ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,113
画像 106,530
書籍 19,256
関連ファイル 96,988
Video 1,384
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Qêrîna jinên Efrînê
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Qêrîna jinên Efrînê

Qêrîna jinên Efrînê
=KTML_Bold=Qêrîna jinên Efrînê=KTML_End=
#Aras Hiso#

Li Rojavayê Kurdistanê piştî geşedanên çirûska şoreşê, ew agirê berxwedan, şehadet û wêrekiyê xwe di bera her malê da û di her malekê de sembola ruhê netewî û xwînê li dar ket. Li her bajarekî bi awayekî êş û zehmetî kişandine. Carinan mirov ji xwe pirs dike ''Ma qet ev bajarên te newestiyane?!. Şehîdên te êdî nayên hejmartin ku bi hezaran sûretên wan di malên te de daliqadî ne?!
Di her bajarekî de bi mehan şer, têkoşîn û berxwedan lê rûdaye. Di sala 2017'an de gava ku grûpên çekdar yên ser bi Tirkiriyê ve û dewleta dagirker ya Tiriyayê êrîşî bajarê Efrînê kirin, êrîşeke bi hov ku nayê aqlê mirovan anîn serê wan darên zeytûnê, bi balefirên çekdarî yên bê hejmar darên zeytûnê birîn dikirin.
Lê milîtanên YPG'ê û YPJ'ê karibûn di heyameke 58 rojan de li ber xwe bidin û di ber ax û zeytûnên kesk de canê xwe bikin qurbanî. Hingê piştî berxwedaneke bê navber di dîroka 18-03-2018'an de bajarê Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin û bû sedema ku bi hezaran malbat dev ji warên xwe berdin û li bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê derbider bibin.
Dagirkeriya Tirk dîsa li vir nesekinî li bajarê Efrînê dixwaze demografya herêmê biguhere û kurdan ji koka wan biqetîne û ev yek li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê tê kirin û berdewam e.
Hingê li vir gelek kurdên wêrek dev ji Efrînê bernedan û li ser axa xwe man. Çendî zehmet e ku li ser axa xwe bî û bi şev û roj rastî talan û binpêkirinan werî? Wan malbatên kurd bi mebesta ku di mala xwe de, li ser axa xwe bijîn, li cih û warên xwe man tevî vê yekê îro bi sedan belge didin diyarkirin ku çendî revandin, wêrankarî, kuştin û dizîn ji aliyê çeteyên ser bi tirkiyayê ve têne kirin.
Herî dawiyê jî di 20-03-2023'an de di şeva Newrozê de komek malbatên Cinirêsê ku dixwestin di ber mala xwe de agirê Newrozê geş bikin, ji aliyê çekdarên Ehrar El-Şerqiye ve çar kesên ji malbatekê şehîd xistin û çend kesên din birîndar kirin. Ev yek bû sedema ku kurdên Cindrêsê û yê herêmê biteqin û bi taybet jinên kurd. Gava ku me di dîmenan didît ku çendî wan jinan gurzên zeytûnê li eniya xwe digerandin û bi dengekî bi kerb û qêrîn di rûçikê gemara mirovahiyê de diqêriyan ''Ji warê me derkevin, em azadiyê dixwazin''. Li aliyekî din gava ku rojnamegerî dixwest bi dayîkekê re bi zimanê erebî hevdîtinê bike. Wê bi kerb û bi êş digot ''Ez bi erebî deng nakim û ez dev ji zimanê xwe bernadim. Ez dayîka şehîdan im''. Hingê em fehm dikin ku di ber parastina zimanê kurdî de çiqasî jinê karibû di ber li berxwe bide û çawa her tişt di ziman de kom dibin; çand, ax, wêrekî û hebên zeytûnê, hemû di hundirê zimanê dayîkê de dibin girêk û di rûçikê çeteyan de diteqe. Ew jinên ku eniya wan hêjayî maçîkirinê ye, hêjayî ku ew bibin stûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê.
Lê dilê dê?
Dilê dê ya kezeşewitî tiliyek wê bi ser kefenê kurê xwe de ye û tiliyek din a serkeftinê li jor e. Eger kesek din bûya ji zû ve miribû, lê ji ber ku dayîka kurd e, ew her demê jîndar e. Dilê wê carinan kevir e, fîşek e, darê berxwedanê ye ku pey serê dijmin dişkîne.
Wan bi xwe jî digot ''Tenê dera ku agir lê radibe dişewite'', tenê xwediyê êşê bi êşê dizane û dîsa jî li hemberî van kiryarên dij-mirovahiyê bêdengî heye. Ger ne qêrîna wan jinan bûya, dibe ku ev komkujî di ber devê deriyan û di quncik û qewêlan de bi dizî bihata vegotin û hinekan bigotana ev çîrok rast bû ya ne rast bû. Tenê wan jinan bi qêrîna dengê xwe ji mirovajiyê eşkere kirin bê rastî çi ye?[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,032表示された回数
HashTag
ソース
リンクされたアイテム: 13
グループ: 記事
Publication date: 24-03-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 女性
プロヴァンス: 西クルディスタン
都市: Afreen
Technical Metadata
この項目の著作権は、アイテムの所有者によってKurdipediaに発行されました!
Exclusive to Kurdipedia!
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 10-04-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 12-04-2023
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 10-04-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,032表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.1104 KB 10-04-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,113
画像 106,530
書籍 19,256
関連ファイル 96,988
Video 1,384
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.343 秒(秒) !