پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ڕێبوار هەمەوەندی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
فێربوونی هێمای پیتەکانی زمانی کوردی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس عەبدوڵڵا یوسف
25-02-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
حاجی قارەمان پیرەپیاوێکی خەڵکی قەڵادزێ ئاڵای ئێراق و وێنەی سوودانی بەرزدەکاتەوە!
24-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
ژیاننامە
هۆشەنگ ساڵح نەجاڕ
24-02-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
مستەفا مەزهەر
24-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
هەولێر لە بەڵگەنامە عێراقی و بریتانییەکاندا 1922-1957؛ بەرگی یەکەم
23-02-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
87 چیرۆکی منداڵان
23-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
ئامێدی (عەمادیە) لە بەڵگەنامەکانی عوسمانیدا 1811-1920، بەرگی 16
23-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 510,185
وێنە 102,964
پەرتووک PDF 18,706
فایلی پەیوەندیدار 92,662
ڤیدیۆ 1,189
ژیاننامە
محەمەد فایەق تاڵەبانی
ژیاننامە
عیماد زەنگەنە
ژیاننامە
ئازاد حەمە شەریف 1
ژیاننامە
سوهەیلا قازی محەمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
HIN PIRSGIREKÊN WERGERÊ DI KURMANCÎ DE
کوردیپێدیا، زانیارییەکانی هێندە ئاسان کردووە! بەهۆی مۆبایڵەکانتانەوە نیو ملیۆن تۆمار لە گیرفانتاندایە!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Îbrahîm Seydo Aydogan

Îbrahîm Seydo Aydogan
=KTML_Bold=HIN PIRSGIREKÊN WERGERÊ DI KURMANCÎ DE=KTML_End=
#Îbrahîm Seydo Aydogan#
Ez dibêjim wergernasi, beyi ku ez di derheqê wê de bi tișteki zanibim.
=KTML_Bold=Destpêk û pirsgirêk=KTML_End=
Di mijarên ku zanistiyê pêwist dikin de, em weha fêr bûne ku peyvên gilover û carinan jî qelew li pey hev rêz bikin û bi vî awayî, beyî ku em tiştekî bibêjin em behsa hin mijarên girîng dikin. Ravekirina têgihîştinan û refleksiyonên li ser karên ku bi huner, ziman û wêjeyê ve tekildar in li cem me rengekî weha wergirtiye ku em bêyî argumentan bi hêsanî dikarin di derheqê başî û nebașiya karekî de binivîsînin. Hevokên otorîter ku sedemên wan ne zelal in, hikumdayina di derheqê berheman de ya ecêb, şêwazeke gilover ku behsa tu kesî û tu karî neke û sîmulasyona zanînê ku hemû helwêstên me yên ramanî xistine bin desthilatdariya xwe êdî bûne taybetmendiya entelijansiyaya me. Em di vira de dibêjin “sîmulasyon”, peyvên weke “derew” “xapandinê” ji bo van celeb mijaran bikarbînin.
Di mijara wergerê de, bi qasî ku di karên ku heta nuha hatiye kirin re diyar dibe, xelk ji sloganan û peyvên qelew pirr hez dikin û ji ber wê jî hewil didin ku bi gellek hevokên manşetan ve behsa girîngiya wergerê bikin. Lê belê, girîngiya wergerê û fonksiyona wê ya di peywendiya ziman, wêje âû çand û neteweyan de êdî ji aliyê herkesi ve tê zanîn û pêdiviya me pê tuneye ku kesek dersê bide me. Yanî, ne bi tenê di wergerê de, di zimên de, di wêjeyê de, di felsefeyê de, di dîrokê de û herweha di siyasetê de, êdî bes e ku xelk rahêjin meqesê û xwe li ser me fêrî berberiyê bikin.
Stratejiya wêjeya wî zimanî li hemû welatan mîna hevdu bûne ku mînaka we herî baş ku li cem me tê naskirin, bandora wêjeya ewropî ya li ser bikaranîna zimanê nivîskî û hewlên bipêşdexistina ya wêjeya rojhilatî ye ku di sedsala 19’an de dest pê kiribû û bûbû sedema ku wêjeya rojhilatî di vegotinê de çeşnên nuh nas bikirana ku îroj jî li ser bingehên pexşanê tên naskirin. Ev çeşnên weke roman, çîrok, şano, cerribandin, rexne û hwd. bi rêya xwendinên bi zimanên din û bi rêya wergerê ve di zimanên rojhilatî yên mîna tirkî, farisî û erebî de jî hatin bikaranîn. Yanî, bi gotineke kurt û kurmanci, teqlida ku di bingehê wêje û hunerê de hebû, di bingehê pexşana rojhilatî de jî hebû. Ev bingeh bi wergerê ve hat çalakkirin û xurtkirin.
Heke îroj em hemû bi vê fonksiyona wergerê ve dizanin, hinge divê em dev ji pêşniyarkirina wergerê berdin û bes bibêjin ku “werger ji bo me baş e” an jî “werger pêwîst e”. Lewre, êdî divê em milleti û vî xwendevanî nexin şûna bêhişan û bikevin nava qadeke din ku bêtir bi kêrî me û zimanê me ve were. Ji dêleva pêşniyaran, hingê mirov dikare lê binihere ka bê heta nuha werger li ceme çawa tên kirin û pirsgirêkên me yên sereke di warê wergerê de çi ne û gelo mirov dikare bi çi awayî bike ku wergera me baştir bibe û fonksiyona xwe ya ku em jê hêvî dikin jî pêk bîne.
Em ê vê pirsgirêka wergera Kurdan, ji çend hêlên cuda ve binirxînin û hin pêşniyaran di nava về nivîsê de bikin. Lê belê em ê berê behsa wergera ji kurdî bikin û monologa xwe bi vî awayî bidin destpêkirin. Em peyva “monolog” bi kar tînin, lewre li cem me nîqaş formeke monologê ye.
=KTML_Bold=1. Wergera ji kurdî û danberheva zimanan=KTML_End=
Di peywendiya zimanan de hêleke wergerê heye ku zû bi zû nayê bîra mirov û mirov her behsa wergerên ji zimanên din dike. Tim weha ye û gava ku em dibêjin werger, em behsa wergera ji kurdi nakin, lewre ew werger ji bo danasîna wêjeya kurdî ya li derve ye û bêtir bi rêya nivîskaran bi xwe ve tê kirin. Elbet di vê yekê de behsa wergerên ji Cegerxwîn û Ehmedê Xanî nakin. Lewre Cegerxwin bêtir ji bo fikrên çepgiriyê û Ehmedê Xanî jî ji bo nasandina berhema wî Mem û Zîn’ê hatine wergerandin ku nemaze ji ev minaka dawîn serbilindiyeke wêjeya kurdî ye. Yên mîna Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo jî dikare disa weke ya Cegerxwin bê nirxandin û bi awayekî sembolîk hatine kirin. Ji xwe ew wergera ku ji bo tirkî hatiye kirin jî, ji teksta romanê ya orjînal nehatiye kirin.203
Em dikarin mînaka pirtûkên ku werdigerin zimanên ewropî bidin. Me berê jî gellek caran gotiye ku heke mirov pirraniya pirtûkên me wergerîne zimanekî din kesek dê nexwîne. Lewre, ziman û dikare gellekî “naif be ku naîf peyveke weha ye ku, bi fransî, ji bo şewaza pirtûkeke kurdî di pexşanê de ji bo xwendevanekî ewropî tiştên ku mirov naxwaze rasterast henekê xwe pê bike tê bikaranîn. Lewre, weke mînakeke ku me gellekî behs kiriye, bikaranîna hevokên kompleks li cem Fransiyan ji bo ravekirina peywendiya tiştan e, digel ku di kurmancî de hevokên nivîskarên me yên herî dirêj dubarekirina peyvan û sînonîmên wan e. Lê belê, fransî ji şewaza ku di orjinala romaneke kurdî de hatiye bikaranîn fahm nakin û bi wan weha te ku ew roman ji bo zarokan hatiye nivîsandin, lê xwe li qada mezinan radikişine.
Ev pirsgirêk di berhemên kurdî yên wêjeyî de ji ber xwespartina zimanê devkî tế. Di zimanê devkî de, mirov gellek peyvên hevwate li pey hev rêz dike, da ku kesên hemberî mirov ji hevokê fahm bikin.
Ev, taybetmendiyeke argumentasyona kurdi ye. Di zimana nivîsê de, mirov nikare heman rêyê bicerribîne. Lewre di nivisê de zimanekî weha ku bi dubarekirinê ve hatibe sazkirin weke zimaneki qels tê hesibandin. Ji ber wê jî, gava ku hûn şêwazeke bi vî rengî wergerinin zimanekî mîna fransî, xelk dikarin di bin simbêlan re bikenin. Lê belê ev tecrubeya wergera ji kurdî divê ji me re bibe jêderka hin têbiniyan ku yek jê ev e: di wergerê de asta zimanan divê tim di bîra werger de be. Ji ber wê ye ku di wergera wan ya fransî de carinan mirov dibîne ku hevokên nivîskarên kurd ji eslê xwe dirêjtir bûne. Bê guman, Fransiyan dê ew hevokên kurt nexwandana û Kurd jî dê hevokên dirêj yên mîna romanên fransî zû bi zû nexwinin Lê belê, mirov nikare bibêje ku kurdî dê nikaribe hevokên kompleks nas bike. Lewre, zimanê nivîskî ji xwe “ditinas tiştan û bûyeran û peywendiya wan, di nava kompleksbûna van peywendiyên wan de û herweha di nava kompleksbûna về “ditine” de rave dike. Bala xwe bidinê ku wergera Tirkî romnaên Kurdî bi hesanî tê xwendin, lewre zimanê tirkî yê nivîskî heman şêwaza vegotina devkî ku di nivîsandina me ya wêjeyî de serdest e baş nas dike. Ev jî ji ber wê tê ku bandora çanda dengbêjiya me û melodiya kurdî di zimanê tirki yê nivîskî de bi rêya nivîskarên kurdizan baş hatiye bikaranin ku nimûneyên wê yên herî naskirî Yaşar kemal û Ahmed Arif in.
Carinan hin ziman nikarin debarî hevdu bikin. Ji ber vê sedemề jî romana Marcel Proust di zimanê tirkî de nikare têgihîştina Proust ya hevokan rasterast nîşan bide. Nimûneya wê ya herî balkêş hevoka destpêka A l’ombre des jeunes filles en fleur (Li ber siya keçikên xama) e. Heke mirov bala xwe bide herdu wersiyonan, mirov dê bibîne ku hevoka wê romanê ya yekem di zimanê tirkî de bûye pênc hevok, lewre zimanê tirkî nikare debarî hevokeke ewqasî dirêj bike.
Ji bilî cudabûna melodiya zimanan, herweha derfetên hevoksaziya zimanan jî dikare rêyê li ber sedeqata teksta orjînal bigire. Gihanekên fransî û kurdî yên mîna “ku, digel ku, ji bo ku, da ku, berî ku, heta ku” û hwd., ku bi gellek erk û fonksiyonan ve tên bikaranin dikarin hin bikaranînên zimanê nivîskî peyda bikin ku zimanê tirki wan nas nake. Ma ne bi rêya wergerê be, em ê çawa bikarin derfetên zimanekî bi rastî jî nas bikin?
Lê belê ev naskirin, ne bi rêya wergera ji kurdî ve diyar dibe, bi tenê bi rêya wergera ji zimanên din ve dikare pêk were. Wergera berhemên kurdî bi tenê dikare ji bo reklama şexsan be û ji xwe weke ku me got bi rêya nivîskaran ve an jî bi rêya peywendiyên wan ve tê kirin. Ji ber wê ye ku li ûpaş wergerên wan (carinan jî di pêşgotinên wan de) ji pesindayinan pê ve tiștekî din tuneye ku em gellek caran ji xwe dipirsin “ma gelo ev ew pirtûk e ku me bi kurdi xwendibu”? Lewre, pirtûka ku di kurdiya wê de tiştek nebe, bi zimaneki din derdixin ezmanan ku mirov bi wan dikene, lê belê bandora van derewan pirr mezin e. Ji ber wề ye ku Yaşar Kemal gotibû ku Mehmed Uzun yekem romannivîsê kurd e û hê jî kesek nikare bawer bike bê çawa yekî ku pirtûkên kurdî nexwendibin bikare peyveke weha mezin bike. Ji ber ku berî Mehmed Uzun yanzdeh romannivîsên kurdî yên zaravayê kurmancî hebûn.
Ev nimûneyen ku me li jorê dan, aşkere dikin ku pexşana kurdî li aliyê zimanê nivîskî ve hê nehatiye asta ku xwe bide ber zimanên Ewropî. Pexşan li Ewropayê xwedî tecrubeyeke 700 salî ye, ya kurdî hê I50 sal (ji Mela Mehmûdê Beyazidî û bi vir ve) û ew jî bi qutbûyinên dirêj ve derbas kirine. Li welatekî mîna Fransayê, salê zêdetirî 500 romanên fransî û du qatê wê jî romanên wergerandi tên çapkirin, li cem me ev hejmar di 90 salan de hê nuh bi giştî bi ser du sedî ketiye û salê çar pênc roman tên çapkirin. Pexşana me hê nu ye û jê re divê, Ev rexneya me ya li ser wergerandina berhemên kurdi ji ji ber vê ye.
203-Weke ku tê zanîn, Bazîl Nikîtîn ev romana Erebê şemo ji rûsî wergerandibû fransî û Nüreddin Zaza’yî jî heman roman ji fransiya wê wergerandibû kurdî û di sala 1947’an de li Beyrûdê dabû çapkirin. Lê belê, heta demeke nêzîk jî kurdiya wê romanê ya orjînal nedihat zanîn.
=KTML_Bold=2. Wergera ji zimanên din=KTML_End=
Ya ku dikare bandora Xwe rasterast û di cîh de li ser wêjeya kurdî jî û zimanê kurdî yê nivîskî jî û herweha nivîskarên kurd jî bike wergera ji zimanên biyanî ye û gava ku hin hevalên me behsa pedivîya wergerê dikin jî, bêtir behsa về wergerê dikin jî bêtir behsa vê wergerê dikin. Lewre ji bo zimanên ku di rewşeke mîna ya zimanế me de ne, wergera ji zimanekî din ku di warê xwe de baş hatiye bikaranîn dikare bibe nimûneyeke baş.
=KTML_Bold=Çima?=KTML_End=
Sedema wê herkes dizane, lewre gellek caran hatiye gotin. Em dikarin bi wergera biyanî ve zimanê xwe li hin celebên vegotinė bicerribînin ku di wêjeya me de nehatine bikaranîn. Me nimûneya wê ya hevokên kompleks a bi rêya gîhanekan ve li jorê da û ji zû ve ye ku gellek caran me bal kişandiye ser vê xala hevoksaziya kurdî.
Ev kar dikare herweha bandorê li nivîskarên me jî bike. Weke ku tim tế gotin, (ji bo dubarekirinê bibihurin), “werger pireya çand ú neteweyan e, lê tê jibîrkirin ku herweha pireya zimanan e jî. Ji ber ku wergerên baş hindik in, îroj heke hûn bala xwe didin edebiyata kurmancî, hûn ê li zimanekî pirr qels rast werin. Lewre, nivîskarên me hê bi derfetên zimanê xwe nehisiyane û nizanin ku zimanê dikare nivîskî ji yê devkî dewlemendtir e. Weke nivîskar, ya ku bêtir divê bala mirov bikişîne, bandora wêjeya biyanî ya li ser wêjeya me ye. Belkî mirov dikare wan berheman bi zimanên wan yê orjînal jî bixwîne, lê belê, ji xwe nivîskarên kurd pirraniya pirtûkan ji zimanê orjînal an jî bi rêya zimanên mîna tirki, erebî û farisî ve dixwînin (li Ewropayê bin jî, dîsa piraniya wan bi tirkî û erebî dixwînin), lê dîsa jî bandora vê yekê li wan nabe. Hingê, heta ku ew pirtûk yekser bi kurdî neyên çapkirin, (û herweha neyên xwendin) zehmet e ku mirov hêviya bandoreke wan di wêjeya kurdî de bike. (Ji ber wê ye ku, bị ya me, zehmet e ku mirov bawer bike ku Navê Min Sor e ya Orhan Pamûk bi kurdî ji aliyê Bakuriyan ve hatibe xwendin). Weke ku me got, werger pireya zimanan e jî û derfetê dide ku ziman xwe li hevdu bicerribînin.
Di nava wergerên kurdî de, di vî warî de mixabin hê asteke wergerê ya baş di kurmancî de nehatiye bidestxistin ku werger bikare vê fonksiyona xwe pêk bîne, Girîngtirîn wergera ku bi kurmancî hatiye çapkirin, bê şik, divê weha be ku him zimanê wê wergerê û him jî şêwaza nivîskarê we di kurmancî de were parastin.
Sadiqiya li hember teksta orjînal jî ji xwe ev e.Heke mirov bala xwe hineki bide wergerên kurmancî, mirov dê bibîne ku kêm berhem hene ku mirov bikare wan weke wergerên biserketî bi nav bike. Gava ku mirov dibêje ku wergerên me nebaş in, xelk dikarin bibêjin qey ji binî ve wergerên baş nînin. Ji bo ku neheqi li kesi neyê kirin û nimûneyên baş werin dayin, mirov divê navê wergerên Mustafa Aydogan û Hesenê Metê204 û Ehmed Huseynî û vê dawiyê ji Ciwanmerd Kulek û Kawa Nemir di vira de hil bide ku karê şayani pesnê ye. Di xwendina wergerên wan de jî mirov zû bi zû li wergerê nalikume, lewre wergereke nebaş, xwe zû aşkere dike û ev yek dikare rêyê li ber xwendinê jî bigire. Nemaze di warê parastina şewaza nivîskêr de jî ew vê pesnê heq dikin.
Di helbestê de, digel ku weke pirtûk çap nebûbe jî, me hê wergereke weke helbesta Aragon ya navdar Evîna Bextewar Tune ye ku ji aliyê Cemîl Denlî ve hatibû kirin û sala 1997’an di kovara Jiyana Rewşen’e de hatibû çapkirin nedîtiye. Wergera Rênas Jiyan ya Bajar’a Kawafis jî di heman astê de ye, lê belê ew werger ji tirkî hatibû kirin. Weke din, gellek kesan xwe lê cerribandiye, lê hema wergera Ahmed Arif ku êdî bûye qada cerribandinê dikare asta wergera helbestê di kurdî de baş nîşan bide. Edî diyar e, helbest nayê wergerandin, tê adaptekirin. Ji bo vê jî girîngiya van herdu helbestên ku me navên wan dan dikare baştir were fahmkirin.
Heke mirov hema bi kêmanî bala xwe bide navê van kesên ku wergerandine û me behsa wan kir, mirov dê bibîne ku ev kes di berhemên xwe bi xwe de jî zimanekî xurt bi kar tînin. Hingê, encam li holê ye: ji bo ku mirov bikare xwe li wergerê rakişine, divê mirov bi ruhê vî zimanî baş bizane.
204- Hesenê Metê destpêka salên 1990’î bi wergerên ji wêjeya rûsî ve bal kişand ser salakiya wergerê. Bê guman, Hesenê Metê di wan wergerên xwe de zimanê metnê orjînal bi kar neaniye, lê belê divê mirov bizane ku wergereke baş li ber çavan bû û ji ber ku wê demê kêm kesan karîbû ji zimanekî biyanî wergerek bikiraya jî, ev awayê çalakiya wergarandinê di şertên we demê de normal bû.
Ne weha ku hema hevalekî mirov hebe û bi farisî bizane û mirov jê bixwaze ku ji farisî tiştan ji bo me wergerîne. Ev kar bi çeqoberî nayê kirin û mirov ji xwe ber nabe werger û karên weha jî bi kêrî me û zimanê me ve nayên.
Taybetmendiyên wergereke bi vî rengî ku bi kêrî me ve were çi ne? Ji bo bersivandina vê pirsê divê mirov çend pirsan bike û bes e.
Hilbijartina berhemê li gorî kîjan pîvanan pêk tê?
Heke hûn rabin, weke ku hin hevalên me dikin, nivîskarên ku kes nas pek wergerînin, hûn ê fêdeyeke mezin li kurmancî nekin, lê hûn ê bị tenê peywendiyên xwe û wî nivîskarî xurt bikin ku belkî ew bị kêri şexsê we ve bê. Heke na, tu sedema din tuneye ku mirov nivîskareki nenas wergerîne kurmancî. Lewre, di rewşeke weha de ku kurmancî nayê xwendin, armanca sereke divê ew be ku em zimanê xwe bi milletê xwe ve bidin hezkirin. Ew jî bi wergerandina nivîskarên xurt û navdar ve pêk tê. Wergerandina nivîskarekî tirk ku hê li Stenbolê kesek wî nas nake, ji bo me, di vê demê de, lukseke mezin e, lê mixabin li Amedê em wî nivîskarî navdar dikin.
Taybetmendiyên wergêr bi xwe çi ne? Gelo herkes dikare wergerîne?
Divề mirov ji bîr neke ku her kesê ku dizane bi kurdi binivîsîne, nikare xwe li wergerê bicerribîne, lewre jî hunerek e û divê wergêr bi wergerê û herdu zimanan jî baş bizane, nivîskêr bi berhem û zimanê wî yê nivîsê (şêwaz) ve baş nas bike û hingê rabe û wergerîne. Ji bo wergereke bi vî rengî jî, divê mirov herweha zimanê orjînal jî baş nas bike. Heke hûn bi tirkî baş nizanibin, hûn nikarin berhemên tirkî wergerînin û xwendina zanîngehan jî ji bo Kurdekî ne bes e ku bibêje qey bi tirkî têra wergerê dizane.
Pêvajoya wergerê û finansmana wê ya ji aliyê dezgeh û weşanxaneyan ve çawa pêk te?
Bi qasî ku em dibînin, di nava Kurdan de, wergêr bi xwe berhemê hildibijêre û kesekî din jî alî wî nake ku ev yek dikare li hember berhemê bibe xeteriyeke mezin. Lewre werger ji bo zimanekî mina zimanê me ne karê şexsan e û divê şexsî jî nemîne. Piştî ku hate wergerandin, divê ji aliyề hin kesên din ve jî were xwendin û hê nû temam bibe. Hingê xema me ya yêkem divề ev be û heke em bixwazin bigihîjin armanca xwe jî, divê em bi zanebûnî tev bigerrin. Ev zanebûnî jî wergerandina bi kesên şareza ye û divê rê li ber wergerên xerab were girtin.
Pirsa dawîn jî ew e bê em ji kijan zimanî werdigerînin. Heke mirov li hejmara wergeran binihere, mirov dê bibîne ku nivîskarên welėt ji tirkî û yên li Ewropayê jî ji zimanine din werdigerînin (lê ji zimanine din be jî, dîsa jî ji tirkiya wê werdigerînin an jî tirkiya wê tim referansa wan e). Dibe ku bi zimanên ewropî baş bizanin ji, em lê diniherin ku di wergera wan de pirsgirêk heye, lewre kurmanciya wan bi pirsgirêk e ku em ê çend mînakan li jêrê bidin. Herweha carinan berhemên wêjeya cîhanî jî ji tirkî têne wergerandin, lê li ser berheman nayên nivîsandin. Weke mînak, hin berhemên ku ji fransi û ingilîzî û zimanine din hatine wergerandin, ji aliyê kesên ku bi van zimanan nizanin ve hatine kirin. Ma qey kesekî ku bi van zimanan zanibû tunebû?
=KTML_Bold=2.1. Wergerên ji tirkî=KTML_End=
Piştî van pirsên bingehîn, hingê mirov dikare fahm bike bê ji bo çi wergera herî zêde ji tirkî tê kirin û ji bo çi tu bandora wê çenabe. Nivîskarên kurd ji xwe wêjeya tirkî dixwînin û bandora we, heke hebe, yekser pêk tê. Çi erênî û çi jî neyînî, gava ku mirov dixwîne, mirov baş dizane bê kîjan nivîskarê kurd wêjeya kîjan zimanî dixwîne, hetta carinan mirov di cîh de pê derdixe bê ew ji kîjan nivîskaran hez jî dike, lewre şopa xwendinan di berhemên mirov de nikare were veşartin. Heta ku ne berhemeke sembolîk be, mirov divê ji tirkî wernegerîne. Heke werger rabe û ji me re bibêje ku ew hesabê Kurdên basûr dike, hingê em ê jê bipirsin ma gelo xwendina berhemên ewropî an yên tirkî ji bo Başûriyan baştir e.
Pirsa din jî ev e: Ma gelo Basûrî bi tîpên latînî dixwînin? Divê em ji hevdu re rastiyê bibêjin. Li Başûr kurmanciya bi tîpên latînî nayê xwendin. Bazara wêjeya kurmancî ya mezin li Bakur e. Ji ber wê jî, Sisirkê Hesinî ya Selîm Berakat (wergera Ehmed Huseynî) ji gellek berhemên din betir bikêr hat, lewre Kurdên bakurî bị erebî nizanin. Hingê divê em ji tirkî bêtir ji zimanên din wergeran bikin, lebelê heke hûn Balzac wergerînin, ew ê bi kurdî heta ku dibistanên kurdî venebin neyê xwendin, lewre bazara wan tuneye û bazara berhemên bi vî rengî jî-dibistan in. Hûn îroj Kafka jî wergerinin, James Joyce jî wergerînin kesek naxwîne. Lewre, yê ku dikare wan nivîskaran bixwîne ji xwe ew ji berê de bi zimanine din xwendine.
Berhemên ku em ê bixwînin, ew berhem in ku ji aliyê nivîskarên dema me vên navdar hatine nivîsandin. Mesela, romana Mile Kundera ya dawîn dikare bibe mînak. Heke romaneke Milan Kundera ya dawîn dikare bibe mînak Heke romaneke Milan Kundera an jî Michael Cunnigham an jî Paul Auster an jî Philine Roth bi kurdi bê çapkirin, divê pirtûkeke weha be ku reqabeta wa ya tirkî nebe an jî hê nebûbe205. Ji ber wê, divề berî hertişti peywendî bi wan nivîskaran re were danîn. Lê belê, yê me ji bo ku belaş bi dest bixin, berê xwe didin nivîskarên klasîk ku xelkê berê bị tirki xwendine. Pêşniyara me dikare ew be ku wergêr û weşangerên me pirtukên ku bi tirkî nehatine çapkirin peyda bikin an jî niviskarên ku bi zimanê tirkî nehatine çapkirin keşif bikin. Hejmara wan ne hindik e; bi tenê, pêwîst e ku mirov lễ bigerre. Ma Juan Rulfo’yê xwediyê romana Pedro Paramo kengî bi tirkî hate çapkirin? Digel ku pêncî sal di ser nivîsandina wê re derbas bûye, Ewropî bi xwe ji hê nû pê hisiyane û demek berê bi tirkî hate çapkirin. Herweha romana Michael Cunnigham ya bi nave Xaniyê li dawiya dunyayê ji bist û pênc sal bi şûn de bi tirkî hate çapkirin, lê heta ku Cunnigham xelata Pulitzer bi romana The Hours (Saet) ve nestend ji kesi ew nas nedikir. Hê gelo çend pirtûkên wî hene ku nehatine wergerandin?
Ev e pirsa ku weşangerekî baş divê ji xwe bike. Heke îroj mirov wergerîne, divê mirov nivîskarên mina Michael Cunnigham (amerîkî) û Pierre Charras (îspanyol e, lê bifransi dinivisine) û Olivier Adam (fransî) wergerîne ku hê nû tên naskirin û dê baş bêne xwendin. Herkes dizane ku romanên baş bi ingilizi, fransizî û îspanyolî tên nivîsandin. Divê mirov li wira li niviskaran bigerre.
205- Hin hevalên me dikarin bibêjin qey tiştekî weha ne mimkun e, lê belê em bi bîra wan ve tînin ku romana Milan Kundera ya bi navê “L’ignorance” (Bilmemek- Nezanîn), beri fransiya wê, bi tirkî hate çapkirin, digel ku ew roman bi fransî hatibû nivîsandin.
=KTML_Bold=2.2. Bandor û pêdiviya wergerê=KTML_End=
Ligori van fikrên ku me li jorê gotin, têgihîştina me divê ji wergerê li ser du xalan were sazkirin ku li kêleka wan dikare gellek xalên din ji hebin, lê yên girîng ew in:
1- Divê ew werger bi kêrî zimanê kurdî û derfetên wî were.
2- Divê bandora wî nivîskarî li ser berhemên wêjeya kurdî were hesibandin.
Heke mirov van herdu xalan di nivîskarekî biyanî de hêvî neke, hingê divê mirov wernegerîne. Me mînaka Balzac da, divê ev mînak xelet neyê nirxandin, lewre me dikarî mînaka Stendhal jî bidaya. Wergera Stendhal û Balzac ne karên me yên pêşîn in, lê karên me yên belaş in. Ji ber wê, ew dikarin bêne fahmkirin. Di wergera wêjeyî de divê mirov ji bîr neke ku ji xwe herkes dizane ku ew werger e, lewre li ser berga pirtûkê navê nivîskêr hatiye nivîsandin. Lê belê gava ku di xwendina wê de hat fahmkirin werger e, hingê hûn dest têxin qirika xwendevên jî, ew ê nexwîne. Lê gelo, heke em berga wê biçirînin, nave lehengan û bajaran û referansên din bikin kurdî, gelo dê disa jî bê fahmkirin ku werger e? Pirsa bingehîn ev e.
Herkes dizane ku Victor Hugo û Albert Camus û Kafka bi kurdî nizanîbû. Lê yê ku van nivîskaran baş nas dike, dikare lê bifikire ka gelo heke Camus û Kafka’yî bị kurdî binivîsandaya dê çawa binivisandaya. Weke mînak, em dizanin ku heke Marcel Proust kurd bûya û bi qasî Mehmed Uzun bi kurdî bizaniya, wî dê qet û qet mina Mehmed Uzun nenivîsandaya. Lewre têgihîștineke wî ya a cuda heye ku me berê behsa wê kiribû. Pirsa bingehîn ku em dixwazin di về nivîsê de bikin jî ji xwe ev e û qada niqaşa me firehtir dike û ber bi wêjeya kurdî ya pexşanî ve dibe. Em nizanin zimanê xwe di pexşanê de bi qasî ku di eslê wî de heye xurt bi kar bînin û tecrubeya me ya pexşanê hê tuneye, an jî hê têr nekemiliye.
Di wergeran de hin feq hene ku heke mirov lê rast were, mirov di cih de nas dike. Em ji wan re dibêjin “tiştên ku nayên û wergerandin” û ew ji biwêj û hin qalibên peyvan in ku bi çanda zimanekî ve têkildar in. Hûn dev ji wergeran berdin, heke mirov bergên hin pirtûkên kurdî yên nivîskarên kurd biçirîne ji mirov dikare bikeve wê baweriyê ku ew jî werger e. Belê, divê em ruhê kurmancî bidin wergerê. Mixabin, di wergerên kurmancî de mirov kêm caran về taybetmendiyê dibîne û ji ber wê jî em dibînin ku “bin çengên lehengan dinepixin”. Yanî qoltuxên wan qabarmiş dibin ku wergerên me nizanin “serî li wan mezin bikin”.
Ev nimûne (çavkanî ne girîng e), baştirîn nimûneya qelsiya wergerên me ye. Mirov dikare çend nimûneyan bide ku ev rexneya me baştir were fahmkirin. Armanc di van nimûneyan de ne rexnekirina şexsan û berheman e, lê belê rexnekirina têgihîştineke wergerê ye. Bikaranînên bi vî rengî û mayina di bin desthilatdariya fikra zimanekî din de dikare di berhemên nivîskarên zimanê kurdî de jî xwe bide der.
“binçengê wî nepixi”: (Koltuklari kabardi) ev ji romaneke bi tirkî ye û di wergera wê ya kurdî de hebû, lê belê diviya bibûya “seri lê mezin bû”.
“Ne dîlan e, ne seyran e, zavayê min çima ramûsan li rûyê minde?”: Ev nimûne ji romaneke kurdî hatiye wergirtin. Tirkiya we herkes dizane. (Bayram degil, seyran degil, eniştem beni niye öptû?).
* “ji zimên re hêsan e, yazde sal bi hev re borandin”: Ev jì ji heman romanê hatiye wergirtin. Lê belê eslê về hevokê bi tirkî ye (dilê kolay, on bir yil birlikte yaşadilar).
“li ber deriyê otelê hilma xwe veda”: Ev nimûne ji romaneke kurdî ya din hatiye wergirtin ku dîsa bi tirkî hatiye fikirîn (otelin kapisinda aldi soluğu).
“ji xwe gava X ji xeynî me tu fayde ji derdorê nebîne, ku dê nebine, lewre ..”: (me navê lehengan bi zanebûnî nenivisand) Ev nimûne jî ji romaneke kurdî ya dîtir hatiye wergirtin ku bi tirkî hatiye fikirin, lewre “ku dê nebîne”, dibe “ki görmeyecek de” û di tirkî de formeke navdar e. Bi kurdî, ji bo wê erka ku ew pê hatiye bikaranin, em “û” berî hûrgiliya nav bîhnokan bi kar tînin û dikin gava… tu faydê… nebîne, û (ji xwe) ew ê nebine jî, …”.
“Almanya: welatek e, li ku Tirk mafên Kurdan dipejirînin”: Ev hevok ji nivîseke qerfi ya li ser malpereke kurdî hatiye wergerandin. Di zimanên mina fransî (où), ingilîzî (where) û rûsî de ey gihaneka ku em dibînin (li ku) ji bo girêdana hevokên pêreyi yên rengdêr tê bikaranîn û erka wan cînavka relative e. Ji xwe niviskarê vê hevokê bi van her sê zimanan jî dizane, lê belê bi kurdî hevokeke weha nayê sazkirin lewre “li ku” bi tenê di pirsan de tê bikaranîn.
“Kakeyî: Dînê Kurdan, di nav kîjanî de ji jinan re dibêjin “kekê”.”: Ev nimûne ji heman nivîsa qerfi hatiye wergirtin. Disa pirsgirêka gîhanekê (kîjan) ye ku ev gîhanek bi wergera xwe ve di fransî de, di ingilizî de û di rûsî de dîsa ji bo diyarkirina hin taybetin mendiyên navê berî xwe tê bikaranîn. Di kurmancî de ev gîhanek bi tenê ji bo pirsan tê bikaranîn û bi vî rengî ve mîna cînavkeke relatîf ya ji bo hevokên relatîf nayê bikaranîn.
“Pêştirî vê yekê X basa Iraqê jî kir, di nav sînorên kîjanî de beşa Kurdistana wê ye”: Ev jî ji wergereke heman nivîskarî hatiye wergirtin ku diyar dike ku pirsgirêk ne ya wergerê ye, lê ya qelemê ye. Lewre tê de dîsa “kijan” heye ku zimanê kurdî vê forma “kijan” nas nake. Kurdên Kafkasyayê jî ji ber bandora zimanên (rûsî) ku dizanin, di nivîsên xwe de tim heman forman dubare dikin û êdî ketiye nava kurmanciya wan jî. Lê weke ku diyar dibe, ev hevok sed salî bimîne jî ji aliyê Kurdên din ve nikare were fahmkirin.
“Ger hişyar bû , agahiyê bidin min”: Ev jî ji romaneke kurdi yadin hatiye wergirtin ku tirkiya wê dibe “Eger uyanirsa, haber verin bana”. Bala xwe bidinê ku peyv bi peyv dibe wergera Tirkî. Di Kurmnacîya bakurî de êdî hin qalibên zimên ava bûne ku bi bandora zimanê tirkî ketine zimanê me. Heta ku ji mirov tê, divề mirov xwe dûrî van celeb hevokan bike. Di kurmancî de ev “Heke bi xwe hisiya, hayê min jê çêbikin”, an jî “Gava ku hat ser hişê xwe, hayê min jê çêbikin”, lewre di romanê de kesê ku behsa wi dibene li ser hişê xwe ye. Peyva şiyarbûyinê, bêtir ji bo kesên ku di xev de ne tê bikaranîn. Di kurdî de “mirov agahiyê nade kesî, lê belê, “mirov hayê hevdu jê çêdike”.
Di mînakan de, me behsa bandora hevoksaziyê nekir, lewre ev mînak dê nivîsê dirêjtir bikin. Lê hema mînakeke bi tenê dikare nîşan bide bê em behsa çi dikin.
“Ev a ku min berî çend rojan li bajêr dîtibû ye”: Ev mînak ji diyalogekeke romaneke kurdî hatiye wergirtin. Cihê lêkera “bûyin” ji bo kesên ku bi tirkî nizanin dikare bibe cîhê pirsan jî. Lewre, di
kurmancî de lêkera bûyinê tucarî bi vî awayî nayê pişta lêkereke din. Mirov baş dizane ku ev hevok dibe “Bu benim birkaç gün önce şehirde gördügüm kizdir”. Di tirkî de hevokên pêreyî (yardimci cumle) bi lêkerên nîvmastarî ve tên sazkirin ku em ji wan re dibêjin “fiilimsi”. Di kurmancî de “filimsi” tunene û lêker weke zimanên hindo-ewropî li gorî kes û deman têne tewandin (an jî kişandin). Ji ber wê jî, kurmancî bi tenê di hevokên kurt de dikarî debarî vê formê bike an jî heman fikrê bi awayekî kurdîtir rave dike û dibêje “Ev keçik ew keçik e ku min çend roj berê li bajêr dîtibû”.
“Ev filmeki gelek bandorker e ji ber ku ne tenê bêrehmiya şer, di heman demê de li ser diyariya ku dixwe de dibinin e”: Pirsgirêka ku me ji bo mînaka jorê destnîşan kir, di vê mînakê de dikare zelaltir were dîtin. Me ev mînak jî ji malpereke kurdî ye ku fikir ne bi kurmancîye û sedem jî dîsa cîhê lêkera bûyinê ye ku di vira de di dawiya hevokê de ye; yanî bi rê û rêbazên hevoksaziya tirkî ve hatiye sazkirin.
Gava ku mirov bala xwe dide van mînakan, mirov bi hêsanî dibîne ku di nivisandina nivîskarên me bi xwe de pirsgirêk heye. Me navên wan nedan, lê me teva yên jorê nimûneya pênc romanên kurdi, se nivîsên kurdî û du wergerên kurdî da, lê pirsgirêk qet nehat guhertin. Zimanekî şikestî bi nezanî hatiye avakirin û di rojname, kovar, internet û televizyonên kurdî de ev kurmanci tê bikaranîn. Ji ber wề ye ku em nema dijîn, lê em “jiyan dikin”, ji ber we ye ku “kevirê sebra me dişikê” (sabir taşi çatlamak), “lehiya mirovan radibe” (insan seli), “di şerr de gellek wendayi tên dayin” (kayip vermek) û em ji “pêvajoyê re dibin bersiv” (sürece cevap olmak), lê xelk ji me fahm nakin. Lewre, gava ku em về pirsê ji pêşkêşvanên televizyonên kurdî dikin, ji me re dibêjin “tekst bi tirkî tên nivisandin û bi dû re tên wergerandin”. Ji ber wê ye ku xelk ji dêleva nûçeyên kurdî, xwe didin benda “xeberlerên” tirkî. Heke mirov mînakên pirtûkan û yên televizyon û rojnameyan bide ser hev, dê pirsgirêkeke xurt jê derkeve ku dibe mijara tezek doktorayê: zimanê me ji eslê xwe bi dûr dikeve û zimanekî şikestî ava dibe.
=KTML_Bold=2.3. Çareseriya vê pirsgirêkê çi ye?=KTML_End=
Bersiv hêsan e, ji ber wê jî ev beş dê kurt be. Mirov yekî ku baş bi tirkî dizane û baş bi kurdî jî dizane weke şêwirmend datîne serkaran û ew kes hemû tekstên ku dê bệne xwendin sererast bike. Di salên 1990’î de, me heman rexne li wan hevalên xwe yên rojnameger û karmendên televizyonan digirtin. Hêvî ew e ku di van deh salên pêş de ew hevalên me piçekî guh bidin rexneyan û me ji monologên nivîskî xilas bikin. Pirsgirêka bingehîn jî werger e. Ji bo wergerê be jî, ji bo weşandinê be jî, ji bo televizyonê be jî, divê yek kes an jî lijneyeke şêwirmendan hebe ku zimanê pirtûkê, wergerê an ji televizyonê sererast bike. Em behsa fransi nakin, em behsa erebî jî nakin û îspanyolî jî nakin. Em behsa zimanê kurdî dikin. Deste xwe. deynin ser wujdanê xwe. Dibistanên me nînin. Dezgehen me yên zimanî nînin ku li zimên miqate bin û ji bo sererastkirina wî bixebitin. Em weke millet ji holê radibin. Ma milletekî din ku di vê rewşe de ye li ser rûyê vê dunyayê maye? Hingë divê em ji zimanên din zîrektir û organîzetir bin û bi tena serê xwe tev negerin. Yanî divê em hebekî xema vî zimanî bixwin.
Di vî beşê nivîsa xwe de, pêwîst e ku mirov balê bikişine ser xaleke din jî ku bi wergerê ve têkildar e. Di destpêka Komara Tirkiyeyê de, Hasan Alî Yucelê wezîrê perwerdehiyê werger digirtin û berhemên fransî û almanî û ingilîzî bi wan didan wergerandin. Bi qasî ku ji pêşgotina ku wî bi xwe nivîsandiye te fahmkirin, ew dixwaze wêjeyê bîne zimanê tirkî û zimanê tirkî jî xurttir bike. Em dibînin ku îroj hin weşangerên me yên kurd jî berhemên edebî ji zimanên biyanî werdigerînin zimanê tirkî ku mirov bivệ nevê vê pirsê ji xwe dike: Gelo ew xizmeta çi dikin? Ji ber ku werger xizmeta zimanekî dike û pireyan di navbera wî û zimanên din de datîne. Kurdek divê berî hertiştî xema zimanê xwe bixwe…
=KTML_Bold=3. Taybetmendiyên wergereke baş çi ne?=KTML_End=
Berî hertiştî, divê mirov bizane bê mirov çi werdigerîne. Gelo em behsa wergera wêjeyî dikin an behsa
Wergera zanistî dikin? Ev herdu werger bê guman ne yek in. Di wergera zanistî de mesaj giring e, lê belê di wergera wêjeyî de ji bilî mesaj û wateyê, hevokşêwaz û kontekst girîng e.
Wergêr divê berî hertiştî wî nivîskarî bi zimanê orjînal baş bixwîne, lêkolînên li ser wî peyda bike û li ser nivîskariya wî zimanê wî bixebite. Beyî vê lêkolîna li ser nivîskar û berhemê, ew werger zêr be jî dê ne biserketî be û tu fevdeyê negihîne zimanekî.
Divê mirov zimanê orjînal bas nas kiribe. Biwêjên wî, argoya wî, helbestiya wî û melodiya wî xitm kiribe. Hevoksaziya wî, gramera wî, listikên peyvan û cudahiya şêwazan bizane. Yanî divê mirov bi wî zimanî baş bizane, da ku ji hevokan xelet fehm neke. Ji aliyê tevn, şêwaz, estetika tekst û zimanê berhemê û niviskariyê ve sadiqî berhema orjînal be. Têgihiştina ku niviskar di warê zimanê xwe û şêwaza xwe û herweha çiroka xwe de di berhema orjînal de dide û bi cih dike, divê di wergera wê de jî baş diyar bibe û were parastin. Ev xal jî lêkolîna ku di xala yekem de tê gotin giringtir dike.
Divê di wergera wê de xeletiyên rastnivîsandinê nebin û baş hatibe sererastkirin. Ji xwe werger e, tew îcar xeletiyên wê jî hebin, mirov qet nexwaze bixwîne.
Divê werger bi zimanê ku lê tê wergerandin jî pirr baş zanibe. Veki ku bi xwîna kurmancî nizanibe, pê nemiribe û ava wê venexwaribe, nikare wergeran ji bo wê bike. Ne bi tenê bi xwendina kurmancî, lê divê ew bi kurmanciya folklorîk jî baş bizane, ya malê jî û ya sûkê jî û ya hikumetê jî. Lê ya herî girîng, divê ew bikare zimanan ji hev nas bike û guh bide hevoksazî û melodiya kurmancî.
Divê mirov fahm neke ku werger e. Heke ne weha be, mirov dê nexwaze bixwîne û berê xwe bide tirkiya wê. Ji ber wê jî, carinan divê werger bizane “kirasê kurdî li berhemê bike” û ev jî bi hemû xalên jorê ve têkildar e.
=KTML_Bold=Encam=KTML_End=
Ev taybetmendiyên wergera baş, kêm zêde ji aliyê herkesî ve tên zanîn û lêkolînerên wergerê berê jî behsa wan kiriye. Kesê ku dil hebe û berê xwe bide wergerandina berhemekê an jî nivîsekê, ji xwe berê van pirsan jî xwe dike. Lê belê, ya girîng ew e bê ka wan heta kîjan reddeyê bi cîh tine û di kîjan merhaleyê de wan ji bîr dike.
Heke îroj hûn ji wergêrekî kurd bipirsin, ew ê rexneyê li hemû wergêrên din bigire. Lê belê, ew ê tucarî nebêje ku kêmaniyên wî bi xwe jî hene. Ji xwe rexnekirina wêjeyî li cem me sedema kuştinê ye. Ji ber we jî me çavkaniyên minakên về nivisê nedan. Lê em hêvi dikin ku “hin werger ji vê pêvajoyề re bibin bersiv”.
Edi qedera zimanê me di destê weşanger, nivîskar, stranbėj, peşkêşvan, rojnameger, wergeran de ye.
Îbrahîm Seydo Aydogan(ji gotara Guman-1)
[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,195 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://wer-ger.com/- 24-04-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 45
پەرتووکخانە
ژیاننامە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کورتەباس
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 14-04-2020 (4 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: لێکۆڵینەوە
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبی
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئەڤین تەیفوور )ەوە لە: 24-04-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 27-04-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئەڤین تەیفوور )ەوە لە: 21-07-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,195 جار بینراوە

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
محەمەد فایەق تاڵەبانی
26-02-2010
هاوڕێ باخەوان
محەمەد فایەق تاڵەبانی
ژیاننامە
عیماد زەنگەنە
07-03-2017
سەریاس ئەحمەد
عیماد زەنگەنە
ژیاننامە
ئازاد حەمە شەریف 1
25-02-2023
شەنە ئەحمەد
ئازاد حەمە شەریف 1
ژیاننامە
سوهەیلا قازی محەمەد
25-02-2023
شەنە ئەحمەد
سوهەیلا قازی محەمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ڕێبوار هەمەوەندی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
فێربوونی هێمای پیتەکانی زمانی کوردی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس عەبدوڵڵا یوسف
25-02-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
حاجی قارەمان پیرەپیاوێکی خەڵکی قەڵادزێ ئاڵای ئێراق و وێنەی سوودانی بەرزدەکاتەوە!
24-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
ژیاننامە
هۆشەنگ ساڵح نەجاڕ
24-02-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
مستەفا مەزهەر
24-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
هەولێر لە بەڵگەنامە عێراقی و بریتانییەکاندا 1922-1957؛ بەرگی یەکەم
23-02-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
87 چیرۆکی منداڵان
23-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
ئامێدی (عەمادیە) لە بەڵگەنامەکانی عوسمانیدا 1811-1920، بەرگی 16
23-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 510,185
وێنە 102,964
پەرتووک PDF 18,706
فایلی پەیوەندیدار 92,662
ڤیدیۆ 1,189

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.25
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.328 چرکە!