ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,477
画像 106,122
書籍 19,169
関連ファイル 96,503
Video 1,308
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
HAWAR (12-09-1932/15-08-1943)
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kovara Hawarê

Kovara Hawarê
$HAWAR (12-09-1932/15-08-1943)$
=KTML_Underline=Siddik Bozarslan=KTML_End=
Kovara #HAWAR# ê, ji alîyê Celadet Alî Bedir- Xan (1897 Stenbol- 15.7.1951 Şam) ve li Şamê di navbera salên 1932-1943yan da bi tevayî 57 jimare hatîye derxistin. Jimareya pêşîn di 15yê gulana 1932an da çap bûye û jimareya dawîyê ya 57an jî di 15yê tebaxa 1943an da hatîye weşandin. Lê emrê kovarê yê rastîn, ne 11 sal e, belkî kêmtirî 5 salî bûye. Ji ber ku di navbera çapkirina hin jimareyan da rawestandineke dirêj heye. Wek mîsal; jimare 1- 15-5-1932: jimare 23- 25-7-1933: jimare 24- 1. 4. 1934: jimare 26- 18-08-935: jimare 27- 15-04-1941: jimare 57- 15-08-1943 derçûne.
Kovar, bi Kurdî û Fransî derçûye. Beşê Fransî di navbera 2-4 rûpelan da bûye. Di jimareyên 1-23yan da alfabeyên Kurdî-Latinî û Erebî-Farisî hatine bikaranîn. Piştî jimareya 23an, tenê alfaba Kurdî-Latinî hatîye bikaranîn. Her jimareyek bi gelemperî derdora bîst rûpelî bûye û bi Kurdîyeka xwerû derçûye. Kovara HAWARê Jibo zimanê Kurdî şopeka nû vekirîye. Eger tabîr di cîyê xwe da be Hawar, jibo zimanê Kurdî adeta bûye dibistanek.
Hawar, kovara ziman û çanda Kurdî bûye. Li Almanyayê di 1976an da ji alîyê gorbihiştê Hemreş Reşo ve jimareyên 24-57an ên Hawarê hatine komkirin û ji nû ve çapkirin. Gorbihiştê Mihemed Bekir jî jimareyên Hawarê yên 1-9an ji alfabeya Erebî-Farisî wergerandîye Latînî û li Stockholmê di 1987an da ji nû ve çapkirîye. Ji ber ku emrê M. Bekir têr nekir û bernama ku dabû pêşîya xwe ku jimareyên 1-23yan di sê cildan da (Cild 1: 1-9; Cild 2: 10-16; Cild 3: 17-23) ji nû ve çap bike, mixabin tevav nebû. Lê mala Firat Cewerî avabe ku hemî jimareyên Hawarê (1-57) di du cildan da (Cild 1: 1- 23, 1932-1933; Cild 2: 24-57, 1934-1943 berhev kir û di 1998an da li Swedê ji nû ve weşand. (HAWAR, Weşanên Nûdem Swed 1998)
HAWARê qîmeteka gelek mezin daye zimanê KUrdî û loma di jimareya pêşîn da weha gotîye:
”Herwekî nas e, fikr û hîs di dora zimên da digehînin hev û her ziman fikr û hîsên xwe û awayê gotina xwe bi xwe ra hildigre û ew pê ra diguhêzin û pey zimanên xwe dikevin. Bi vî awayî digel zimên fikr û hîsên bîyanîyan jî tên dikevin nav me, di dil û hişê me da cî digrin, û rû û gonê me yên manewî diguhêrînin, diheşifînin.” (Dr. Kamiran Bedir-Xan, Hawar, j.1, r.5)
Dîsa C. Bedir-Xan li ser girîngîya zimên weha dibêje:
”Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin. Ol yek,. Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e.” (C. Alî Bedir-Xan, Hawar, j. 20, r. 1)
Bi kurtayî ez dikarim cewhera zimanê Kurdî û hedef û amanca Hawarê bi çend hevokên hêja yên Celadet Alî Bedir-Xan bidim rêzkirin ku ew li jêr in û weha ne:
”Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. /Xawe nasîn ji me ra rêya felat û xweşîyê vedike. /Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin./ Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. /Lewma ku ziman şerta heyînê ya pêşîn e.” (Celadet Alî Bedir-Xan, Hawar, h. 1, 1932)
Jibo nifşên (neslên) nû ku pê nizanin, ez dixwazim çend gotin di heqê Celadet Alî Bedir-Xan da bêjim. Celedet Beg û birayê wî Kamiran Alî Bedir-Xan demek bi siyasetê ra jî mijul bûne û jibo hewildanên avakirina Kurdistaneka serbixwe ketine nav hewildanan. Lê wek encam li ortê ye, hewildanên Kurdan ên ku wek Koçgirî, Şêx Seîd û Agirî tên naskirin; hemî jî bi awayên hovîtîyê hatin pelçiqandin, bi dehhezaran Kurd hatin kuştin, bi sedan pêşewayên Kurd li ber darên sêpîyan bûn cangorîyên (şehîd) Kurdistanê, bi dehhezaran cîhil (sirgun) bûn. Bi awayeke dî Kurdistan serubinu bû. Siyaseta Kurdî bi tevayî şikestineke mezin xwar. Celadet bi xwe jî yek ji wan berpirsîyar û damezroxê rêxistina XOYBÛNê bû. Piştî wan şikestinan Celadet destên xwe ji karên siyasî şûşt û biryar da ku êdî li ser ziman û kultûra Kurdî bixebite û wek despêk, bi derxistina Kovara HAWARê ket nav qonaxeke jîyana xwe ya nû û birayê wî Kamiran jî bi heman helwestî ket nav jîyana çand û zimên. Loma Celadet Beg di jimareya 17an ya kovara xwe da weha li cuwanên Kurd xîtab dike:
”Xorto! Amanca te rizgarî ye. Rizgarîya welat û miletekî ye. Navê amanca te Kurd e, Kurdanî ye, Kurdistan e. Amanca te li ber te sekinîye. Di şiklê mirovekî da ye. Tu lê dinihêrî, ecêbmayî dimînî. Herê tu dibînî, dest, ling, mil, pol, parsû, parhan, her tiştên wî hene. Lingê wî yê rastê berepêş, yê çepê berepaş diçît. Laş di cîyê xwe da ye. Xwe ne dide pêş, ne jî paş. JI ber ku ji alîkî ve pêş ve, ji alîyê din paş ve tête kişandin. Tu zanî çima xorto? Lewma ku her du ling ne yek in. Navbera wan da yekîtî nîne. Divêt, tu bixebitî van her du lingan bi alîkî ve bilivînî.”
”Xorto! Bi ser kela me da girtine. Ji der ve dijmin dirêjî me kirîye. Ji her mêlê êrîş. Di hundurê kelê da şerekî din, bê eman û ji yê pêşîn mezin û dijwartir heye. Şerê me bi hevûdû ra. Di mal da jî dijmin.
Herê xorto! Birîna me ya mezin û xedar dexs (hesûdî) e, berberî ye, jana dexsê ye. Em sîngjar in. Ji derve serma li me dixe. Li hundir em bi janê dikevin…”
”Xorto! Holê bixebite: An bi xwe çêke, an arîkarîya ewan bike ku çê dikin, ava dikin.. Di dunyayê da tutişt nîne ku tekûz bêt. Di her tiştî da, nemaze di karên nû despêkirî da, pirrîcar, kêmanî hene. Heke te kêmanî dîtin, hema dirêjî wan meke. Lê bixebite ku tu bikevî nav wan, arîkarîya ye. Huner di rastkirina stûna xwêl da ye.”
Di bin rêveberî û mamostatîya Celadet Alî Bedir-Xan da şexsîyetên wek Dr. Nûreddîn Zaza, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Qedrî Can û gelek kesên dî hatin perwerdekirin û bûn xwedîyê îcazetê û her yek ji wan rûpelên Hawarê xemilandin û ji çand û edebîyata Kurdî ra xizîneyeke giranbuha çêkirin. Eger îro nivîsîna kurdî bi tîpên latînî bûye xwedîyê duzenek; ev bi xêra mamostayên hêja Celadet Alî Bedir-Xan û Kamiran Bedir-Xan û hemî nivîskarên Ekola Hawarê çêbûye ku bi çend gotin û hevokan nemikun e ku li vir mirov bikaribe wê bide xuyakirin. Loma em hemî kurd deyndarê wan mamosta û qadroyên Ekola Hawarê ne ku divê em timî wan bi qedreke mezin bibîrbînin û serê xwe li ber wan bitewînin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは851表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/- 07-05-2023
リンクされたアイテム: 7
グループ: 記事
Publication date: 23-05-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 社会
ブック: 文学
ブック: 履歴
プロヴァンス: シリア
都市: Şam
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 07-05-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 08-05-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 07-05-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは851表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,477
画像 106,122
書籍 19,169
関連ファイル 96,503
Video 1,308
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.344 秒(秒) !