ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,394
画像 105,713
書籍 19,160
関連ファイル 96,489
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Mem û Zîn û Memê Alan
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Jan Dost

Jan Dost
Zîn û Şirînan
Çi dibit ger tu hesêb kî min bi Ferhad û Memê?!
Melayê Cizîrî
#Jan Dost#
#Mem û Zîn# wekî destanekê ji mêj ve di nav kurdan de hebû. Lê em nizanin ku di dema Xanî de gihştibû heta Bazîdê û Serhedan yan na? Dengbêjan #Memê Alan# bi vê forma ku em dinasin distira yan na? Gelo ev çîrok tenê di herêma Cizîrê û derdorên wê de bû yan jî li herêmên kurdan yên din jî belav bûbû! Tu belge di destê me de nîn in ku ev çîrok gihştibû deverin mîna Bazîdê. Tenê em dikarin xeyal bikin ku hin dengbêjan bi taybetî yên gerok yan jî yên koçeran ew destan bi xwe re birine deverên ku ew lê geriyane. Lê ya ku em qenc dizanin ew e ku beriya Mem û Zîna Ehmedê Xanî ev çîrok hebû. Wî jî bêguman li Cizîrê di dema xwendina xwe de yan jî li devereke din ji devê dengbêjekî bihîstiye û xwestiye wê bi şêweyekî wêjeyî ku şopa hunera wî ya bilind û dewsa xeyalê wî yê vêketî li ser hebe binivîse. Wî ji vê çîrokê qenctir û sezatir nedît ku bibe bargira bîr û bawerî û raman û derd û kulên dilê wî.
Xanî di çend deveran de piştrast dike ku yekî jê re ev destan gotiye û çîroka evîndaran li ber destê wî raxistiye. Geh ji wî kesî re dibêje: Neqqaşê rûpelên çîrokê! Geh jî Rawî ango çîrokbêj. Geh jî dibêje: zanayê pirrsal. Geh jî nav lê dike: nêçîrvanê xweşxeberan! Geh jî sehhafê cildê mecazî. geh jî: pîr û tevdîrgerê aqilmend. Geh jî nav lê dike: matemî ango kesê ku şîn li ser miriyekî girêdaye! geh jî : agahdarê ji dewarana dinê!
Di van destnîşankirinên Xanî de em tê digihin ku ew kes kalemêrekî jîr û zana û hayê wî ji çîrokên berê û serpêhatî û destanan hebû lê kî bû û ji ku bû? Xanî tu agahiyên din nade me! Em ji Xanî bawer dikin ku yekî jê re destana Mem û Zînê gotiye. Lê gelo ew destan heta kîjan radeyê nêzîkî destana Memê Alan ya dema me ya îro ye? Em bê bersiv in.
Em vegerin destana Memê Alan ku ew bûye bingeha Mem û Zînê.
Hin lêkolîner vê destanê vedigerînin çaxin gelekî dûr di mêjûyê de û bi hinek çîrokên grîkî û Îranî re didin ber hev. Her wisa wateya paşnavê Memê (yanî Alan) bi gelek rûyan şirove dikin. Dibêjin ku ew ji peyva Alonî hatiye wergirtin. Ew jî hozeke li çiyayên Rewandizê, di navbera welatê Aşûr û Medan de niştecî bûbû! yan jî hin dibêjin ku ji peyva Alîn-Alans hatiye ku ew jî navê milletekî li Qafqasyayê bû. Di tarîxa Kurd û Kurdistan ya Mihemed Emîn Zekî de di nav eşîrên Sine yên ku wî destnîşan kirine de çavê me bi êla Alan dikeve, ku ew jî tîreke ji tîrên hoza Sosinî û di navçeya di navbera Serdeşt û çiyayê Qendîl de bi cih dibe.
Teoriyeke din ji bo ravekirina paşnavê Mem heye ku dibêje: ev nav piştî Mem û Zîna Ehmedê Xanî li destanê zêde bûye. ew ji peyva: Al- Ala yanî beyreq hatiye, çiku bavê Memê beyreqdarê mîr bû!
Em hîç nikarin bibêjin ku çîrok yan destana Memê Alan gelekî kevn e yan jî ji ber hin çîrokên Grîkiyan yan Farisan hatiye wergirtin. Heta em nikarin bibêjin ku ew ji çîrokên welatê medan bû! ev hemû teoriyên ku ne li ser bingehên lêwkolînê yên zanistî hatine avakirin. Xwediyên wan tu belgeyên berçav raberî me nakin. Divê em zanibin ku çîrokên milletan pirr yan hindik dişibihin hev. Hema di çîrokên hezar û yek şev de, û di çîroka Şemseddîn û Nûreddîn de em dixwînin ku periyeke cinnan çav li Bedreddînê kurê Nûreddîn dikeve ku li goristanekê di xew de ye. Li ber ciwaniya wî gelekî mat dimîne û paşê difirre heta pêrgî dêwekî dibe. Ew dêw jê re behsa ciwaniya keça Şemseddîn dike. Lê herdu perî û dêw dikevine qirika hev û her yek ji wan ciwaniya hevalê kesê/a dîtiye bêtir dibîne. Radibin herdu jî wan li welatê Misrê digihînin hevdû û li wan temaşe dikin da bizanibin ka kî ciwantir e!
Ev dîmenê efsaneyî di hezar û yek şev de, bi her aliyên xwe mîna dîmenê di Memê Alan de ye ku dibêje Tavbano, Hîvbano û Stêrbano her sê periyên cinnan ku xûşkên hev bûn xwe di kaniyekê de dişon. Ji nişkê ve xûşka biçûk dertê û cilên herdu xûşkên xwe dide aliyekî da ku wan tazî bibîne û ji xwe re li ciwanyia wan temaşe bike. Lê herdu xûşk dibêjine wê ka cilê me bîne yên ji me ciwantir jî hene ew jî Memê Alan û Zîna Zêdan in. Hersê difirrin û diçin Zînê di xew de tînin li ba Memo datînin.
Îca gelo em dikarin bibêjin ku çîrokbêjên Memê Alan ev dîmen ji hezar şev û şevek birine? Yan jî kesên ku çîrokên hezar şev û şevek civandine, ew dîmenê han ji Memê Alan birine? Hîç tiştek di nav destê me de nîne ku vê yekê dupat bike loma jî em bêgav in ku baweriyên nêzîktirî mentiq û hiş bigrin û dev ji ihtimalên xeyalî berdin.
Lê tiştê ku em nikarin çavên xwe jê bigrin ew e ku beriya Mem û Zîna Ehmedê Xanî, çîrokek li Kurdistanê (Heta kîjan sînorî em nizanin) belavbûyî hebû û bi taybetî li cizîra Botan li ser xortekî bi navê Mem ku dil dikeve xûşka mîrê Botanê. Lê em ji wê yekê jî ku ew çîrok eynî Memê Alan e ne piştrast in. Ango ev çîroka ku Roger Lescot ji devê dengbêjan girtiye eynî wê çîrokê ye ku Ehmedê Xanî jî ew ji devê dengbêjên dema xwe wergirtiye yan na? Niha jî gelek şêweyên Memê Alan hene, ya Mişoyê Bekebûrê ku bûbû bingeha çapa Memê Alan ya Roger lescot û ya Selam Reşo, Evdilmesîh Wezîr, Hisênê Banesorî û Ismayîl Banî hene ku her yek ji ya din kêm hindik cuda ye. Gelek sedsal di ser destana Memê Alan re derbas bûn bêyî ku were nivîsandin. Bêguman di van sedsalên gelek de dê ji hêla dengbêjan de li ser zêde û jê kêm bûbe. Xeyalê gelêrî dê xwîneke efsaneyî herikandibe rehên vê destanê loma jî em wan cudahiyên gelek yên ku me ew destnîşan dikin dibînin.
Weke mînak destana ku Oskar Mann yê Alman ew di El Tuhfe El Muzefferiyye de weşandibû dibêje ku Mem kurê şahê Yemenê Brahîm beg e. Ew jî Uweysê Qerenî (Weysilqiran) li Mekkeyê dibîne û sêvekê jê werdigire. Piştî ku Brahîm beg wê sêvê dixwe kurekî wî dibe û navê wî datîne Mem! Lê li ba Roger Lescot Mem ji zewaca şaxê Mexribê û keça mezinê Qureyşiyan bi pêşniyaza xoceyê Xizir tê dinê.
Cudatiyên gelekî mezin di navbera destana Memê alan û Mem û Zîna Ehmedê Xanî de hene, yek ji wan hevdîtina yar û evîndaran li Newrozê ye. Di Memê Alan de behsa Newrozê nayê kirin. Di tevaya stranên kurmancî yên folklorî de behsa Newrozê nayê kirin ev jî xaleke gelekî bala mirov dibe ka gelo bo çi Newroya di wêjeya me ye devkî de nîne!! Ev bi serê xwe mijara lêkolîneke dûr û dirêj e.
Di dîwana Cizîrî de jî navê Mem û Zînê carekê derbas dibe û Xanî bi xwe jî wek ku me dît dibêje ku wî ev destan ji hinekan bihîstiye. Her weha di dawiya Mem û Zînê de dibêje ku wî Mem û Zîn ji çîroka belavbûyî li cizîra Botan û xeyalê xwe bi hev xistiye.
Ji bilî van cudahiyên kûr ku Ehmedê Xanî bi wana toza efsaneyê ji ser destanê rakir û kirasekî nûjen û rengîn û bi her gewherê zanînê xemilandî li wan kir. Hin cudatiyên dî hene ku deriyê naskirina wan vekirîne bo kesên ku dixwazin Mem û Zînê bêtir nas bikin.
Hêjayî gotinê ye ku destana Memê Alan gelekî nêzîkî têgehiştina xelkê bû. Her kesî jê fam dikir, çi mela û zana û çi cotkar û koçer û nexwendî. Zimanê wê zimanê gel e loma jî diakrîbû wê dema dirêj li ber xwe bide û bigihîje ber destê me hetta piştî derketina Mem û Zîna Ehmedê Xanî ku nikaribû rê li ber bigirta. Li aliyekî din wekî qedexeyekê jî ji hêla mîrên Cizîra Botanê ve li ser hebû lê her ma û ma.
$Jêrenot$
(1) Memê Alan. Weşanên Avesta 1997 Stenbol. Rûpel. 10
(2) تاريخ الكرد و كردستان. محمد أمين زكي Dîroka Kurd û Kurdistanê. Mihemed Emîn Zekî
(3)Memê Alan. Şam. Ji pêşgotina Çîroknivîs ku nûreddîn Zaza ye.
(4) مه م و زين. شروڤه كرن و ڤه كولينا ئه مينى ئوسمان Mem û Zîn. Ravekirina Emînê Osman
(5)Memê Alan. Avesta. Rûpel. 15
(6) Her ew jêder. Rûpel 5 [1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,357表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع http://kurdarastirmalari.com/- 03-01-2023
リンクされたアイテム: 36
ライブラリ
伝記
日程&イベント
記事
グループ: 記事
Publication date: 09-04-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文学
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 03-01-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 03-01-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 03-01-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,357表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,394
画像 105,713
書籍 19,160
関連ファイル 96,489
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.547 秒(秒) !