ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,887
画像 106,297
書籍 19,332
関連ファイル 97,312
Video 1,398
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Nîgarkêşiya Nîzar Yûsif di Hêlîna Xewnan de
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Nîgarkêşiya Nîzar Yûsif di Hêlîna Xewnan de

Nîgarkêşiya Nîzar Yûsif di Hêlîna Xewnan de
#Helbest#van ew e yê ku bi gotinan, ne bi kamîrayan wêneyê dîmenan dikşîne.
Tu çawa li jiyanê, li der û dora xwe, li dîmenan û li jinê temaşe dikî, tu çawa dizanî hewqasî xweşik pesnê tiştan bidî, û wan dîmenan wek wêneyekî bedew, bi tîp û gotinan bikşînî. Belkû helbestvan bi tenê dikare wisa be.
Helbest derbirîna hest û wicdanê mirov e, dema wicdan hest dibe, helbest tê nivîsandin, çimkî helbest neynika derbirîna rasteqîneyê ye, û çimkî ne herkes dikare hestê wicdanê xwe wergerîne, derbibire, û bi helbestiyane binivîse, êdî mirov ji wî kesî/ê re dibêje helbestvan dema bi dilsozane, bi hostayetî û li gor xwestek û kêfxweşiya mirov, binivîse, û mirov navê wê nivîsê bike helbest. Êdî, helbestvanek ji dayik dibe, wê demê helbestvanên mezin tên peyda kirin.
Ezê di vê gotarê de, bi tenê qala aliyê wênekêşiyê di helbestên Nîzar Yûsif de bikim, wate, aliyê wêne, simbol û nehêniyê bikim, ango derbirîna bi rêya wêne, simbol û nehêniyan, çimkî ji bo min, belkû ji bo gelek kesan, eger helbesta nûjen ne bi kamîreya gotinan bê kişandin, ne helbest e. Li gor ez Nîzar Yûsif û helbesta wî dişopînim û dixwînim, ew ji helbestê hez dike, û ji ber ji helbestê hez dike, daye ser pişt û şopa wê. Şop û rêça helbestê jî dijwar e, ne hesan e wek ku hin kes texmîn dikin. Nîzar Yûsif jî vê baş dizane, ji ber wê, eger mirov helbestên wî dixwîne, mirov piştrast dibe ku rêzê li xwe wek helbestvan digire, û di dûv re rêzê li helbestê digire, bi texmîna min ew mercek sereke ye ji bo nivîsandina helbesta baş, eger ne wiha be, hema çi be wê bi navê helbestê bê nivîsandin, di encamê de helbest bê ast û erzan dibe û xwedî jî nabe helbestvanekî baş û dilsoz.
Baştirîn destpêk ew e ku em biçin mêvandariya helbesta “Hêlîna Xewnan” a ku pirtûk pê hatiye bi nav kirin.
Hêlîna xewnan :
Heger ji waran nependî bim!
Agir bi dara min werdibe,
Giyan di çepera te de kovan dimîne.
Ku bagera kederan rada ser te,
Bi wêne yên hevbeş re bipûnije.
Li biskên xwe yên rûxwerên bipirse.
Li bûyerên bi feneran re, vekole.
Heger xwestek razî nebin!
Êvar di hedanê de te venehewîne!
Hestên te li raserî textê dilê min,
Ê xwe bi dar ve bikin,
Merem ê bîrdankê bi vekelandinê re biarînin.
*** *** ***
Bi te serwext im,
Çendî tu bifirî,
Li hêlîna dilê min vedigerî.
Çendî firtone keleka te bibin,
Li rawestgeha derya ya min qaf dibî.
Çendî warên strêran bi telesm bin,
Dîsa li razê1 pêsîra min dizîvirî,
Li ser balgehê çipil ê min dipekî.
*** *** ***
Tu giyanê pênivîsê yî,
Çavkaniya ramanan,
Tu rewa zuhabûna min î.
Çiraya şevên tarî,
Jêdera xeyalan.
Mak a temar ên* hestan,
Tu çîrok û mijarên jiyana minî.
Ti pirtûk têrî wênekêşî yên te nakin,
Desthilatdara li ser textê dilî.
Bi texmîna min, ev helbest baştirîn nimûne ye ji hemû helbestên pirtûkê re. wate, Nîzar bi zanebûn navê helbestê ji bo navê pirtûkê bijartiye. Helbest tije wêne û simbol e. Emê ji helbestê qala perçeyekî jê bikin,
Bi te serwext im,
Çendî tu bifirî,
Li hêlîna dilê min vedigerî.
Çendî firtone keleka te bibin,
Li rawestgeha derya ya min qaf dibî.
Çendî warên strêran bi telesm bin,
Dîsa li razê1 pêsîra min dizîvirî,
Li ser balgehê çipil ê min dipekî.
Nîzar rasterast êş û hest û ramana xwe nanivîse, dizane ku gerek helbest bi rêya wêne û simbolan bê nivîsandin, çimkî ew ne gotarê dinivîse, belê helbestê, ji xwe di helbestê de şaş e ku tu yekser û rasterast hestê xwe derbibirî û binivîsî, asta helbestê nizim dibe. Nîzar di evî perçeyê helbestê de dixwaze bêje; tu bi ku ve biçî, tê li min vegerî, lê, ne wisa rasterast dibêje, belê bi helbestî, ango bi şêweyekî din, wate, bi rêya wêne û simbolan. Ji xwe wêne û simbol û xeyalê dûr û dirêj asta helbestê blind dikin.
Em bên ser perçeyê dawî ji helbestê. Nameyek helbestvan heye, bi rêya helbestê radigihîne, mirov nizane bê ka mebesta wî kiye, dilber e? Dê ye? Welat e, keça mirov e? Ew hin maf dide xwendevan ku li gor xwe û bîr û boçûnên xwe şirove bike, û hin jî xwendevan tev li helbestê bike, wate rolekê dide xwendevan daku, bi helbestê re bilive, beşdarî helbestê bibe, dibe ku li dawî û di encamê de xwe têde bibîne. Helbestvan wiha nivîsandiye;
Tu giyanê pênivîsê yî,
Çavkaniya ramanan,
Tu rewa zuhabûna min î.
Çiraya şevên tarî,
Jêdera xeyalan.
Mak a temar ên* hestan,
Tu çîrok û mijarên jiyana min î.
Ti pirtûk têrî wênekêşî yên te nakin,
Desthilatdara li ser textê dil î.
Helbest mirov li gelek deveran digerîne, û rastî gelek kaş û newalan tîne, taku mirov dighêje hevoka dawî, mesele piçekî zelal dibe. Di hevoka dawî de, êdî mirov nas dike ku, ji dilbera xwe re wan gotinan dibêje.
Helbestvanê nehêniyan û razan navêje ber xwendevan, wî nelivîne û wî şaşomaşo neke, lawaz e. divê helbestvan xwendevan matmayî bihêle û wî tev li xirecir û liv û tevgerê bike daku, bi helbesta wî re guncaw bibe, biêşe, bijî û rihet bibe. Wate, divê xwendevanê helbestê bibêje; helbest ji min re, belkû li ser min hatiye nivîsandin. Ango ne tenê xwe têde bibîne, xwe wek giyan û egera nivîsandina helbestê bibîne.
Eger em ji pirtûkê, wek nimûne, hin helbestan bibijêrin û li ser wan rawestin, mîna: Gemiyên bi kun(62), Bac ên cengê(70), Du lib Hejîr(96), Çûk ê bê hêlîn im(103), Derya şevê bê kinar e(111), û gelek helbestên din, emê bibînin ku hemû bi wênekêşî û simbolîkî hatine nivîsandin. Çiqasî navnîşana helbestan zelal û rasterast bin jî, lê helbest ne wisa ne, wek ku helbestvan dixwaze mijar û naveroka helbestan zelal bike, lê ku mirov tê helbestê dixwîne, ne wisa ye, bi wêne û simbol û nehêniyan qala mijarê dike.
Eger wek nimûne, lê hema hema hemû helbest bi eynî şêweyî hatine nivîsandin. Wate, bi wêne, simbol û nehêniyan, mîna helbesta;
Derya şevê bê kinar e
Îşev derya şevê bê kinar e.
Bi dengvedana zengilê dengê te re,
Hevjal ên periyan dişêlin.
Di herîkandina meya çavên te re,
Pêlên Feraşînê dibarin.
Bayê dilovaniya min bibe!
Hinek ji rengên gerdenê,
Bi henaseyan re bide kelbûnê.
Avgeh a gulan bifûrîne.
Rêwî me li doşava sor dihizir im.
Li hembêzeke bi peyar,
Bi keder im.
Bi hêzek nîvişkand di ajo,
Rêka temen hîviyên nîvser dişopîne,
Li pêrgî te nayê,
Dest ji sîbera te nagirin,
Lewma xewnên me binavî ne.
Ji ber helbest şirove nabe daku, asta wê neçe, lê çimkî helbest e, nabe wiha bê nivîsandin, îşev şev dirêje, bê pêşî û dawî ye, lê dema dengê wê hat min, ez kêfxweş bûm, tama hunggiv niqutî ser lêvên min, û me şevek xwe derbas kir. Ev sê çar hevok ne helbest in, lê hin mirov dikarin li ser wan hevokan helbestan ava bikin, Nîzar jî wisa kiriye, wate, bi wêne û simbol û ne rasterast eynî wan tiştan dibêje, û wiha helbest tê afirandin.
Di helbesta “Mîr ê zimên”(76) de, her kes dizane bê li ser kêye, lê navê wî nabêje, û ya rast wiha ye, çimkî helbest e ne gotar e, wek nimûne, dibêje:
Siruştê kirasê nû,
Bi ser xwe de berda,
Çand xemilî

Zeviya çandê,
Bi sinbilên geş tewandî
Bênderan verêj rijandin.
Bi hesanî mirov dizane ku mebesta wî Mîr Celadet Bedirxan e, lê wî bi nav nekiriye û navê wî jî di helbestê de tune, lê mirov bi xwe fam dike ku helbest li ser wî ye, pesnê wî, xebata wî ya ji bo ziman dide, û xizmeta ji ziman re kiriye, kovarên derxistine, hemû ji bo parastina zimanê kurdî ye, lê helbestvan bi şêweyê helbestan e van xalan derdibire, ne rasterast pesnê Mîr Celadet û xebata wî ya di ber ziman de dide, û wiha helbest tê der û derbirîn.
Ferq û cudahiya di navbera helbesta kilasîk û ya nûjen de ew e ku, ya kilasîk rasterast û li hev anîn e, mûzîka xwe ji terazû û ji li hev anînê distîne, belkû ya nûjen ji wêne, simbol û mûzîka hundirîn distîne, ango dema hevok li hev hatî û xweşik bin, tije wêne û simbol bin, mûzîkê distîne. Bi texmîna min, Nîzar hewl daye wê yekê bike.
Li dawî, ne hema ku gotin û hevokan durvê helbesta nû stand, bû helbesta nûjen, na û sed carî na. Nivîsandina helbesta nûjen bi gelekî ji ya kilasîk zor û dijwartir e.[1]
Qado Şêrîn
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,090表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://www.qadoserin.com/ - 19-12-2022
リンクされたアイテム: 10
グループ: 記事
Publication date: 12-07-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック:
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 96%
96%
は、 ( ئاراس حسۆ 19-12-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 20-12-2022
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 20-12-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,090表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.161 KB 19-12-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,887
画像 106,297
書籍 19,332
関連ファイル 97,312
Video 1,398
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.687 秒(秒) !