ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,447
画像 105,713
書籍 19,161
関連ファイル 96,458
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Kosegelî û tofana 84’an
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ayhan Erkmen

Ayhan Erkmen
#Ayhan Erkmen#
Hin rojên şahiyan hene ku di roja me ya îroyîn de êdî nayên pîrozkirin. Sedem her çiqas veguherîna civakê be jî, hin caran jî qewimîna hin bûyeran e. Ji wan rojên pîrozkirina wan hatine terikandin yek jî şahiya Kosegeliyê ye. Her çiqas şahiya Kosegeliyê, dikete dema cemreya yekemîn an jî pîrozahiya Xidir Îlyas û Xidir Nebî jî, bi ya min şahiya Kosegeliyê bi xwedîkirina pêz re eleqedar bû. Ji ber ku li ba me, Serhedê roja pîrozkirina vê şahiyê li gorî “sedê pêz” dihate hesapkirin. Dema “sedê pêz” tijî dibû, şahî dihate lidarxistin. Sed rojî ji du beran berdanê roja şahiya Kosegeliyê bû. Di zarokatiya me de beran di 29’ê cotmehê de dihatin berdan. Roja “sedê pêz” dikete deh an jî yazdehê sibatê. Li hin deveran roja şahiya Kosegeliyê, ji pêş de dihat pîrozkirin, li wan deveran beran jî zû dihatin berdan. Pez pênc mehan avis dimîne, li ba me, Serhedê zivistan dirêj dikişîne, wisa hesap dikirin ku bila hukmê zivistanê xelas be û “sedê pêz” li wê gavê dest pê bike. Ew jî beranberî dawiya adarê û serê avrêlê dihat.
Kosegelî ji komên pênc an jî şeş kesan pêk dihat. Mezin û rêberê komê Kose bû. Wî bi giha, qirş û qalan xwe dixemiland. Şivdareke mezin hildigirt û wek şervanan, tim ji bo şer amade bû. Yek dikirin dilqê jinan û xêlî diavêtin ser, ew dibû bûka salê û hevjîna Kose. Di bêrîka wê de derziyeke stûr hezbû. Gava tiştek bixwesta û hin kesan nedanayê, derzî ji wan re dikir. Yên din jî dîsa cilên bêteşe li xwe dikirin, hîsa li bin beroşan û ar rûyên xwe didan, bi rastî jî bi wî awayî hinek nedihatin naskirin. Ji wan yek, du kesan tûrik digerandin û zad berhev dikirin; yek, du kesên din jî di destên wan de şivdarên mezin, kom diparastin ku bila tu kes, bûkê nerevîne an jî tiştekî neyne serê wan. Heger bûk birevandana, heya ku cirm nesitandana, bûk bernedidan, cirm jî zadên berhevkirî bû.
Zengil bi xwe ve girêdidan, dema gera wan dest pê dikir, ji dûr ve mirovan zanibûn ku Kosegelî tên. Bi bihîstina dengê wan, sawa wan diket ser seyan, se ji tirsan har dibûn. Carinan du, sê kom digeriyan; xwedê nîşan nede, îja rastî hev bihatana, diketin nav hev, bi şîrqîniya şivadaran û bi dengê qîrîniya wan re, cînar topî ser wan dibûn; bi şivdaran didan zoxên hev, qey bêjin ne cînar û ne jî nas bûn, wisa dikirin zîtol ji hev çêdikirin, ji hal diketin û wek xenîmet dest didan ser zadên hev. Lê tiştên baş, ew kirin li wir dima, kes ji kesî nedixeyidî û rika xwe nedidan hev.
Mal bi mal digeriyan, hemû malbat nas dikirin, rewşa hundirê malê zanibûn. Xweşbêj bûn, li ber her deriyekî beytek dixwendin. Ew beytana carina lawa, carina qirf bûn. Mînak di malê de yeke ducanî hebûya, digotin;
“serê salê binê salê/xwedê kurekî bide vê malê yan jî xwedê keçekê bide vê malê”
Dema kebaniyê timakarî bikira, digotin “Serê salê binê salê/ kebanî qurbana malxiyê malê”
Tu kesî derî li wan nedigirt û ji tu deriyî jî bêpar venedigeriyan. Cînaran li gorî derfetên xwe, bi dil û eşq ar, savar, rûn û genim didan wan.
Hemû jî şanoger bûn, di navberê de lîstik dianîn serê hev. Kose carinan xwe diavête erdê, xwedê giravî ji xwe ve diçû yan jî dimir; bûkê heya ku Kose rabûya di ser de dilorand, xwe dikuta û maç dikir… bi rabûnê dibû hirehira Kose, lotik diavêt û dilîst.
Di dawiya rojê de ger ku zadên berhevkirî zêde bûya, jê hinek difirotin û ji ber ve tişt disitandin. Li evarê di malekê de top dibûn û şahî li dar dixistin. Bi zadên berhevkirî û yên ji standî herfane çedikirin. Li pey xwarinê stran digotin, behsa meseleyên nav rojê dikirin, henekên xwe bi hev dikirin û têra dilê xwe dikeniyan.
Mixabin di sala 1984’an de ji bûyera ku qewimî şûndatir, li herêma me ev şahî hat terikandin. Di 11 sibata 84’an de “sedê pêz” tijî bûbû, cemre jî ketibû hewayê, ji gundê cîran Yemençayîrê çar xort, jê dudu bira bûn, ji gund derketibûn û wek Kosegelî çûbûn gundên der û doran. Bi venegerînê, roja çaran merivên wan li dû şopa wan ketibûn, rind tê bîra min hatibûn gundê me jî…
Kosegelî bi cemrê xapiyabûn û ji gund derketibûn lê bi derketinê re tofan qetiyabû. Tirsa malbatan ew bû ku tiştek hatibe serê wan. Her çar xort ber bi herêma Quriderê çûbûn. Dema ji gundê Axadeveyê vediqetin, bager dest pê dike. Xwe diavêjin newala bintara gund, lê bagereke wisa zerp e ku nikarin rê tê derxin û vegerin gund jî. Di newalê de berf li hev dizivire, bager hêj zêde dibe, çav çavan nabîne. Dar û ber û taldeyek jî tune ye ku xwe bispêrinê. Sur û seqem ji canê wan dixwe, roja çaran dema ku ji Axadeveyî wan dihisin, du kes mirine, her duyên din jî tilî û pêçiyên wan çûne. Êdî ji wê rojê şûndatir li herêma Dîgorê Kosegelî negeriyan.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは276表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 18-02-2023
リンクされたアイテム: 2
伝記
日程&イベント
グループ: 記事
Publication date: 11-02-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 18-02-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 19-02-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 19-02-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは276表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,447
画像 105,713
書籍 19,161
関連ファイル 96,458
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.235 秒(秒) !