ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,999
画像 106,398
書籍 19,240
関連ファイル 96,837
Video 1,376
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mehmed uzun

Mehmed uzun
Îbrahîm Seydo Aydogan
Ji nifşê salên 70’î ku endamên wê ji rêxistinên cur bi cur dihatin, bi çûyîna Ewropayê re û bi dîtina serbestiya zimanê kurdî ya li wan welatên penaberiyê, nifşekî wêjeyî peyda bû. Vî nifşê nû, kurdî berî hertiştî wekî qada terapiya xwe dît. Wekî darên ku ji rehên xwe veqetiyayî, hemûyan xwe li zimanê kurdî girt. Komele, weşanxane, rojname û sazî û dezgehên ku li Swêd û Almanya û Fransayê hatin avakirin, her wiha bûn qadên wiha ku dengê kurdan di ser wan re gihîşt civaka derve jî.
Çapkirin û #nivîsandina kurdî# ya ku bi rojnameya Kurdistanê ve dest pê kiribû, di ber qutbûyînan re be jî, kevneşopiyeke çalakiya nivîsê da avakirin. Vê kevneşopiyê, çîroka Fuadê Temo û piyesa Evdirehîm Rehmiyê Hekarî ji me re hiştibû û rê li ber peydabûna heyama Hawarê ava kiribû. Nivîs êdî çalakiyek bû di qada kurdî de.
Li welatên Ewropayê kurdî ne qedexe bû û bi ser de nivîskar û rewşenbîrên kurd dihatin teşwîqkirin jî. Alîkariyên darayî û bûrsên xwendin û nivîsandinê didan kurdan. Di nava van şert û mercan de, nifşê siyasî yê salên 70’î veguherî ser qada nivîs û wêjeyê. #Mehmed Uzun# baştirîn mînaka vê veguherînê bû.
Ji endametiya siyasî, Mehmed Uzun bala xwe da ser karên zimanî û wêjeyî. Wekî ku wî bi xwe digot, zimanê ku wî bi kar dianî têrê nedikir ku ew bikare bi dilê xwe ve romanan binivîse. Ne ku kurdî qels bû, lê belê kurdiya ku wî zanîbû qels bû, eynî mîna kurdiya me hemûyan. Lewma Mehmed Uzun du karên baş bi hev re kirin ku îroj qiymetê wê baştir tê fahmkirin.
Ya pêşîn ew bû ku Mehmed Uzun hewl da ku zimanê xwe xurt bike; lewma berê xwe da Hawarê. Di romana xwe ya bi navê “Tu” de, bi taybetî beşên metnên Hawarê rasterast bi kar anîn. Gava ku gazind jê hate kirin jî, di cîh de got “Kurdiya min têra min nedikir, lewma min ji metnên Hawarê îstifade kir”. Dijwar e ku mirov çalakiyeke bi vî rengî bipejirîne, lê sîh û pênc sal bi şûn de, em êdî dikarin bibêjin ku azmûna ku ew tê re derbas bûye, ji xwe karekî bi vî rengî pêwîst dikir.
Mehmed Uzun, ya rast, bi romana “Siya Evînê” ve bû romannivîs. Bikaranîna zimanî, şêwaza vegotina wêjeyî, avakirina lehengan, teknîkên vegotinê, cara pêşîn di vê romana wî de bi rastî û durustî hatin bikaranîn. Me rengên wêjeya cîhanî jî cara pêşîn bi vê romanê ve di nava romana kurdî de dîtin. Gava ku “#Bîra Qederê#” hate çapkirin, êdî tiştekî ku Mehmed Uzun ji me re îspat bikiraya nemabû. Piştî ew qas ceribandinan, eşkere bû ku wî ê romaneke mezin binivîsandaya. Lewma jî, fînala azmûna romannivîsiya Mehmed Uzun romana wî ya piştî Bîra Qederê ye ku navê “Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê” bû.
Ev roman di çîroka wî ya nivîskariyê de gelekî girîng bû. Lewre, cara pêşîn bû ku Mehmed Uzun ji çîrokên gelêrî, ji dîroka rewşenbîriya kurdî û dokumentasyona dîrok û çanda kurdî bi dûr ketibû û êdî berê xwe dabû qada afirandina xwerû a wêjeyî. Di vê romanê de, behsa çîroka du welatan dibû ku jê re digot Welatê Mezin û Welatê Piçûk an jî Welatê Çiyayan wekî wê şanoya Harold Pinter ku wî bi xwe bi civaka kurdî ve dabû nasandin ku navê wê “Zimanê Çiyayan” bû. Bûyera sereke serboriya Baz e, lê em di ber re serboriya Kevokê jî dixwînin ku romanê wekî vegotina du çîrokên paralel datîne ber me. Kevok şervaneke kurd e ku derketiye çiyê, bi brîndarî ketiye destê artêşa welatê mezin. Baz jî bi eslê xwe ve kurd e, eşîr û malbata wî tev hatine qirkirin û efserekî welatê mezin ew ji xwe re kiriye law û bi xwe re biriye. Bi dû re, Baz jî bûye efserekî artêşê û li dijî şervanên ku ji gelê bindest in tev li têkoşîna çekdarî bûye.
Axir, rêya Baz û Kevokê bi vî awayî ve digihîje hevdu. Lê gava ku Baz alî Kevokê dike û hewl dide ku wê ji mirinê xilas bike, biryarê didin ku Baz jî û Kevokê jî bikujin.
Wekî hemû romanên Mehmed Uzun, tevna vê romanê jî ji paşiyê de dest pê dike û hê bi dû re em vedigerin destpêka çîrokên her du lehengan.
Ji aliyê zimanî ve, her çend em şopên romanên wî yên berê tê de bibînin jî, ziman û şêwaza vê romana Ronî mîna Evînê Tarî mîna Mirinê gelekî kamiltir e û mirov di cîh de fahm dike ku romanivîs bi xwe jî êdî bi awayekî şarezatir ve romana xwe ava dike. Tevna wê têkûz, zimanê wê kamil, şayes û diyalog û monologên ku li nava romanê reşandî ne, xurtir hatine avakirin. Leheng bêtir dişibin rastiyê û tevlêbûyîna wî ya li nava çîrokê jî bêtir bi rih û can e. Mehmed Uzun êdî fahm kiriye ku roman karê sebrê ye, lê ne bi tenê karê vegotina serboriyekê ye; lewma pirsa nasnameyê û hebûnê tev li avakirina lehengên xwe kiriye. Baz bi nasnameyeke jibîrkirî ve heye. Kevok bi nasnameyeke wiha ve ku divê ji bo wê biçe serê çiyê û şerî bike, eynî mîna hezkiriyê xwe yê bi navê Jîr.
Di romanê de propaganda nîn e, em şervanan wekî şervan û leşkeran jî wekî leşker dibînin. Di nava van hemûyan de lêgerîna Bazî bi stranekê ve diteqe û berê wê diguhere. Êvarekê gava ku Baz vedigere mala ku Kevok lê hatiye hefskirin, dibihîse ku Kevok stranekê bi zimanê çiyayan dibêje. Tiştin di nava dil û hinavên wî de dilivin. Ji wê kêlîkê û bi şûn ve Baz wê nakokiya dubeytiya nasnameya xwe zelaltir bike.
Ev pirsgirêka ku Mehmed Uzun di takekesiya Bazê wendabûyî de nîşan dide û axir bi zimanê çiyayan, bi zimanê bîra bav û kalan ve wî li eslê wî vedigerîne, esil serboriya hemû nifşê salên 70’î ye jî.
Bi romanivîsiya xwe ve, Mehmed Uzun nîşan da ku, eynî mîna Ehmedê Xanî, romana kurdî ya modern dikare bi awayekî xurtir ve jî were nivîsandin. Em li xwe mikur werin, wêjeya rûsî ji Saqoyê Gogol derketibû, wêjeya kurdî ji saqoyê Uzun derneketibe jî, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku bandora wî li ser hemû nifşê me yê salên 90’î hebû û nikare were înkarkirin.[1]
Ji rojnameya Xwebûnê hatiye girtin
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,025表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://diyarname.com/
リンクされたアイテム: 12
グループ: 記事
Publication date: 17-10-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 小説
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 10-11-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس حسۆ ) på 10-11-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,025表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,999
画像 106,398
書籍 19,240
関連ファイル 96,837
Video 1,376
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.375 秒(秒) !