Helbestvan û nivîskar Gulistan Awaz
Gulistan Awaz, ji gundê (Ebo K'ebê) navçeya Cindirêsê - #Efrîn#ê ye. Di sala 1982an, li Helebê - Sûriyê ji dayîk bûye.
Li sala 2013an, asta siyemîn a rêzimanê kurdî bi pileya baştirîn di Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî de, li Sûriyê qedand. Li Efrînê dest bi fêrkirina hersê astên zimanê Kurdî di mala /Zanîn/de, li gundê Celemê kir û bi sedan xort û keç, biçûk û mezinan fêrî zimanê kurdî kir. Ji sala 2012an, dest bi nivîsandina kurdî kir. Hin gotar nivisandin û di hin kovaran wek: (Pênûsa Azad) û malperên kurdî de hatin weşandin. Li sala 2016an, li gel çend xwendekaran di rêya êntêrnêtê re fêrî beşê wêjeya kurdî di warê helbesta kilasîk, di riya peymangeha Bedirxan li bajarê Dêrka Hemko bû û bawernameya serkeftinê wergirt. Ew bi helbestên xwe beşdarî roja helbesta kurdî dibe.
Li ahenga roja Zimanê Kurdî li navçeya Cindirêsê-Efrîn, 15.05.2016an, ji ber keda wê di warê fêrkirina zimanê kurdî de hate xelatkirin. Ji sala (2017)an, li gel malbata xwe li Almanyayê li bajarê Bremen, bi cih dibe. Carina pêşkêşvaniya aheng û cejnan jî dike, wek (Ahenga Roja Rojnamegeriya Kurdî- Roja Zimanê Kurdî- Cejna Newrozê ). Carina lêvegerên vekîtî û zimanî ji pirtûkên nivîskarên Kurd re berî werin çapkirin dike. Di warê ragihandinê de hin kar û xebatên wê hene û bernameyek bi navê VEJÎNA RAMANAN ku bixwe hevdîtin li gel nivîskarên Kurd re, pêşkêş dikir. Li bajarê ku lê dimîne di Komela Civaka Kurdî ji bo Hînkarî û Perwerdeyê-Hînkarî Bremen- de cîgera serokê komelê ye û ev Komele, ji sala 2019an de, hatiye damezirandin.
*Li sala 2019an, li gel hin mamosteyên Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî yên li Almanyayê bi cih dibin, şaxek ji saziyê re damezirandin û ew bixwe di komîta rêveberiyê de ye.
*Ew carina waneyên fêrkirina zimanê kurdî li hin komele û (Online) dide.
* Pirtûkeke wê ya helbestan bi navê BUXÇIKA BIYANIYÊ ye, hatiye çapkirin û ew amadebûna du pirtûkên din ( Roman- Helbest) ji bo çapkirinê dike.[1]