatin darizandin. Ger civata navneteweyî bêdeng bimîne, îro pêdiviya me bi nêzîkatiyeke bi vî rengî heye.
ʹDI NAVBERA DÎKTATORIYAN DE TI FERQ NÎNEʹ
Nîhad El Qadî li ser astengiyên ku derketin pêşiya şandeya IPPNWʹê dema serdana Başûrê Kurdistanê kir wiha got: Tu agahiyên min li ser vê astengkirinê tune ne, lê eger wisa be ez dibînim ku helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê ya astengkirina serdana bijîşkan a ji bo malbatan ne li gorî armanca partiyê û helwesta wê ya li ser doza Kurd û parastina wê ye. Ev helwestek ne rast e û ne dîplomatîk e, bi vî awayî nîşan dide ku ew piştgiriyê dide rejîma Tirk. Ev partî jî mîna cîhanê li hemberî rastiyê bêdeng e. Lê belê ji ber ku partiyeke Kurd a pêşeng e li herêmê ye divê li biryarên xwe vegere û rêya xwe ya ber bi Kurdiayetiyê ve rast bike. Nexwe ew jî dê bêdeng be û wê rastiya ku Kurdan bi çekên kîmyewî qetil dikeveşêre, mîna ku di dema Sedam ê zalim de endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê hatin qetilkirin, tu cudahî di navbera dîktatoriyan de nîn e.
ʹDEWLETA TIRK BI ÇEKÊN NATOYÊ ÊRIŞÎ KURDAN DIKEʹ
Serokê Enstîtuya Lêkolînan a Kurdî û çalakvanê hiqûqî Nîhad El Qadî diyar kir ku dosyaya çekên kîmyewî û gazên jehrî yên ku li qada navneteweyî qedexe ne êdî nayê qebûlkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: Ev çek pir caran ji aliyê dewleta Tirk ve çi li Çiyayê Qendîlê û çi li Metînaye be tên bikaranîn. Mixabin em bêdengiya civata navneteweyî li ser vê yekê dibînin. Dewleta Tirk çekên NATO'yê li dijî Kurdan bi kar tîne. Ji ber vê yekê ez bi xwe pêwîstî dibînim ku NATO ji bo rawestandina bikaranîna çekên xwe li dijî hêzên kurdî de gavekê biavêje û eger nebe wê NATO jî bi heman tawanê were sûcdarkirin.
ANHA [1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,359表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://hawarnews.com/
リンクされたアイテム: 8
グループ: 記事
Publication date: 22-10-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: レポート
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 92%
92%
は、 ( ئاراس حسۆ 22-10-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 22-10-2022
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 22-10-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,359表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,458
画像 106,569
書籍 19,266
関連ファイル 97,112
Video 1,391
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.391 秒(秒) !