ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,025
画像 106,611
書籍 19,280
関連ファイル 97,223
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Komkujiya Roboskî
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Komkujiya Roboskî

Komkujiya Roboskî
$Komkujiya Roboskî$

$Ne deh sal, sed sal jî derbas bibe, agirê di hundirê me de qet nayê vemirandin$
Dem li ser Komkujiya Roboskî ya ku 34 Kurd di nav de gelek zarok jî hatin qetilkirin re 10 sal derbas bû, malbat bi salan e ji ber pêknehatina 'edaletê' têkoşîna xwe ya hiqûqî didomînin. Malbatên ku gotin, “Ne deh sal, sed sal jî derbas bibe, agirê di hundirê me de qet nayê vemirandin ” ji AKP’ê re banga rû bi rû bûne kirin.
Li gundê Roboskî yê girêdayî Qilaban a Şirnexê, şeva 28'ê Kanûna 2011'an saet di navbera 21:39-22:24 de, Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) 4 bombe avêtin gundiyên ku sînorê Iraqê derbas dibin. Di nav komê de 38 gundî ku di nav wan de zarok jî heyî, herî kêm 50 hêstîr hebûn. Di encama bomberdûmanê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan û 19 ji wan ji 18 salî biçûktir bûn. Di encama bomberdûmanê de tenê Servet Encû birîndar bû û 28 kesên jiyana xwe ji dest dane ji malbata Encû bû. Komkujî bi şev û danê sibê di qenalên nûçeyan de cih negirt. Çapemeniya alîgir heta ku agahiya roja din li ser malpera fermî ya Serfermandariya Giştî hate weşandin, cih neda vê mijar. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dabûn şewitandi û perçe bûyîbû. Gundî neçar man cenazeyên xwe bi xwe hilgrin. Cenazeyên bi bataniyan hatibûn pêçandin bi kîlometreyan li ser pişta hêstiran birin.
Bulent Arinç got; li benda lêborîna fermî neseknin
Piştî bûyerê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Mafên Mirovan û Piştevaniya Bindestan (MAZLUMDER) komîteyek hevpar ava kirin û herêmê lêkolîn kirin. Heyeta mafê mirovan qetilkirina 34 kesên li Qilabanê weke înfazên bê hiqûqî nirxand û bûyer weke komkujiya giştî bi nav kir. Di 3'ê Çileya 2012'an de Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç daxuyaniyek da û got ku şaş e ku ji bo bûyerê lêborînek fermî were xwestin. Bulent Arinç di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dê tazmînat ji malbatên sivîlên hatine qetilkirin re bê dayîn. Li aliyê din malbatan tazmînata ku Serokwezîr di Sibata 2012’an de her yek ji wan 123 hezar lîre bi tevahî 4 mîlyon 182 hezar lîre, weke “pereyê xwînê û para bêdeng bûne” dîtin qebûl nekirin.”
Pêşnûmeya lêkolînê bi dengên AKP-MHP'ê hat redkirin
Ji bo lêkolînkirina bûyerê li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Komîsyona Jêr a Qilabanê hat avakirin. Her wiha Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bûyerê bir Dadgeha Ceza ya Navneteweyî. Di serlêdanê de bal hat kişandina ser gumana ku dê li Tirkiyeyê lêpirsîneke bi bandor neyê kirin û hat diyar kirin ku berpirsyar tenê bi mekanîzmayên darazê yên navneteweyî wê bên eşkerekirin. Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê îdia kir ku di rapora der barê mijarê de amade kiriye de mebest tune ye. Pêşnûmeya lêkolînê ya HDP'ê ya ji bo ronîkirina Komkujiya Roboskî bi dengên AKP-MHP'ê hat redkirin.
Ji bo lêpirsînê biryara neşopandinê hat dayîn
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê lêpirsîna bûyerê de Hezîrana 2013’an biryara bêpeywirî da û dosya ji Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Giştî re şand. Serdozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Giştî 7’ê Çileya 2013’an di biryara xwe de bi hinceta, bivan gotinan biryara neşopandina lêpirsînê da: Hem gumanbaran û hem jî personelên din ên TSK’ê yên ku di bûyerê de wezîfedar bûn, di çarçoveya biryarên Meclisa Mezin a Tirkiyeyê û Lijneya Wezîran de, erka ku li gorî qanûn ji wan re hatibû dayîn, bi cih anîn û dema ku hewcedariyên erka xwe bicîh tînin xeletiyek neçar dikin, ji ber vê yekê tê fêmkirin ku tu sedemek ji bo vekirina doza kamûyê li dijî çalakiyê tune ye.”
Malbatan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan
Malbatan, piştî ku di lêpirsîna ji aliyê Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Giştî ve hat kirin de biryara “neşopandinê” hat dayîn, di sala 2014’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Dadgeha Destûra Bingehîn der barê mijarê de nêrîna Wezareta Dadê girt û der barê nêrîna wezaretê de ji malbatan nêrîna pêş xwest. Li gel daxwaza îfadeyê li ser malbatan, nêrîna Wezareta Dadê ya ji 28 rûpelan pêk tê jî hat şandin. Wezareta Dadê di nêrîna xwe ya 28 rûpelî ya ku ji Dadgeha Destûra Bingehîn re şandiye de wiha got: Piştre têgihîştina ku xeletiyek heye, hêza ku tê karanîn nikare were bêmaf kirin. Berevajî fikirîn dê barek nerast li ser dewlet û erkdarên qanûnê yên di pêkanîna erkên xwe de, dibe ku barekî ne rast deyne li ser jiyana xwe û yên din. Lêbelê, şert û mercên dozê hebûna baweriyek maqûl nîşan dide ku divê hêz were bikar anîn.”
Tu gotin têr nekir ku tiştên qewimî vebêje
Bi vê pêvajoyê re di ser komkujiya Roboskî re 10 sal derbas bû. Ne ev stran û ne jî gotin têra vegotina êşa qetlîama ku li ser gelek stran hatin nivîsandin û gelek belgefîlm hatin çêkirin nekir. Dayikên Roboskî yên ku dibêjin, Ne deh sal, sed sal jî derbas bibe, ev êş her tim wekî ku heman rojê ye li aliyekî şîna xwe didomînin li aliyekê jî li hemberî edaleta ku nayê, hêrs dibin.
Sed sal jî derbas bibe parçebûna kurê xwe ji bîr nakim”
Bîlal Encû yek ji wan kesan e ku di 16 saliya xwe de cenazeya wî tevî 33 kesên ku çûne qaçaxtiyê bi ser dayîka wî de vegeriya ye. Bîlal Encû yê ku wek her zarokekî rondikê çavê dayika xwe ye, tevî îsrara dayika xwe ya neçe jî bi hevalên xwe re dikeve heman rêyê. Halîme Encû ya ku dibêje ji roja mirina kurê wê Bîlal û vir ve deh sal in ji bilî êş û jan tiştek din nejiyaye, wiha axivî: Zarokên min li wêneyê birayê xwe dinêrin û dipirsin: ‘Birayê me li ku ye, çi hat serê wî?’ Ew hin xwendekar bûn, hemû zarok bûn, wan bombe heq nedikiribû. Madem sûc e, wan xistiban girtîgehê. Wê demê mehê yan jî salê carekê me dê wan ditiba. Lê kuştin çi ye? Ev deh sal in em vê êşe dikşînin. Ne deh sal, sed sal jî derbas bibe ev êşa me, agirê di hundurê me de qet nayê vemirîn. Zarokên me mirin heq nekiribû. Zarokên 10-15 salî wê çi bikin, çi gunehê wan hebû. Ger sal jî derbas bibin, ez guleyên ku li sînga kurê min ketine ji bîr nakim.”
“Em ne tazmînat, edaletê dixwaz in”
Halîme Encû diyar kir qêrîna edaletê ji xeynî AKP'ê hemû cîhanê bihîstiye, bertek nîşanî pêvajoya bêcezabûnê ya piştî komkujiyê da û got, 34 canê me qetil kirin yek jî nehat cezakirin û kes nehat darizandin.” Halîme Encû ya ku anî ziman li welat mirin her tim Kurd û xizanan hedef digre, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: Ma Erdogan li televîzyonan ji bo qetlîamê got 'em lêborîna xwe dixwazin', na negot? Ez heqê xwe helal nakim. Ez qet qatilên kurê xwe yê ku dinava rezalet, belengaz û xizaniyê de mezin kir, efû nakim. Ma piştî Roboskî qetlîam rawestiya, na hîn jî didome. Mirin jî komkujî jî her tim kurdan û xizanan dibîne. Kesên ku ev tişt anîne serê wan divê bên cezakirin û darizandin. Kes nayê darizandin, tiştek bi kesî nayê. Em hertim li televîzyonê temaşe dikin, lê kes nayê girtin. Dewlet li şûna ku sûcdaran bigire dixwaze tazmînatê bide me. Tezmînat çi ye? Em edaletê dixwazin, ez dixwazim kesên kurê min qetil kirine bên cezakirin.”
Min bi girî goreyên kurê xwe derdixist
Dayika Serhat Encû ya15 salî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Halîme Encû jî diyar kir ku ew her roj mîna ku roja komkujiyê ye şiyar dibin. Halîme Encû ya diyar kir ne yên bi keştî û balafiran welat talan kirine, kurê wê yê ku 2 teneke mazotê bi xwe re aniye ‘qaçaxçî’ hatiye îlankirin û hatiye kuştin, wiha got: Dema kurê min ji qaçaxçîtiyê vedigeriya destên wî teqiyan, lingên wî di heriyê de dima. Min bigirî goreyên wî derdixist. Min jê re digot Serhat neçe, tu biçukî. Gotin dayê ‘Lê em mecbûr in’.. Digot, ‘ger em neçin em ê çawa li vir bijîn, çi bikin’.”
“Kurekî min qetilkirin, du kurên min jî girtin”
Halîme Encû axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: “Bi 4 balefiran zarokên me perçe perçe kirin. Em wan ji cil û bergên wan û perçeyên wan nas kir. Parçeyê kurê min û perçeyê hêstira wî tevlî hev bibûn. Çî guneh û sûcê wan hebû. Kurê min û zarokên me, bê sûc û bêheq qetil kirin. Agahiya dewletê ji her tiştî hebû. Ne edaleta wan ne jî wijdana wan heye. Piştî kurê min qetil kirin, her du kurên min girtin û şandin girtîgehê. Xwedê mafê me ji wan re nehêle.”
Edalet di cihê xwe de disekne

Erkan Encû yek ji kesên ku di 13 saliya xwe de di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da ye. Dayik Felek Encû ya ku dest nîşan kir zarokên wan yên bêsûc û bêguneh di bin tariyê de li ser berfê hatin qetilkirin, diyar kir ku piştî komkujiyê her meha Kanûnê heman tişt dijî. Felek Encû ya ku balkişand ser doza wan a ku wê bikeve sala 11’emîn hê jî didome û tu pêşketin çênebûye, wiha axivî: “Her kes di salvegera wan de tiştekî parve dike. Dibêjin “em ê hesabê Roboskî bipirsin”. Ew hesab di destê we de ye. Çima hûn hêj napirsin? Kenan Evren jî nehat darezandin. Ew ê çi bibe, heman tişt bibe. Me di warê edaletê de gavek jî pêşketin nedît.

“Bila AKP hesabê komkujiyê bide”
Felek Encû bivan gotinan bêhiqûqiya ku bi salan li wan tê kirin kurtekir û bertek nîşanî tiştên li wan hatiye kirin da û got: “34 canê me wê heta dawiyê li ser eniya AKP’ê bimîne. Bila hesabê vê komkujiyê bidin. Wê demê jî lêborîn ji me nexwestin. Em jiyana xwe bi êş kişandinê derbas dikin. Em têkoşîna xwe emanetî edaleta Xwedê dikin. Em ê li dadgeha dinyaya din hevdû bibînin. Ez heqê xwe helal nakim. Bi salan e em heman êşê dikşînin. Bila tu kes qala heq û hiqûqê neke.
Sibe: Bombeyên ku hatin avêtin destpêkê agir xist dilê dayika Mihemed[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは5,637表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://jinhaagency.com
リンクされたアイテム: 13
グループ: 記事
Publication date: 28-12-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 人権
ブック: テロリズム
プロヴァンス: 北クルディスタン
都市: Şirnax
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( سارا ک 28-12-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس حسۆ ) på 28-12-2022
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 28-12-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは5,637表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,025
画像 106,611
書籍 19,280
関連ファイル 97,223
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.5 秒(秒) !