ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,989
画像 106,398
書籍 19,240
関連ファイル 96,836
Video 1,376
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
KURD DI ÇARENÛSA SEDSALÎ DE NE
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kendal Cûdî

Kendal Cûdî
KENDAL CÛDÎ
Her Kurdek eger îro êrişên dewleta Tirk ya qirker li dijî #Rojavayê Kurdistanê#, tenê di çarçoveya nirxandina rojane û bihaneyên dewleta Tirk de şirove bike, dê bikeve şaştiya dîrokî ya sedsalên din.
Êrişên şeva 19`ê Mijdarê, ku Tirkiyeyê bi bihaneya teqîna li Stenbolê, destpê, rojane herêmên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê heta herêmên Ereban wekî Dêrazorê, dikin hedef. Ev êriş ne tenê ji ber îdîayên dewleta Tirk yên avakirina qaşo “Herêmeke ewle” li başûrê Tirkiyeyê, lê belê mirov dikare wekî berdewamiya “PROJEYA REFORMÊ YA ROJHILATÊ ANATOLYAYÊ” binirxîne, wek ku Hisên Cemo, nivîskarê NKL`ê şîrove dike û di gotarên xwe yên bi zimanê erebî de kûr li ser disekine.
Lê Bedran #Çiya Kurd# Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, têkildarî babetê dibêje, Tirkiyeyê bê gûman ne bi hinceta ewlekariya xwe ya neteweyî dixwaze herêmeke ewle ava bike û wiha dewam kir:”ji xwe herêma ewle ew projeyekî dagirkirinê ye û planeke ji bo tevlêbûna herêmên ji dewletên cîran wekî Sûriyê û Iraqê nava axa Tirkiyeyê ye. Tirkiyeyê bi vê yekê dixwaze çarenûsa Kurdan bixe in destê xwe, piştî ku dît li Sûriyê û Iraqê guhartinên giring ên der barê doza kurdî çêbûn. Her wiha projeya herêma ewle, bihaneyeke ji bo tunekirina hebûna Kurdan, lewra Tirkiyeyê hebûna dîrokî ya Kurdan wekî gefekê li ser ewlekariya xwe dibîne, ji ber ku Tirkiyeyê eger hebûna Kurdan qebûl bike, tê wateya tunebûna komara toranî. Lê em bi awayekî din lê binêr in, hebûna tirkî li gorî siyaseta heyî, gefekê li ser gelê me çêdike û tiştên ku niha li herêmên dagirkirî rû dide, isbata zelal a vê yekê ye.”
Li “herêma ewle” çi çêdibe?
Her wiha Çiya Kurd behsa tiştên ku li herêmên dagirkirî çêdibin kir ku qaşo Tirkiyeyê wekî herêmeke ewle binav dike û dibêje:”Di dîrokê de û heta roja îro em li herêmên ku Tirkiyeyê dagir kirine binêrin, çiqas tevlîhevî têde heye, gelo kanî herêma ewle? Herêma ewle ya ku Tirkiyeyê behs dike, çete, terorîst, kuştin, revandin, binpêkirin, guhartina demografî û revandina jin û kesên temen mezin têde hene. Armanca Tirkiyeyê ne tenê Kurdan in, lê belê hemû pêkhateyên din Ereb, Xirstiyan û hwd. Tirkiyeyê tiştê ku dixwaze li vê herêmê bike, dûbarekirina tiştên ku berê di serdema Osmaniyan de hatiye kirin, ew jî rêzeqirkirin li dijî Kurdan li Torabidîn û Amed û her wiha komkujiyên derheqê Ermen û Ereban li Lîbya û çolistana erebî. Sûriyê niha navenda van armancên Tirkiyeyê ye û ji Sûriyê, Tirkiyeyê dixwaze polîtîkeyên xwe derbasî herêmî û navdewletî jî bike.”
Armanc û sedema êrişan; Stratehiya sedsalan a Tirkiyeya nûjen
Her êrişek an jî planeke Tirkiyeyê, bê vegera li dîroka Tirkiyeyê ya nûjen û planên ku ji bo qirkirina Kurdan ji sedsalî ve amade kirine, wê kêm bimîne. Yek ji mînakên zindî yên projeya qirkirina Kurdan”Referoma Rojhilatê Anatolyayê”. Lîderê Kurdan yê dîlgirtî Ebdullah Ocalan di hevdîtina xwe yên bi parêzerên xwe di 2011`an de, bal kişandibû ser vê projeyê û gotibû: Pêvajoya valakirina herêmê ji Kurdan ne tenê li Serhedê pêk hat, lê belê ev polîtîka li Malîtiya, Elezîz, Adiyeman, Eyntab û Mereşê jî pêk anîn. A rast ev polîtîka li hemû herêmên rojavayî Çemê Firatê pêk anîn. Ev planeke hevgirtî û berfireh e. Her wiha, ev plan heta 100 salan hatiye amadekirin. Bê ku ev kiryar werin dîtin, ne pêkan e roja me ya îro werin fêmkirin û ne pêkan e ku siyasetê bikin.”
Ji vê yekê mirov armanca AKP-MHP`ê ya dagirkirina Kobanê, fêm dike. Hevkariya faşîzimê ya AKP-MHP`ê çawa ku li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê herêmên rojavayê çemê Firatê bi êriş û planên cûr bi cûr ji Kurdan vala kirin, niha dixwaze li rojhilatê Firatê vê planê dewam bike. Ji xwe Erdogan beriya niha bi çend rojan, bi awayekî eşkere ragihand ku ew dixwazin Kobanê, Til Rifet û Minbicê dagir bikin. Erdogan niha dibîne ku ev hersê herêmên navborî û nexasim Kobanê, li pêşiya plana wî ya qirkirina Kurdan li rojhilatê Firatê sekinî ye.
Siyasetmedarê Kurd Bedran Çiya Kurd bal kişand ser sedemên êrişên Tirkiyeyê û ev nirxand ji NKL`ê re kir:”Gelek sedemên dîrokî û stratejî hene ku Tirkiyeyê êriş bike, hin ji wan sedeman girêdayî guhartinên ku niha li Tirkiyeyê û herêmê û tevahiya cîhanê rû didin. Pir normal e ku rejîma zordar û dîktator ku li ser esasê îdeolojiya toranî û înkarkirinê rabûye, dijberiya hemû hêzên ku banga guhartina demokratîk dikin, bike. Ev jî stratejiya sedsalan ku li gorî wê komara Tirkiyeyê ya nûjen hate avakirin. Ji aliyekî din ve jî, komara Tirkiyeyê ya nûjen Hevpeymana Lozanê qebûl nake û dixwaze vegerê beriya Lozanê ku bi awayekî eşkere dibêje Tirkiyeyê nikare di nava sînorê heyî yê Tirkiyeyê de bijî berfireh bibe. Lewra Tirkiyeyê li gorî vê hişmendiyê guhartinên li Sûriyê yan jî Iraqê qebûl nake û bi hemû rêbazan hewl dide ku dijmentiya tecrûbeya me ya demokratîk bike. Di heman demê de, Tirkiyeyê naxwaze istiqrar li Sûriyê pêk were û destekeke mezin dide DAIŞ û şaneyên wê da ku jinûve wan vejîn bike. Lewra îro em dibînin ku Tirkiyeyê hewl dide bi hemû hêza xwe, ji ber sedemên borî derbê li herêma me bixe û dorpêça li ser herêmê zêdetir bike.”
Erdogan beriya ku sedsal li ser hevpeymana Lozanê ya parçekirina Kurdistanê derbas bibe, dixwaze Rojavayê Kurdistanê heta Şengal û Başûrê Kurdistanê dagir bike. Niha li Rojhilata Navîn şerê dîzayînkirina serweriyê tê kirin. Hevalbendiya faşîst a AKP-MHP`ê naxwazim di vê sedsalê de, Kurd bibin xwedî statu û li qadên navdewletî êdî dengê wan werê bihîstin. Ji ber vê yekê jî, ji ber ku herêmên Rojavayê Kurdistanê ji qanûna parastinê ya navdewletî heta niha bêpar e, êrişên hovane li dijî Rojava pêk tîne. Hedefgirtina sivîlan û binesaziya herêmê wekî stasyonên petrol, elektrîk û depoyên genim, rastiya hovîtiya dewleta Tirk li dijî Kurdan diyar dike. Bi vê êrişê careke din derket holê ku tu ferq û cûdahî di navbera Kurdan ji bo bloka faşîzim AKP-MHP`ê tune ye, her Kurdekî ku behsa mafê xwe dike, di çavê wan de teror e û divê were qirkirin.
Li ser vê babetê, Çiya Kurd destnîşan kir ku bê gûman Rojava ji bo Herêma Kurdistanê pişik e û di heman demê de Herêma Kurdistanê jî ji bo Rojava pişitek e û weha dewam kir: “Polîtîkeya li dijî Rojava, heman polîtîkeya li dijî Başûr e ku ji aliyê rejîmên zordar li herêmê ev polîtîke tê meşandin. Li pêşiya Rojava û Herêma Kurdistanê astengiyên hevbeş hene û ev astengî jî Tirkiyeyê ku carne bi rêya Şamê û carne jî bi rêya Bexdayê, dixwaze rewşa heyî bi rêya belavkirina hêzên leşkerî yên herdu rejîma (Şam û Bexda) li herêmên Kurdan, biguhire. Wekî destpêk Sûriyê niha di metirsiyê de ye û kesên ku metirsiya Tirkiyeyê tenê ji bo herêmên me dibînin, şaştiyê dikin. Di heman demê de, Başûrê Kurdistanê û Iraq jî di metirsiyê de ne, Tirkiyey rojane serweriya Iraqê binpê dike. Eger polîtîkeyên Tirkiyeyê li dijî herêmê me biserketin, wê tenê bi vê yekê sînordar nemîne û wê destê xwe bigihîne tevahiya herêmê.”
Tirkiyeyê bi israr e, lê divê Kurd çi bikin?
“Tirkiyeyê bi israr e ku li dijî Rojavayê Kurdistanê operasyoneke nû pêk bîne”wekî ku Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (#HSD#) #Mezlûm Ebdî# di civîna çapemeniyê ya berî çend rojan ragihandî. Ji roja îro heta Hizêrana 2023`an ango heta hilbijartinên Tirkiyeyê, wê gelê Kurd di pêvajoya çarenûsa ya sedsalê de bijîn. Erdogan dixwaze dîsa li ser xwîna Kurdan û qirkirina wan, di hilbijartinan de biserbikeve. Rojavayê Kurdistanê ku niha tu parastinê wê ya qanûnî tune ye û ihtimal e kîjan kêliyê be Tirkiyeyê êriş bike, pêwîst e Kurd zend û bendên xwe badin û di hûndirê welat û dervayî wê, xebatên xwe xurtir bikin. Nexasim di aliyê diplomatîk de, pêwîst e Kurd ji berê zêdetir li nava dewletên Ereban û dewletên Ewropî û yên xwedî biryar xebatên xwe yên diplomatîk bi pêş bixin û rastiya planên dewleta Tirk eşkere bikin. Di heman demê de, li ser asta hûndirîn jî pêwîstiya Kurdan bi eniyeke hebeş a Kurdistanî heye, ji ber ku planên Tirkiyeyê yên dagirkirin û qirkirinê ne tenê li dijî Rojavayê Kurdistanê ne, lê belê dixwaze ji Rojavayê Kurdistanê plana xwe ya sedsalê li herêmên Kurdan li Başûr û Bakurê Kurdistanê dewam bike. Diyar e ku rejîmên Tirkiyeyê, Şam û Îranê û heta radayekê Iraqê jî li ser tunekirina Kurdan, gihîştine lihevkirinekê.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは545表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://nlka.net/- 27-11-2022
リンクされたアイテム: 2
伝記
日程&イベント
グループ: 記事
Publication date: 27-11-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: クルド発行
プロヴァンス: 西クルディスタン
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 27-11-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 28-11-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは545表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,989
画像 106,398
書籍 19,240
関連ファイル 96,836
Video 1,376
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.25 秒(秒) !