کتابخانه کتابخانه
جستجو

کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!


گزینه های جستجو





جستجوی پیشرفته      صفحه کلید


جستجو
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
ابزار
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
زبانها
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حساب من
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
جستجو ارسال ابزار زبانها حساب من
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 درباره
 آیتم تصادفی
 قوانین استفادە
 آرشیویست های کوردیپیدیا
 نظرات شما
 گرد آوریها
 کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
 کمک
موضوع جدید
زندگینامە
سیدو خلف علو
08-05-2024
سارا سردار
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
کوه قارون
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
تفرجگاه باباهور
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
گلدشت روستایی
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رشته‌کوه گرین
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رودخانه سزار
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
قالی کوه
05-05-2024
شادی آکوهی
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
04-05-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
عزیز یوسفی
04-05-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 519,083
عکس ها 106,404
کتاب PDF 19,242
فایل های مرتبط 96,855
ویدئو 1,377
زندگینامە
حیدر شیخ علی غلام
زندگینامە
صلاح محمد کریم
زندگینامە
لیلا زانا
زندگینامە
محمود مرادی
زندگینامە
کیوان کوسری
PEYMANÊN SEWR Û LOZANÊ Û XAYÎNTIYA BI KURDAN RA 2
از طریق کوردیپیدیا شما می دانید که در هر روز از تقویم ما چه اتفاقی افتاده است!
گروه: تحقیقات مختصر | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
اشتراک گزاری
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

PEYMANÊN SEWR Û LOZANÊ Û XAYÎNTIYA BI KURDAN RA

PEYMANÊN SEWR Û LOZANÊ Û XAYÎNTIYA BI KURDAN RA
$PEYMANÊN SEWR Û LOZANÊ Û XAYÎNTIYA BI KURDAN RA$
Di dema ku Konferansa Lozanê dom dikir, di dawiya meha Kanûna 1922yan da, ji Bexdayê ev agahî li Başûrê Kurdistanê tê belavkirin: “Hikûmeta Brîtanyayê û Hikûmeta Iraqê, di nav sînorên Iraqê da heqê avakirina Hikûmeta Kurdan a ji aliyê Kurdên ku li nav tixûbên Iraqê dijîn qebûl dike û divê ku bendên Kurd ên cuda cuda di demeke gelekî kurt da, di nav xwe da li hev bên da ku biryar bidin ew ê şeklê hikûmetê çawan be û sînorên wê kîjan deveran bigire nav xwe û li hêviyê ne ku ew heyeta wan a rayedarkirî bişînin Bexdayê da ku li ser têkiliyên aborî û siyasî yên ku wê bi hikûmeta Majeste ra û bi hikûmeta Iraqê ra bên danîn, gotûbêjan bikin.”
Şêx Mehmûd alaya Kurdistanê li Ranyayê daleqandiye. Di 8ê Çileya 1923yan da Smeîl Axayê Şikakî bi serbilindayî dikeve Silêmaniyê, esker jê ra merasîma fermî çêdikin, heft pare top tê avêtin, betlaneya ji bo rojekê tê îlankirin.Di hevdîtinên ku li Sîlêmaniyê di navbera Smeîl Axayê Şikakî û Şêx Mehmûd da pêk tên, yekbûna herdu tevgeran û daxwazên hevpar tên rojevê. Dûra di bin serokatiya Smeîl Axayê Şikakî da desteya pêşewayên Kurd, li Hewlêr û Silêmaniyê bi efserên siyasî yên Birîtanyayê ra hevdîtinan pêk tînin û biryar didin ku di sînorê Tirkiyê û Îranê da dewleteke Kurd a ji aliyê Brîtanyayê ve destekkirî, bê avakirin. Di van civînan da Seyîd Taha jî heye.
Hin kes sebeba neavakirina Kurdistanê bi hewldanên pêşewayên Kurdan û bi şeklê tevgera Kurdan ve girê didin. Ev ne rast e. Esas a ku Kurdistan parçe kiriye çavberdana dewletên mêzin a dewlemendiya wê ye, rewşa wê ya stratejîk e. Ma qey mezinên Kurdan wek ên Ereban, xelkê Kurd wek Ereban nedihatin. Lê Ereban gelek dewlet ava kirin û Kurd nebûn xwedî otonomiyê jî. Erdên Ereban dûrî navenda Osmaniyan Stenbolê ne û bê bertekî bi Ewrûpiyan ra lihev kirin. Kurd di nav saziyên Osmaniyan da xwedî cihên girîng bûn û digotin di van rojên teng da em ê çawa dev ji birayê xwe yê Tirk berdin. Wek gelek deman Kurd ji avakirinê ra xebitîne ne ji xerakirinê ra. Hişkereye ku Kurd tevde li ser lingan in, bi qedirdayîna bilind ya netewa xwe doza heqqê xwe dikin, tenê kêmaniyek wan heye, ne xwedî artêşek tekûz û sîlehên bi teknîka demê ne. Yanî ewqas berxwedan, li hember tiyare û bombê bi ser wan da hatin barandin wê negihe tu encamê.
Dema mirov bala xwe bidêyê, her ku li Başûrê Kurdistanê geşedanek ji bo Kurdan çêdibû, Hikûmeta Enqereyê jî behsa ‘Kurdistana Otonom’ tîne holê, lê newêre pêde here, ji bo ku qet quwetek nekeve destê Kurdan da ku nemînin bi destê xwe.
Di 16/17ê Çileya 1923yan da Mustefa Kemal li Îzmîrê ye, civînek çapemeniyê li dar dixîne. Sernivîskarê Rojnameya ‘Vakît’ Ahmet Emîn Beg ji Mustefa Kemal dipirse “Pirsgirêka Kurdîtiyê çi ye? Heger hûn wek pirsgirêkeke navxweyî behs bikin dê baş be.” Ew jî wiha bersiv daye:“Pirsgirêka Kurd; ji bo berjewendiya me, yanî ji bo ya Tirkan jî qet nabe dabaşa mijarê. Wek ku hûn jî dizanin, Kurd ên ku di nav sînorê me yê neteweyî da hene, wisan bi cih bûne ku li kêm cihan zêde ne. Lê, ji ber ku ev zêdebûna xwe jî hêdî hêdî winda kirine û hingî ketine nav Tirkan, sînorekî wisan çêbûye ku heger em li ser navê Kurdîtiyê bixwazin sînorekî bikişînin, wê gavê hewce dike em Tirkîtiyê û Tirkiyeyê mehf bikin. Mesela, divê ku em li sînorekî wisan bigerin ku heta Erziromê diçe, heta Erzinganê, Sêwazê diçe, heta Xarpêtê diçe. Û heta divê ku em eşîrên Kurd ên li çolên Qonyayê jî bînin ber çavên xwe. Lewma, li şûna ku em Kurdbûneke bi serê xwe bifikirin, li gorî pêwîstiya qanûna Teşkîlata Esasî, jixwe ew ê cureyek otonomiyên cihkî çêbibe. Bi wî awayî gelê kîjan lîwayê Kurd be, îcar ew ê xwe bi xwe wek otonom îdare bike. Ji bilî vê, gava ku behsa gelê Tirkiyeyê bê kirin, hewce ye ku Kurd jî bên îfadekirin. Dema ew neyên behskirin, her tim mimkûn e ku ji vê yekê ji bo xwe pirsgirêkan çêkin. Niha Meclîsa Mezin a Miletê ya Tirkiyeyê hem ji wekîlên Kurdan hem jî ji yên Tirkan pêk hatiye û van herdu gelan hemû berjewendiyên xwe û qederên xwe kirine yek. Yanî ew dizanin ku ev tiştekî bişirîkatî ye. Mirov rabe xetên sînorekî cihê bikişîne wê ne rast be.”
Îsmet Înonu jî di 23yê Çileya 1923yan de, di gotûbêjên Lozanê da, wiha pesnê Kurdan û behsa xwestekên wan dike:“Mafên ku mafên hemwelatîyê û qabiliyetê wan negire nav xwe û mafên ku tê gotin qaşo wê ji bo herêma otonom bên naskirin, tu carî wê têra nîjadeke esîl ê mîna nîjada Kurd neke… Ev fikarên ku bi qasî Kurdên Mûsilê, ji bo Kurdên li Anatoliyayê yên li deverên din jî derbas dibin diyar dike, bê çima ev serê çar salan e ew otonomiya derewîn a ku dane rûniştvanên li beşa rojhilata wilayeta Mûsilê ew qayil nekirine û çima bi wan nedane qebûlkirin ku bibine wek wan însanên ku bi rastî ketine bin îdareya mêtingehiyê de.”Li Lozanê roja 23yê çileya 1923yan, di dema gotûbêjên li ser Mûsilê, serokê heyeta Ingilîzan Lord Curzon behsa serhildanên Kurdan dike û diyar dike ku Kurd ji îdareya Tirkan ne memnûn in. Li hemberî vê yekê Îsmet Paşa dibêje “Bi qasî ku Hikûmeta Meclîsa Mezin a Miletê ya Tirkan e, ya Kurdan e jî, Ingilîz hîn neketine Silêmaniyê, gelê Kurd û Ingilîz jî tim bihev ra şer dikin. Fermandarên artêşa Tirk ên ku ketine Şerê Cîhanê û Şerê Serbixwebûnê, xizmetên gelê Kurd ên ku ji bo rizgariya welêt û fedekariyên ku nîşan dane bi rêz û heyranî pêşwazî dikin.” û dibêje ku, di van şeran de “Kurd û Tirk bi hevkarî xebitîne.”Heyeta Ingilîzan heqqê Kurdan qebûl dikin û di derbarê netewa Kurd daq ji Ismet Înonu bêhtir xwedî agahî ne, lê dixwazin Mûsilê bi Iraqê ve girêdin, ji ber ku bêyî Mûsil ew ê pir qels bûya. Îngiltere di 1922yan da ji aliyê aborî ve di qirîzê da ye. Ew 10 sal bûn Osmanî jî di şer da bûn, ji bo Mûsilê taqeta wan û şer nemabû. Rewşa Îranê jî heman tişt e. Yanî tu yek ji wan ne xwedî wê hêzê ye ku karibe bi mudaxeleyeke leşkerî bi hêzên din tevda re şer bike. Lewma her yek ji wan ji bo parçeyê ku di destê wan da bû winda nekin her cure dek û dolab digerandin. Dawî ji tevda re ya rehet payêkirina Kurdistanê bû, bêyî ku tu alî mafên Kurdan bînin holê. Ji ber ku xurtbûna perçeyek Kurdan talûkeya ku karibin dest bavêjin parçeyên din bi xwe ra dianî. Îca her alî ji bo Kurdên li nav parçeyên xwe haş bikin, wek ku dixwazin ji Kurdan ra bibin alîkar dixuyên, lê gavek li pêş û dudu li paş tên avêtin; ev jî dike ku Kurd wext û qewetê winda bikin.
Dîsa Kurd bi gotinan hatibûn xapandin, ku ev şekil danûstendina rêveberiyê xerîb bû ji wan ra. Wek ku di gelek belgeyan da tê xuyakirin, hertim hatiye ziman ku heyeta Meclîsa Enqereyê Kurd û Tirkan temsîl dike, ma ewqas civîn û gotinên giregiran çawa wê tu cihekî negre, ma dihat aqilê kê ku heya bi zimanê wan wê bê qedexekirin û her levzek Kurdî bêjin wê ceze bixwin. Heya wê rojê kesek tiştekî bi vî rengî nedîtibû. Mustafa Kemal hertim anîbû ziman ku, ka pêşî em welatê xwe ji dujminan xelas bikin, dûra em ê li hev rûnin û di nav xwe da meseleya xwe hal bikin. Kurd jî bi serê xwe ne xwedî hêza ku karibin li hemberî van dewleta hemûyan derkevin; ew mecbûr bûn xwe bi aliyekî ve bigirin. Ji bo Kurdistan parçe nebe dilê gelek Kurdan bi ser Tirkiyeyê ve ye, lê ew dibêje qey gotin û sozên ku hatine dan wê bên cih û hayê gelekan ji felaketa netewdewletî ya Tirkan ku bi ser wan da tê tune.Ji bo tev li konferansê bibin temsîlkarên Kurd jî hatibûn xwestin, wek temsîla Kurdan bi Îsmet Înonu ra di delegasyonê da mebûsê Kurd Zulfu Tîgrel jî çûbû, lê roja ku mijar Mûsil bû xwe wek nexweş dabû xuyakirin, ji odeya xwe derneketibû û her tişt ji Îsmet Înonu ra hiştibû. Xuyaye di nav xwe da wilo biryar stendibûn. Ji ber pirsgirêkên ku li Sewrê danîbûn ber Kurdan, mebûsên Kurd nedixwestin li wir wek Kurd bi dewletên Ewrûpî ra bibin muhatab ku mijarên Sewrê dîsa deynin ber wan û tenê dixwestin Mûsil tev li parçeyê din yê Kurdistanê bibe da ku dûra ew û Tirk li hev rûnên û dewleta nû bihev ra bi rê ve bibin. Ne wek delegasyona Kurdan çûbe jî Îsmet Înonu jî Kurd bû û serokê delegasyonê bû û hertim digot em Kurd û Tirk me biryara bihevrebûnê daye, em tevde milletê musulman in.Di serê hevdîtinên Lozanê da, her çiqasî Îsmet Înonu xwestibe Mûsil bidest bixîne jî, dibîne ku Ingilîz tûjtir bi ser meseleyê da tên, ew jî sist dibe û hiştina mijarê ji Cemiyeta Miletan ra derdikeve holê. Ji aliyekî ve Heyeta Ingilîzan fêm dike ku Îsmet Înonu dikare dev ji Mûsilê berde heke li başûrê Kurdistanê heq nedin Kurdan da ku sibe dusibe ew ji Kurdên Bakur ra nebin mînak. Ji zimanê hev fêm dikin û gotin dadigere ser firotina Mûsilê, ka di miqabil wê da çi dihat xwestin. Bêyî tu zehmetiyan derketina ji Stenbol ya Ingilîz, Frensiz û Îtalîyan, dana paya ji petrola Mûsilê… Lê gerek Îsmet Înonu pêşî bihata li Enqerê ev bida qebûlkirin.
Di hevdîtinên li Lozanê da roja 4ê Sibata 1923yan ba herikî ber bi hêla ku kêşeya Mûsilê ji bernameya Konferansa Aştiyê ya Lozanê bê derxistin û ji bo ku her du alî di nav xwe da li ser vê meseleyê li hev bikin, konferans hat betalkirin. Ev ji bo Tirkiyeyê gava fermî ya ber bi windakirina Musilê da bû. Helbet Ismet Înonu hertim di derbarê rewşê da telgraf dişandin Enqereyê û bêyî Mûstafa Kemal tu gav netavêtin. Dema Îsmet Înonu vedigere û di meclisê da ji bo peyman bi vî awayî bê qebûlkirin diaxive, meclis li bin guhê hev dikeve lê Mustafa Kemal hevaltiya wî dike.Li gel ku mebûsên Kurd û ne Kurd dana Mûsilê bi tundî red dikin, derbarê vê yekê da biryarekê bi meclîsê nikarin bidin stendin. Bi temamî hukmê Mûstafa Kemal û Îsmet Înonu yê ku bi her awayî pê ve girêdayî ye derbasdar e, wan jî biryara jidestberdana Mûsilê stendibûn. Ji aliyekî ve Ismet Înonu ji bo ji nû ve li Lozan hevdîtin pêk were bi rayedarên Ingilîzan ra têkilî datanî. Ji aliyê din ve Mûstafa Kemal ket tevgera feşkilandina meclisê ya ku xuyabû qet vê Peymana Lozan îmze neke. Mustafa Kemal meclisê bela dike û di şûna wê da kesên hevalbendên xwe dike mebûs û incex bi wî awayî pêvajoya Peymana Lozanê dimeşîne. Di vê derbarê da çavkanî pir in û ê ku bixwaze bi rehetî dikare xwe bigihîne van agahiyan. Bi kurtasî biryar hat dayîn ku Mûsilê ji Ingilîzan ra bihêlin, bi şertê ku Kurd ber xwe nebînin. Ji xwe ji niha û pê da di herdu aliyan da jî ji bo Kurd û Kurdayetî bihata tunekirin wê bername bihatina meşandin.
Di cepheya Ingilîzan da xizmeta ji vê nerînê ra di demeke kin da dest pê kir. Piştî ne bi gelekî rayedarên Ingilîz biryara ku Şêx Mehmûd xelas bikin distînin û dîsa dest bi bombebaranên li ser Kurdan dikin. Di 22yê Sibata 1923yan da yekîneyên Hindistanê tînin herêmê û fîloyeke mezin a ji 20 balafiran li esmanên Kerkûkê xuya dike. Di 24ê Sibatê da bela dikin ku hikûmeta Şêx Mehmûd nas nakin. Silêmanî careke din bi bombekirina Hêzên Hewayî yên Qraliyetê ra rû bi rû dimîne. Di 4ê Adarê da Şêx Mehmûd mecbûr dimîne ku Silêmaniyê terk bike û derkeve serê çiyayê xwe.
Li Meclîsa Enqerêyê li ser Mûsilê gelek munaqeşe çêdibin, tê wê radeyê ku sîleh li hev bikşînin. Piraya mebûsan Îsmet Înonu bi xayînti îtham dikin û dixwazin wezîfeya wî bê betalkirin. Ji mebûsên Kurd ên li Meclîsê Yûsif Ziya Beg dibêje ku, veqetîna Mûsilê tê wateya parçekirina welatê Kurdan û divê ku ew bi birayên xwe ra yên li Bakur bibin yek. Di 6ê Adara 1923yan de dibêje ku “…Kursiyeke Mûsilê di dîroka Kurdan da heye. Gelî hevalan, çawan mirov nikare insanekî bike du parçe yan jî parçeyekî wî jê bike, ji Tirkiyeyê veqetîna Mûsilê jî ne mimkun e, hevalino. Terk û li rastê hiştina Mûsilê, bipaşdaavêtina wê ji bo salekê, ji bo şeş mehan, lîstikek pir bixeter e…”Meclisa Millet biryar stendibû ku heta xelasiya welat tekûz bike wezîfeya xwe dom bike, lê di 16ê Nîsana 1923yan da meclîs hat belakirin û hevdîtinên Lozanê di 23yê Nîsanê da careke din dest pê kirin. Piştî bazarên ku heft mehan domiyabûn, di 24ê Temmûzê da peyman ji aliyê Îsmet Înonu û berpirsên din ve hat îmzekirin. Di peymanê da kêşeya Mûsilê di cih da hatibû hiştin. Xala 3yem a peymanê ya derheqê Mûsilê da wiha ye:“Sînorê di navbera Tirkiye û Iraqê da, ew ê di nav neh mehan da, bi riya lihevkirina dostane ya di navbera Tirkiye û Brîtanyaya Mezin da wê bê diyarkirin. Di nav dema hatiye behskirin da, heger herdu hikûmet li hev nekin ew ê mijarê bibine Konseya Cemiyeta Miletan. Hikûmetên Tirk û Ingilîz, heta derbarê mijara sînor da bigihîjin biryarekê, ku qedera qethî ya herêmê girêdayî vê qerarê ye, teahûd dikin ku bi hawê rewşa niha ya herêmê biguherîne ew ê çalakiyeke leşkerî yan jî ya bi cureyê din nekin.”
Ji ber ku piraya mebûsan Peymana Lozanê qebûl nedikir Meclisa 1emîn ya rojê giran hatibû belakirin. Di gel ku ji ber hiştina Mûsil, di meclisê da Ismet Înonu wek xayîn dihat binavkirin û dixwestin wezîfeya wî jê bê stendin, dîsa ew çûbû Lozanê û peyman îmze kiribû. Loma Peymana Lozanê ne derbasdar e, bêyî îrada millet hatiye îmzekirin.Ewqas tekoşîna ji bo xelasiya welat ketibû riyek din û Mûstafa Kemal wê ji padîşah zêdetir bibûya xwedî erk. Mustafa Kemal muxalefet tevde tasfiye dikirin û bi lez û bez xwe ferz dikir li ser her tiştî. Meclisa nuh ji zilamê xwe ava kiribû. Ne tenê li hember Kurdan hatibû guhertin, hevalê xwe yê herî nêzîk jî bi mahneyekê bertaraf dikirin û tenê ya xwe dimeşand. Taqet bi xwe ra nedidît ku bi Ingilîzan ra şer bike, lê çawa be Kurdê ku xwe spartibûnê di nav lepê wî da bûn, bê çek bûn, kuştin û talankirina wan rehet bû.Ingilîzan jî pêvajo xweş tehlîl kiribûn, di 4ê Kewçêra 1923yan da Wekaleta Komîseriya Bilind a Iraqê ji bo Sekreteriya Wezareta Koloniyan, di derbarê Mûsilê da wiha nivîsîbû:“Li gorî ku ez ji hin çavkaniyan hîn bûme, biryardarbûna Tirkan a der heqê Kurdistana Başûr da, xwe dispêre wê baweriyê ku em ê otonomiyê bidin herêmên Kurdan ên li Iraqê. Ev yek wê bibe sedem ku Kurdên di bin îdareya Tirkan da hatine hiştin reaksiyonê nîşan bidin û zorê bide wan ku ew jî otonomiyê bixwazin. Heger em bi awayekî resmî ji Tirkiyeyê ra teahûd bikin ku bi guhertina mercan me dev ji fikara dayîna otonomiyê ya ji bo Kurdan berdaye, ku ew di Peymana Sewrê da cih digire û mebesta me ew e ku em hemû herêmên Kurdan heta tixûbê li aliyê Mûsilê bi ser Mezopotamyayê ve (Iraqê ve-E) berdin, ez wisa difikirim ku ew ê gotûbêjên der barê sînor da gelekî rihet bibin.”
Îcar biryar li gorî vê ramanê pêk tên. Hewldaneke herî biçûk a Kurdan li kîjan aliyî be bila bibe, bi fikara ku wê bandorê li Kurdên aliyê din bike, hemû bi hev ra wê li dij bisekinîyana. Di Temmûz û Tebaxa 1923yan da Ingilîzan careke din dest bi bombebarandina li ser Silêmaniyê kiribûn.Tirkiye jî di makekanûna 1924an da wê dijayetiya xwe ya li hemberî Kurdan pir zelal bikirana. Bi vê makeqanûnê zimanê Kurdan, çanda wan û kesayetiya wan tê înkarkirin. Nêrînên di 9ê Adara 1924an da ji aliyê komîsyona ku Makekanûna 1924an amade kiribû, raman û riya wê bê meşandin bi awayekî hişkere îfade dikir:“Dewleta me dewleteke neteweyî ye, ne dewleteke pirnetewe ye. Dewlet ji Tirkan pê ve miletekî din nas nake. Di nav memleket da, kesên ku ji nîjadên din in û divê xwedî heman maf û hiqûqê bin hene. Lê ne mimkun e ku mirov li gorî rewşa wan a nîjadî mafan bide wan an jî tiştên ku were wê wateyê bike. Wekî her miletekî nû, dibe ku miletê Tirk jî kesên ne ji heman nîjadî vehewîne nav xwe. Lê tenê miletê Tirk xwedî wê hunerê ye ku dikare hemû nîjadan li hev kom bike.”
Xelîfetiya ku ji bo gelên Osmanî pir girîng bû, di 4ê Adara 1924an da ji aliyê Meclîsê ve tê hilanîn; bi rakirina xelîfetiyê banê hevalbendiya ser bingeha misilmantiyê ji holê hatibû rakirin. Di cih da, hin rêzetedbîrên li dijî Kurdan jî hatin stendin. Girtina dibistanên Kurdan, qedexekirina axaftina bi Kurdî, cezakirina rêber û pêşengên Kurdan, înkarkirina hebûna Kurdan, zordarî û hwd.
Ji bo meseleya Mûsilê ku li Lozanê hatibû taloqkirin heyetên Ingilîz û Tirkan di navbera 19ê Gulanê û 5ê Hezîrana 1924an da li Stenbolê li hev civiyan û bêyî bigihîjin encamekê dawî li gotûbêjên xwe anîn. Bi vî awayî çareseriya pirsgirêkê ji Cemiyeta Miletan ra ma. Jixwe ji roja ku taloqkirina meseleya Mûsilê ket rojevê Meclisa Enqereyê zanîbû ev tê wateya windakirina Mûsilê û pevçûnên giran qewimîbûn. Çûn û hatinên ji niha û pê da tenê xwesteka hîn bêhtir berjewendiya yê aliyan li miqabil hev e.Komîsyona Cemiyeta Miletan wê pêşî biçûya Londonê, paşê Enqereyê û dûre jî derbasî Başûrê Kurdistanê bibûya da ku serî li fikar û nêrînên xelkê Kurd bida. Ew di 16ê Çileya 1925an da digihên Bexdayê. Di vê demê da ji bo ku Igilîz bidin nîşandan bê bi Mûsilê ra çiqasî di nav ahengeke tam da ne, li cepheya Iraqê xebateke bêsekin heye. Qral Faysal jî ji komîsyonê ra di derbarê Mûsilê da digot ku, mesele hebûn û nebûna Iraqê ye.
Komîsyona Tehqîqatê, li Vîlayeta Mûsilê piştî lêkolînên sê mehan raporek amade kiribû. Komîsyon vê raporê di 16ê Temmûza 1925an da pêşkêşî Konseyê dike, em li çend gotinên raporê binêrin:“Kurd, piraniya nifûsê pêk tînin. Ew ne Tirk ne jî Ereb in. Bi zimanekî aryan diaxivin. Bi tenê Kurd û Ereb civatên qerebalix ên ku li warên mezin bi cih bûne pêk tînin. Ji bo çêbûna xeteke bi armanca veqetandina nîjadên cuda, mirov kare tenê belavbûna bi zêdebûna van her du hêmanên nifûsê bide ber çavan. Ev xet, wê di çolên bibereket û xwedî nifûseke zêde da bibihure, Mûsilê bibire û ber bi nuqteya ku Çemê Dîcleyê û Zêya Biçûk digihên hev dakeve. Nîjadên din hemû, li her aliyê welêt belav bûne… Heger em mecbûr bana tenê netewetîyê bidin ber çavan, divîyabû biryara avakirina dewleta Kurdistan jî mecbûrî bûya, çinkû ji heştan pêncê nifûsê Kurd in…Em di nav Kurdan da hişmendiyeke neteweyî ya mezin dibe dibînin ku bi awayekî hişk alîgirê Kurdayetîyê ye û ne ji bo Iraqê ye; ev hiş li Başûr bi awayekî hîn xurt bi pêş ketiye û gava ber bi Bakur ve diçe qels dibe, li çiyayên Eqreyê û li deşta Mûsilê bi tevayî winda dibe. Li hêla din di nav Tirkên li wilayetê da jî, bi awayekî hişkere hişmendiya neteweyî xurt e… (Heger) beyanên li hemû parçeyên herêmê li ber çavan bên girtin, pir hindik, bi awayekî muhtemel wê ber bi Iraqê ve bikeve. Ligel vê yekê, ev beyan gelekî tên guhertin û ji aliyên şertan ve wisan hatine dorpêçkirin ku ji bo statûya siyasî ya welêt a di dahatûyê da, bi tena serê xwe wek bingeh nikare bê dîtin… Heger rejîma mandayê di wexteke kurt da bi dawî bibe, gelek alîgirên Iraqê wê bixwazin dîsa tevî Tirkiyeyê bibin.… Komîsyon bi mebesta ku îmkanê bide bipêşketin û biqewetbûna dewleta nû, gihîştiye baweriya ku divê şeklê birêvebirinê ya heyî ya mandayê ji bo demekê bê domandin.… Divê rêz ji daxwazên Kurdan ra bê girtin, yên derbarê welatê wan da; kesên ji nîjada Kurd wek erkedar ji bo rêveberiya edaletê û perwerdehiya dibistanan bên tayînkirin û zimanê fermî yê di van hemû xizmetan da bi Kurdî be.Komîsyon gihiştiye wê qin’etê ku heger kontrola Cemiyeta Miletan a li ser wadeya peymana çar salî ya ku di navbera Brîtanyaya Mezin û Iraqê da derbasdar e, bi dawî bibûya û heger derbarê mijara otonomiya herêmî da teqez aminiya Kurdan neanîna, ew ê piraniya gel serweriya Tirkan ji ya Ereban çêtir bidîta.”Komisyon di gel ku hin rastiyê Başûrê Kurdistan anîne ziman, hişkere ye ku terefgiriya Ingilîzan hatiye kirin û giranî dane ser liserlingahiştina dewleta nû, Dewleta Iraqê.Li Enqereyê, li Meclîsa Mezin a Miletê ya Tirkiyeyê(îca Tirkîtîya dewletê pir hişkere ye), her çiqas ne wek Meclisa 1emîn be jî, li ser meseleya Mûsilê nîqaş û gengeşe çêdibin. Dîsa jî Peymana Enqereyê di 5ê Hezîrana 1926an da hat îmzekirin û hiştina Mûsilê ji Iraqê ra li ser kaxetan jî hat pesendkirin. Bi vî awayî Kurdistan hat parçekirin û parvekirin, ji ber vê peymanê jî ev sed sal e Kurd di bin zilm û zordariyê da ne. Kurdan jî tu carî ev peyman qebûl nekirine û serhildanên wan bê navber heya roja me dom kirine.
$WEK ENCAM:$
1- Bi Peymana Sewrê Kurdistan dihat perçekirin û pêvajo diket destê Erwûpiyan, loma Kurdan ev peyman qebûl nekirin.
2-Piraya Kurdan li ser bingeha wekheviyê bi Tirkan ra tekoşîn kirin, heta yê ku Tirkiye ber bi avakirinê ve bir Kurd bûn, bi tekoşîna di sînorên Rûsya da heya bi Hatayê. Yan na dewletek biçûk ya ku li Sewrê hatibû destnîşankirin ji aliyê rayedarên Osmanî ve hatibû qebûlkirin; lê mixabin wek gelek caran dîsa bi Kurdan ra xayîntî hate kirin û rewş veguherî çerqa tunekirina Kurdan.
3- Kurd tu carî xwe wek hindikahî qebûl nekirine, ji ber ku ew unsûrên eslî yê welatê xwe bûn û rêjeya nufûsa wan ya di hundirê Mîsakî Millî da ji ya Tirkan zêdetir bû. (Dema mirov nufûsa wê demê û mubadeleyên piştî Lozanê jî bide ber çavan, ev pir zelal e.)
4-Ji ber ku qeweta şer di xwe da nedîtine Mustafa Kemal Mûsil feda kiriye û berê xwe daye Kurdên ku di her merheleyî da pê ra bûbûn alîkar, heya bi dema ku hukûmeta Stenbolê şenaqa (îdam) wî dabû jê ra bûbûn pişt.
5- Bi makeqanûna 1924an bi temamî înkara Kurdan zelal bû, Kurd ji mafê herî biçûk yê hindikahiyan jî man mehrûm û bi dû da serhildanên Kurdan yê berfireh dest pê kirin.
6- Bi perwerdehiya sed salî û pêşdeçûna netewperestiya Tirkitiyê, îro Mîsaqi Millî bi awayekî din tê bilêvkirin ku tu eleqeya wê bi rastiyê ra tuneye. Di pêvajoya Sewr û Lozanê da, bi şertê wekheviya bi Tirkan ra, Kurdan xwestibû welatê wan parçe nebe û başûrê Kurdistanê têkeve sînorê Mîsaqi Millî.
7- Mûsil di ber Stenbolê da hat dayîn, piştî Peymana Lozan hat îmzekirin di 6ê Kewçêra 1923 yan da eskerên Ewrûpiyan ji Stenbolê bi merasîm, bi selamdana beyreqa Tirkî xatirxwestin, bi çepik û bi barandina gulan bi ser wan da berê xwe dan welatê xwe.
8- Neheqiya ku li Kurdan hate kirin ev sed sal in kiriye ku di dewletên ku Kurdistanê li hev payê kirine da hertim şer û windahî hebin.[1]
این مقاله بە زبان (Kurmancî - Kurdîy Serû) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 1,218 بار مشاهده شده است
هشتگ
منابع
[1] سایت | Kurmancî - Kurdîy Serû | www.rojnameyakurdistan.com
آیتم های مرتبط: 42
تاریخ و حوادث
تحقیقات مختصر
مدارک
کتابخانه
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
تاریخ انتشار: 26-07-2020 (4 سال)
پوشه ها: توافق لوزان
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کتاب: مشکل کرد
کتاب: جغرافی
کتاب: تاریخ
کشور - اقلیم: کردستان
فراداده فنی
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( سارا کاملا ) در تاریخ: 12-02-2023 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( آراس حسو ) در: 12-02-2023 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: آراس حسو در 12-02-2023 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 1,218 بار مشاهده شده است
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
زندگینامە
هلیا برخی
زندگینامە
عزیز یوسفی
کتابخانه
افسانەهای لری
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
کتابخانه
غمنوای کوهستان
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
اماکن باستانی
پل خسرو
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
اماکن باستانی
تپه باباجان
زندگینامە
سوسن رازانی
کتابخانه
جغرافیای لرستان
اماکن باستانی
گوردخمه سان رستم
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
زندگینامە
جمشید عندلیبی
زندگینامە
سارا خضریانی
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
زندگینامە
هانا وکیل
اماکن باستانی
مسجد دولتشاه
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
زندگینامە
روژین دولتی
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
زندگینامە
شاهزاده خورشید

واقعی
زندگینامە
حیدر شیخ علی غلام
05-05-2023
شادی آکوهی
حیدر شیخ علی غلام
زندگینامە
صلاح محمد کریم
08-05-2023
شادی آکوهی
صلاح محمد کریم
زندگینامە
لیلا زانا
16-06-2023
شادی آکوهی
لیلا زانا
زندگینامە
محمود مرادی
11-10-2023
شادی آکوهی
محمود مرادی
زندگینامە
کیوان کوسری
07-12-2023
شادی آکوهی
کیوان کوسری
موضوع جدید
زندگینامە
سیدو خلف علو
08-05-2024
سارا سردار
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
کوه قارون
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
تفرجگاه باباهور
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
گلدشت روستایی
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رشته‌کوه گرین
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رودخانه سزار
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
قالی کوه
05-05-2024
شادی آکوهی
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
04-05-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
عزیز یوسفی
04-05-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 519,083
عکس ها 106,404
کتاب PDF 19,242
فایل های مرتبط 96,855
ویدئو 1,377
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
زندگینامە
هلیا برخی
زندگینامە
عزیز یوسفی
کتابخانه
افسانەهای لری
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
کتابخانه
غمنوای کوهستان
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
اماکن باستانی
پل خسرو
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
اماکن باستانی
تپه باباجان
زندگینامە
سوسن رازانی
کتابخانه
جغرافیای لرستان
اماکن باستانی
گوردخمه سان رستم
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
زندگینامە
جمشید عندلیبی
زندگینامە
سارا خضریانی
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
زندگینامە
هانا وکیل
اماکن باستانی
مسجد دولتشاه
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
زندگینامە
روژین دولتی
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
زندگینامە
شاهزاده خورشید

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان ایجاد صفحه: 0.188 ثانیه